Keça Kurd Ayten Înan niha Lîse dixwîne û di ber re diçe Konservetûara mûzîkê. Gelek haletên mûzîkê fêr bûye, lê bi bingehî hunera wê di ware PÎYANOyê de ye. Di sala 2007an de Li Fransayê bûye pîyanîsta yekemîn û di giştiya cîhanê de pileya duwemînbûnê bi dest xistiye.
Ayten di mala xwe de bi kurdî diaxive. Wek zimanê dayikê li kurdî xwedî derdikeve û hunera xwe bi kurdî li pêş dixe. Wekî hunera wê ya li ser Pîyano awaza wê jî xweş e. Ji malbateke welatparêz a ji Kurdistanê koçî Ewropayê bûne tê. Ji Midyatê Kêwexê di sala 1993yan de tên Ewropayê. Ayten piştî malbatê bi du salan di sala 1995an de tê Parîsê cem malbata xwe. Dema tê Parîsê du-sê salî ye. Sala 1992an jidayik bûye.
Nêzî dehsaliya xwe rojekê diçe mala cînara xwe û bi piyanê hevansîna wê çêdibe. Serpêhatiya xwe ya hevnasîna xwe ya bi cînara xwe û pîyanoyê re Ayten wiha vedibêje:
“Cînareke me ya Fransî hebû. Ji ber ku zarokên wê tinebûn pir hez ji zarokan dikir. Xwişkên min û diçûn wê derê cem wêne xêz dikirin. Rojekê ji min re jî gotin, bi me re were. Ez çûm. Gavekê xwişka min derbasî ser piyanoyê bû û kir tinge ting. Min jê re got ka ez jî hinekî pê bilîzim. Ew rabû û ez rûniştim, min tiliyên xwe di ser re bir û anî. Jina Fransî ya xwediyê malê hat cem min û got, ka ez te fêr bikim. Rûniştina te ji bo piyano xweş e. destpêkê min nexwest. Kêfa min jê re nedihat. Lê carek-du car êdî xwesteka min jê re çêbû. Her roj diçûm cem cînara xwe û dersên piyano didan min. piştî demekê ez fêrî notayan jî kirim û êdî roj bi roj piyano bû parçeyek ji jiyana min.“
Ayten wiha bi fêrbûna piyanoyê re her roj di warê hunerî de li pêş dikeve. Pişt re bi biryara bavê xwe diçe Konserwatuarê. Çûna Ayten a konserwatûarê bavê wê wilo vedibêje: “Sala 2001ê bû. Mel i restorantekê rojbûna xwişka wê pîroz dikir. Li wê derê piyano jî hebû kurdek li ser bû. Demekê Aytenê got ez jî dixwazim hinekî lê bidim. Min got, keça min rûnê, tê xera bikî. Deng çû yê piyanîst û pirsî min jê re got dixwaze li piyano bide. Got bila were. Dema Ayten çû ser piyano sitrana Ehmed Kaya “saçlarina ak duşmuş“ lê da. Ez şaş mam. Heta wê demê hayê min ji fêrbûna wê ya piyanoyê tinebû. Dema min ev yek dît êdî min biryar da û ew bir li Konservetûarê xwest qeyd bikim. Wê sale cih tinebû sala din 2002an de me ew qeyd kir. Di demeke kin de hunermendiya wê derket hole û roj bi roj li pêş ket. Demekê şûnre êdî gihişt asta konseran bide.“
Ayten nave xwe ji keçeke gerîla ya di şerê Bagokê de ê sala 1988an jiuana xwe ji dest da digre. Bavê wê nave şehîd Ayten lê dike.
Ayten di hunera xwe de him xwediyê diploma û gelek xelat e. di plane wê de piştî qedandina dibistana li bajarê xwe derbasî Almanya Konserwatûara mezin bibe û ji wê derê bi serkeftinî derbas bibe. Dibêje, “Piştî ku li wir bixwînim êdî li tevahiya cîhanê ezê bikaribim hunera xwe pêş de bibim“
Ayten keçeke kurd a dilnizm û sade ye. Hîn ciwan û têrjêhatinîye. Bi hunera xwe û taybetmendiyên xwe rûmeta gelê kurd, keçên kur û welatê Kurdistanê ye. Ya herî grîng jî li welatekî biyanî, li xerîbiyê zimanê dayika xwe bikar tine. Weke kurdekê dijî, diaxive, dihizire û hunera xwe pêş de dibe…
Ayten jib o hner û jiyana xwe di dawî de wiha dibêje: “Ev hunera ez dikim ji bo kalikê xwe dikim. Ev hêza mûzîkê ji alîkarî û destekdayîna dê û bavê xwe digrim. Gelekî kêfa min ji kalikê min re û yaw î jî ji min re dijat. Niha çûye rehemtê lê her dem di bîra min de ye. Xwediyên min tev birayên min, xwişkên min her gav tên konserên min û destek û arîşeniyê didin min. ev jî hêz dide ku ez zêdetir bi kar û xebata çêkirina mûzîkê dakevim. Xeyaleke min heye ku rojekê biçim Kurdistanê li wê derê orkestrayekê ji Kurdan, ji Ermenî û Rûsan çêkim ku bi nav û deng be û cîhan tev zanibe dê kurd jî dikarin hunerê bikin, zindî ne û hîn nemirine! Ji bo hemû şervanên azadiyê gerîlayên kurd silavên germ ên ji dil û hêviyên serkevtinê dixwazim. Dilê min her bi wana re ye. Heta bêhna xwe ya dawî em bi gerîlan re ne û çi desteka ji destê me were emê ji bo serkeftina wan bikin.“
AZADIYA WELAT/ HESEN HUSEYÎN DENÎZ.

F
E
E
D

B
A
C
K