Di van salên dawî de ev têkosîn hêdî hêdî giraniyê dixe ser bastê rastgir. Hilbijartinên ku di roja 20ê mijdarê de li Îspanyayê pêk hatin heman giraniyê zêdetir ber bi aliyê rastê ve bir.

Stratejiya rastgirên ewropî her dem li ser esasê aboriyê hatiye çê kirin, lewre li welatên ku ew bûne desthilatdar de rewsa aborî, bi awayekê gistî, hinekê bastir lipês ketiye. Li pist heman pêsketinan kêmkirina alîkariya dewletê a ji bo civakê cihekê mezin girtiye. Lê belê heman rastî ji aliyê girseyên gel ve zû nehatiye dîtin, an jî ew ji wan hatiye vesartin.

Stratejiya hêzên çepgir jî bi giranî li ser esasê « firehkirina » mafên civakê li pês ketiye. Di zimanê rayedarên hêzên çepgir de her dem gotinên « maf », « alîkariya dewletê », « civak » û hwd derketine û wan li pêsberî girseyan xwe dane « hezkirin ». Heman stratejiya çepgiran li hin welatên ewropî  rê li desthilatdariya partiyên Sosyalîst û ên Keskan jî vekiribû. Vê gavê jî li hin welatên ewropî  heman partî li ser desthilatdariyê ne.

Rastî û gotin pir caran li gorî hev nîn in. Çendî gotinên xwes ên çepgiran li xwesê girseyan biçe jî, encamên rewsa aborî di navbera wan û civakê de kelem çê kiriye. Rewsa Sosyalîstên yewnan û ên îspanî weke mînak e. Halê van her du welatan ji piraniya civakên ewropî re bûye sedemê ku ew zêdetir ber bi rastgiran ve biçin. Bêguman di vê rewsa gistî ya Ewropayê de rola hêza aborî ya Alman, Îngilîz û Fransî mezin e. Tê zanîn ku li van sê welatan jî partiyên rastgir li ser desthilatdariyê ne.

Pistî hilbijartinên li Îspanyayê derfetekê mezin ketiye destê Merkel, Sarkozy û Cameron. Wusa diyar e ku wê di encama hilbijartinên li Yewnanistanê de jî rastgir serbikevin. Herwuha ev rews ji bo Sarkozy jî dibe mizgîniya serkeftinê. Eger rews bi vî awayî biçe wê li hemû welatên Yekîtiya Ewropayê hêzên rastgir bibin desthilatdar.

Dema ku mirov li wêneyê rewsa nû ya vê parzemîna Ewropayê dinêre, bas dixûyê ku xala herî zêde di rojeva civakan de tê niqas kirin rewsa aborî ye. Niqasên îdeolojîk û yên ajîte êdî bala girseyan nakêsîne. Armanca têkosîna civakan tenê bûye aborî. Ev jî li gorî hêzên rastgir û li gorî masîna wan ya emperiyal e.

Gelo di vê rastiyê de kêmasiya hêzên çepgir çî ye ? Li gorî min hemû partiyên çepgir ên ewropî di nava xeletiyekê dîrokî de ne. Divê bi awayekê pir lezgîn û ciddî stratejî û herwuha nêzîkatiya zan ya îdeolojîk di ber çavan re bê guhertin.

21.11.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye wesandin

F
E
E
D

B
A
C
K