Di sala 1949an de, bi pêsengiya Robert Schuman, wê demê wezîrê karê derve yê Fransayê ye bû, Konseya Ewropayê hatiye avakirin. Salekê pist re jî peymana bi navê Schuman hatiye îmzekirin û heman peyman bûye bingeha Yekîtiya Ewropayê. Prensîbên Konseya Ewropayê û yê Peymana Schuman ew in ku li parzemîna Ewropayê carekê din ser neqewume.

Pistî avakirina Konseya Ewropayê û tenzîmbûna Yekîtiya Ewropayê heya naha li Ewropa Navîn, di nava welatan de ser derneketiye. Di piraniya belgeyên saziya YEyê de hevokên lidijî ser derdikevin pês. Heman Yekîtî û welatên endamên wê xwe weke xwediyê demokrasiyê û herwuha yê mafên mirovan dibînin. Dema ku mirov bi nûnerên heman welatan re diaxife ev xal pirr bas derdikeve pês.

Weke min di sernivîsê de gotiye, di rastiyê de Ewropa ser dixwaze, ew tenê di nava xwe de ser naxwaze. Di dema Serê Sar de welatên Ewropayê lidijî Sovyetê serekê bêhempa mesandin. Dibe ku heman ser bi çekan nedimesiya, lê belê rêbazên ku welatên Ewropayê bikar anîn ji serê herî çekdarî dijwartir bû. Pistî belavbûna Sovyetê heman hêzê dest avêt herêma Balkanan û herwuha ya Kafkasyayê. Heya naha jî birînên serê li van her du herêman sax nebûn in, ne diyar e ku wê heya kengê germahiya xwe biparêzin.

Ji salên dawiya sedsala borî vir ve heya naha hêzên ewropî di herêma rojhilata navîn de nehîstine roj bê ser derbas bibin. Rola ku NATO li Afganistanê leystiye û dileyze tê zanîn. Hejmara pêserojê ya YEyê ku di derbarê herêma Rojhilata Navîn de lipês dikeve her ku diçe digehêje astekê nû. Wusa dixûyê ku heya 2020an wê Ewropa weke terefekê ser di Rojhilata Navîn de rol bileyze.

Pistî Lîbya, Misir, Cezayîr û Fasê, ji dawiya sala borî vir ve Sûriye bûye dikeya serê Ewropayê. Di hefteya borî de Fransa bi awayekê fermî Konseya Neteweyî ya Sûriyê nas kir û di rojên pês de jî heman Konsey keseki weke balyozê Sûriyê disîne Parîsê. Vê gavê Fransa, weke nûnerê YEyê, lidijî rejîma Baas ya Sûriyê di nava ser de ye.

Pistî êrisên Îsraîlê ku li Gazze bû sedemê kustina bidehan kesan, YEyê ketiye nava hewldanên nû. Bila neyê zanîn ku wê YEyê ji bo çareseriyê kar dike, ew di nava hewldanan de ye ku li heman herêmê nakokî tûndtir bibin. Kûrbûna nakokiyan dibe sedemê ku ev hêzên rojavayî xwe zêdetir di herêmê de bicih bikin. Li gorî hin posporan, ji bo têkbirina kirîza aborî, ya ku YEyê girtiye bin bandora xwe, pêwistî bi çavkaniyên nû heye. Gelo serên li Rojhilata Navîn nabin sedemê afirandina heman çavkaniyan ? Gelo serê Îsraîl-Ereb nikare bibe parçeyekê armanca Ewropiyan ?

19.11.2012

F
E
E
D

B
A
C
K