Dîsa, me tevan ji şîretên dê û bavên xwe dizanîbû, gava baweriyeke merive têkuz tinebe, meriv nikare rêyek rast ji xwe ra kifş bike û di wê rê da bimeşe.  Anjî gava meriv di rêyeke ku di nav çiyayê mezin, zinarê bilind, daristan, tije dirî, zil, sitrîn, kevir, deşteke tev sîlek, xwezaya asê de biçe û rêzanek bi meriv ra tûne be, meriv tûcarî nagihîje dawiya rêya xwe. Merivê rêya xwe winda bike, şaş bive û gelek caran jî ji ber astengî û pirsgirêken li ser rê peydabivin nikarîbe vegere nav mala xwe.

Li welat divabû meriv di nav hemû tengasiyan de jî ji bîr, bawerîyen xwe ra xwedî derkeve, ji sed, hedên xwe derbas nebe û bi wê xebata xwe dilşad bive. Her weha hingê divabû ku meriv rumetê bide bawerîya xwe, wisa jî bide bawerîyên hemû kesên din, aşîtî û paqijiya xwezayiya li derdora xwe jî biparêze. Ji xwe meriv di nav van bingehan de jî dibîne ku, bav û kalên me hingê li Kurdistanê dibin hemû astengiya de jî çande û niştimanperweriya me diparastin.

Lê, mixabin geleka ji me ew reseniya çande û niştimanperweriya bav-kalan li vê xerîbiyê ji bo berjiwendiyên mal, komel, dezgeh, rêxistin, keseyatî û neferên mala xwe nedane berdewamkirin.

Birastî, dema ez bala xwe didime ser berxwedan, parastina çande, bîr û bawerîyen me yên li diyasporayê dilê min gelekî diêşe  û timî dixwazim van pirsan ji xwe anjî ji we birêzan bikim:

Gelo ji ber çê em ew kesên ku ji Kurdistanê hatine û piraniya me eva serê 35 salan zêde li Ewrûpayê ne, lê hêjî ji maf û kêmasiyên xwe yên çandî û kulturî ra xwedî dernakevin, hejmara zarok û ciwanên me Kurdan yên ku sed û hedên xwe nasnakin û êdî bi Kurdî nizanin nabînin, gelek ji me hêjî tenê bi “siyasetê” re eleqedar dibin, lê hêjî ne xwedî tifaqeke Kurdistanîne, em gelek caran pirsgirêkên xwe yên olî, civakî, netewîtiyê ji bîr dikin, em van derfetên ku tifaq, piştgirî, dîplomasî û lobiyên  me Kurdan xurt bikin baş nasnakin, gelek ji me hêjî bi hemd naxwazin(nikarin?) bi zimanê netewiya xwe karbikin  û zêde piştgiriyê didine asîmlasiyonê?

Her weha çima hinek ji me hêjî fahm nakin, ka sedemên hinga  ku em hevûdinê dibînin û em ji hevûdinê fedî dikin çine, em nabînin ew ziman û  çanda ku bi ked, zahmetên bav-kalan hatiye parastin wenda diben, kalik û nebî çima nikarin ji zimanê hevûdinê fahmbikin, ji ber çê evqas kes û malbat têne guhastin, hew baweriya neferên kulfetê malê(dê, bav, kal, dapîr, xuşk, bira, ap, xal û hwd.) bihevûdinê tê, em jî mîna gel û civakên xelqê fahmnakin ku modernîtekirin û hemdemîmayîna nav-kulturê tenê bi siyasetê, xebata çend kesan, hebûna peran û dewlemendiya malê dinyayê nayê zemtkirin, ji ber çê bav-kalên me gotine,”malê dinyayê qirêjan destane” û hwd.?

Belê Xuşk, bira û xwandevanên birêz,
weke ku hinek ji we hêjayan jî dizanin, min bersiva gelek ji van pirsan, li goriya zanîna xwe, di gelek  nivîs û nêrînên xwe yên ku heta vêga di nav mediyayên Kurdî de hatine weşandin(mînak : Hûn dikarin ji kerema xwe ra binêrin, yên ku min di sala 1994 de *1, sala 2002 de *2,  sala 13.05.2005 de *3 û di sala 22.11.09*4  de nivîsandine.) de daye. Û ewên ku min ew hêja bibersiv nekirine jî dixwazim mîna ku sedayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî,  dibêjim“HAWAR” e  êdî kalik û nebiyên me Kurdan ji zimanê hevûdinê fahmnakin!

“HAWAR HEWAR!

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van çûçikan
Genmê me xwar.

Talan birin
Wan dexl û pez
Çeper çirandin
Ketne rez.

Hawar hewar
Hawar hewar!
Van dijminan
Qada me xwar

Hawar dikim
Ranabî kes
Şêx û mela
Û pîr û qes
Bi xaç û xişt
Û mizgevt û dêr
Em xistine
Tora neyêr. “    Berdewama vê helbestê di *5 de ye !

„ KÎ HILGIRÎ VÎ BARÊ MIN

 Qet nerm dikî dilê neyar
Ev gazî û hawarê min?
Piştxûze, barê min giran
Kî hilgirî vî barê min?

Her roj û her êvar û şev
Hawar û nalîn tên ji dev
Guh nadine dengê me tev
Heval û hem cînarê min
 
Kurdên nezan û rê nenas
Jar û reben,birçî û xwas
Petrol di bin de,bê kiras
Nabênî xweş vî karê min“    Berdewama vê helbestê di *5 de ye !

Ez di dawiyê de dîsa weke ku min di gotara xwe ya di *6  de gotiye dibêjim,  GAVA EM VAN ERKÊN XWE YÊN NETEWÎ NEYNİNE CîH, EM JÎ DİBİNE ALÎKARÊ HELANDİNA ÇANDE Û OLA KURDÎ YA HERÎ KEVNAR.

04.07.10

Çavkanî*:

1- Kemal Tolan, DENGÊ ÊZÎDIYA – Gulan 2606 hejmar 3 rûpel 18
2- Kemal Tolan,  http://www.avestakurd.net/arshiv/avesta31/kemal%20tolan.htm , Hejmar 31, 01 Îlon 2002
3- Kemal Tolan, http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/hinek-pirsgireken-helandina-ezdiyan.html
4- http://www.dergush.com/modules.php?name=News&file=article&sid=2143
5 – http://www.tirej.name/cegerxwin/4.html
6 – http://www.gelawej.net/kurmanci/modules.php?name=Content&pa=showpage&pid=349

F
E
E
D

B
A
C
K