Ezbenî me got dem ji demê fedî nake
Belê çi ji demê maye!
Salan daye pey salan û
Bablîsok li talanê me dixîne..
Bela keriyên tûmê Hermel û Rîhanê
Di hewsa mala me de biçêrin,
Bela keriyên xezalan careke din
Di Beriya Mêrdînê de xuya bikin
Bela Derwêsê Evdî bi azadî
li Edûla Zor Temir pasayê Milî bigere..
Werin, em çirayan biçînin,
Nêçîra çiyayê Bagokê bikin,
Kepezê Kîkan, Kewkebê Milan û
Qereçoxê Mîran di sînga xwe de dîl bikin û
Di kure zirav dibe, bela di wire biqet e..
Gelo hêj dem li pêsiya me maye?!
Were Ezbenî!
Were em di ser gelaciyên yar û neyaran re
Biqevêzin, bêbextiyên wan bihûnin,
Bikin yadîgar ji rojên demê re û
Çîrokan li dor wan birêsin..
* * *
Ezbenî! Spasiya qehweya xwe dikim ku
Hêj gerim maye.
Spasiya wan dergehan dikim ku
Hêj razayî ne,
Tevî ku min jibîrkir,
Wan binixumîn im…
Bela çîrok sar nebin
Hêj em bendewarê hêviyên xwes in.
Ezbenî! Berî dem sar bibe û
Dûdilî di rex de raweste
Rewstgeheke nû biafirîn e
Rewstgeheke nû biafirîn e,
Hêj çax û demê me maye..
Em nikarim çavlixew bidim ser riya û
Ne em hez sikak û kolanên ku
Bazdidin dikin..
Cihê rûnistina me di wan de nîne..
Gelo em dereng ketine?!
An me bilêtên oxira xwe winda kirine?!!
* * *
Erê ezbenî!
Bela yar û neyar sipya zêrevaniya me bikin
Kirasekî ji zordariyê li dora me bihûnin û
Bê tirs,
Qehweya xwe vexwin..
Em bi hêsanî bar nakin,
Bar nakin ta ku em,
Gelek vesartokan li pas xwe nehêlin..
Hêj gelek eynik hene ku
Em wan biskînin…
Gelek dergehên girtî hene, pêwîste
Em wan vekin..
Gelek bajarên xwes hene, giringe
Em li wan bigerin..
Em ê gul û kulîlkên biharî
Saqoçermo bikim ku
Nûçeyên me bi derengî xînin..
* * *
Tê çi bêje ezbenî ku
Ez eynikên Kevin bi ser hev dim û
Devê tûrê vesartokan vekim…?!
Na!
Ez ê tûrê vesartokan ji te re bihêlim û
Çax û demê xwe hilgirim û
Tevî giraniya hilgirtina barê dil,
Dijwariya hejandina darê demê di ser serê min re
Hespên kihêl jî bi dûv min de dibezin û
Dem li talanê min dixîn e..
Raweste li hêviya min ezbenî ku
Ez qeytanên pêlava xwe bisdînim û
Xeraban di bin palgeha xwe de vesêrim..
Erê ezbenî!
Bela bîstekê kul û derd li me bibin mêvan,
Bîstekê em sebra xwe bi girî bînim û
Bîstekê em li ser lat û zinarên sevê,
Silfîtazî û pêxwas ji bîranînan razêm..
Ezbenî! Me dem di destê xwe de zemtkiriye
Gelo çi ji wê demê maye!
Were ezbenî û bilezîne!
Berî ku em bibin wek biyaniyan
Di rawestgehên oxiran de
Were em navnîsanan bi hev din û
Li ser hale hev bigirîn
Va em bardikin û
Kes di xatirxwestina me de nîne
Ji ber ku dem bê ol û ewle ye
Erê bê ol û ewle ye.
Qamislo, 25/02/2009