Ezbenî!
Zilamok li vir in.. Di pist mala min re derbas dibin… Di navbera Orkês, Wasokanî, Semsîhided û Sebat Enlîl de dibihurin… Elfabêya sexte bidarvedikin.. Derewa dikin… Erê derewa dikin… Gotinên sêrîn bi ser min de dibarîn in.. Melaqiyan û selafiyan dikin.. Belê ezbenî ew wilo fêr bûne.. Zilamokên nû ne.. Di temtêla zilamên çak û rind de ne.. Bi gotinên xwe mirovan razî dikin û li gor her mirovekî, kirasekî ji bo wî li xwe dikin.. Dêmê wan zer e û bi te re digurnijin, silavê li te dikin û bi bê dengî li te guhdarî dikin.. Dema tu pista xwe didî wan, berê tîrên xwe li pista te rast dikin.. û wiha xwîn ji te diherike.. Lê ew, bi herikandina xwîna te sad û kêfxwes dibin…
   Ne xeme ezbenî, bela ew genîtiya xwe, sextebaziya xwe û megrûdiya xwe, ji xwe re kom bikin.. Avahiyan li vir û derewa ava bikin.. Her tist bi dawî ye.. Erê her tist bi dawî ye. Çendî qunax dirêj be, dawî jêre heye…Û di dawiyê de rêkên nû  destpêdikin.. Hingê her tist belû û eskere dibe û tistek ji pîs, kar û finasên wan namîne, ji bil xerabî û wêraniyê pêve. Bi tenê wê navê wan, wek nemroyan li ser kaxetên zer bimîne.. Erê wê navê wan, mina nemroyan di dosiyên Kevin de bimîne.. Lê zilamên rast û durist, yên ku xwe di ber mafê gelê xwe de diwestînin, mafê gelê xwe diparêzin, ew her di bîranîna welatê xwe de, gelê xwe de wek çira û xetîrên veketî dimînin..
Ax.. Welato.. Welatê bi êsê strayî.. Welatê min yê ku bi xincer û kêrên zilamok û melaqan birîndar e.. Gelo ez li ser te bigirîm, an ji ber te bigirîm?! Giliyê xwe bi te bikim, an li te  bikim..?!
   Ezbenî! Zilamok pir in, hev nas dikin.. Mîna kaxetên gemorî di sikak û kolanên bajarê min de belavin.. Kirasê vir, xapandin û derewan li xwe dikin… lê a rast her eskere dibe û her yek bi navê xwe tê nas kirin.. Ev derewîn e, ev keysbaz e, ev sexteçiye.. Û ev zilam e zilam, zilamekî paqij e.. Raste zilam kêmin, lê ewin yên ku mirovan, welatan û saristaniyan ava dikin..
 Belê Ezbenî zilamok divire dermas dibin.. Di navbera sextebaziyê û derewan de dikulkulin.. Zikresî û çavnebarî ji dêmê wan diniqut e.. Tevî ku kirasê berxikan li xwe dikin da ku neyên diyar kirin… lê her ew belû û eskere ne..
   Erê zilamok li vir in, di vire derbas dibin… Dibe ku wir bin jî, li ser maseya te bin jî, di mala te de bin, di nav kaxet û maxetên te de bin.. Lê tu jî weke min e, te navê ku tu bawer bikî… Û tu çavê xwe, guhê xwe digirî da ku ev rews te pîr neke..?!
   Lê sed heyf û mixabinî ku ev e rewsa me… Zilamok, sexte û durû di nav tiliyên me re derbas dibin.. Di bin palgeha me de radizên.. Gelaciya min û te dikin… Ew ne zilamin, zilamokin, di kesmê zilaman de ne.. Cil û bergên zilaman li xwe dikin û bi zimanê min û te xeber didin.. Lê ne ewin yên ku dîrok wan bi bîr bîne.. Ew wek tûmê Kelemperê li ber ba dixindirin, ba wan li ber xwe dibe.. Ew ne zilam in, jinaviskin, zilam di vê heyamê me de kêm in.
   Belê ezbenî, Zilamok di navtara me a biçûk de pirr in.. Em tev wan nas dikin.. lê her ew wek toza di nav tîrêjên rokê de derbas dibin û hin bi hin xwe li erdê digirin, pêlav jî di ser wan re derbas dibin..  Wiha jî roj derbas dibin..

01/03/2009

 

 

X
F
E
E
D

B
A
C
K