Komîta amdakar, pas dora 8 mehan ji civînên berdewam, gengese û danûstandinan, gihiste wê encamê, ku Êzîdî  jî, mîna hemî xelkên Xwedê, dikarin wek hev nefikirin, xwedannerînên cihêreng bin, lêbelê di heman katê de,  dikarin werin cem hev; hizir û boçûnên xwe pêskêsî hev bikin; bi hev re, yekîtiya xwe saz bikin; û bi hev re jî, bibin xwediyên pêsî û dawî, yên biryara xwe; çarenûsa xwe; pêseroj û paseroja xwe.

Lewre, biryar hate dayîn, ku kongreyeke wisa berfereh, ku bikaribe niwênerayetiya pirraniya Êzîdiyên Elmanyayê(ligel hindek mêvanên derve) bike, were lidarxistinê.
Lewre, "EZD" hate pêsinyazkirinê.

Komîta amadekar, pas qonaxeke dirêj ji danûstnadinan, gihiste wê biryarnameyê, ku navê saziya çavlirê bibe "EZD"(Ezidische Zentralrat in Deutschland/ Civaka bilind a Êzîdiyan li Elmanya).
"EZD" jî, wek kurtasiya navê saziya hêvîkirî, li gorî navê wê, yê Elmanî, wek pêsinyazname,  hate qebûlkirinê, daku ew(EZD) ligel helûmercên Elmanya û qanûnên wê, ku pirraniya Êzîdiyên Diyasporayê lê dijîn, bigunce.
Bê guman, ev nav, tenê pêsinyazname ye. Hin navên din jî, dikarin bi rihetî, ji hêla delegeyan ve, werin pêsinyazkirin, û pasê kongre dê biryara dawî, li ser navekî ji wan navên pêsinyazkirî, bide.

Bê guman, Saziyên Êzîdiyan li Elmanya hene û pirr in jî, lê saziyeke berpirsyar û xwedanbiryar, ku bikaribe niwênerayetiya pirraniya Êzîdiyan, wek saziyeke fêrmî û bawerpêker, li Elmanya bike, hîn peyda nebûye.

Ev kongre, dê li seranserî herdu rojên xwe, gengese û danûstandinên berfereh, li ser rewsa Êzîdiyên derve û hundir, ji gelek hêlan û pencereyan ve, bike, daku di serencama dawî de, niwênerayetiyeke Êzîdiyan, a xwedanbiryar, û bixwebawer, li jêr navê saziyeke yekgirtî de, ku bisê bi fêrmî, bibe muxateb ji bo daxwaz, hêvî, û bîr û boçûnên wan, were damezrandinê.

Werin, em li vê kongreyê biryara wê saziyê û wê niwênerayatiya berpirsyar û xwedanqerar,  ji bo Êzîdiyên vê Elmanyayê, bi hev re, bi yek dengî, bidin.
Werin, em bi hev re, vê carê, ne mîna hemî carên din, biryara çarenûsa xwe, bi xwe, ji bo xwe, û bi bîr û baweriyên xwe, bidin.
Werin, em vê carê, li vê Elmanyayê, bi yek dengî bibêjin: "Êzîdî xwediyên xwe ne..û rêya xwedîtiya wan di yekîtiya wan re derbas dibe".

ROJEVA KONGREYÊ

ROJA YEKEMÎN
11:00  Vekirin:
Danasînek kurt, bixêrhatin, û deqeyeke  bêdeng  li ser giyanê 
Pakrewanên Êzîdiyan. (10 deqe)
11:10  Qewlek û çend duwa ji yekîtiyê re. (20 deqe)
11:30  Peyva komîta amdekar. (15 deqe)
11:45  Hewcedariya Êzîdiyan bi niwênerayetiyekê.. Çima EZD?
           (10 deqe)
11:55  Çima Êzîdiyan yekîtiya xwe, winda kirin..çima wan nikarîbû, heta aneha, xwe bi rêxistin bikin? (15 deqe)
12:10  Xwendinek di pêvajoya rêxistinên Êzîdiyan de. (15 deqe)
12:25  Bînvedan (20 deqe)
12:45  Xebatên komîta amadekar ji HEVKARÎ heta roja îro. (15 deqe)
13:00  Kongreya îro kî ne û ji kî pêk tê? (15 deqe)
13:15  Gengese û danûstandin. (3 deqe bo her mêvanekî) (75 deqe)
14:30  Firavîn(Xwarina nîvrojê) (70 deqe)
15:40  Pêskêskirina destûra EZD  a pêsinyazkirî û vexwendina dîwanê/ Dîwana destûrê. (10 deqe)
15:50  Ravekirina destûrê û genegesekirina wê ji hêla endamên dîwana destûrê ve. (40 deqe)
16:30  Danûstnadin, gengesekirin û dengdan li ser destûrê, ji hêla delegeyan ve. (90 deqe)
18:00  Hilbijartina  desteya bilind a rêvebir. (30 deqe)
19:00  Sahiya taybet (vekirî ye)

ROJA DIWEMÎN
11:00  Vekirin(10 deqe)
11:10  Paseroja Êzîdiyên Basûr. (20 deqe)
11:30  Êzîdiyên Basûr di navbera destihilata Bexdayê û Hewlêrê de. (20 deqe)
11:50  Berê Singalê li Iraqa nuh, ber bi ku ve ye? (20 deqe)
12:10  Çima Êzîdiyên Basûr Iraqa xwe, pas 2003an, winda kirin..kî kî winda kir? (20 deqe)
12:30  Rewsa Êzîdiyên Sovyeta berê. (20 deqe)
12:50  Bînvedan (20 deqe)
13:10  Rewsa Êzîdiyan li Rojavayê Kurdistanê. (20 deqe)
13:30  Rewsa Êzîdiyan li Bakurê Kurdistanê. (20 deqe)
13:50  Rewsa jinê di civaka Êzîdî de. (20 deqe)
14:10  Rewsa jin û ciwanên Êzîdî li Ewropayê. (20 deqe)
14:30  Firavîn(Xwarina nîvrojê) (70 deqe)
15:40  Gengese û danûstandin. (3 deqe bo her mêvanekî)(80 deqe)
17:00  Girtin, xatirxwestin û peyva dawî a komîta rêvebir, ya nûhilbijartî.

Cihê kongreyê: Carlsevering Str. 230, 33649 Bielefeld(Quelle)
Dem : 24-25.12.2008
Têkilî / e-mail : [email protected]
Telefon:  0511185 7775, 01522 630 89 62, 0172 966 63 04

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K