Roja îro, Êzîdîyên parêzgeha Hesekê, li çar deveran dijîn; Devera Tirbespiyê, devera Amûdê, devera Serê Kaniyê û devera Hesekê,  ji rojava ber bi rojhilat ve. Ango ji Beriya Xelef Axa(Deşta Dasika), Beriya Mêrdînê û wiha ta bi Beriya Wêranşarê, rojavayî Serê kaniyê bi dor 30 k m.

1 – Êzîdiyên  Devera Tirbespiyê:

Wek ku di beşê pêşîn de me diyarkir ku, Sinceqa Xelef Axa(Deşta Dasika) an Çêlka ji Qelaçê Dasika an çiyayê Bagokê destpêdike û ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku digihêje çiyayê Şingalê. Ji mêj ve ev deşt cih û warê eşîra Çêlka bû, lê ji ber hatina tirkmanên Moxolan wek Holako û Tîmor Ling ku herêm xerakirin û wek ku dîrokzan dibêjin; kevir li ser kevir nahiştin, û di nav re jî xela û cefa, vê paşiyê jî, ew fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî, bi kuştin, talankirin û firotina Êzîdiyan deranî, hingî gelek ji Êzîdiyan hatin kuştin, gelek ji wan bûn misilman û yên mayî mişextbûn, şerpezebûn, felek li serê wan geriya û ji neçarî xwe li cihên asê, di çiyayê Bagokê (Tor Abdînan Qelaçê Çêlka) de girtin… Vê paşiyê, di sibata 1926 an de, gelek ji wan bi Haco re binxet bûn û di beriya Xelef Axa de, li ser çemê Cerahê çend gund avakirin.. Ew gund jî evin:

Dirêjîk: Dor 20 malan lê heye, ji tev ber û eşîrên Çêlka û Xalta ne.

Mizgeft: Berê gundê Dasika, berê Nemerda bû, niha vala ye, bi tenê çend malên Êzîdiyên Şingalê û ereban lê maye..

Otilce: Kîwexî û Mihokî ne, dor 25 mal lê hene, mala şêx Meqbûlê şêx Nasir jî lê ye.

Girkê Şamo: Gundê mihoka ye, niha vala ye, berê mala Hisênê Hewrên lê bû.

Şelûmiyê: Gundê Efşî û Mihoka bû, niha vala ye.

Ala Reşa: Tev Kefnasî ne, dor 10 malan lê maye.

Til Xatûnk: Xelkên gund bi tevayî ji Bahcolan, Xaltan, Dasikan û Kîwexiyan e, dor 24 malan lê heye.

Mele Ebas: Bi tenê yek mal lê maye, ew jî mala Hacî Hesenê Hetê ye.

Tirbespî: Di ser 75 malên Êzîdiyên Çêlka û Xaltan û berên din yên Êzîdiyan lê hene.

   Ji taybetiyên Êzîdiyên devera Tirbespiyê cejna Batizmiyê ye. Ji vê cejnê re tê gotin Batizmiya Pîr Alî.. Ev cejin ji roja yekşema dawî ji kanûna yekê destpêdike.. Wek ku me got taybet bi Eşîra Çêlka ye, 7 rojan berdewam dike, ji roja yekşemê destpêdike û roja şemiyê bi dawî dibe. Roja yekşemê, cilşûştin, serşûştin û paqijkirin e. Roja dûşemê, sêşemê û çarşemê rojîgirtine. Êvara çarşemê li ser pêncşemê pezserjêkirine û dana nanê miriya ye. Pêncşemê roja Şevberat e, wek Leyletelqedir e li cem misilmana. Roja Înê li malên hev digerin, xwarzê diçing mala xalan, birazî dicing mala apan.. Û wiha cejnê Batizmiyê li hev pîroz dikin. Roja şemiyê dibe sersala nû.

   Roja îro Şêx Meqbûlê Şêx Nasir Pêşîmamê Êzîdiyên derdora Tirbespiyê ye Ew bi xwe ji eşîra Xalta ye û Pîr E’mo Pîrê wa ye û her wiha Feqîr Ismaîl olitiya Êzîdayetiyê diparêze û belav dike…Du mezargehên Êzîdiyên Tirbespiyê hene yek li gundê Otilce ye, bi navê mezargeha Diyarê Felekê, û yek li gundê Mizgeftê ye bi navê Girkê Mizgeftê. Gelek malên Êzîdiyên Tirbespiyê li Qamişlo û bajarên Cizîrê belavin…

Çavkanî:

– Şêx Meqbûlê Şêx Nasir(Pêşîmam e), Şêxê Xalta ye, şêxê Biskê ye, di sala 1948 an de li gundê Tilxatûnkê cêbûye, niha li gundê Otilce dimîne. 19/06/2009

– Hecî Ibrahîmê Çêlkî: Di sala 1932 an de li gundê Çêlka Eliyê Remo çêbûye, kurê Remê Hecî Osman e. Di 20 saliya xwe de xwinlî bûye, xwe li Binxtê girtiye û wiha 35 salan mala wî li Tirbespiyê maye û ji 22 salan ve mala wî li Qamişlo ye.05/06/2009

– Zinawerê Haco: Di sala 1936 an de li gundê Mizgeftê çêbûye, kurê Çeçanê Haco ye, piştî mirina Ibrahîmê Haco, ew hatiye bijartin wek serokê malbta Haco. Jiyana xwe di navbera Swêd û Qamişlo de derbas dike.01/06/2009

– Şêxmûsê Remezan: di sala 1950î de li Tirbespiyê çêbûye. Ew ji eşîra çomrra ye bavikê Zeynalka. Ji mêj ve guhdana wî bi çîrok û serpêhatiyên eşîran heye. Niha li Tirbespiyê dimîne. 12/06/2009

– Ji Êzîdiyên ku nav û deng di devera Tirbepsiyê de dane mirov dikare van navan bibêje: Gernasê Mexso, Reşkoyê Mexso, Reşkê ibrahîm, Hisênê Hewrên, Elîkê Omerê Cêngîr, Remo û Mîrzayê Êzîdî, evê dawî li cem Yûsivê Haco bû, vê paşiyê, bi bêbextî li gundê Dêrûna Qulinga, ji rex mala Osmanê Xelîl ve hat kuştin.. (Mala Osmanê Xelîl an mala Şêxê, ji mêj ve mezinên herêma Hevêrka bûn, cihê rûniştina wan gundê Dêrhavê û Xendûkê bû. Vê paşiyê ew jî wek yên mayî ji ber zilm û zora tirkan Binxet bûn. Ji wan yên ku Binxet bûn Hamidê Osmanê Xelîl bû…

– Dibêjin ku mala Eliyê Remo ji mêj ve ji gundê Qeresiyê, an Girê Qeresiyê derketine û ber bi bakur ve çûne. Bavikek ji wan çûye gundê Çêlik, yek gundê Xelîla, yek gundê Dêwanê, yek Kerboranê û yek çûye gundê Molê û lê vî gundê dawî bi nave mala Şerefka têne naskirin û serokê wan mala Hesenê Hemed e. Gundê Qeresiyê li Binxetê, deşta Dasika ye, nêzîkî gundê Ebû Xezef, (Dor 50/60 km dûrî sînorê tirkiyê ye), îro gundê Ferhan, kurê şêxê Taya ye. Dibêjin piştî ku mala Eliyê Remo ji başûr ber bi bakur ve çûne û li Qelaçê Dasika, gundê Çêlik bi cî û war bûne, û ji wan re hatiye gotin Erebiya…?

2 – Êzîdiyên  Devera Amûdê:

   Di Beriya Mêrdînê de, binya bajarê Mêrdînê bi dor 30 k m û bajarê Amûdê ye. Di binya Amûdê de bi dor 8 km komek ji gundên Êzîdiyan, ji eşîra Şerqiyan û yên têvel, di nav eşîra Milanên mezin de(Milanên Xidir Axa, bi seroketiya mala Eliyê Îsa, paytexta wan gundê Gundor e), jiyana xwe derbas dikin. Piraniya wan ji Şerqiyan in, gundên wan û gundên Milan di nav hev de hatine hunandin.

   Di roja 24/06/2009 an de, li gor sozê çûm nav gundên Êzîdiyên Milan, gundê Qizlçokê an Qizlaçoxê. Ev gundê Şêx Hito yê Ûsê Cindo ye. Mala Şêx Hito ji şêxên naskirîne di nav Êzîdiyaên Şerqiyan de. Ew şêxên mala Dewrêşê Evdî, yên olî ne. Hem jî zarokên Şêx Hito xwarziyên Mîra ne, xwarziyên Mîr Tehîn Beg in, û ew dikarin nûneritiya Êzîdiyên Sûriyê bikin, di ber Mîrekên Lalişa nûranî de..

Min li gotina Şerqiyan pirsî, ji min re gotin; Em dibêjin (Êzîdiyên Şerq û Şam), ango ew Êzîdiyên ku ji mêj ve, ji Şerq û Şamê hatine.. û ji mêj ve di mav Milan de mane û xwe wek Milan dibînin. Belê di nav çerx û dewranên salan de, ji ber qirkirin û tevkujiyê, gelek êl û berên Êzîdiyan yên din jî, ketine nav gundên Şerqiyan de û bi wan re têne hejmartin wek Dena, Suaniya…

Qizlçok(Qizlaçoxê): Gundê Şêx Hito yê Ûsê Cindo ye, şêxê Êzîdiyên Şerqiya ne, ji wan re dibêjin Êzîdiyên Şerq û Şam.. 21 mal li vî gundî hene. Wek ku me got, mala Şêx Hito mezinên gund in û ji van malbatên din pêk tê wek eşîra Denan malbata Delef,  eşîra Kerxiya malta Xidirê Silo… Ji şêxên wan şêx Hînderê Holo yê Me’mo, şêx Evdê Mîrzayê Tawê, şêx Xelefê Mîr.. Ji pîrên wan Pîr Evdo yê Hisên e..  Du goristanên wan hene, yek jê li nêzîkî gundê Qizlaçokê ye, bi navê Geblo, taybet bi malbata Şêx Hito ye, ya din taybet bi mirîda ye li gundê Gundor e. (Di van rojan de, kar û barê vekirina seyrangeha(Kampa) Bêlîsan dibe. Seyrangeha Bêlîsan li eynî gundê Qizlaçokê, di nav dor 20 donim erd de hatiye avakirin, xwediyê wê Silêmanê Hito Cindo ye. Bêlîsan; hem seyrangehe bo bêhinvedanê, hem xwaringehe, hem cihê avjeniyê ye û hem jî hotêle bo razanê..

Kerengo: Nîvê gund kurdên Êzîdî ne û nîvê din kurdên misilman in. ji eşîra Sûaniya ne, berê Xirmikya.. Ji malmezinên Sûaniyan yên di gund de, mala Gurî ne, ji wan re dibêjin Guriyê Terlo.  Şêxên wan mala Cel’ê Tawê ne, şêx Bekira ne. Goristana wan li gundê Gundor e a mirîda ye. Mezargeha wan a şêx Geblan e, nêzîkî Qizaçokê ye. 15 malên kurdên Êzîdî li gundê Kerengo hene.

Gundor: Ev gund jî, nîv bi nîve. Nîvê gund kurdên Êzîdî ne û nîvê din kurên misilman in. Gundê axê Milanê mezin, Eliyê Îsa ye. 20 malên kurdên Êzîdî lê hene, ji van berê eşîrên Êzîdiyan pêk tên wek; Qopanî, Şerqî, Xalta û Dena. Goristana wan li eynî gunde û hem jî mezargeha wa ye. Pêwendiyên wan li gel serokên eşîra Milan, mala Xidir Axa  gelekî xweş in. Hemê Îssê wek dengbêjekî mezin bû li Gundor.

Dugirê: Gundekî xurû kurdên Êzîdî ne, ji eşîra Şerqiya ne, wek berên Qopanî, kevirbelî, Dodo û gelek Sûanî jî lê hene. Şêxên wan mala şêx Evdal in, ew bixwe ji şêx Hesen in, malmezinên gund mala Cindiyê Dawid in. Hejmara malên gund 24 mal hene. Dewrêşê Gêso, kalemêrekî 80 salî ye, dibêje min û Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paşa bi hev re kurdî xwendiye û ta roja îro tev nivîs û hesabên wî bi kurdiya latînî ne..

Çetelê: Gundê Şehabê Biro ye. Malbata Şehabê Biro, Axayên eşîra Dena bi tevayî ne. Ew bi xwe ji malbata Kok Axa ne, ji neviyên Xelîl Axa ne, (Şehabê Şehaba), yên ku pîrejinekê di pesnê wan de wiha gotiye: Şehabê Şehaba, gurê kulaba(Dûvê Berxa ye), car cara ji pîrika xwe re wiha be… Dibêjin dema ku Xelîl Axa çûye ber dilovaniya Xwedê, kebaniya wî Bêzara Denayî zarokên xwe ji ber Hisênê Qenco revandine û hatiye Beriya Mêrdînê, di nav Milan de, gundê Çetelê avakiriye û ji hingî ve li Çetelê ne. Çetelê, nêzîkî bajarê Amûdê ye, bi dor 8 k m. Roja îro bi tenê 2 mal lê mane; mala Ismaîl û Reşad, yên Şehabê Biro ne. Goristana wan li eynî gundê Çetelê ye, şêxê wan, şêx Menda ne.

Xirbê Xwê / Kevin: Du Xirbê Xwê hene, yek kevine û yek nû ye, ev yê Kevin e. Nêzîkî Çaxirbazar e. Gundê Şêx Biro yê Osê ye, şêxên Mend in. Gelek mal lê hene wek mala Xelê, mala Hemê Çolo, mala Mîrê Girav  û mala Eyê Elyas yên ku ji feqîrên Kulî ne, qewla dibêjin, ji şêxên şêx Bekira ne, eşîra wan Dawidî ne. Dor 25 malan lê heye

Xirbê Xwê / Nû: Ev yê nû ye, gundê Mecîdê Qasimê Zilfo ye, ji eşîra Suaniya, berê Topçiya ne, 7 mal lê mane

Qûliyê: Gundê Sinan axayê Qado ye, pismamên mala Şihab axa ne, ji bav û kalên xwe de axayên eşîra Dena ne 10 malên wan li vî gundî hene, goristana wan di eynî gund de ye, şêxên wan Şêx Mend e. Ev gund girêdayê navçeya Derbêsiyê ye.

Xirbe Xezal: Gundê Hesenê Kalo ye. Dor 15 malan lê heye, xurû Êzîdî ne. Ev gund jî girêdayê navçeya Derbasiyê ye, xelkên wê jî ji eşîra Dena ne, şêxên wan jî şêx Mend in, goristana wan li gundê Qûliyê ye.

Xirbê Feqîra: Gundê Mecîdê Heso E’mo ye, ji eşîra Sûaniya, berê Haciya. Çend malên Sûaniya yên din jî lê hene, wek mala Remo, mala Hefo Elîkê, mala Birê Çet’an, mala Hesen Remo û mala hesenê Osê, ji eşîrên Hacî, Topçî û Xaltan ne, şêxên wan ji mala şêx Bekir in. 15 mal ta roja îro li vî gundî mane.

Merkebê: Gundê Salihê Xelefê Hiso E’mo ye, ji eşîra Suaniya, berê Haciya. Ev mal ji malmezinên Suaniyan tê naskirin. Hem jî mala Pîr Omer, yên ku Xaltî ne li vî gundî ye û çend malên Şerqiyan jî lê heye, şêxên wan mala şêx Bekir in, goristana wan li gundê Gundor e, hejmara malan di gund de 35 mal hene.

Tileli’şq an Ter û Hişk: Gundê Xelefê Hiso E’mo û Hezniyê Reşik e, ji eşîra Suaniya ne, şêxên wan mala şêx Bekir in, 11 mal li gund mane.

Çavkanî:

– Şêx Seîd kurê Şêx Hitoyê şêx Cindo ye, neviyê şêxê Şerqiya ne, diya wî Heyatê ye, keça Siyarî Beg e ji malbata Mîra, ango ew xwarziyê mîrekên Êzîdxane.. Îro roj, ew wek berpirs û çalakvanekî Êzîdiyên Cizîrê yê naskiriye û xwe ji problem û pirsgirêkên Êzîdiyan re vala kiriye. Ew di sala 1966 an de li gundê Qizlaçoxê çêbûye û lê jî akincî ye. Şêx Seîd dibêje ku hejmara gundên Êzîdiyan li Cizîrê dor 66 gundan heye û hejmara Êzîdiyan li Cizîrê dor 20,000 nefer heye. Lê ez dibînim ku hejmara Êzîdiyên Cizîrê ji wilo gelektire, di ser 25,000 neferî re heye. 24/06/2009  

– Hemê Cel’oyê Şêxê, sala 1944 an li gundê Kerengo çêbûye, ji eşîra Sûana ye, niha mala wî li Qamişlo ye. 18/06/2009

– Sibhiyê Mihemed: Dengbêjekî gelêrî ye, ew ji eşîra Şapezniya ye, di sala 1947 an de, li gundê Şewitî, nêzîkî Qamişlo çêbûye û lê akincî ye. Min ev perçe strana Derwêşê Evdî ji zardevê wî girtiye.

    04/07/2009    Qamişlo        Berdewamî heye

X
F
E
E
D

B
A
C
K