3 – Êzîdiyên  Devera Serê Kaniyê:

   Wek ku me di beşê pêşîn de da zanîn ku, Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eşîrên kurdan lê akincî ne; Pînar Alî(Temikî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî( Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deşta Wêranşarê, ew jî cihê rûniştina du eşîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paşê. Gelek kalemêrn herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 k m ta bi rojavayî Serê Kaniyê bi 22 k m, jêre dihat gotin Milan û deşta Wêranşarê. Wek ku diyar e, herêma Wêranşarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê van eşîrên Kurdan yên Êzîdî bû; Dena, Xalta, Şerqiya û Sûaniya. Mirov dikare bibêje ku bêtir cihê Eşîra Dena bû. Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber xela û cefayê ve, ji ber şerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî û erebên misilman yên eşîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn, ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Şingalê û Kurdistana başûr girtin, hin ber bi rojava ve, xwe li çiyayê kurmênc girtin, hin ji ber zilm û zorê bûn misilman û hin di beriya Mêrdînê û Wêranşarê de belav bûn.. Xwe di nav eşêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eşîra Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paşê, ku piraniya wan roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja Îro gundên wan di nav gundên Ereb û Kurdên misilman de belavin.

   Li Beriya Wêranşarê, gundê Xirbê Betanê, gundê herî rojavayî Serê Kaniyê ye, min ji kalemêrekî Êzîdiyên Xalta pirsî: Hûn ji kengî ve hatine vê beriyê? Bi keser li min vegerand û got: Bersiva vê pirsa te zor çetîne.. Ez jî nizanim em ji kû hatine… Tiştê ez zanim ku em li vêr çêbûne, lê bav û kalên me li gelek devera geriyane ta ku gîhan vê deverê… Çima em belav bûn, hatin kuştin û qirkirin çima..!! ez jî nizanim…?!!

Ji gundên Êzîdiyan yên rojhilatî Serê Kaniyê evin:

Can Temir:  Gundê Êzîdiyên eşîra Xalta ye. Li ser çemê Circibê mezin e, rojhilatî Serê Kaniyê ne bi dor 18 k m an. Hejmara malên gund dor 35 malî heye. Şêxên wan mala Şêx Eyoyê şêx S’ado ne. Pîrê wan Hesen Mema ne. Mixtarê gund Xelîlê heso ye. Goristana wan mezine, ji gelek gudan miriyên xwe lê vedişêrin, dor 500 m dûrî sînorê tirkiyê ye.

Zêdiyê: Ew jî gundê Êzîdiya ye, yên eşîra Xalta, dor 500 m nêzîkî Can Temir e, dor 25 malan lê heye.

Şekiriyê: Gundê Êzîdiyên eşîra Xalta ye. Nêzîkê gundê Can Temir e. Gundê Fewazê Temê, mala Reşê Bûbê û mala Seîdê Silo ye, dor 22 malan li gun heye.

Til Beyder: Gundê şêx Hesenê şêx Hemûd e, temenê wî di ser 80 salî re ye, ew şêxê Êzîdiyên Şerqiyan ê Serê Kaniyê bi tevayî ye. Tenê 6 mal li Til Beyder mane..Ew jî Şerqiya ne.

Mirêkîs: Bi tenê 2 mal lê mane, yek ji Xalta ye û yek ji Adiya ne.

Derdara: Bi tenê 6 mal lê mane, ew jî Şerqiyane ji berî Merwana, wek mala şêxê Biro..

Cahfa: Dor 10 malan lê maye, ew jî Şerqiya ne û ji van beran e: Qopana, Bilika û Merwana wek mala Idoyê Mistefayê Sîno.

Til Sexir: Gundê eşîra Xalta ye, dor 15 malan lê maye, xwediyên gund mala Mi’oyê Hiço ne, şêxên wan mala şêx Eyoyê şêx Sa’do ne, goristana wan li gundê Zêdiyê ye an li gundê Can Temir e

Lizge: Gundê mala Hesenê Xabûr e, 5-6 mal lê mane, ji eşîra Maseka ne.

Esediyê: Li başûrî Serê Kaniyê, ser riya Til Temir bi dor 10 k m ye, piraniya gund ji eşîra Xalta, Torina û Bilika ne, Gundê Biroyê Brahîm û Eyoyê Sem’o ye. Belê ji gundên Êzîdiyan yên Rojavayî Serê Kaniyê evin:

Xirbê Betanê: Dor 22 k m rojavayî serê Kaniyê ye, 3 k m dûrî sînorê tirkiyê ye û 55k m dûrî bajarê Wêranşarê ye. 10 malên Êşîra Xalta lê hene, ji berê Milika ne, ji malbata Sînoyê Birhê ne. Niha Ze’îmê Sînoyê Birhê mezinê gund e. Şêxên wan mala Eyoyê Se’do ne, niha kurê wî şex Brahîmê şêx Eyo ku li gundê Til Tewîl dimîne şêxitiya wan dike. Goristana wan li gundê Til Xenzîr e.

Til Nayif: Ew jî tev ji eşîra Xalta ne, ji berê E’cac in, malbata Dirê’yê Sîno ne. Dor 7 malan lê maye, şêxên wan eynî şêxên mala Eyoyê Se’do ne û goristana wan li eynî gund e.

Til Xenzîr: Bi tenê malek Xaltiyan lê maye, ew jî ji berê Şadka ye, ji malbata Ehmedê Nayifê Hûtê ye.

Qîzê: An Ebû Ceradê, herdu yek gundin. Gundê mala Îbrahîm Paşê bû.. Berê dor 20 malên Êzîdiyan lê hebûn, lê niha kavil e, kes lê nema ye, piraniya wan çûne Elmaniya û Serê Kaniyê.

Tilêliyê: Xelkên vî gundî ji van berên Şerqiyan pêk tên; Qopanî, Adiya, Merwana, Torina, Milikan.. Dor 10 malan lê mane. Ji malmezinên gund yên berê mala Eyê Xilê Hesen bûn, ew jî dibûn ji torin û pismamên Derwêşê Evdî axa. Goristana wan li gundê Derdarê ye, rojhilatî Serê Kaniyê, li ser çemê Circib. Goristana Derdarê a Êzîdiyên Şerqiya bi tevayî ye. Şêxên wan mala mala şêx hesen in li gundê Til beyder.

Li Serê Kaniyê jî dor 30 malên kurdên Êzîdî hene, mala şêx Hesenê Hemûd, ji gundê Til Beyder  wek şêxên Şerqiyan yên Serê Kaniyê têne naskirin.

Çavkanî:

– Şêx Hesenê Şêx Hemûd: Di sala 1929 an de li gundê Qûliyê çêbûye, roja îro ew şêxê olêye ji eşîra Şerqiyan re a Serê Kaniyê. Kurê wî şêx Xelefê şêx Hemûd pêre alîkariye dike(1956 li Til Beyder çêbûye), hem jî Cemîla Heydê, kebaniya şêx Hesen, di warê Êzîdiyatiyê de pir jîr û zana ye, temenê wê dor 75 salan heye. Ez ji sihbeta wê têr nebûm… Til Bêder roja 26/06/2009.

– Ze’îmê Sînoyê Birhê: Ji eşîra Xalta ye, sala 1954 çêbûye, niha li gundê Xirbê Betanê dimîne. Xirbê Betanê roja 26/06/2009.

– Hecî Mehmûdê Xelef: Misilman e ji eşîra Kîka ye, sala 1950 li gundê Qereqûbê çêbûye, niha mala wî li Serê Kaniyê ye. Serê Kaniyê roja 26/06/2009.

4 – Êzîdiyên  Devera Hesekê:

   Êzîdiyên devera Hesekê dikevin orta Beriya Mêrdînê, ango navbera bajarê Mêrdînê û çiyayê Ebdulezîzê… Ew jî wek Kurdên Êzîdî yên mayî, ji neçarî, xwe li vê Beriya Mêrdînê girtine.. Xwe lê parastine û gund ava kirine.. Bi taybetî piştî mirina Ibrahîm Paşayê Milî di sala 1908 an de, li gundê Sifeya, (bakurî bajarê Hesekê bi 20 km), û herifandina hevbendiya Milanên Paşê di sala 1919 an de.

   Mirov dikare bibêje ku, bi dagirkirina Fransizan ji Cizîrê re, konê aramî û tenahiyê bêtir ji berê hat vegirtin, û wiha Kurdên Êzîdî, ji êl, eşîr û beran, gelek gund di devera Hesekê de ava kirin.   

Gundên devera bajarê Hesekê evin:

Bor Seîd: Gundê Evdiyê Biro ye, Sûanî ne, bi tenê 9 mal di gund de mane.

Xirbet Dîlan: Gundê mala Hemê Bêşo û Xelefê Silfîc e, Sûanî ne, dor 17 malan lê maye.

Me’ik: Gundê Ezîzê Lihêb e, Sûanî ne, xelkên wê mirîdin, 12 mal di gund de mane.

Hêşerî: Gundê Bişarê Mihemed û Nayifê S’edo ye, Su’anî ne, gundekî têvel e, bi tenê 15 mal di gund de mane.

Avgîra: Gundê mala Elîkê Evdî Gurî ye, Xaltî ne, şêxo Bekira ne, bi tenê 6 mal di gund de mane.

Xirbet Cemel: Gundê mala Tozo ye, ew ji eşîra Xalta ne, şêxên wan, şêxê şêxo Bekira ne, bi tenê 20 mal li gund mane.

Morîk: Ev gund jî yê mala Miçhimê Eyo ye, axayên Şerqiya ne, ji pismamên Derwêşê Evdî axa, bi tenê 7 mal lê mane.

Nasiriyê: Bi tevayî ji eşîra Şerqiya ne, gundê Hemê Ehmedê Eyo ye, axayên Şerqiya ne, ji mirovên Derwêşê Evdî axa ne, niha bi tenê 7 mal lê mane.

Enteriyê: Tev  ji eşîra Dena ne, gundê Elyasê Ûnisê Me’mê ye, bi tenê 10 mal lê mane.

Mehmûdiyê: Gundê Emînê Sefer e, Xaltî ne, berê 6 malên wan lê hebû, niha vala ye.

Gir Reş an Til Eswed Xerbî: Gundê Ehmê Biro ye, Denî ne, bi tenê 8 mal li gund mane.

 Gir Reş an Til Eswed Şerqî: Gundê Eyê Me’mûd e, Eşîra Reşika ne, 12 mal lê mane.

Qumer Xerbî: Bi tevayî  ji eşîra Dena ne, gundê Heso Hecî Reşo ye. Bi tenê 20 mal lê mane.

Qumer Şerqî: Gundê Dawidê Elê Memê ye, ew jî Denî ne, bi tenê 7 mal lê mane.

Cidêdê /1: Du Cidêdê hene, herdû jî yên malbata Kuçûkê Elone, eşîra Dena, bi tenê 8 mal li vê Cidêdê mane.

Cidêdê / 2: Gundê Salihê Hesenê Kuçûk e, bi tenê 6 mal lê mane.

Til Têr: Gundê Derwêşê Şêxê Heso ye, 20 malên Dena lê mane.

Xirbê Şadî: Gundê mala Cel’o û Bekiro ye, Suanî ne, bi tenê 12 mal lê mane.

Berzan: Gundê Evdê Kelo ye, 25 malên Sûaniyan lê heye, hin malên Ereba jî lê heye.

Zêdiyê: Gundê Ibrahîmê Hisên e, bi eslê xwe Pîr e, Ji tev eşîran lê heye, di ser 90 malên Êzîdiyan dig und e heye.

Tolko: Gundê Kemalê Xelefê Şelaş û Eliyê Ne’mo ye, Şerqî û Xaltî û Şêx in, hejmara daniştiyên gund di ser 85 malî re heye.

Til Tewîl: Gundê Şêxê Mûsê ye, ji tev eşîr û beran lê heye, hin Ereb jî lê hene, hejmara malên Êzîdiyan di ser 40 malî re heye.

Silêmanî: Gundê Dawê Himûd e Bi piranî ji eşîra Dena ne, di ser 90 malên Dena dig und de heye di gel çend malên Ereba.

Xirbê Xidir: Gundê Nimanê Oso ye, şêxê Şêxo Bekira ye, Xaltî ye, 10 mal dig und e mane.

Tiwêne(Toq Elmilih): Bi tenê 6 malên Şerqiyan lê mane, ew jî mala Xelefê Cello ne.

Xêbiş: Bi tenê malek lê maye, ew jî mala Hesê Hisên e.

Til Temir: Bi tenê malek Xaltiya lê heye, ew jî mala Xidirê Emîn e.

Hesekê: Di bajarê Hesekê de, jî dor 100 malî heye ji şêx, mirîd û pîran, ji tev eşîr û berên Êzîdiyan lê hene. Li Qamişlo jî dor 30 malên Êzîdiyan heye.

   Goristana Êzîdiyên Şerqiyan yên devera Hesekê li gundê Tolko û Avgîra ye, lê guristana Êzîdiyên Xalta yên devera Hesekê li Gundê Gir Reş e û a wan li devera Amûdê li gundê Gundor e.

Paşgotinek pêdivî:

   Ez ne bawerim ku di dinayê de, fermanên tevkujî an cenasid an enfalkirin berî ferman û tevkujiya Kurdên Êzîdî bi pilan, rêk û pêk  derketibin.. Ew fermanên ku ji orta çerxê 16 an ve, bi rengekî fermî destpêkirine û wiha 72 an 73 farmanên cenasîdî bi ser gelê me Kurdên Êzîdî de hatine.

   Ola Kurdên me yên Êzîdî, ji kevntirîn olên dinyayê ye.. Oleke kurdî a orjînal e.. Dû’a û limêjkirna vê olê bi zimanê Kurdî ye.. Ev ol bi koka xwe li olên Hindo- Îranî yên Mezopotamyayê ye vedigere.. Oleke xweristî û serbixwe ye.. Kevnetorekî oldarî yê taybet pê heye, ew jî bi zimanê Kurdî ye.. Lê mixabin ev ol ta roja îro di gerînokeke vaşartî û ne beyan de dijî û ji ber ku olek devikî ye, bi tenê di sînga Qewal, Pîr û Şêxan de maye parastî.. Cihê daxê ye ku ji pirensîbên vê olê, destûr nine ku kes bibe Êzîdî..! Ango, ne oleke belvbûnê ye.. Ev yek jî bûye sedemek bingehîn ku şerê wê bibe û bi demê re, di nav olên din de bihele û winda bibe..

   Ez wek nivîskarekî kurd, parastina vê olê ji mercên sereke dibînim, hebûna wê, hebûna kurdewariya resen e.. Bi saya qewil, beyt û du’ayên vê olê, gelek ji gotinên me yên orjînal, ji talanê hatine parastin û wek ku hûn tev dizanin; ziman, şertê hebûna gelan a pêşîn e… Qedexekirina vê olê, qedexekirina zimanê Kurdî ye û parastina wê, parastina kurdewariya resen e…

Çavkanî:

– Şêxmûsê Hisênê Ûso: Xaltî ye, sala 1917 an li gundê Seyrekê, wîlayeta Diyarbekir çêbûye, niha li gundê Tolko dimîne. Roja 02/07/2009.

– Nisoya Doşê Reşo: Denî ye, sala 1935 li navça Amûdê çêbûye, kebaniya Şêxmûsê Ûso ye, li Tolko dimîne. Roja 02/07/2009.

– Elyasê Şêxmûsê Ûso: Xaltî ye, sala 1955 li gundê Gumer Xerbî çêbûye û niha li gundê Tolko ye. Elyas di ware eşîrên Êzîdiyan de pispore, li gor zanebûna xwe dizane kijan eşîr ji kû hatiye, ji kîjan berî ye…Roja 30/06/2009 û roja 02/07/2009.

– Ebdoyê Eliyê Biro: Şerqî ye, sala 1933 an li gundekî devera Wêranşarê çêbûye, niha li gundê Tolko dimîne. Roja 02/07/2009.

– Sibhiyê Mihemed: Dengbêjekî gelêrî ye, ew ji eşîra Şapezniya ye, di sala 1947 an de, li gundê Şewitî, nêzîkî Qamişlo çêbûye û lê akincî ye. Min ev perçe strana Derwêşê Evdî di roja 01/06/2009 an de, ji zardevê wî girtiye.

Qamişlo   12/07/2009

F
E
E
D

B
A
C
K