Di sibata 2009 an de, cûm çiyayê Kurmênc, nav kurdên ku bi ola xwe Êzîdî ne. Li gundên wan geriyam, çav bi şêx Husênê şêx Hesenê Birîmo, şêx Omerê şêx Bekir û mamoste Mehmûd Keleş ketim û bi wan re axifîm. Hem jî çûm serdana mezargehên wan û dawî min lêkolînek li dor wan berhevkir… Vê paşiyê ez diponijîm ku lêkolînekê li dor kurdên Êzîdî yên Cizîrê jî amade bikim, û wiha ta ku roja 25/05/2009 an hat û min sehkir ku navdarekî Êzîdiyên Cizîrê li bajarê Hesekê koça dawî kiriye.. Min pirsî, gelo ew kî ye? Ji min re gotin: Ew Hemê Ehmedê Eyo ye(Bavê Sînan e), ji malbata Derwêşê Evdî Axa ye.

   Di roja 28/05/2009 an de, çûm bajarê Hesekê şûna Bavê Sînan, di bin konê şîniyê de, şêx Seîd Heto pêşwaziya min kir û ji min re gotê: Şêx Elo ji Kurdistanê, bajarê Duhokê hatiye, pismanê rehmetî Elî axa (Elî Yuksel ji gundê Oglakci ye. Ev gundê Derwêşê Evdî Axa ye li devera Wêranşarê ye), di gel Şêx Îso şêxê Dena û Eyo Xelef û çend mirovên din ji Tirkiyê/ Wêranşarê hatine.. Û wiha ez bi wan dame naskirin.. Ji mêj ve min û şêx Elo ji dûr ve hev nasdikir, ew jî bi rêka nivîsandinê, lê me hev nedîtibû.. Çendî bi min xweş bû, dema ku şêx Elo ji bo xatirê min û hevalên ku bi min re bûn, duaya rehmetê bo giyanê rehmetî Hemê Eyo bi zimanê kurdî û dengekî bilind xwend…

   Bi rastî konê şîniya Hemê Eyo li gor nav û dengê wî bû. Di bin konê şîniya wî de, ez çav bi gelek kalemêrên Êzîdiyên Sûriyê, tirkiyê û îraqê ketim û her wiha vê yekê ez bêtir dehifdam ku lêkolînkê li dor kurdên me yên resen Êzîdiyan amade bikim.

   Ew Kurdên herî kevnar in.. Ta roja îro bi ziman, Irf û adetên xwe kurdewariyeke  herî resen dimeşînin. Nimêj, îbadet û duayên wan bi zimanê kurdî ye.  Di baweriya min de ta ku  ola wan a Êzîdiyetiyê hebe, wê zimanê kurdî hebe.. Parastina vê olê parastina kurdewariya resen e…

   Wek ku diyare ziman nasnameya me a neteweyî diparêze, û di nav çerx û deweranên salan de dijminên me ji çarhawêr ve şerê zimanê me kirine û dikin, vêca ez wek nivîskarekî kurd parastina vê ola kurdan a kevnar ji parastina gelê kurd û zimanê wî dibînim. Ango parastina gelê kurd yên Êzîdî, parastina zimanê Kurdî ye. Ji ber ku ziman bingeha hebûna gelan e, û azadkirina ziman, bi azadkirina welat ve girêdayî ye..   Ji rexekî din ve, wek ku diyare, di vî heyamî de civata mirovahiyê bi lez û bez ber bi şaristaniyê ve diçe.. Bayê azadî, demokrasî û mafê mirovan li seranserî cîhanê belav dibe.. Û her wiha di navbera gelan û olan de cudahî û berberî hin bi hin kêm dibe… Diyare ku ew jî ji ber zanîn, giyanê birayetiyê û wekheviyê ye… Pêwîste em baş bi qedir, qîmet û bihayê pêşveçûnê zanibin û xebat u bizavê di ber pêşxistina civata xwe de bikin, da ku em serbilind û serfiraz di şaristaniyek pêşketî de bijîn.

   Di vê lêkolîn, ger û xepartina xwe de, ez li deverên Êzîdiyan geriyam û hîn jî ez ê bigerim, min dîdar û çavpêketin bi kalemêr û rîhspiyên wan re kirin, wiha jî bi yên Kurdên misilman re, ta ku ez li van baweriyên xwarê sekinîme.. Eger hin şaşî an ne duristî hebe, ez bihêvîme xwendevan alîkariyê bi min re bikin û em bi hev re wan şaşiyan rast bikin.. Tiştekî tekûz nine û wek ku Kurdan gotiye (Goşt bê hestî nine). Min navê wan kalemêr û rîhspiyan, sala bûna wan û cihê ku niha lê akincî ne di dawiyê vê lêkolîne de nivîsiye.  

Êzîdiyên Cizîrê(Parêzgeha Hesekê):

   Wek ku me got; kurdên Êzîdî di dewleta Sûriyê de li du parêzgehan jiyana xwe derbas dikin; Parêzgeha Helebê(Çiyayê Kurmênc) û parêzgeha Hesekê (Cizîrê) an Berriya Mêrdînê û Sinceqa Xelef Axa. Parêzgeha Hesekê: Ev parêzgeha ku li çar deverên wê Kurdên Êzîdî hene. Ev parêzgeha li herî bakur û rojhelatî dewleta sûriyê dikeve, ji rojhelat ve tixûbê dewleta îraqê ye, ji bakur ve çiyayê Toros û tixûbê tirkiyê ye û wiha ev parêzgeh dor 300 k.m di ber sînorê tirkiyê û çiyayê Toros re dirêj dibe. Ji Cizîra Botan û çemê Dicle ta bi Serê Kaniya Milan û rojavayî çemê Xabûr. Kalemêr dibêjin ku berê çemê Zerganê wek sînor dihat naskirin di navbera Botan û Milan de.

   Ji sedê salan ve xelkên herêma Cizîrê, li gor civata xwe a koçeriyê, çûn û hatina zozanan û germiyanan, nav li zincîra Toros kirine wek:: Çiyayê Mazî, Hilêliyê, Xursê, Mêrdînê, Bagokê(Torê) û çiyayê Spî û wiha jî ji başûr ve Deşta Mêrdînê, Deşta Xelef Axa û Deşta Hesinan û her wiha Cizîr li ser du beşan, ji bakur ber bi başûr ve, hatiye parvekirin:

1 – Deşta Mêrdînê an Berriya Mêrdînê: Deşteke bi nav û deng e. Ev deşt ji bakur ve, ji çiyayê Mazî, hêrikên Wêranşarê, qelaçê Hilêliyê, çiyayê Xursê û çiyayê Mêrdînê destpêdike û ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku digihêje çiyayê Ebdulezîzê. Ji Rojhelat ve çemê Ceqceqe û ji rojava  ve çemê Xabûr e. Di Folklorê Kurdî de jî, gelek caran pesnê Berriya Mêrdînê hatiye dan.. Nexasim di destana Derwêşê Evdî de, ji ber ku bûyerên vê destine di vê deştê de qewimîye, wek van gotinên li ser zimanê Edûla Zor Temir Paşa hatine gotin: Berriya Mêrdînê, bela bişewite berrîk bi ripin e, sê konên reş î Kurmancî lê vegirtin e, yek jê ê Hemê Mûsê, yek jê ê Zor Temir Paşa, bavê min e, konê sisiyan ê kinik Derwêşê Evdî ye, Kekê Fatma, siwarê Hedban, tirrad elgom, ew kilê çavê min e… Dengbêjê Ermenî / Kurd Aramê Dîkran jî wiha pesnê berriya Mêrdînê daye; Berriya me berrîke dûz e, pozê keleha Mêrdînê bi ser de xûz e, nav sing û berê xelka min zêrê altûz e… Û wek ku diyare ji sedên salan ve hêrikên Wêranşarê û qelaçê Hilêliyê, derdora Mêrdîn û Urfa yê cih û warê eşîra Dena, Sûaniya û Şerqiya  ye.

2 – Deşta Xelef Axa(Sinceqa Xelef Axa) an Deşta Dasika an Berriya Sinceqê: Ev deşt jî ji bakur ve, çiyayê Torê û qelaçê Dasika ye(Çiyayê Çêlka), an herêma Hevêrka ye, û di pey re dibe deşta Dasika an Sinceqa Xelef Axa û wiha ber bi başûr ve dirêj dibe ta ku digihêje girê Qeresiyê û çiyayê Şingalê. Ji rojhelat ve çiyayê Qereçoxê Mosîsana ye(Qereçoxê Mîran) û ji rojava ve çemê Ceqceq e. Ji mêj ve ev qelaç û deşt cihê eşîra Çêlka ye bi tev bavik û berên wê ve../ Mêze dikim ku hunandinek mukim di navbera navê Çêlka û Dasika de heye, lê tênegihiştim../   Hêjaye em bêjin ku deşteke din, bi navê Deşta Hesinan heye, Ev deşt jî ji çiyayê Spî, nêzîkî bajarê Cizîra Botan destpêdike û ber bi çiyayê Şingalê ve dirêj dibe. Rojhelatî vê deştê çemê Dicle ye û rojava çiyayê Qereçoxê Mosîsana ye.

Eşîra Dena: Hoza Dena; ev hoz ji gelek bavik û berên êlên Êzîdiyan pêk hatiye. Cihê wan ji kevin ve û ta roja îro Hêrikên Wêranşarê, qelaçê Hilêliyê, çiyayê Mêrdînê û derdora Rehayê û deşta Sirûcê ye.  Berên vê hozê jî evin: Keşkokî, Romikî, Xal Kepanî, Mendikî, Bekirî, Pêşrewî, Reşa, Golka, Bozanî, Nû’manî, E’vdewî, E’rfoyî, Hacikî, Bastemî, Şemikî…

Eşîra Çêlka an Dasika: Bo vê Hoza dêrîn Çêlka; dikarim bibêjim ku  berî Pîr Alî bê herêmê, navê eşîrê Dasika bû. Lê piştî ku Pîr Alî hatiye, navê eşîrê hatiye guhertin û bûye Çêlka. Dibêjin ku ji heyamê şêx Adî ve Pîr Alî hatiye gundê Dêrdîlê nav fillehan û lê zahir bûye û paşê çûye nav Êzîdiyên Dasika û bi bûyera ku wî rih bi çêleka kuştî ve aniye navê wan bûye Çêlkî…Gundê Dêrdîl nêzîkî gundê Çêlika Eliyê Remo ye. Pîr Alî ji vî gundî destpêkiriye û olîtiya Êzîdiyê a nû li herêma Torê û Dasika belav kiriye.

Lê a rast ku ji sedê salan ve Qelaç û deşta Dasika cih û ware Eşîra Çêlka ye.. Ez dikarim bibêjim ku devera Aliyan ya ku niha dikeve orta qelaç û deşta Dasika, ber sînorê sûriyê û tirkiyê de, û niha mala Mer’ê Axa lê akincî ne, ew ji ber navê Pîr Alî maye… Li eynî herema Aliyan, gundê Dêrûnkevinkê goristanek mezin heye, mala Mer’ê dibêjin ev gornên mala Heyder in… Û her wiha niha gelek gund di wê deverê de hene bi gotina ALÎ destpêdikin wek: Alî Bedran, Alî Qosê(Aleqosê), Alî Reşa(Alareşa), Alî Qemşê(AlaQemşê).. Hem j

Eşîra Sû’aniya: Cihê vê eşîrê ji kevin ve li derdora Wêranşarê û deşta Mêrdînê ye. Belê ji mêj ve tevî Milan bûne û dibêjin em Milî ne. Gelek berên vê eşîrê hene û roja îro li gelek gundên Cizîrê belav in wek: Topçî: Merkebê, Xirbê Feqîra, Xirbê Dîlan, Me’ik û beşek ji wan li gundê Xirbê Xwê jî heye.  Xermikî: Kerengo, Hêşerî, Şadî, Berzan. Bilika: Dugirê nêzîkî Amûdê. Hacî: Hin ji wan li gundê Merkebê hene. Kerxî: Dor 12 malên wan li gundê Barzan hene. Pîrê Sûaniyan li gundê Merkebê ye, ji wan re dibêjin mala Pîr Omer, niha ji wan Sebriyê Pîr Omer û herdû birayên xwe Seîd û Haco mane. Ji maqûlên eşîra Sûaniyan li Cizîrê Mala Gurî li gundê Kerengo ye û mala Ednanê Salihê Xelef li gundê Merkebê ye.

Eşîra Xalta: Navê hevbendiyekê ye, ji gelek bavik û berên Êzîdiyan yên herî kevnar pêk tê. Ew jî wek hevbendiya bavik û berên eşîra  Denan, Dasikan û Sûaniya ye. Ji mêj ve û ta roja îro cihê û warê Xaltan di navbera herêma Xerzan û Bişêriyê de ye. Başûr û rojhelatî Qubînê ye, li ser çemê Ridwanê, bakurî çiyayê Mava, nêzîkî Eskîfê. Dibêjin ku berê mezinên wan mala Şêx Berekat bûn li gundê Dûşayê.. û gotin; Dema mala Faro û mala Dîbo şer dikirin, şêx Berekat xwe bida pişta kê ji wan, ew bi ser diket.. Ji gundên wan; Dûşayê, Memikan, Sûlanê, Sîlexerê.. vê paşiyê meznahiya herêmê ketiye destê mala Osmanê Xelîl de, xwediyên gundê Dêrhavê. Di başûrî herêma Xalta de çiyayê Torê û qelaçê Dasika ye, cih û warê eşîra Çêlka ye. Ji van beran pêk tê: Kefnazî, Taqa, Dasika, Bacola, Xerabiya, Bacinî, Koçan, Mezrî, Qesir Belekî, Gelî Sorî, Qulikî, Kûnarî, Bîr Gurî, Efşî, Gelyê Pîra, Dêrwanî, Kîwexî, Behminî..

   Ji hezarê salan ve, deşt û çiyayê Cizîrê wek xwişk û bira bûn, di tengahiyan de hev hembêz dikirin, di firehiyan de sînga xwe ji hev re vedikirin.. Ji êl, hoz û eşîrên herêmê re zozan û germiyan bûn.. Lê piştî peymana Saykis Biko di sala 1916 an de, û bi taybetî piştî danîna (Xeta Elmanî), an herdu şivên hesin bo tirêna Berlîn- Bexdad, di sala 1917 an de, xelkên herêma Cizîrê bi çiya û deşt ve, hin bi hin ji hev hatin bidûrxistin, sînorekî bi mayin û têldirî ew ji hev qutkirin.. Wiha xelkên Çiyê û Deştê, her yekî navekî nû li yên din kirin. Yên binya Xeta Elmanî ji yên di ser re gotin Serxetî, wiha jî, yên di ser re ji yên di bin re gotin Binxetî û wiha em bûn SERXETî û BINXETÎ.

   Belê ku em pêlekê li paş, li dîroka Kurdên Êzîdiyan vegerin, li fermanên tevkujî û cenosidên ku hatiye sere wan mêze bikin, nexasim piştî fitwa ku miftiyê dewleta Osmanî (Ebû Elsûud Elemadî: 1491-1575), bi destûra Sultan Silêmanê Qanûnî deranî; bi kuştin, talankirin û firotina Êzîdiyan.. (li Kovara Laliş, hejmar 18/19, sala 2002an, rupelê 35, gotarê bi navê: Kurdên Êzîdî li Kurdistana Başûr, vegere). Em ê bibînin ku ev gelê me Kurdên Êzîdî, di nav sed salan re, tûşî 72 fermanên enfalkirinê bûne, ji hingê ve û ta bi sala 1918 an. Vêca her ku fermanek dijî wan rabûye, wan ji neçarî, ji ber mirin û xweparastinê, di berriya Mêrdînê re, berê xwe dane Çiyayê Şingalê, hêlîna azadî û serxwebûnê, keleha xwîniya… Û wiha gelek ji wan eşîr, bavik û berên Êzîdiyan xwe gîhandin çiyayê Şingalê, yên nikarîbûn li berriya Mêrdînê, di nav eşîrên Kurdên misilman de mane û xwe parastine.. Bi hatina Fransizan re, wan jî wek birayên xwe kurdên misilman gund di berriya Mêrdînê de avakirine û jiyanek normal bi wan re derbas kirine… Û wiha di sê deverên berriya Mêrdînê de komgundên Êzîdiyan, ji eşîrên wan yên têvel hatine avakirin û wek bav û kalên xwe, irf û adetên ola xwe parastine ta roja îro.. Mirov dikare wan deveran bi van navan bi nav bike, li gor nêzîkbûna wan deveran ji bajaran re; Hesekê, Serê Kaniyê û Amûdê. Lê devera çaran, ew Êzîdiyên ku vê paşiyê di sala 1926 an de bi Haco axa re binxet bûne, devera Tirbespiyê ye an Cerahê ye ku di keve Sinceqa Xelef Axa de.

   Di vê derheqê de hêjaye ez bêjim ku gelek êl, ber û malbat li Cizîrê hene bi koka xwe Êzîdî ne, ji neçarî bûne misilman, ew jî ji encamên ferman û tevkujiyên Êzîdiyan. Mirov dikare van navan bibêje; Malbata Misto Paşayê koçer, serokê eşîra Koçerê Mîran li çiyayê Qereçoxê Mosîsana. Ew bi koka xwe ji eşîra Dena ne, ji dor 250 salî ve bûne misilman. Eşîra Bûbilana; Xelkên vê eşîrê jî bi koka xwe ji eşîra Dena ne, ji ber ferman û tevkujiyan, ji berî dor 200 sal ve bûne misilman û dibêjin ku serokê eşîra Milan, Ibrahîm paşayê Milî ew jî bi koka xwe Êzîdî ye û li Keleş Evdî vedigere.. û her wiha gelek malbatên ku bi eslê xwe Êzîdî ne û bûne misilman li Berriya Mêrdînê hene wek malbata Cum’a ku Dr. Mihemed Salih Cum’a (Şêwirdarek ji şêwirdarên serok Barzanî ye ji vê malbatê ye û ew bi eslê xwe ji Şingalê hatine, ji berê Başok in.. Malbata Keleş a Omerî, ew jî bi koka xwe Êzîdî ne û niha gelek ji wan li Qamişlo û Cizîrê dimînin û her wiha malbata Me’mo, malbata Hemo, malbata Ibrahîmê Xidir li Serê Kaniyê û wiha bi dehan malbat hene ku bi kok û eslê xwe Êzîdî ne. Ji xwe em Kurd berî misilmantiyê bi tevayî Êzîdî bûn…

Konê Reş       /       Qamişlo 22/06/2009     /     Berdewamî heye..

X
F
E
E
D

B
A
C
K