Fîlma Zagors dê 15ê meha 11 li sînemayên Belçîkayê de were nimayîşkirin.
Yekemî fîlma dirêj a sînemakarê Kurd, Sehîm Omer Xelîfe ya bi navê “Zagros”, di 44emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Gentê de, ku festîvala herî mezin a welatê Belçîkayê ye, xelata sereke ya “Grand Prix” bidest xist.
44emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Gentê , di navbera 10 û 20ê Cotmehê de li Belçîkayê birêve çû..
U li 18mîn Filme festîvala Arras li Ferensa 2 xelate wergirtin:
– Baştirîn film ji layé Temaşevanan ve.
– Baştirîn Derhéner.
LINK – Trailer:
https://www.youtube.com/watch?v=TN4k2PuAxVE
Fîlma Zagors dê 15ê meha 11 li sînemayên Belçîkayê de were nimayîşkirin.
Derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe, bi 3 kurtefîlmên bi navê “Messiyê Bexdayê”, “Welatê Palewanan” û “Nêçîrvanê Xirab” 100 xelatên sînemayî bidest xist.
Du salan ser hev, kurtefîlmên bi navê “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab” di nava 10 kurtefîlmên cîhanê de, namzetê Xelata Oskarê ya kurtefîlman bû. Niha jî endamê lîjneya nirxandina fîlman a Oscarê ye..