Romana Helîm Yûsiv ya nû
 – romanek e nû
Masî, navê kesê serek e yê romana nû ya Helîm Yûsiv e. Masî bi xwendina pirtûkên olî re çavên xwe li dinyayê vedike. Pist re berê xwe dide xwendina pirtûkên siyasî û yên ramyarî. Ji biçûkaniya xwe de sêwî ye, diya wî jî bi nexwesiyek e giran dimre û bi tenê bi kûçikê xwe yê res Bozo re dimîne. Masî dikeve nav tevliheviya siyasetê de, lê naskirina û evîna Berfîna ku ji aliyê din ê sînor hatiye Binxetê berê qedera wî dide serê çiyê û li wir dibe gerîlla.
Tevnê romanê pirreng e û ji honandina tayên gelek çîrokan pêk tê. Wisa jî bi sedên pirsan di pêvajoya pevgirêdana bûyerên romanê de, li bersivên xwe digerin:
–           Evîna ku Masî li ber pêlên wê diçe û li serê çiyayan dibe masiyekî tî, çawa bi encam dibe?
Malbata Masî, wek e piraniya malbatên li her du aliyên sînor, perçebûyî ye. Du apên wî li Serxetê bi cih bûn e. Masî û pismamekî xwe li kêleka hev ser bi leskeran re dikin, lê hevdu nas nakin.
–           Kengî û çawa wê Masî malbata xwe ya aliyê dinî sînor nas bike û çawa ?
Li kêleka deriyê hesinî yê mala Masî, pirtûka wî, nivista bin çengê wî, pênûsa wî û naylon û sûtika wî,….. kûçik û marek jî çavdêriyên xwe yên pê re dibêjin.
–           Gelo mar û kûçik çi ji Masî dixwestin?
Generalê pîr ê ku birêveberiya serekî dijwar dike, dixwaze çiyayan ji binî de hilwesîne û kevirên wan yeko yeko bixwe. Ser roj bi roj dijwartir dibe, wisa jî birçîbûn, serma, xiyanet û birîndarî. Ji hêla din de jî tîbûnek e xedar  xwe berdide nava Masî û hevalên wî û dinya li wan teng dibe.
– Gava ku dinya dibe goleke miçiqî, çi bi serê Masî û hevalên wî tê gelo?
Bersivên van pirsan û gelek pirsên din, di romana " Gava ku masî tî dibin " de, têne dîtin.
Roman ji hêla wesanxaneya " Lîs"ê ve , li Amedê, hatiye wesandin.
…………………………………………………………………………………………………Gava_Ku_Mas__T__Dibin_278241619.jpg

 Gava ku masî tî dibin
Masî, xortekî binxetî ye ku mîna saxekî sikestî ji dara malbata xwe tê xistin û bi kûçikê xwe re dijî. Marê li malê jî çavdêriya wî dike. Awireke dijwar ji keçikeke serxetî ku bi mêvandarî tê binxetê, jiyana wî serobinoyî hev dike. Ev evîna ku sînor wê perçe dike qedera Masî bi temamî dizîvirîne aliyekî din. Name ya keçikê ji çiyayê Gabarê jê re tê, ew jî dide pey sopa evîna xwe û  bi masiyên din re dikeve nav behra serekî giran de. Ser bi salan dirêj dike, qurbanî jî rojane têne dan. Serme bi rihê Masî nikare, lê dixwaze zora beden û lasê wî bibe û lingên wî bixwe. Ji hêla din de, birêveberê ser, generalê masîxwir, hem li pey xwarina Masî û hevalên wî ye, hem jî hewil dide ku wan çiyayan kevir bi kevir bixwe û ji holê rake.
Li sûna ku Masî li çiyê li yara xwe rast bê, li tîbûnekê rast tê. Di wê navê re bûyer tevlihev dibin, qederên kesên romanê li hevdu dizîvirin. Evîn kûrtir, ser girantir dibe, wisa jî sikestin û hêvî tên hemberî hev.
Di romanê de mar û evîn cêwî ne. Mar li benda vegera Masî pîr dibe, kûçik hêviya xwe winda dike û  derbider dibe. Sahidên ku jînanîgariya wî disopînin nivist e, sûtik e, pirtûk e, kûçike, mar e, pênûs e û deriyê hesinî yê mala wî ye. Ev tist hemû çavdêriyên xwe dibêjin. Wisa jî her tistek bi vebêjiya xwe stûneke avahiya romanê bilind dike, pê re jî qedera Masî yê birîndar ber bi mij û dûmanê de diçe.
Roman xirecira sîh salî ya welatê kurdan li her du aliyên sînor li ber çavan radixîne. Herwisa darên xewn û hêviyên sikestî yên nifsekî di riya tîbûna masiyên romanê re, têne avdan.
Ev roman pirtûka Helîm Yûsiv ya heftan e, pistî Sobarto û tirsa bê diran, ev romana nivîskêr ya sêyem e.
………………………………………………………………………………………………

Gava ku masî tî dibin
Ji wesanên " Lîs" li Amedê romana Helîm Yûsiv ya nû bi navê " Gava ku masî tî dibin " hate wesandin.
Di vê romanê de tist li ser mirovan diaxivin:
Vebêjerên romanê bi giranî tist in. Tistên mîna deriyê hesinî, pirtûka ku nehate xwendin, nivista ku di bin çengê kesê sereke yê romanê de, sûtik, naylon….û pênûsa ku êsên xwediyê xwe dinîvisîne. Li kêleka tistan mar qala evînê dike û hevalê Masî – kesê sereke yê romanê- kûçikê bi navê Bozo,  besdarî vegotinê dibe. Ev hemû bi hev re dibin hevparên ristina tevnê vê romana ku mirov tê de bê deng in, lê tistên li derdora mirovan çîrokên wan dibêjin û qala xwesî û êsên wan dikin.
Vebêjer didin pey sopa Masî yê evîndar. Evîna Masî wî disîne serê çiyayên Kurdistanê, tev li refên servanên kurd dibe. Li wir birçîbûn, serma, xiyanet, qefalî, tirs û qehremanî tên cem hev û rûyê din yê jiyanê nîsanî Masî didin.Herwisa dibe dîlê tîbûneke ecêb ku qurmê zimanê wî digre û heta hetayê nema wî  rehet dihêle.
Roman bi gistî qala sîh salên dawiyê ji birîndarî, qiriktalî, ser, pevçûn, sahî, evîn, feqîrtî, tenêtî û têkiliyên aloz yên di navbera Serxet û Binxetê de, dike.
Pistî Sobarto, tirsa bê diran, gava ku Masî tî dibin romana nivîskar ya sisiyaye.
…………………………………………………………………………………

Gava Ku Masî Tî Dibin – Helîm Yûsiv
Romana Helîm Yûsiv a nû, Gava Ku Masî Tî Dibin ji Wesanxaneya Lîsê derçû.
Romana çîroknûs û romamnûsê navdar Helîm Yûsiv, Gava Ku Masî Tî Dibin, di Îlona 2008’an de gihist ber destên xwendevanên Kurdî.
Helîm Yûsiv, di vê romana xwe de, sêwaz û vegotina xwe ya xweserî xwe didomîne û wê tevna vegotina romana xwe li ser ser û pevçûna van bîst salên dawiyê ava kiriye.
Di Gava Masî Tî Dibinê de, ligel vegotineke berayîn, atmosfereke surreal hatiye avakirin û çîroka rasteqîniya ku di sert û sirûtên xweserî xwe de pêk tê û rû dide, bi awir û nêrîneke cuda tê zimên: Belê, Helîm Yûsiv, di vê romanê de, ligel ku xwe ji nivîsandina romaneke berayîn nedaye alî jî, piçekî jî bala xwe daye rasteqîniya heyî û rasteqînî bi awayekî dîtir aniye zimên.
Xwendevanên romana Kurdî ya nûjen bi derçûna her romaneke Kurdî ya nûjen re deriyên nû û fireh ji jiyana xwe re vedikin, ku ev romana Helîm Yûsiv jî, rasterast vê yekê dike.

 

F
E
E
D

B
A
C
K