Bo zêdetir li ser Dursîyan bixwînî di pêvekê de li PDF binêre!

GELÊ DURSÎ

DURSÎ KÎ NE?

Gotinê „Dursî“ di zimanên Hînt-Ewrûpeyî de wek „Drusen“ têye gotin. Di zimanê Tirkî de bi

!ikla „Dürzî“ di Ferhenga Osmanî de ciyê xwe digire. Wateya xwe jî, ew e, ku „Kesê jiLibnanê“ ye. Di zimanê Erebî de gotinek din nêzîkî gotina „Dûrzî“ bi !ikla „dûrzû“ jî heye.

Ew bêjeya (kelime) bi wateya heqaret û siqêfan (çêr) bi kar tê. Ew gotina siqêf di nav Kurdan

de jî bi !ikla „Dûrzî, Dûrzû“ belav bûye. Dema miletek bi gotinek siqêf bête bi nav kirin, ewmilet çiqas ba

! be û çiqas rêzdar (muteber) be jî, tesîrek neyînî (negatîf) li ser mirovan peyda

dike. Ew gotin di ferhenga Kurdî de bi wateya „Civateke Misliman ya ku xwedî mezhebeke

xweser e“ hatiye !irovekirin û nivîsîn.

Li gor baweriya min bingeha bejeyê (wu!e, kelime) ji zimanên Îndo-Germanî bihata vergirtinyê ba

!tirîn bibûya. Li gor vê jî, ne gotina „Dûrzî“ an jî „Dûrzû„ bes gotina „Dursî“ bi

piraniya xwe jî „Dursiyan – Drusen“ bi kar bihata, ew !a!itiyên dibin jî, yê ji holê rabûna! Dizaroktiya xwe de, qasî

!est sal berê dema kesên ku li zarokên xwe yên law hers dihatin, wan

wek siqêf digotin „lo dûrzî, lo dûrzû!“ Îro ne wek berê be jî, lê di nav pir kesan de, ew kelîma

wek siqêf hîn jî tête gotin!.. Ew gotinên ji heqaretan jî girantir, bes ji bo Kurdên Dursî têne

nehatine gotin. Ew gotinên moral û hebûnê mirov têkdibin û pi!aftinek (asîmîle kirin) lez ûbez bi xwe re dime!înin, ji bo Kurdên Elewî û Êzîdî jî, teybetî ji bo hemî Kurdan, ew ji aliyê

gelên serdest ve heya roja îro, ew siqêfna bi zanîn kar tên û wek propaganda wana

dime!înin!..

BINYATA DURSIYAN JI KU TÊ?

Di dîroka Anatolî, Mezopotamya û Asya Pê!în de li ser gelên nebûyîn Îslam gelek komkujî

(jenosît) pêk hatine. Ji wan komkujiyan Ermeniyan û Sûryaniyan jî pir zirar dîtine. Di aliyê

din de Kurdên nebûyîn Îslam, ji wana Êzdî, Elewiyên Qizilba! û di ser Dursiya re jî pir

komkujî derbas bûyîne. Ji van komkujiyên bûyî yek jî, komkujiya bi navê „erê LawêMeanî“ ye.

erên kevn, ji wan her yek ji xwe komkujiyek e. Demên borî de, du ordiyan li dijî

hev û du !er bikirina, yekê ya din ji ortê radikir, an jî her duyan zirarên mezin dîdîtin! Dema

ordiyek ji holê radibû, gelê sîvîl yê pi!tgiriya wê ordiyê dikirî jî dihat qirkirin. Wê demê !er ji

!eritiyê derdiket, ew dibû komkujiya gelê sivîl jî!..

Komkujiya di dîroka Împaratoriya Osmanî de, ya bi navê „erê Lawê Meanî“, ew di ser gelêDursî re derbas bûye. Ew qirkirina bi dehezaran Dursî ku

!tin, ew qasî sî salî !unda di ser

Kurdên Êzîdî re jî, dîsa bi destê ordiya Osmaniyan ya barbar û xwînrêj dubare bûye. Di dîrokê

de Osmanî û berdewamên wana di her firsetê de, li ser netewa Kurd qetliyamên curbecur heya

dema em tê de dijîn bi jimara sedan kirine!.. Dema em behsa !erê komkujiya Dursiyan bikin,

pêwîste, ku em bizanin Dursî kî ne û li kîderê jiyane û îro li kîjan welatan dijîn? Ji bo çi di ser

Dursiyan re ew komkujiya dîrokî derbas bûye û sedema xwe ya dîrokî çi ye? Ez dixwazim li

ser ew pirsan hinek rawestim û lêkolînek piçûk pê!ke!î xwendevanan bikim.

Di dîroka Rojhilata Navîn de ji sedsalan vir de, her dem „Dursî“ hebûne û îro jî ewna hene.

Lê çi mixabin bi !er û bi tevkujiyên bûyî jimara Dursiyan ewqas zêde nebûye. Ji dest zilm û

zordariyê, ewna jî wek pir Kurdan ji ser erda bav û kalên xwe derketine û bûyîne koçberên

cîhanê. Dursî îro li Libnan, li Sûriyê, li Îsrail û li Ûrdûnê dijîn. Piraniya Dursiyan, îro li

navçeya çiyayên Libnanê û Çiyayên Golanê dijîn.

Libnanê

Ji sedsalan vir de sînorên Dursiyan, ji ba!ur û ji rojavayî çiyayên Libnanê; li bakur ji Beyrûtêber bi ba!ur heya bajarê Sûr û Derya Spî û li wir jî, sînorên xwe heya bajarê amê dirêj dibe.

Lê gelek Dursî, îro koçî welatên Ewrûpayê kirine û ewna heya Ewistralyê û Emerîkayê belav

bûne. Jimara Dursiyan yên li rojhilata navîn dijîn, bi ya li seranserî cîhanê belav bûyî ve, ew ji

nîv milyonî zêdetir nîn e.

Piraniya Kurdan, ewna li ser ola xwe ya kevn nemayîne. Bi tesîra ola Îslam, bi !er û hovîtiya

Ereb, Ecem û Tirkan piraniya Kurdan bûyîne miselman. Ew Kurdên ku baweriya xwe ji

miselmantiyê re anîne, di hûndirê sedsalan de, di bin tesîra Ereb, Ecem û Tirkan de pir hatine

guhartin. Piraniya Kurdên bûyîne miselman, ewna Dursiyan jî wek Elewiyan miselman

nabînin. Lê Dursî jî wek pir Elewiyan xwe miselmanên rasteqîn dibînin. Dema Dursî û

Elewiyan ji ola xwe ya ve!artî bawer dikirin, ew dîtin û baweriya miselmanan ya li ser Dursî

û Elewiyan heyî, ew heya roja îro jî tesîra xwe her berdewam dike. Lê ya rast ew e, ku di

sedsalên borî de heya roja îro, miselmantiyê tesîra xwe li ser Dursî û Elewiyan jî kirye. Lê

rastiya îro nî!an dide ku, Elewî û Dursî xwe wek miselmanan dibînin. Elewî û hinek dedeyên

wan xwe ji binyata Peyamber Hz. Mihamed dibînin û Ehl-î Beyt (Nêwiyên Hz. Mihamed) û

duwazdeh îmaman ji xwe re dikin rêber. Dursî xwe bi navê “Muvahhîdîn” yanê yên baweriya

xwe ji yekîtiya Xwedê re anîn, ew xwe bi nav dikin. Dursî jî xwe wek Elewiyan miselmanên

rasteqîn dibînin. Ew her du bawerî xwe nêzîkî ola Îslamê bibînin jî, lê ewna wek Îslaman

îbadet nakin.

DURSIYÊN LI NAVÇEYA GIRÊN GOLANÊ

Golan navçeyek bilind çiyadar e. Ew li ba!urê rojavayê Sûriyê ye. Di aliyê sitretejîk de gelek

girîng e. Navçeya Golanê di dest kîjan dewletê de be, ew dikane hemî navçeyê kontrol bike.

Bi ew rew!a xwe, Golan cîranî Sûriyê, Urdin, Libnan û Îsraîlê ye. Di sala 1967 an de, bi navê

!erê !e! rojan de, ew ji dest Sûriyê derdikeve û dikeve bin bandora (kontrola) Îsraîlê. Îsraîl disala 1981 an de, wê tevî erda xwe dike. Dema Golan bi Sûriyê ve girêdayî bû, ni!teciyên

Golanê piraniya xwe Kurdên Dursî bûn. Dursî li ser ew erda lê dijîn man. Dema Golan kete

nav sînorên Îsraîlê, ewna di aliyê aborî de jî, gelek pê!da çûn. Golan, hem havîngeh ye û hem

jî zozana navçê ye. Ew ciyê girîng ya xêrûbêr, bi av, bax û baxçeyên xwe bi nav û deng e.

Golan bi ew xwezeya (tabîat) xwe ya xwe!ik, ew di aliyê turîzmê de jî gelek turîstan diki!îne

ser erda xwe.

Nex!a Golanê

Kurdên Dursî yên li Îsraîlê dijîn, ewna îro ji rew!a xwe ya rojane gelek kêfxwe! in. Wana ji

rengên stêra Dûrsiyan ala xwe ya îro xemilandine û di !ahiyên xwe de wê bi kar tînin.

Ala Dursiyan ya li Îsraîlê Ala Kurdistanê

(Yên li Girên Golanê)

Oldarên Dûrsiyên li Îsraîlê dijîn, çilên wan hinek nêzîkî Dursiyên li Libnanê dijîn e. Lê ewna

jî, wek hemî Dursiyên din kevne!opiyên xwe bê kêmasî pêk tînin.

Dürsiyekî Ji Golanê

(Bi simbêlên xwe ew wek Kurdên Elewî û Êzdî ye)

GELO BINGEHA DURSIYAN JI KÎDERÊ TÊYE?

Li ser bingeh û dîroka Dursiyan gelek genge!î hene. Hinek bingeha wana wek Zazayan dibin

digîhînin Hîtîtiyan. Hin lêkolîner wana bi nîjada Med û bi baweriya Mazdeîzmê ve girê didin.

Li gor hin etnografan, Dursî ji aliyê gelê Asur ve, ji Mezopotamyayê hatine sigûn kirînî

çiyayên Libnanê. Hinek lêkolîner bingeha Dursiyan bi Fenîkiyan ve, bi teybetî ji ahîtên kevn,

dema Qral I. perestgeha (mabeda) ku bi navê „Perestgeha Sileyman“ hatî avakirin de, kesên

ku ji Çiyayên Libnanê dar tanîn re, yanê yên ji bajarê Saydayê re „Dursî“ dihatiye gotin.

Dara çiyayên Libnanê

Li gor hinek lêkolîneran: “Di dema Selahadîn Eyûbî de, ew sinatkarên çilên ordiya Selahadîn

Eyûbî bûne. Navê wan jî, ji durin û ji derziyê têye. Wek „derzî, terzî“ yanê „dersî, dursî“

dihatiye gotin û dihatiye bi nav kirin“ dibêjin.

Dîtinek din ya li ser Dursiyan heyî, ya bi girêdayîna „!erê xaciyan“ ve ye. Tête gotin ku, di

sedsala XII an de, ew xaçiyên ku venegerîne welatên xwe, ewna di bin fermandarê xwe yê bi

navê „Comte de Dreux -Drus“ de di nav gelên çiyayên Libnanê de cihwar bûne û bi wan ve

zewicîne û bûyîne xwedan zarok, xwedan mal û malbet. Di sedsala XVII an (1635) de mîrê

Dursiyan Fahredînê II. îdîa kirye ku nesle wî ji „Xanedana Lorraine“ ve biaxwetî (kesê ji

xwînekê tên) ye. Di navbeynê salên 1613 an heya 1618 an de Fahredînê II. li Floransa û li

Parîsê maye. Di vê navbeynê de bi Xanedan û bi Qral Louis XIII. an ve pevgirtina (îtîfaq)

Dursiyan pêk anî !unda, ew vegeryaye welatê xwe. Dewleta Osmanî ji vê pevgirtinê geleknerehet bûye. Pa!ê ev pevgirtina çê bûyî, dibe sedema !er û tevkujiya (jenosît) Dursiyan!..

Ol û baweriya Dursiyan ya îro heyî, ew bingeha xwe ji ol û baweriya Dewleta Fatimî ya li

Misirê avabûyî (909-934) digire. Xelîfeyê Fatimiyan Hakîm Emrullah (El Hakim bi Emrullah

el Mansur bin el Aziz billah) di sala 1017 an de, ew xwe wek „Xwedê“ îlan dike. Ji bo vê ye,

ku hin Dursî jî, wê salê destpêka salnameya Dursiyan dipejêrin (qebul dikin).

Cihgirê Hakîm Emrullah, wezîrê wî Hamza (Hamza bin Ali bin Ahmed) li ser binyata

Xwedêtiya Hakîm, ew xwe îmam dibîne û di vê derbarê de jî du rîsaleyan dinivîsîne. Di van

rîsaleyan de hebûna Xwedê, di hatina rihê heft îmaman de, wek mirovan çawa jiyan daye, wê

rave dike (îzah kirin) û ji wana Hakîm, îmamê dawî, yê ku hebûna Xwedê di keseyatiya xwe

de diparêze dibîne û îdîa dike. Ew îdîaya Hamza bi vê jî namîne. Ew Hakîm wek Xwedê û

xwe jî wek peyamberê wî îlan dike. Hamza ji bo ku ew baweriya olî bête belav kirin, ew

kesekî bi navê Anu!tegîn ed-Derezî di!îne Sûriyê.

Di sala 1020 an de li Misirê di mizgeftekê de, Hamza baweriya xwe ya olî îlan dike. Li dijî

Hamza serhildan û raperîn çêdibin. Destpêkê de Hamza û pa!ê jî, 23 ê Sibatê sala 1021 an

Hakîm bi wendabûnên nevekirî ji ortê radibin. Hevalbendên wan jî, Misirê terk dikin û diçin

Sûriyê tevî civatên Anu!tegîn el-Derezî dibin. Hêza wan herkî diçe li wir bi qiwet dibe. Dema

!erê xaçiyan bûyî, Dursî hêza xwe bi ya Îsmaîliyan (1) ve dikin yek. Ew yeketiya xurt di !erê

xaçiyan û Osmaniyan de li gel le!kerên xaçiyan û li dijî Osmaniyan ciyê xwe digirin.Ji

!erê xaçiyan !unda Dursiyên li wê navçeyê dijîn, ew di bin navê „Kaysî“ û Yemanî“ dejiyana xwe li wê navçeyê berdewam dikin. erên di dema Yavuz Siltan Selîm de li dijî

Memlûkan bi navê Mercîdabik û Ridaniyê (1516-1517)) bûyî de Yemanî li gel Yavuz û li dijî

siltanê Memlûkan yê bi navê Kansu Gavrî !er dikin. Lê bi gelemperî di dîrokê de, Dursiyan li

dijî Osmaniyan her dem serê xwe rakirine û berxwe dane.

Dîmenek ji Çiyayên Dursî

Di !erê cîhanê yekemîn de, Dursiyan jî wek Ereban li dijî Osmaniyan !er kirine û ji

Osmaniyan qetîne (1918). Di sala 1921 an de, bi alîkariya Fransizan, bi navê „Emîrata Cebel-î

Dursî“ îmaretek bi serê xwe avakirine. Wê heya sala 1936 an hebûna xwe parastiye û ji wê

demê !unda erda Dursî li ser dijiyan, ew di navbeyna Libnan û Sûriyê de hatiye dabe! kirin.Gelek Dursî heya roja îro hatibin pi!aftin jî, yên mayî hebûna xwe bi kevne!opiyên xwe ve

diparêzin.

Îro di nav Dursiyên Libnanê de gelek siyasetmedarên nav û deng hene. Di nav wan de

malbeta Canpoladan serî diki!îne. Binyata vê malê ji binyata mîrên Kurd yên bi navê

„Canpoladan“ têye. Hûsênê Canpolad dema Împaratoriya Osmanî de cara yekem bûyî bû

walî. Wî qasî du salan walîtî kirye. Di sala 1603 an de Osmanî li dijî Îranê dikevin nav !er.

erê di sala 1605 an ya nêzîkî Urmiyê bûyî de Osmanî !er wenda dikin û ah Abbas, Tebrîzê

û Erîvanê dîsa ji Osmaniyan distîne. Hêza Hûsênê Canpolad ku alîkariya Osmaniyan bikira,

ew ji bo !er dereng dimîne. Ji ber vê sedemê, ew li ciyê gîhî!tî bû ordiya Osmaniyan û li wê

derê ew têye darxistin.

Brayên Hûsênê Canpolad û braziyê wî Alî Canpolad ji bo heyfa Hûsênê Canpolad bistînin,

ew êrî!î ser Helebê dikin û le!kerên Osmaniyan dikujin û yên mayîn jî, ji Helebê davêjin. Bisî hezar le!kerên xwe ve Alî Canpolad sancaxên Anteb (dîlok), Kilis, Ruhayê (Urfe) heya

Helebê dike bin bandora xwe. Osmanî dixwazin Alî Canpolad bikin walî. Lê ew walîtiyê

qebul nake û dixwaze dewletek Kurdan bi serê xwe damezrîne. Bi ordiyek rêk û pêk ve, ew bi

alikariya hêza Kurdên li bajarê Trablus!amê ve, ew refên xwe dikin yek û êrî!î ser bajarê

amê dikin. Di demek kurt de amê dikin nav sînorên Kurdan.

11 ê meha mijdarê (meha yanzdeh) sala 1606 an, Alî Canpolad bi navê xwe peran (dirav) çap

dike. Ew sînorên xwe heya Musilê dibe û bajarê Helebê jî, ji xwe re dike paytext (navend).

Ew mezinbûyîna Canpoladan, pa!ayên Osmanî bêhedar dike. Siltanê Osmanî bi navê Serdar

Murat Pa!a (Kuyucu Murat Pa!a) hêzek mezin di!îne ser Alî Canpolad.(2) 15 ê Xezîranê sala

1607 an, her du hêzên mezin li nêzîkî Hatayê li De!ta Oruçê !erekî mezin dikin.

Qesabê !erê meanî

Xwînrijê Osmanî

Kuyucu Murat Pa!a

(1535-1625)

Ew !er 16 rojan berdewam dike. Le!kerên Alî Cabpolad qasî çil hezar bûne. Ji bo alîkariyê

serokê Dursiyên Libnanê êx Fahredînê Meanî (3) jî, bi bîst hezar le!kerên xwe ve tevî !erdibe û alîkariya Alî Canpolad dike. Ew

!era hîn jî mezintir dibe.

Di encama !erê dibe de 22 ê Cotmehê sala 1607 an Kurd di !er de bindikevin û !er wendadikin. Osmanî bi fermana Kuyucu Murat Pa

!a, ewna serê 26 hezar Kurdên Dursî bi !ûran

jêdikin, dibirrin. Le!kerên Kurdan yên mayîn jî, xwe vediki!înin Çiyayê Kurmênc.

Dîmenek ji dewlemendiya Çiyayê Kurmênc ya bi xêrûbêr wek xalîçe

30 yê Cotmehê sala 1607 an de Kurd bajarê Kilis û Helebê dîsa bi dest xwe diêxin. Lê ew

nikanin hebûn û desthilatdariya xwe ji ber sedemên têkçûnê, wê bêtir berdewam bikin. Di

dîrokê de, ew dewleta Kurdan (1606-1607) hin caran bi navê „Mîrîtiyê“ hin caran jî wek

„Dewleta Kurdên Canpolad“ têye navkirin û têye nasîn.(4)

Evliya Çelebî di berhema xwe ya bi navê „Seyhatname“ de dema behsa !erê Çiyayê îngalê

dike, ew tevkujiya li Çiyayê Dursî bûyî jî wusa dinivîsîne: „Ji gotina dirêj re çi hewce ye! Deh

!ev û deh rojan !erekî mezin qewimî, ku !erê Ahmed Pa!ayê Piçûk ya li Çiyayên Dursî kirî,ewa ku bi navê „erê Meanoglu“ ne wusa bû. Tevahî neh hezar serî (kelle), sezdeh hezar û

sed jin û mêrên tevî raperînê bûyî û qîz û lawên cîwan (gilman) dîl (hêsîr) hatin girtin. Pir

ti!tên giranbuha wek xalxal û gerdanên ji zêr û zîv û ganîmetên mezin hatin dest xistin ku

mirov bi gotin û bi nivîsandinê nikane dawî lê bîne! Hetf Bapîrên (Pîr) wan dîl hatin girtin. Ji

wan papîran yekî ku di zincîrê de bû, dema firsend kete destê wî, serle!kerê di xew de, yê binavê Zipir Bolûkba

!î di heft deran de birîndar dike!.. Zipir Bolûkba!î bi wan birînan namire

û ew jî radibe, wî bapîrî dikuje!„“ dibêje. Di tevkujiya li Çiyayê Sîncarê bûyî de çiqas Êzdî

hatine ku!tin jimara wan, Evliya Çelebî nanivîsîn. Lê ciyekî seyhatnamê de dema jimara

Êzdiyên Sîncarê dide, jimara wana qasî çilûçar-çilûpênc hezar diyar dike. Xuya dibe ku

jimara kesên dîl (hesîr) hatin girtin, ji jimara tevayî bête derxistin, wê demê de çiqas Êzdî di

tevkujiyê de hatine ku!tin diyar dibe. Ew tevkujiya li Çiyayê Dursiyan bûyî de dibêje „serê 26hezar Dursî bi !ûran hatin jêkirin!“ Ew jî dide xuyakirin, ku jimara tevkujiya Kurdên Sîncarê

bûyî, ji tevkujiya Kurdên li Çiyayê Dursî bûyî ne hindiktir e!.. (5)

Di nav ew malbetên Dursî de, îro nêwiyên wan li Libnanê dijîn. Ji wana çendek siyasetmedar

li cîhanê Kurd tênê nasîn û ew xwe jî bi xwe Kurd didin nasîn…

Kamal Canpolad

(06.12.1917-16.03.1977)

wezîrê Libnanê yê kevn-

Ciyê malbeta Canpoladan di nav Kurdên Dursî de îro jî gelek girîng e. Ew malbet bes ne tenê

di aliyê rêzanî de (siyasî), di aliyê olî de jî serokatiya Dursiyên wê navçeyê dikin. Ew

malbeta, ji binyata xwe ji balbeta Alî Canpolad tên. Wezîrê Libnanê yê berê bi navê Kamal

Canpolad, xwe Kurd didît û dinasî.

Walîd Canpolad

(Ji Nêwiyên Alî Canpolad û Lawê Kamal Canpolad)

Îro lawê wî yê bi navê Walîd Canpolad jî xwe Kurd dibîne û xwe wusa dide nasandin. Di

hevpeyvînek li Beyrûtê di roja 26.12.2008 an ya bi Walîd Canpolad bûyî de, ew behsa

Libnan, Iraq û Kurdistanê dike û Kurdbûna xwe wusa tîne ziman: „Bavê min ji min re got:

Em bi esil û di bingeha xwe de Kurd in û binemala me di çerxa (sedsala) 17 an de hatine

Libnanê. Ji bo min cihê !erefê ye, ez ji aliyê dîrokî ve girêdayî Kurdan im.“ dibêje. (6)

Wusa xuya dibe ku li ser binyata nîjada Dursiyan genge!î kirin hêdî ne hewce ye. Ji bo ku

Dursî bi binyata xwe Kurd in. Kalikên wan avakarên Dewleta Kurdên Canpolad in.

Komek ji Oldarên Dursî

BAWERÎ Û JIYANA DURSIYAN

Bawerîya ola Dursiyan ji aliyê Hamza bîn Alî ve hatiye damezrandin. Binyata xwe li ser çar

rêgazan ( prensîp) ava bûye. Rêgaza yekem, Hakîm, Xwedê bi xwe ye. Ew hem Xwedê ye û

hem jî mirov (Lahut-Nasut) e. Rêgaza duwem „nasîna emrê“ ye. Ew wek navê „kaîm alzaman“

jî tê nasîn. Ew jî Hamza bîn Alî bi xwe ye. Ew cewherê yekemîn e, ku ji aliyê Xwedê

ve hatiye afirandin. Gerdûn (kaînat) û hemî jindarên cîhan ji wî hatine afirandin. Ew

peyamberê Xwedê ye. Ew ji nûra Xwedê peyda bûye. Ji bo vê jî, ew îmamê îmaman, yanê

serok îmam tê pejirandin. Rêgaza sêyem „hudud nasîn“ e, yanê yên emrên Xwedê didin

hînkirin û wana belav dikin. Serokê „hududan“ jî Hamza ye. Jimara wana bi Hamza ve pênc

kes in. Rêgaza çaran jî „hosî (wesiyetên bûyî) pêk anîn“ e. Hin rêzikên rewi!tê (sinc, exlaq) bi

navê „hasil“ jî tên nav kirin.

Di nav jiyana Dursiyan ya rojane de rêzkariyek (dîsîplîn) rêk û pêk heye. Ji bo kesên beyanî

di nav civata Dursiyan de jiyanek nedîtbar (soyut, muceret) heye. Civat rê nade, ku ji

beyaniyan re, li ser civat û ola Dursî kesek qise bike. Dema kesek Dursî be û ew di nav olên

din de bijît, ew dikana xwe ve!êr û wek kesên ji wan olên din dua bike û xwe wusa jî, ji wan

bide ve!artinî! Li ser ew ola Dursiyan ya ve!artî, kesên miselman ku ji bo Elewî û Êzîdiyan çi

neba!î gotine, ew neba!iyana ji bo Dursiyan jî îdîa û dubare kirine!..

Di nav civata Dursiyan de jî, wek Yahudiyan dayîn û standinên neteweyî, pi!tgirî û alikariya

civakî gelek xurt e. Dursî her çiqas di nav netewên din de bi a!itiyane bijîn jî, ji bo azadî û

serbestiya xwe ya netewî qet ti tawîzan nadin kesên biyanî (kesên yad, kesên ne Dursî bin).

Dîmenek ji ayînek Dursiyan

Dursî jî wek Elewiyan baweriya xwe bi çar kitabên pîroz (Zebur, Tevrat, Încîl, Qur’an) tînin.

Di dîrokê de çiqas tesîra Îslamtiye li ser Dursiyan bûye, ewqas jî tesîra Hirîstiyantiyê heye.

Peyamber Îsa û çar havariyên wî li gel Dursiyan jî pîroz in. Dursî bawer nakin, ku Hz. Îsa bi

çarmixê hatiye ku!tin. Ewna baweriya xwe bi yekî wek Îsa tînin, ku ew hatiye ku!tin. Di aliyê

din de miselman jî baweriya xwe bi çarmixa Îsa û bi rihê piroz nîn in. Di aliyê din de tesîra

Ereban li ser Dursiyan pir bûye. Bes ne tenê di aliyê olî de, di aliyê çandî de jî Dursî di bin

tesîra Ereban de mayîne. Dursî îro bêtir di aliyê olî de baweriya xwe bi Qur’anê tînin…

SEMBOLA DURSIYAN YA PÎROZ

Sembola Dursiyan ya pîroz „Stêra Dursiyan“ e. Stêra Dursiyan ji pênc tîrêjan pêk tê. Her

tîrêja stêrê bi rengekî ye. Her tîrêj û rengê wê, pênc kesên ku Dursî wana pir pîroz dibînin

temsîl dike. Her tîrêja stêrê, kesên jê bawer dikin (îmam-wezîr-hudud) û hêjayiyên wan temsîl

dike. Rengên stêrê kesk, sor, zer, !în û spî ye. Rengê kesk „îradeya Xwedê“ û „aqil“ temsîldike. Rengê sor „nefs“ê temsîl dike. Rengê „zer“ vegotina rastiyê ye. Rengê !în (mawî)

fikrandina hêza vînê ye. Ew alikara gotinê (bêje) û li dijî xirabiyê, gerdûn di nav nîzamekê de

bi rêvabirinê hatiye afirandin. Rengê spî jî, ji bo ku rengê !în cih û wateya xwe bigir hatiye

meydanê. Wateya wê jî, qiweta (hêza) di cîsmê dinê de deringîbûn (maddebûn) e.

Têbînî:

1.Îsmaîlî, bingeha vê baweriyê ji nêwiyên Hz. Alî yê bi navê Îsmaîl di sedsala 8 an de

avêtiye. Damezranên vê olê re „îmam“ têt gotin. Li gor hin çavkaniyan Îsmaîl, lawê Îmam

Cafer Sadik yê herî mezin e. Ew baweriya Îmam Îsmail bingeh avêtin re „Îsmaîltî“ hatiye

gotin. Abdullah bin Meymun rêgezen wê cara yekem nivîsîne. Li gor Îsmaîlîtiyê gotinên îmam

dibêje hemî Qur’an e, û emirên dide jî hemî emirên Xwedê ne. Îsmaîltî û Dursîtî ji aliyê

baweriyê ve gelek nêzîkî hev in.

2. Di Seyhatnameya Evliya Çelebî de !a!itiyek dîrokî heye. Evliya Çelebî dibêje

„Ahmed Pa!ayê Piçûk li amê ji aliyê Dewleta Osmanî ve wek Mîrêmiran li ser kar bûye. Di

!erên kirî de pir xwîn rêjandiye.“ Lê di dîroka Osmanî de hatiye nivîsin, ku !erê Canpolad û

!erê Lawê Meanî de fermandarê Osmaniyan Murat Pa!a (1535-1625) bûye. Ew di dîrokê de,

bi pir xwîn rêjandina xwe têye nasîn. Wî li navçeya Anatolyê serhildanên bi navên

„Celaliyan“ hemî ji ortê rakirine û ji sed û pêncî hezar zêdetir mirov bi giyandar avêtine

bîrên avê. Ji bo vê sedemê jî, navê wî „Kuyucu Murat Pa!a“ hatiye bi nav kirin. Ew bi esle

xwe Xirwat e. Di dema Siltan Ahmed I. an de (1606-1611) çar salan jî sadrazamtî (wezîrî

azam) kirye. Qasî 90 salî jiyaye û di xizmeta Seraya Osmanî de bi xwîn rijandinê têye nasîn.

3.Mîrê Dursiyan !êx Fahredînê Meanî (1572 – 1635) bi Canpoladan ve li dijî

Osmaniyan alîkariya hev du kirine. Canpolad jî bi binyat û bi baweriyên xwe „Dursî“ ne.

Dursî jî bi eslê xwe Kurd in. Lê ola Dursiyan jî, ji aliyê Îslaman ve wek ola Êzîdiyan hatiye

nasîn. Dursî îro jî li navçeya Çiyayên Libnanê û Golanê dijîn û xwe Kurd dinasin. Meaniyan

li Suriyê, Libnanê û Canpoladan jî, li Çiyayê Kurmênc û li Kilisê, li Dîlokê (Antabê) dewletên

bi navê xwe avakirine û bi salan rêva birine. Wek Êzîdiyan, kesek bi eslê xwe ne Dursî be, ew

kes li gor baweriya Dursiyan nikane bibe Dursî. Dursî ji dervayî xwe nazewicin û qîzên xwe jî

nadin kesen yad! Ol û baweriya Dursiyan jî ve