Bi dilekî xemgîn min bihîst ku di roja 21ê Adarê de, Çerkezê Reş, bîrewerê mezin, li Êrîvanê çû ye dilovaniya xwe. Di destpêkê de min bawer nekir. Heta ku ez bi Grişayê Memê re axaftim û berî ku ez bipirsim wî ew xebera nexweş ji min re got. Min jê tika kir ku berdêliya min bike û here serxweşî bide malbata wî. Di payiza 2004 de ez, senatorê şerefê yê Beljîkî Hugo Van Rompaey, Alîkarê Parlementoya Bruksel Jan Béghin û du rojnamevan, Nick Hannes û Paul Vanden Baviére, bi seredanekê çûbûne Gurcistan û Ermenistanê. Adeda min ev e ku li her ciyê ez herimê saziyên Kurdî seredan bikim. Li Êrîvanê Riya Teze, radyoya Kurdî (Êrîvanê) û Mala Kurda hene. Em çûne cem hemûyan. Li Mala Kurdan, me çay vedixwar û sohbet dikir. Paş demekê camêrek ji oda kêlekê kete odeya em tê de û rojbaşî kir. ’’Hun bi xêr hatine. Ez Çerkezê Reş!’’ Cara yekê bû ku min ew didît. Lê min gelek bihîstibû û hin ji berhemên wî, nivîsarên wî xwendibû. Bi dilekî şah min ji hevalên xwe re ew da nasandin. Jê re jî min got ku “vê rasthatina tesadûfî gelekî ez kêfxweş kirim”. Em dûr û dirêj li ser amanca seredane me ya Êrîvanê axaftin. Ew amanc jî ew bû ku em projeya berhevkirina arşîf û dokumentasyonên li ser Kurdên Kafkasê li hev bidin hev. Gelekî kêfxweş bû. “Eger tiştek bikeve ser milê min bi dilxweşî dikim”. Paş re wî çendek ji berhemên xwe diyarî me kir û bi hêviyên careke din hev bibînin me xatir ji hev xwest. Felek kor be! Ew hevdîtina duyemîn nebû nesîb. Çend carên din ez çûme Tbilisê û Êrîvanê, lê ji sedemên cihê me hew hev dît. Di vê navberê de Enstituya Kurdî ya Brukselê, ji bo ciyekî ku arşîf û dokumentasyon (pirtûk jî tê de) bêne berhev kirin xebata xwe domand. Di nava destpêka vê xebatê de, Prof. Dr. Maksîmê Xemo, Grişayê Memê, Keremê Seyad, Aslanbeg, Keremê Ankosî, Îsko Dasinî û xanima Serokê Gurcistanê Sandra Roelof jî hebûn. Çend caran ji bo vê mijarê me bi hevra civîn çêkir. Li ser wî esasê axaftinên me, Enstituya Kurdî ya Brukselê ciyekî arşîf tê de were berhevkirin li navenda Tbilisê stend û hê jî dimîne. Eger derfet ketin destê me, ew derfet jî xuya ne, ew proje bi cî dibe. Mirina Çerkezê Reş, ji nişka ve û zû bû. Hê xort bû gelek tiştên wî hebûn ku pêşkêşî gelê xwe bike. Di warê nivîsê de gelek planên xwe ji me re bahs dikir. Lê herweha bi hêviya rojekê bû ku di nava gelê xwe de li ser gelek mijaran biaxive. Lê mîna her ronakbîrê Kurd derd û kul û derfet nebûn. Ev jî dibine sedema pêlnehatina gelek tiştan. Ronakbîrên Kurd sêwî ne. Heta niha ne gel û ne jî rayedarên me bi awayekî durust destê alkîrariyê daye ronakbîrên xwe. Ev jî ciyê xemê ye. Bila serê malbata Çerkez Reş û gelê Kurd sax be !  

F
E
E
D

B
A
C
K