Çendî zarokatiya min li serhedê derbas bûbe û ez li Botan û Zagros jî mabim, min tu car sermayekê weke ya îsal nejî bû. Xirabiya hewuldorê ku ji aliyê pîsesaziyê ve çê bûyî bandorekê mezin dide ser hewayê û tesîra sermayê zêdetir dike. Di meha Sibatê de li Ewropayê me vê xezebê jiyan kir.

Di nava du hefteyên serma zivistanê de, tenê li parzemîna Ewropayê, nêzê 500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Piraniya van kesan ji  welatên rojavayê Ewropayê bûn û di nava wan de bi giranî kesên îxtiyar bûn. Vê rewsê carekê din bi me da xuyan ku sîstemên kapîtalist li hemberî xezeba xwezahiyê neçar dibin. Herwuha bas hate dîtin ku rewsa sîstema sosyal ya cîhana kapîtalîst bersivê nade pêwîstiyên jiyanê.

Di warê siyasî û aborî de jî zivistana îsal sar û çetin bû. Bahara Ereban ku ji sala borî vir ve didome hê germahî çê ne kiriye. Di hemû welatên ku tê de « serhildanên gel » çê bûn de hê roj tine ne ku kustin û birîndar çê ne bin. Hêzên ku ji van « serhildan »an re bingeh amade kirin û bûnin alîkar jî naha bas nizanin ku dê ew çi bikin. Bi taybetî dîplomasiya Amerîka û ya Yekîtiya Ewropayê di vî derbarî de serkeftî nebûye.

Di serma zivistanê de li Sûriyê tevliheviya rewsa siyasî û civakî xwe parast. Her ku diçe hejmara kustiyan zêdetir dibe û qelîsa di navbera desthilatdariya Esad û civakê de mezintir dibe. Di qada navneteweyî de jî çembera li dora rejîma Esad teng dibe. Di van mehên pês de dibe ku piraniya welatên endamê Neteweyên Yekbûyî bi rejîma Esad re têkîliyên dîplomatîk bibirin. Lewre ji vê demê bi sûn de, ne mumkun e ku rejîma Besar Esad bikaribe li ser tevahiya Sûriyê de hukum bimesîne. Zû an jî dereng wê li Sûriyê pêvajoyekê nû dest pê bike.

Rewsa Sûriyê ji nêz ve Tirkiyê eleqadar dike. Lewma piraniya dema xebatê ya wezîrê karê derve Ahmet Davutoglu bi heman mijarê ve girêdayî dibore. Dewleta Tirk bi her awayî siyar tev digere. Bê guman sedemekê wê jî hebûna Kurdan ya li Sûriyê ye.

Qasê ku ez disopînim, di nava hêza muxalefeta Sûriyê de dengê Kurdan zêde dernakeve. Ez ditirsim ku di vî warî de xeletiyekê dîrokî were kirin. Çendî muxalefeta Sûriyê xwedî hêz û mentalîteyekê demokratîk nebe jî, divê baweriya Kurdan bi rejîma Esad jî tinebe.

Çendî meha Adarê destpêka baharê be jî, di her aliyêde serma zivistanê bandora xwe diparêze. Di vê demê de rewsa aboriya cîhanê jî di nava krîzekê de ye. Bi taybetî Yekîtiya Ewropayê bi heman krîzê re di nava ser de ye. Du hefteyên ku pir sar derbas bûn bandorekê mezin li ser karmendên piçûk jî çê kir. Di hemû welatên Ewropayê de piraniya millet nikare bersivê bide pêdiviyên jiyanê.

Çendî meha Sibatê derbas bibe jî hê bahar nehatiye. Dema ku ez li rewsa siyasî, aborî û herwuha ya xwezahiyê dinêrim neçar dibim ku bipirsim « Gelo wê zivistan derbas bibe ? »

27.02.2012

F
E
E
D

B
A
C
K