Di nav dîmenên televîzyonan de zor û zilma li ser Kurdan dibû roj bi roj belav bûn. Di rojname û malperan de di her fersendê de hate nivîsîn.

 

Kevneparêzî û nîjadparêzî ji rojeva Turkiyê kêm nebû. Êrîsh û talana dewletê ji aliyekî li ser gel, ji aliyê din li ser kultûr, ziman, orf û adedên Kurdî bi hemû shiddeta xwe berdewam bû. Destê zaroka 13 salî li ber kamera hat shikandin. Zimanê meriv hate birrîn. Li nava kolanan, jin û zarokên Kurd di nava êshkence de dikirin qare-qar. Kushtiyên kom bi kom ji çalan, shikeftan û binê axê derketin.

 

Bi dehhezaran leshkerê xwe, tev hezaran cerdevan shandin ser Kurdistan. Welat ji her çar ali tê bombekirin.

 

Saziyên Kurdan, parêzerên mafên merovan û partiya siyasî xwedî 21 parlementer hatin qedexekirin û qedexa xebata siyasî li serkêshên siyasî hat birrîn. Roja duwemîn ku 19 parlementerên DTP beshdarî BDP bûn operasyon di hember wan de pêk hat û bi sedan kadroyên hêja avêtin girtîgehan.

 

Di eynî demê de ku ev zilm û zor li ser gelê Kurd dimeshe “prosesa Demokratîk Açilim” jî ji rojevê nakeve. Îktîdara AKP, muhalefeta di parlemento de û herweha medya û ronakbîr ji çar alî ve vê minaqeshê dikin. Alîyê AKP û terefdarên wê vê pêvajoyê erênî dikin, muhalefeta siyasî mîna hovan êrîsh dibe ser û ronakbîr jî di nava çarçewa têgihishtina xwe de vê yekê diaxivin. Lê ji ku dinêrî binêre yek tishtê mishterek di nava wan de xuya ye. Hereketa Kurd ku ji 25 salan û vir de di hemberê vê dewleta qatîl sher dike terorîst e û ne muhatabê “çareserkirina pirsgirêka Kurdî ye”. Gelek ji “ronakbîrên” esil Kurdî jî di nava van gengashiyan de hene!

 

Bê goman gelek jî hene ku rastiya dîrokê bê tirs û bê shik di rûyê dewletê de li her cî di her fersendê de dibêjin.

 

Û YE li hember van qas tishtan bêdeng e. 

 

Sedema vê yekê jî ew ku dewleta Turk bi hemû neheiyên xwe ve, xwe li qada internasyonal heq der tîne û bi hemû heqê Kurdan jî Kurd mîna neheqan, mîna terorîstan û ji vê “prosesa Demokratîk Açilim” re mîna xêrnexwazan têne xwuyakirin.

 

Tê wê wateyê ku dewleta Turk tevî hemû derû û qirêjiyên xwe dikare xwe bi YE û mercên din bide qebîlkirin. Herçend e YE û mercên din vê dewletê ji me Kurdan jî bashtir dinasin.

 

Kurd! Gelo Kurd ji çi sedeman nikarin pirsgirêka xwe û rûreshiya dewleta Turk li YE bixin rojeva wan û vê hêzê nikarin bidin qebûlkirin.

Pirsa kadroyan heye? Pirsa me ne rast e? Em li hin mafan digerin ku ji me re zêde ne? Em zeîf in? Yan ji gelek aliyan kêmasî di nav me de hene?

 

Ronakbîrên me, xwendavanên me, siyasetvanên me û saziyên me li Ewropa ji her demê zêdetir hene. Civaka Kurd li YE ji pirraniya civakên din zêdetir organîzekirî ye û di her waran de xwedî cî ye. Kurd li sranserê Ewropa di warê hevtêgihishtinê de (integrasyon û tolerans) ji piraniya civakên din xurtir e. Roj bi roj karsazên me (tuccar) zêde dibin û hisa neteweyî bi wan re xurttir dibe. Li xwendegehên bilind mamosteyên me her roja diçe ciyên bilind distînin. Em dikarin gelek tishtên din rêzbikin ku hene.

 

Gelo ne dema ku em rûnin û ji xwe hûr û kûr bipirsin?

 

Li welêt gelê me wezîfa xwe pêk tîne. Ji bo em sibe-dusibe bikaribin li çavê gelê xwe binêrin. Divê ew gel ji me re bêje “we wezîfa xwe pêk anî”.

 

Yan emê serê xwe bitewînin û xwe biavêjin bextê gel ku her saet di bin zor û zilma dewletê de dinale? Ez bawer dikim ku ewê gel hin kesên nekêr bibexshîne. Lê dîrok! Gelo ewê ji dîrokê re çi bêjin?

 

Eger em Kurd di nava YE de hin tishtên pêwîst û di xizmeta berjewendiyên gelê xwe rojek berê roja din pêk neênin ewê qet û qet YE vê bêdengiya xwe di hember pirsgirêka me de neshkîne.

Heta em em di hin mercan de ne organîzekirî û ne sazkirî bin, ewê ti car doza me ji aliyê qada internasyonal de neyê pejirandin. Divê em hebin heta em gazinan ji xelkê bikin.

F
E
E
D

B
A
C
K