Ermenistan
Bi merema dirustkirina çend fîlmên  dokumenter û lidarxistina  çendên didarên cuda û cuda li dor rewşa  Êzîdiyan li Ermenistanê û Gurcistanê, daku ji nêzîk ve agahdariyên rast û dirust li dor civatgeha Kurdî li diyaspora û li welatê wan yê duduyan  werbigrên, şandekî ji berêz  Derwêş Ferho, serokê Enstituya Kurdî li Brukselê  û derhênerê KTV  û nivîskarê vê raportê, pêkhatî berê xwe dane Kafkasê.
Piştî  ku hevalên Bingeha Laliş li Almanya kek Kamîran Qasim û kek Şemo Hisên em gehandine balefira Brukselê ji bo xatirxwestinê û em ber bi Moskow ve bi rêketin û sibeha 12.04 em gehiştin Balefirxanê. Di heman rojê de, demjimêr 14.00 çûne Êrîvanê û li balefirê rojnamevan Grîşayê Memê, sernivîskarê RYA TEZE  li benda me bû û bi germê em pêşwazi kirîn û li mala xwe bi sipasî ve bo cendên rojan kirin mêhvan. Bê rawestan, me dest bi karî kir. Girtina dimenên cuda û cuda ji bajarê Êrîvanê, û roja (13.04) bargehê rojanmeya RYA TEZE civînek ji komeke nivîskaran re sazkir. Di civînê de amade:
1.       Prof. Dr. Karlanê Caçanî
2.       Jinya Qadir, rewşenbîr
3.       Miraz Jemal, helbestvan
4.       Keremê Seyad¬, serkarê Dengê Êrîvanê (radyo)                                             
5.       Elîxanê Memê, helbestvan
6.       Teymûrê Biroyan, dadwer
7.       Eliyê Cemo, kedkar
8.       Egîdê Cimo, dengbêj
9.       Feyzoyê  Meyjen
10.    Grîşayê Memê 
 Pirs, dan û standin li dor jimara Kurdên Êzîdî li Ermenistanê û dîroka cihwarbûna wan, xebat, kar û jiyana rojane, gund, war, orf û adat, saziyên hunerî, çandî û disa jiyana aborî di dema Sovyeta berê û niha çî cudahî heye, ez dikarim ji xwendevana re bi kurtasî bersivên wan cwanmêran dan, bînim ziman……..
 

Ereb__Shemo_353822382.jpg

Wisa xuya dibe ku destpêka koçberkirina Êzîdiyan ji Kurdistanê (pirraniya wan ji Serhedê, Bakurê Kurdistanê) ji bo Ermenistanê (Rusya Qeyseran) vedigere sala 1830. Helbet ji sedema  kuştina xelkê û talankirina gundên wan ji aliyê dewleta Osmaniyan ve û mixabin karên çepel û qirêja bi dest û alîkariya nezan û xayinên Kurdên Misilman di hatine bicihanîn. Lewma Êzîdî direvin û diçine nav axa Ermenistanê û çend gundan ji xwe re ava dikin. Mîna Elegezê, Riya Taze, Cercerisê, Şamîranê ,…… hwd û jiyaneke nû li welatekî din, cîranê welatê bav û kalên xwe, bi hesreta di rojekê de veger, di fikra dûriyê de, derbas dikin .
Disan min wisa fam kir ku jiyana wan a serdemê Yekitiya Sovyeta berê û li jêr dest hilatdariya kominst bi gelemperi baştir bû. Bi taybet ji kinarê çandî û edebyata Kurdî ku gehiştibû peyskên bilind û di dibistan û zanîngehan da zimanê Kurdî cihgir bû. Pirtûk û belavokên kurdî dihatine weşanidin, radio ya kurdî û rojname ya RYA TEZE di xebateke berdewam da bûn. Pileyên bilind di warê akademî û polîtîki da ji wergirtibûn. Lê piştî têkçûna Yekitiya Sovyetê rewşa kurdan pir xirab û lawaz bû. Lewma gelek ji xelkê wan neçar bûn Ermenistanê bi cih bihêlin û berev welatên Ewropî û Rusya û yên din bi merema peydakirna jiyaneke xweştir û serfiraztir herin. 
 Girese_Meme_230402010.jpg
Grishayê Memê
Niha jî jimara kurdan li Ermenistanê berev kêmbûnê diçe. Helbet piştî şerê Karabaxê di navbera salên 1988 – 1994 de piraniya Kurdên Misilman ji Ermenistanê derketin û çûne welatên din. Nemaze ber bi Azerbeycanê (li ser zarê xwedyê rojnama  Zagros kek Kinyazê Hemîd, kurdekî Misilman e, runiştvane bajarê Abovyanê  ye) û niha kêmtir ji 1000 kes ji Kurdên Misilman li Ermenistanê jiyana xwe didominin. Li gor serjimêrya  2001 an de hatiye encamdan wisa tê nivîsandin ku 43500 kesên Ĕzîdî, 1502 Kurd hene. Ev çende bûye sedem ku danpêdan bi Kurdan wek kêm netewa nahê kirin. Çunke li pey yasa dewleta Ermenistanê her milleteki ku bê qebûl kirin bi fermî gereke ji 3000 kesan zêdetir bin. Niha bi resmî Êzîdî hatine qebûl kirin û radio tev rojnama Êzîdxanê ji wan re hatiye vekirin û serkêşiya vê çendê jî berêz Ezîzê Emer dike û ji min re weha got: “Em Ĕzîdî ne, dînê me Şerfedîn e, zimanê me Ĕzdîkî ye. Em ne Kurd in. Kurd ji me veqetiyane.”  Kek Ezîzê Emer weha dewam dike: “ez padîşahê tevaya Ĕziyan li cîhanê me.” Ez wisa tê digehim ku ev çende bi zanibûn û pîlangeriya dewleta Ermenistanê tê meşandin. Di destpêkê de siyaseteke weha hate meşandin ku Kurdên Misilman ji Ermenîstan birevin, paş re di navbera Êzîdyan de jî dubendî hate avakirin ku hêza wan qels bibe.
Jiyana pirraniya Ĕzîdiyan li ser xwedikirina terş, tewal û çandiniyê ye û hinek ji fermanberên dewletê ne. Kêm kes di karên fermî de dixebitin.
Rewşa edebiyata Kurdî bi gişti, berî çend salan ji evro baştir bû. Mînak, rojnama RYA TEZE ku ji 29.03.1930 û heya niha jî berdewam derdikeve, di rewşeke tengav da ye. Tengasiyên aborî jiyana wê dike xeterê. Lewra bi rêk û pêk dernakeve. Her wekî rojnamevan Girîşayê Memê, sernivîskarê Rya TEZE dibêje: “piştî nemana sîstemê komunîstî êdî alîkariya dewletê ji Rya TEZE re hate birîn. Em niha tenê du kes tê da kar dikin. Me hewcedarî bi komek û destekê heye daku Rya TEZE weşana xwe bidomîne. Em berev 80 saliya wê di çin û heya niha yek carê serok Mam Celal û maqul Barzanî  destek daye me . Ev bû çend sal jî ku   Derwêş Ferho, serokê Enstîtuya Kurdî li Birukselê, bi alîkariya Wezareta Kultûrê ya Flaman li Beljîka, nehişt em dergehê xwe bigrin û komputer  ji me re kirî , kirê û mesrefên van salan dan. Bi saya alîkariya wî kontrakta rojnamê bi wezaretê re heta sala 2012 hate dirêjkirin. Niha ew tenha ye ku alîkariya berdewama RYA TEZE dike. Bi rêya we  em banga xwe li xêrxwaz û hikumeta Kurdistanê, her cihekî ku millethez be û bixwaze ku peyva  kurdî li Ermenistanê pêş de here banga me ji wan re ev e ku li rojnama RYA TEZE xwedî derkevin.” Bi dilekî şkestî û xembar me rojnama RYA TEZE bi cih hêla.
Roja 14.04.2009, em li nav Erivanê rastî avahiya nivîskarê mezin Erebê Şemo tê de xebitî hatin. Bi şêweyekî fermî sembolek ji kevirî amêza navê nivîskarê me dike bi wê avahiyê ve hatiye hilawistin. Wek nişan ji bo xebata wi a bilind li vir ez dixwazim bikurtasî behsa nivîskarê mezin Erebê Şemo bikem. Di 28.12.1898 li Qersê tê dinê. Ji Şêxên Êzîdiya bû. Di pirr mijaran de zana bû. Ziman, edebiyat, dîrok, folklor, û hwd… Ji romanên wi Şivanê Kurd û Kela Dim Dim û pirr pirtukên wî wekî din hene. Yek e ji damezrênerên rojnama RYA TEZE bû. 21 Gulana 1978 li Êrîvanê çû ser dilovaniya xwe.
Dîsa, wê rojê me qesta Baxçeya Dostaniyê kir. Di navenda paytexta Ermenistanê em rastî peykerê mêrxasê Êzîdî Cîhangîr Axa hatin ku pêşwaziyê bi ser bilindiya dîrok û xebata xwe li mirovan dike. Tê zanîn ku Cîhangîr Axa di 1874 de li Wanê tê dinê. Di dema Osmaniyan fermana Ermenî, Kurd û gelên din didomand şerrekî mezin di hember dewleta Osmanî de meşand. Di gelek şerran de bi hêzên leşkerî yên Ermeniyan re hember ordiya Osmaniyan cî stend. Di şerrê ew diketê rdiya smaniyan gelek diêşand. Piştgiriya Ermeniyan bi berferehî dikir. Qehremanekî bê hempa bû. Tev gelek Ermenî û êlên din yên Kurdan wî jî bi çend êlan ve rê di derbasbûna Ermenîstanê de dît. Rejîma Stalîn li wî nehate rehmê û di sala 1938 di belengaziyeke mezin de jiyana xwe ji dest dide. Di nava Kurdên Kafkasê de qedr u qîmetekî mezin jê re ê dîtin. Heta demeke nêz Ermeniyan di pirtûkên dîroka xwe de behsa qehremaniya wî bi berferehî dikir. Lê di van salên dawî de hew behsa wî tê kirin!                                
Piştî geryaneke kurt li nav bazara karên destî ku nîşan û sembolên kurdan jî li wir hebûn me berê xwe da herêma gundên Êzîdiyan li Axbaranê. Hevalê rêzan Grîşayê Memê û Rustemê Isko bi me re ne. Gund nêzîkî 60 km dûrî Ĕrîvanê ne. Ev gund in li wê herêmê; Mîrek, Rya Teze, Senger, Camûşvan, Elegez, Qurubxaz, Qundaxsaz, Çobangermez, Korbulax, Pamp (Sîpan), Poşt, Cercerîs. Helbet, me ew gund tev ziyaret ne kirîn. Mixabin. Ji ber kêmbûna demê me nikarî van gundan tev bibînin.
Li Elegezê em çûne mala Nurî Cindiyan. Nebiyê Hiseyn û Filê Cindoyan. Hiseyn Cindoyan berî çend salan çûye ser dilovaniy xwe, meta Fîlê, jineke bi emir, cilê Kurdî, bi kofiya rengareng li male rûniştîbû. Piştî bihnvedanekê, em li ser şîna xwedê jê razî Şêx Kinyazê Reco berhev bûn. Li gor orfên wira, ew cenaze zêdetir ji 3 rojan li nav mala wan dimîne. Pay sê çar, hin cran gheft rojan cenaze siparî axê dikin. Sedema hiştina cenaze ew ku merivên wan ji her cî bikaribin xwe bighînin ser cenaze. Bê goman, tesîra orf û adedên miletên cînar, Gurc û Ermenî jî mezin e. Li nav mezelên gûndî, helbet bi rê û rismên civakî û dinî bi hazirbûna şex, pîr û oldaran em çûne ser mezela Prof. Dr. Şekirê Xudo (1930-2007) û hevjîna wî Firîda Hacî (1932¬¬_1993).
Em li gel wan xelkê gundê li dor rewş û jiyana rojana wan axivîn û em çûne gundê Cercerîsê. Ew gundê Barzanî yê nemir sala 1958 seredana wî kiribû û ew otomobîla ku lê siwar buyî me dit û mala Rihana Reşo ku seredan kir bû. Tevî şoforê wê otomobîlê em çûne cîyê ku Barzaniyê nemir, di wê re bihurtibû. Eliyê Cemo,  şoforê ku emrê wî 86 sal bûn, bîrhatinên xwe ji K-TV re giran giran anîn ser ziman.                              
Ĕdi me berê xwe da gundê Şamîranê û ji layê berêz Mehmûd Beg,  ku mezinê gund e, hatine pêşwazîkirin û li dor avakirina ziyareta Laliş ji me re axift. “Gundê Şamiranê zêdeyi 500 malan bûn. Lê mixabin, niha 150 mal mane. Yên din tev çûne Rusya û Ewropa. Ji bo jiyan û aborî li vira zehmet bû. Niha em li vir li orf û adeten bav û kalan xwedî der dikevin û ji ber  dûriya ziyaretgeha Laliş a li Kurdistanê me li navenda gunde xwe ziyaregeha Laliş ava kiriye û êd û cejnên ola Êzîdiyan piroz dikin. Pir semolan bi xwe ve dikin. Stunke 14 metro bilind jî li hember meydana Laliş ava kiriye. Ew mana 14 tebeqên erd û esman li jêr destê Ĕzîdê sor in, tifaq me heye, jiyana me ji li ser çandina xweliyê û xwedî kirina terş û dewarên reş e. Me wisa dît ku milletê Ermenî hez li peykeran diken û Ĕzîdî ji bi wan daxbar buyine, li cihekî ne dûr ji ziyarejgeha Laliş  semobleke din ji hebu navên ew kesên li salên 30 da sergûn kirin û ewîn cangoryên şerê cihanê yê didûwan û ewên romê kuştîn bi ciwanî hatine nivîsandin bi kevrî, wek birhatin û rêz girtin. Em li nav mezelan jî gerandin. Tiştê balkêş ji min re ku pir rûmetê didin miriyan û gor û qebrê wan nigar û wêne û şiklê wan li ser di kêşîn û bi cî dikin. Belku yên dewlemend peykerê miryan ji çêdikin, yekî gûndê Şamîranê ji me re go em Ĕzîdiyên Kurd in, ne ku Kurdên Êzîdî. Pey ku Mehmûd Begê em li mala xwe mêvan kirin me xatir ji Mehmûd Beg xwest . Em vegeryane “Rewanê”. Wek ku Kurdên me li wira Êrîvan bi nav dikin. Demjimêr 12.00 şevê ye. Em li male qet neman. Ji bo em gelekî wext hunda nekin û di demeke kin de gelek karan bikin. Saet 1.30 û me berê xwe da Tbilîsê, Gurcistan. Bi qasî 275 km rê…
Gurcistan
Li Gurcistanê, li ser sinor, piştî 9 saetan ku ji sedema kêmasiyeke dokumenteke otoya me, ne hiştin em bibihurin, kaxez  hal bûn û disa bi hevalê me, rojnamevan Grîşayê Memê û  Rustemê Isko re, em ketin nava Gurcistanê. Saet 11ê berê nîvro em keine Tbilîsê. Mafperwer  Isko Dasinî, bi sipasîve bi erkê mêhvandariyê rabû. Nêta me mayina sê rojan e. Roja 15.04, demjimêr 16.00 em li cem nivîskar Keremê Anqosî amade bûn. Ewî zimanê Kurdî dida komek qîz û xortên Kurdên Êzîdî. Ew kar jî bê beramber bû. Nivîskar Keremê Anqosî ji me re weha axift: “Eger em li wan xwedî der ne kevin, ev cehalên me wê zimanê xwe winda bikin. Hindek xêrxwazên me destê alîkariyê didine me. Ji bo pirtûkan û pirtûka alîfba zimane Kurdî baylozxana Holanda li Gurcistanê projêya me qebûl kir û alîkarî da. Me civînek bi komeke zana û rewşenbîran re li darxist. Dicîvînê de Lîlê Saferova, ji rêkxistina Jinan, Nodarê Mamrereşî, endamê Parlemanê di dema Sovyetê de, Prof.Dr. Kerem Amoyev, akademîk…
Roja  16.04  me seredan Yekîtiya Êzîdiyan li Tblîsê kir û serokê vê yekîtiyê parêzer Rustemê Ataşov bi xêrhatina me kir û li dor kar û xebaten xwe weha got: “Sala 1989 rêkxirawek, bi navê Ronahî hate çêkrin û sala 1994 bû yekîtî. Armancên me perwedekirina zarokên xwe li ser orf û adatên dînê xwe û çanda nirxên baş û welatheziyê û zimanperweriyê. Têkiliyên me li gel dewletê baş in û em weke rêkxistinê hatine qebûl kirin. Çend gundên me tevî Gurcan hene. Mîna Sakarîco, Samgorê, Lilo,… Êzîdî li Tblîsê rudinên, hijmara me digehe 15 hezaran. Mixabin Êzîdî di van salên dawiyê de Gurcistanê bi cih dihêlin û diçine derve. Sedem aborî ye. Li cihê Yekîtiyê karê peykerê Laliş dihate çêkirîn û wêne yê Rustem Ataşov, tevî serokê dewletê Mikayîl Sakaşvili û serokê Amerîka George Bush bi dîwarî ve hilawisti bû.          
Kek Isko Dasinî li dor rewşa dawet û jin xwestinê got weha got: “niha qelen ji zavê nahête xwestin û dawetên me bi komên muzikê tev dahol û zirnê, tevê reqis û govendên Kurdan têne meşandin. Lê ew tama li gundan hebû, kêm buye.”
Paşî me qesta parêzer û polisê berê Valodê Şamil (Rizgo) kir. Li nivîsîngeha (bîro) wi ku karê bazirganiyê û parêzeriye jî dike weha got: “Ez ji Ĕzidî ya re bê pere kar dikim. Li gel pîr Edîk, pîr Dirbas û hevaleki din (mixabin navê wî camêrî di fikra min de nemaye). Em tev çûne cem  Behara Sturkî. Rêvebera Radyo, beşa Kurdî li Teblisê û li dor xebata xwe ji me re got : “Em hewil didin ku kultûra xwe biparêzin û zimanê Kurdî perwerde bikin. Di vê dema kurt da ji weşana xwe ku 15 deqîqe ji heftiyê ye, nûçeyan dighînin miletê xwe.”
Roja 17.04 li navenda Kafkasê a Kulturi a Internasyonal li Tiblîsê ne. Em rastî hunermend Sêvedin Xalid bûn. Bi dengê xwe yê çiya yî hinik heyranok ji me re gotin. Dîsa dengbêj Mecid Eslan û Sertîfê Semend, meyjen, pir kevalên rind ji K-TV re dane tomarkirinê. Komeke govendê, bi navê Koma Tîtal, ya hunerên geleri çendîn dimenên govendên rind û sipehî û xweşik pêşkêşkirin. Ev koma hanê ji 6 kur u 6 qîz û zarokekî pêk tê û serokê wan Nodarê Bivazî ji me re weha peyi vî: “Sala 2008 me ev kom bi desteka Tîtalê Yusif û Şalûlê Tengîz dirust kir. Ji bo parastan û nûjenkirina kultûr û sema û govendên bav û kalan. Bi hevkariya stiranbêj Sêvdînê Xalid, em tev jî Kurd in, lê carna rahênerê me tê û ew  Gurc e.”
Hêja ye bêjim ku zarokekî 12 salî bi navê Têmûrê pîr Edîk, bi zimanê Kurdi qewl û qesîde û tekstên dînê Ĕzîdîyan dizanîn û ji me re gotin. Bi rastî cihê rêzê bû. Li şun de me li gel Egîd Mîrzoyev, serokê rekxistina netewe û dînên biçûk li Gurcistanê, dan û standin çêkirin. Wî weha got: “Karê me parastina mafên kesên li Gûrcistanê dijîn. Lê ew bi xwe ne Gurc bin. Me têkiliyên baş li gel Yekîtiya Europa hene û  piştgirtina karên çandî jî dikin.
Dîsa me seredana Dr. Yura kir, ku doktorê ye.
Hêja ye bêjin ku baylozê Komara Iraqa Federal li Gurcistanê, Kek Teyib Berwarî bi xwe Kurd e pêşwazî li me kir û em mêhvan kirin.
Dîsa ji bo em ji wext qezenc bikin me xatir ji Îsko Dasinî û malbada wî xatir xwest û di tariya êvarê de berê xwe da Ermenîstanê. 
Dîsa li Ermenîstanê
Di berbanga sibê de, berê Erîvanê bi 85 km dîsa em di rê de asê man. Li serê çiyaykî, dolaba otoya me teqî. Heta me guhert dor nîv saetekê bihurt.
Roja 18.04 em çûne radyo ya Ermenistanê, berpirsiyarê para Kurdî Keremê Seyad û rêveberê radyoyê ê giştî Armen Emîryan bi xêrhatina me kirin. Li ser xebat û dîroka radyo ya xwe axavtin. Me studyoya Dengê Kurdî li Êrîvanê, ji kinarê rojnamevan Keremê Seyad¬ rêveberê  radyo yê ve bi germî hatine pêşwazî kirin. Rewşa radyo ji me re weha got: “Di salên 30 an de ev radyo vebû ye, çendîn rewşenbîr û nivîskarên Kurd û navên mezin li vê radyo yê kar kirine û xizmeta folkoklor û peyva Kurdî kirine. Muzîk û huner û sitrana Kurdî pêş de birî ne. Programên cuda- cuda hene û guhdarên me peşdarî radyo dibin. Bi name ji Europe û Kurdistanê û welatên din jî guhdarên me hene. Mixabin karmendên me niha tenê 4 kes in; Ez Keremê Seyad, Tîtalê Kerem, Lîlê ya Kerem û Gulîzara Memê. Dema weşana me jî kurt buye. Sererayî vê rewşa me a tengezar em wê xebata xwe bi domînin.”
 Hêja ye bêjim ku rojnamevan Keremê Seyad¬ ji layê serokê dewleta  Ermenistanê û serokê herêma kurdistanê ve hatiye xelat kirin li ser mandîbûn û xebata wî ya rojnamevaniyê û ji ber dewambûna xebata wi  ku 49 sal derbas kirin.
Roja 19.04 me da rê  ku ber bi çemê Aras hrin. Lê mixabin leşkerê ser sinor nehiştin em derbas bin. Bi hênceta ew herêmeke sinorî ye li gel Azerbeyacanê û Turkiya û ew qas zehmet belaş çû. Me seredan hinek dêrên dîrokî kirin. Ew ku di dema Stalîn de xirab ne kirin.
Li Moskow
Roja 20.04 li firokxana Êrivanê me xatira xwe ji Grîşayê Memê xwest û berev MOSKO bi rê ketin. Li firokxana internasyonal Sheremetova li Moskow parêzer Yura Dasinî li benda me bû. Piştî bihin vedaneke kurt li mala kek Yura em çûne cem kek Cemal Cindiyan ku ji Ermenistanê ji bo kar û xebatê hatiye wir.
Roja 21.04 û piştî geryanekê li Kremlîn û meydana sor, hinek cihên dîrokî yên din me qesta nigarkêş Teymûrê Seyid  ku li Gurcistanê xwendina xwe a peymangeha hunerên ciwan temam kiriye û ji 19 salan vir de  li Moskowa dimîne û karê ciwankariyê bi kristalê û şûşeyi dike û ji me re weha got ; “Karên min li Brazîl, Japan, Spanya, Amerika û hinek welatên din jî hene û min ji Gorbatchov re jî kar kiriye û ew dêra li beramberî  Krêmîn min cam û şûşeyên ciwaniya wê çêkirîne. Ez peykeran jî dirust dikim. Xewna min ew e herim Kurdistanê. Li wira mezintirîn peykerê Barzaniyê nemir dirust bikim.
Roja 22.04 em rastî rojnamevan Yura Nebîyev, sernivîskarê malpera kurdî bi zimanê Rusî  www.kurdistan.ru  hatin û hinekê li dor xebata xwe ji me re axivt. Em dixwazin rewşa Kurdan bi zimanê rusî bidine naskirîn û ka xwestek û hêviyên me çine bîne ser ziman.
Me endamê parlementoya Rusya ZelimXan  Mutsoev jî dît. Li ser siyaseta Rusya beramberi Kurdan axift: “Niha em dixwazin di warê bazirganiyê da tevî Kurdistanê kar bikin û hewil didin siyaseteke nû  ji Moskowa ber bi Hewlêr ê ve bajoyin. Em her dimînin Kurdên Êzîdî.
Roja 23.04 me seredana Radio ya Dengê Rusya kir û rêveberê pişka rojhilat berêz Mikayil pêşwazî li me kir. Pey re em çûne cem xebatkerên beşa Kurdî. Mistefa Sîno, Karina Fetî û li ser xebat û kar û gringiya vê radyoyê û programên cora-cora yên wan axaftin û didar li gel me hatine kirin. Derwêş Ferho li ser xebat û karên Enistîtuya Kurdî li Birukselê  axivt û ez li ser merema seredana me û rewşa Êzîdiyan peyivîm.
Êvariya wê rojê li firokxanê me xatire xwe ji Cemal Cindoyan û Yura Dasinî xwest  û em berev Birukselê firîn. Tevî dû fîlmên dokumentar û 8 raportên televîzyonê û niyasina çendîn hevalên nu geryana me li wira qeda.
Fere bêjim ku tev têkilî û rêkxweşkirina dîdar û niyasîn ji layê Derwêş Ferho ve hatibûne dirustkirin. Ew jî cihê sipasiyên bê sinor in.
www.kurdishinstitute.be

http://www.argun.org/2009/06/17/geryanek-di-nav-kurden-ezidi-de-li-kafkase/ 

F
E
E
D

B
A
C
K