Tev ji bo 2mîn rojên çand û hunera Cizîrê hatibûn. Ji Kurdistana basûr; Birêz Mueyyid Teyib helbestvan û serokê wesanxaneya Spîrêz li Duhokê, ji kurdistana Rojhilat; Celaleddîn Nîzamî nivîskar û rojnamevanekî gewre ye ji bajarê Ormiyê û gelek kar û xebatên wî di warê ferheng û zimanê kurdî de hene,  ji Ewrupa; Firat Cewerî nivîskar, rojnamevan û xwediyê kovara Nûdem a ku li Swêd dihat wesandin, ji Stenbolê; Samî Tan nivîskar û serokê Enstîtuya kurdî a Stenbolê, ji Wanê; Qahir Bateyî nivîskar, ji Amedê; Reyhan Sarhan û Lal Lales ji helbestvanên Amedê.. hwd. Hem jî gelek hunermendên bi nav û deng ji ewrupa û Kurdistanê gihabûn hotêlê, wek; Xero Ebbas, Aynûr Dogan, Hekîm Sefkan, Sahê Bedo, Ferhat Tunç û gelek komên hunerî.. Lê hêj emîre Sinemxan negihijtibû..
   Li hotêlê ez çav bi gelek kesan ketim, hin jî hatibûn, pirsa min dikirin; dixwestin min bibînin.. A rast, min jî divîbû wan bibînim û pirsan ji wan bikim. Di serê wan kesan de kak Abdulcebbar ê Cizîrî; ku di saredariya Cizîrê de kar dike, hem jî serwextî sûnewarên Cizîrê û derdorê ye.. Li gel wî min avokat Ridwan nas kir. Ez û kak Ridwan  ketin giftûgoyeke dîrokî de li dor mîr Bedirxan û hevalên wî yê serhildanê, Xan Mehmûd û Nûrellah Beg.. çîrok dirêje.. Dawî avokat Ridwan, wek dîdevan pirtûkek Sînan Hakan ji min re anî, ku li dor kurdan di arsîfê Osmaniyan de ye. Ez ji dil spasiya wî dikim. Lê camêran; Mîrza, Ûnis û Ridwanê din soz dabûn, ku pistî nîvro me bibin Qesrika Gelî û Çemê Zeytûnê. Weha danê êvarî, me rêka zozana girt û berê xwe da Çemê Zeytûnê û Qesrika Gelî.
Çemê Zeytûnê: Me berê xwe da bakur û bi fitlonekên çemê Dicle re em mesiyan, bi rêde em pêrgî komên Komirê hatin. Ji me re gotin, ev komir e, ji Sernexê tînin, li vir kom dikin û difrosin.. Pistî ku me cihê komirê derbas kir bi dor 10/12 K.M an, li ber xelaseka ku em ji çem bi dûr kevin û bi çiyê ve hilkisin, panavek ber fireh, di nabera çem û çiya de ket pêsiya me de. Ji min re gotin ev dever jêre dibêjin Çemê Zeytûnê. Belê xwendevano! Di bihara 1847 an de, li vê deverê, cengek mezin di navbera leskerên Botan bi serkêsiya mîr Bedirxan û leskerên Osmaniyan de, bi serkêsiya Osman pasa qewimiye. Di vî serî de leskerên Botan bi serketine. Ji ber vê yekê dîtina Çemê Zeytûnê ji min re balkês bû.. Û em bi riya xwe de mesiyan ta ku em gîhan Qesrika Gelî.
Qesrika Gelî: Qesrika Gelî ji heyamê kevin ve, havîngeha mîrekên Botan bû.  Û weha ma havêngeh ta bi heyamê mîr Bedirxan jî. Li gor irf û adetên mîrekên Botan, wan mîrekan di demsalên payîz, zivistan û biharan de, çax û demê xwe li bajarê Cizîrê, di Burca Belek de, hukumdariya Botan dikirin. Belê di demsala havînê de, ji ber germa zêde, bi malbatî xwe li cihê hênik digirtin û diçûn Qesrika Gelî û ji Qesrika Gelî hukumdariya xwe li Botan û derdorê dimesandin. Ta ku her sê mehên havînê dibuhirîn û dibû payîz, dinya hênik dibû, hingê careke din, li bajarê Cizîrê û Burca Belek vedigeriyan û hukumdariya xwe berdewam dikin. Ango Qesrika Gelî, ji mîrekên Botan re paytexta wan a havînî bû.
  Gelek Çîrok û serpêhatiyên mîrekên Botan di Qesrika Gelî de çêbûne, gelek Kerwan, di geliyê wê de hatine selandin, gelek ser û kustin di boxaza wê de qewimî ye.. Qesrika Gelî, gundekî zozanî ye, li ser rêka Dêrgul û Sernexê ye. Di nav du çiyayên asê de bi cih dibe. Bi kaniyên ava sar xemilandiye, ew kanî dibin çemek bi navê  Bakirtal û di nav gelî re diherike…. Kavlê pirek kevnar, ji temtêla pira Bafit nîv wêran, lê xuya dike… Kes nikare ji zozanan here germiyanan û ji germiyanan here zozanan bêyî ku di geliyê Qesrikê re derbas bibe.. Erê Qesrika Gelî paytexta mîrekên Botan a duwemîn bû. Me çend weneyên bedew ji Qesrika Gelî re kisandin, dinya li me bû êvar, em zîvirîn bajarê Cizîrê.
   Li hotêla Onser sevbuhêrka me destpêkir, em çav bi gelek kesayetiyên balkês yên Cizîrê ketin. Min ji kak Abdulcebbar xwest ku mizgefta Mishefa Res, Medreseya Serê Meydanê, mizgefta Mîra, gora mîr Mihemed, Seqlanê Mema û Seqnifîs sanî me bide, camêr soz da me ku sibehî derfet hebe, wê me bibe diyarî wan cihan…      Dawî em mêvan, xwe bi xwe, li hev kom bûn û em ketin dabasa standerdkirina zimanê kurdî de; li basûr, sêweyê Soranî li talana me xistiye, zimanê Cizîrî, Xanî û Feqehê Teyran li ber bablîsoka Soran tarûmar dibe ku xwediyên vî sêweyê di hawara wî de neyên gelekî zor e.. Ez ne zimanzan im, lê min jî tizbiya xwe bi wan re berda û min li wan camêrên zimanzan guhdarî dikir. Ewên ku zimanê kurdî ji wan re kul e, ew jî ev bûn; Deham Abdulfettah, Mueyyid Teyib, Celaleddîn Nîzamî û Samî Tan..
   Û her weha em li hêviya hatina Emîre Sinemxan bûn. Saet yekê sevê, Emîre Sînemxan di gel wê mamoste Samî Tan gihan hotêlê. Em derketin pêswaziya wan. Di hêwana hotêlê de, em li dor Sînemxan bûn xelek, me pirsa rewsa wê kir û weha em man ta derengî sevê. Di wê navê re birêz Metîn devê xwe kir guhê min de û got. Mamoste! Me karê xwe û pêswazîk bas kiriye bo Sînem Xanim, bela dilê te di cî de be..

– 4 –
   22 Tebaxê roja Înê: Saet dehê sibehê, me berê xwe da saredariya Cizîrê. Li ber dergehê saredariyê qîr û qiyamet bû; dahol û zirna Botanî li dar bû, komek keçên cil û berg spî, ji Navenda Çanda Mem û Zînê li erbaneyan dixistin, cemawerekî zexim ji xelkên Cizîrê û derdorê, ji bo pêswaziya emîre Sînemxan li ber deriyê saredariyê kom bibûn. Di nav wan de parlementerê DEPê yê berê Selîm Sadak, parlamenterê Sirnexê yê DTPê Hasîp Kaplan, wekilê saredarê Cizirê Ahmet Dalmis, serokê DTPa bajar Halîl Îrmez, endamê PM ya DTPê Fadil Bedirhanoglu, seroke DTPa navçeye Resûl Sadak, saredare Sirnexe Ahmet Ertak, saredarê Cizirê yê ji peywirê hatibû dûrxistin Aydin Budak ku bi sal sapikên Botanî xwe girêda bû, Saredarê Nisêbînê Dr. Mehmet Tanhan, nunêrên saziyan û gelek kesên din… Pistî ku gurzek gul û kulîlkên spî dane dest emîre Sînemxan, bi dahol, zirne û erebaneyan ve, me dest bi mesa festîvalê  kir û me berê xwe da parka Saredariyê li ser peravê çemê Dicle. Li wir serîta vekirina festîvalê û pêsangehê ji aliyê Sînemxan Bedirxan, Selîm Sadak, Hasîp Kaplan, Aydin Budak û Konê Res ve hat qusandin. Serefek mezin bû ku min jî bi wan camêran re serîta vekirina Festîvalê qusand, qet ez vê rojê jibîr nakim. Niha ez dihisim ku bare min girantir bûye.. Di vekirina pêsangehê de parlamenterê berê yê DEPê Selîm Sadak axifî û got; hatina Sînemxan Bedirxan rûmetek e.. Û dom kir: Bila gora Mîr Celadet Bedirxan jî bînin Cizîrê. Gora Mîr Bedirxan li Samê ye, ji Saredariya Cizîrê daxwaza min ew e ku bila ji bo wî abîdeyeke li Cizîrê çêbike.
   Her weha Selîm Sadak li ser zimanê kurdî jî axifî û da zanîn ku kes nikare zimanê kurdî têk bibe.. Di pey re Sînemxan keça mîr Celadet Bedirxan axifî û ji kêfan re rondik di çavên wê de kom dibûn: Ez ne jinek weha qelsim, lê pêsberî Cizîra Botan û xelkên wê ez xwe qels dibînim.. Û berdewam kir: Nizanim çi bibêjim. Xwezî ew jî li cem me bana.. Parlamenterê DTP’ê Hasîp Kaplan jî got: Çalakî rastî rojbûna Kamûran Bedirxan hatiye û got: Îro 103yemîn sala rojbûna Kamîran Bedirxan e û gelek bi wate ye.. Saredarê Cizîrê Aydin Budak di axaftina xwe de got: Xwediyê malê a rastîn Sînemxan Bedirxan e û berê xwe da emîre Sînemxan û got: Niha xwediyê malê a rastîn hun in. Me navê mîhrîcana xwe danî ‘Rûmeta Ziman, Zimanê Rûmetê’. 80 sal in her tim xwestine zimanê me tune bikin, lê bi ser neketin. Divê em jî li ziman û rûmeta xwe xwedî derkevin..
   Pistî axaftinan, pêsangeha ku Razaman Îmrag amade kiribû bi navê "Ji her alî ve Cizîr", di gel tev hejmarên Hawarê, ewa ku birêz Firat Cewerî ji nû ve li Stokholmê dabû çapê, li parka Saredariyê, di bin konê pêsangehê de hat vekirin. Hem jî pêsangeha Navenda Çanda Ciwanên Demokratîk bi navê "Reng diherikin nava axê" hat vekirin. 
   Di dawiya bernameyê de koma dansa gel a kulîlkên Botanê hunera xwe bi çend reqs û semayên bedew pêskês kir. Danê evarî panelan destpêkir, panelîst: Evdilqadir Bîngol, Fadil Bedirxanoglu û Hesen Çeter bûn. Mijara wan bi navê: Bi çavên nivîskarên Cizîrê bajarê Cizîrê. Wek Moderator Feysel Sariyildiz ew pêskês kirin. Belê mixabin min nivîskarê Cizîrê yê gewre Abdullah Yasîn (Xanîzade) nedît?! Di pey wan re û pistî bêhinvedanekê, Çîroka Penaberekê, ji rex emîre Sînemxan Bedirxan ve hat gotin. Ciwanikê bi têr û tesel çîroka sirguniya malbata xwe a xwe û bavê xwe anî ziman û got: Sirgunî, derba herî mezin a li jiyana mirov dikeve… Ez serbilind im ku ji diyarê malbata Bedirxaniyan, li Cizîra Bota me.. Sirgunî jiyana mirovan parçe parçe dike.. Û Sînemxan, anî ziman ku tev neferên malbata wê di sirguniyê de mirine. Lê hesreta welat her tim di dilê wan de bû… Û berdewam kir û got: Bavê min Celadet, hê ez 5-6 salî bûm, dema ez dibirim dibistanê, her tim bi rêde weha ji min re digot: Keça min! Binhêre, em Cizîrî ne, ji malbata Bedirxaniyan in û welatê me Kurdistan e.. Û wek sîret Sînemxan got: Bi zarokên xwe re bi kurdî biaxifin, çanda kurd bidin jiyînê.. Û Sînemxana qedir bilind, di hizûra Cizîriyan de wesyeta xwe kir û got: Dema ku bimrim bihêvîme li Cizîrê bême vesartin..    Sînemxan di berdewama axaftina xwe de weha got: Zimane xwe xurt bikin û dev ji zimanên biyanî berdin. Bavê min digot: Zimanê biyanî wekî cilê mirov e. Kengê bixwazî dikarî ji xwe bike. Lê zimanê dayikê wekî çermê mirov e. Mirov nikare jixwe bike..   Û got: Divê em di bin sîwana kurdî de bên cem hev. Îro çiqas ne di rewseke zêde bas de be jî, tu dinêrî li aliyekê rojname bi zimanê kurdî derdikevin.   Li Bakur yan jî li derveyî welat pirtûk tên nivîsandin û çapkirin. Divê em dev ji zimanê xwe bernedin. Her gel bi zimanê xwe tê zanîn. Eger me bivê em ziman bi pês bixin divê ji bo yekitiya zimanê kurdî xebat bên mesandin. Û bi van gotinan Sînemxan dawî li axaftina xwe anî: Bi hesreta Kurdistanek azad û we hemûyan silav dikim. Kesên amadebûyî jî, çend xuleyan jêre li çepkan xistin.
   Danê sevê konsera vekirinê festîvalê di Stadyoma saredariyê de, bi navê Rûyê Cizîrê yê vediguhere pêk hat. Hunermendên ku têde besdar bûn ev bûn; Hekîm Sefkan, Koma Evîna Botan, Ferhat Tunç Koma Nûarîn, Sahê Bedo. Bi hezeran, ez dikarim bêjim ku dor 40 hezar mirov di stadyomêa bajarê Cizîrê de kom bibû.
Sînemxan Bedirxan kî ye? Ew neviya mîrê Botan, mîr Bedirxanê Azîzî ye, yê ku di sala 1802 an de li Cizîrê çê bûye û sala 1868 an di sirguniyê de, li Samê çûye ber dilovaniya Xwedê. Mîr Bedirxanê ku di tîrmeha 1847 an de ji Cizîrê hatiye bi dûr xistin û tev jiyana xwe, tevî zarok û neviyê xwe di sirguniyê de winda kirine. Tevî ku mîr Bedirxan bi hisreta axa Cizîra Botan bû, lê siltanê Osmaniyan rê nedidayê ku vegere, ne ew û ne zarokên wî.. Belê Sinamxan Neviya kurê mîr Bedirxan, Emîn Alî pasa ye, yê ku di sala 1851 an de li Stenbolê çêbûye û di sala 1926an de, li welatê Misrê, bajarê Qahîre miriye. Bavê wê, mîr Celadet Bedirxan e, yê ku di sirguniyê de, li Stenbolê, di sala 1893an de çêbûye û sala 1951ê li Samê miriye.. Diya wê, Rewsen xanim Bedirxan e, di sala 1909an de li Qeyserî çêbûye û di sala 1992 an de li Sûriye, bajarê Banyasê miriye.
    Rewsen xanim, yekemîn jina kurd e ku bi kurdiya latînî di kovara Hawarê de nivîsandiye. Sînemxan, di roja 21ê adara 1938 an de li Samê çêbûye, ji ber zewacê, xwendina xwe di hiqûqê de nebiriye serî û di roja 22 meha tebaxa 1959 an de bi nivîskarê kurd Selah Saadellah re zewiciye. Bi çend zimanên biyanî dizane, lê zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wê ye. Du zarokên wê hene; Azad û Dilnaz, Azad endezyare, niha li Qeter dimîne. Dilnaz, li Parîsê dimîne. ji berî dor salekê ve hevserê wê Selah Saadellah çûye ber dilovaniya Xwedê. Niha mala wê li Hewlêrê ye. Ji tesadifî û balkêsiya 2mîn Rojên Çand û Hunerê ya Cizirê, ku Sinemxan ji berî 49 salan ve, di rojek mîna vê rojê de 22/08/, zewiciye, hem jî ku di rojek mîna vê rojê de, apê wê mîrê doktor Kamîran Bedirxan: 1895-1978, li Stenbolê çêbûye..
Û va pistî 161 salê neferek ji malbata mîrekên Botan, emîre Sînemxan Bedirxan bi rengekî fermî tê warê bav û kalên xwe Cizîra Botan. Gelekî xwes bû  ku xelkên Cizîrê ew bi gul û kulîlkan pêswazî kirin. Ev yek jî xwes nîsane ji wefadariya xelkên Cizîra Botan ji mîrekên Botan re û  tê wateya ku gelê kurd zindî ye.
 
Konê Res
Qamislo   20/09/2008
Hêjî berdewamî heye..

 

F
E
E
D

B
A
C
K