Belê ezbenî! Bela zarok û neviyên me sosretmayî bimînin! Erê sosretmayî bimînin, dema ku nivîsên me yên îro bixwînin û nas bikin ku, dew ne birayê mast e, birayê avê ye! Hingê wê sosretmayî bimînin.. Di rojekê de berî du salan û nîvekê, ji encamê rûdaneke bi ês, ez bi tev hêza xwe ve hatim hejandin. Wê hejandinê, çîrokek ku kes bawer nake, bi xwe re anî. Lê ez xwes bawerim wê zarok û neviyên me pê bawer bin.
   Pistî wê rojê dêmê vesartî ez bi rex xwe ve kisandim. Min jî bi mebest da pey û wiha di navbera du salan de, min kelehek ava kir.. Erê ezbenî kelehek ji nepeniyê.
   Ezbenî! Nîtse, feylesofê Elmanî bingehê felsefeya xwe li ser du hîmenên ku di hundirê mirov de diçing û tên ava kiriye. Yek jê, belû û eskere ye, ya din nepen û vesartî ye.. Di baweriya min de Orhan Pamuk jî di nivîsên xwe de li gor felsefeya Nitse liviya ye, ta ku wî xelata Nobel wergirtiye. Ew di hundirê qehremanên romanên xwe de, li wan tistên vesartî gerya ye.. Tistên diyar her kes bi wan zan e, lê ez heyranî wê mirovî bim yê ku karibe wan tistên ne diyar, bi hunereke ciwan û bawerî diyar bike..

*          *          *
   Ezbenî! Bîranîn ji serketinan xwestir û zindîtirin. Serketin kêlîkeke û derabs dibe, lê bîranîn her dem û gav bi mirov re dijîn û pêre zindî dimînin.. Erê ezbenî, tistên xwes temen kurtin û tevî ku her tist bi demê re tê guhertin lê xewnên kevin her xwes dimînin.

*          *          *
   Ezbenî! Ji dema ku çemê Ceqceq miçiqîye, zeviyan xatir ji me xwestine û di kolanên Qamislo re derketîne.. Ji dema ku ewa koçer sermê û germê li xwe dike, dêmên dayikan li ber rivîna agirê tenûrê diqemire, ji wê hingê ve ezbenî sozên me li darin..
   Erê ezbenî em herdû- ez û dem- li ber hevin û di kevinbûnê de perrixîn e. Em ji wan dîwarên ku di biçûkaniyê de, me xêzik li ser wan çêdikir, pîrtir bûne.. Gelo ew zarokbûn winda bûye û êdî, em nema bi ser vedibin? Çendî dixwazim nêçîra zaroktiyeke din bikim.. Gelo tu jî wek minî? Te divê ku tu nêçîra zaroktiyeke din bikî, careke din di beriya Mêrdînê de bibezî, ji nav toz û ecacoka gundên pir belav, derkevî û berê xwe bidî Qamislo..?! Mane Çemê Ceqceq miçiqiye, nema Serxetî û Binxetî bi ava wê têr vedixwin.. Qamislo xerîb bûye û em bûne xerîb..!! Gelo em xwe bidin ber pala kîjan çiyayî, kîjan zinarî..? Kîjan bajar dikare me biparêz e.. ? Em destên xwe ji kê re dirêj bikin..?
  Erê em herdû ji kevinbûnê rizyan e, bêtir ji Nebîza tiriyê rezên Omeriyan.. Bêtir ji çîrokên dara Çinarê… Tevî ku, em herdû wek du biyaniyan e.. Payîz jî her roj, her kêlîk ji me qut nabe, bi me re dikulkule û pelên darên xwe yên zer bi ser dil û husê me de diwesîne..

*          *          *
   Belê ezbenî! Pistî 46 salan hê jî konê perîsaniyê bi melûlî di ser kolan û cadeyên me re vegirtiye.. Gerdenên xûz, bi dûv nanûzikê de dibezin.. Efyonkêsî pir dibe.. Rovîtî pir dibe.. Canbazî di bazaran de tê firotin.. Diz xwe bi xwe, ji hev didizin… Vir û xap di kolanan de bazdidin… Terbiyesizî bi tov sîn dibe.. Zilam kêm dibin, jinavisk pir dibin û wiha xîzanî û misextî konê xwe bi bilindahî vedigire.. Malbat ji hev bela wela dibin û bingehê civatê ji kok ve vedirse.. Ji çar hawêr ve, sînor bilind dibin, xelk ji neçarî berê xwe didin asmana, li Xwedê digerin û berjorî wî dibin, tika û lava jê dikin…
   Erê ezbenî bi xweziya kesî ranehistiye baqê keziya.. Ha ho li vê sosretmayê… Erê ezbenî em bi nanûzikê razî ne, bi sevek têr xew û bê qerebalix razî ne, lê ma bi destê kê dikeve?! Lo herê qurba lo here..

*          *          *
   Erê ezbenî dem bi dûv me de dibeze..  Em jî ji ber baz didin, ta ku em li hev rast bên, li hev biterpilin û bibêjin em hev nas nakin.. Em li stranên  Mihemed Arif Cizrawî guhdarî dikin, ew dengê nêr, ku çiya, zozan û geliyên kurdistanê tîne ber çavên mirov, dema ku strana Eysana Elî, Xerabo, Bavê Fexro û Gula Etrûsî dibêje:
Gulê mehrûmê, çiya bilind in.. Gulê.. Berfê spî kir..
Welle malxerabê, çawa qaz û qumriyan lê hêlîn çêkir..
Gelî gundiyan û cîranan, Gula Etrûsî ya min bû..
De çawa bi xelkê sû kir..
   Erê ezbenî! Bi guhdarîkirina stranên Mihemed Arif re, dem xwe dide alî û winda dibe.. Sînor xwe ji nav nifsan vedidize û namîne. Û wiha her tist disekine; rojên îro, sibe û doh tev disekin in.. Erê, dem disekine bi tenê gotin dimîne.. Gotina dîroka kul û derdan û kêf û sahiyan dimîne.. Xwe eskere dike ku ew,  siltanê demê ye.. Erê ezbenî, gotin siltanê demê ye..

Qamishlo, 10/10/2008

 

F
E
E
D

B
A
C
K