Gotinên xerboqî bûye bingeha helbesta îro ya kurd. Riyeke avrazî ye, lê xem nake, bi kerkûlî be jî em ê divê riya kasonek de bimesin. Dibe ku lingê me li sîxan bikevê, yan jî li kevirên xirêmokî biterpilin. Jiyan hinekî qerqesûn in. Di serê "Mîrê Zirav Bavê Zana" de jî, behsa qîr û tesqeleyên cîhanê tê kirin. Jiyan, bê qîr û tesqele nabe. Zanista statîstîkî ji ber vê sedemê derketiye hole.
Sed sal in ku kurd ji qîr û tesqeleyan xilas nebûne. 30 sal in ku têkosîna gelê kurd ya azadiyê, di radeya herî bilind de tê kirin. Dijmin har e; hejik, darik, dar, devî, ax, av, kevir û kûç dane ber barûda têr sewat û bombeyên biqasî lehtan b ser sere cîhana kurd de dibarînin. Dewletên ku Herêmên Parastina Medya, kêsa navenda têkosîna gelê kurd bombarduman dikin jî, xwedê giravî misilman in. Bi nave xwedê fetwa kustina misilmanan didin.
Ew misilmanên ku xwedê dixapînin, dilê serfermandarên artêsa tirk xwes dikin.
Lewra min xwest, di vê nivîsa xwe de li wênekêsekî, li hozanekî, li helbestvanekî, li nivîskarekî û li siyasetmedarekî bigerim. Û dixwazim bipirsim: Eger mirovek têkosîna gelê kurd a azadiyê resim bike pêwîst e çi bike? Pîcaso dema "Guarnîca" çêkir, çend firçe sikandin, çiqas tuwal behdilandin, çiqas boyax rijand, çiqasî bê xew ma û çiqasî bi xwe re ser kir?
Pêwîst e her kurd pêsî bi xwe re ser bike.Serokê DTP’ê Amedê Necdet Atalay, li ser gora gerila Faysal Kadercî, bi kod nave Amed Hamza got; êdî, çûna ser goran, çûna bin konên sersaxiyê ne bes e, pêwîst e her kes ferdên malbata xwe, cîranên xwe, hevalên xwe razî bike û li dijî vê zulmeta han bikeve nava têkosînê. Ev banga seferberiyê ye…
Pêwîst e her kurd, bi tirsa xwe re ser bike û karibe tirsa xwe têk bibe.
Wênekêsekî ku qet firçe bi kar neanîbe, nikare bibe Pîcaso. Nikare Guernîca jî çêbike. Ji ber ku Guernîca bûye nasnameyek. Gelo pêwîst e her wênekês bibe Pîcaso? Wek mînak; mirov navê Pîcaso li zarokekê bike, wê di jiyana xwe teva de, dikaribe Guernîcayekê çêbike?
Xuya dike ku nav bi tenê ne bes e. Lewra, di têkosîna azadiyê de, tenê kurdbûn ne bes e. Ji ber ku sed sal in, kurdên ji kurdbûna xwe ditirsin serkêsiya kurdan kirine. Hîna jî kurdên ji kurdbûna xwe ditirsin, di serê azadiyê de revok in, ligel serfermandarê artêsa tirk û serokwezîrê tirk kab berdane erdê û di dîwanxaneyên wan de pêlax bûne. Serê 30 salan, kurd ji siyaseta bi gotinên vesartî, revoke û tirosnek xilas kirin. Kurd, êdî siyaseta bi gotinên vesartî nakin. Diziya ji kurdbûnê, sîretên dijmin in. Tirsa ji kurdbûnê jî, tirsa ji zilma dijmin e, berjewendî ne. Pêwîst e her kurd li dijî diziya ji kurdbûnê bike.
Dema dizî kete kurdbûna kurdekî, dikare xiyanetê jî bike. Dîroka kurdan bi mînakên wisa dagirtî ye. Xiyanetê, birayek bûye tastiya dijmin, yek kiriye fîravîn…
Rast e kurd, êdî li hemberî astengiyên artêsa tirk, bi peyatî 14 saetan dimese û xwe digihîne beldeya Rûbarok û avaniya DTP’ê ya hatibû bombekirin û pistre hatibû sewitandin bi coseke mezin vedike. Lê car din mirov dibîne ku di nawîskên ronahiya tabloya têkosîna siyasetmedarên kurd de valahiyek heye. Li hemberî ku siyasetmedarên DTPy’î nuansek bidestxistine jî, bêdengiyeke nexwes, ku mina êsa zirav hinavên mirov bibedinîne, xîse xîs li qirika hinek kesan dikeve. Hemberî ku dijmin siyasetmedarên xaka Kurdistanê jî dikuje, disewitîne, ev çînê li bêndera bexîliyê gêra li ser striyan dikin. Çima hinekî ji rastiyê agahdar nabin? Lê rastî di guhikên bexçikên berjewendiyan de vesartî ye. Lewra, ew nexwesî dibe dilopa nekariya li ser firça wênekêsan, dibe gotina li ser tusa computera nivîskaran, dibe ristina gotina li ser zimanê hozan û helbestvanan. Hîna Pîcasoyê kurd nebûyî, dimire. Hîna Nerûdayê kurd, ne bûyî felc dibe. Hîna Sholohovê kurd, nebûyî lal û ker dibe.
Pêwîst e her kurd bi dîroka xwe re rû bi rû be. Eger kurd, bi dîroka xwe re rû bi rû werin, wê ji dîlketina tengezarî û bêzariya tirsa rastiya xwe jî, xilas bibin. Ji ber ku her mirovê dostê neynikê be, evîndarê lewendiya xwe ye û dostê xwe ye jî.
Hingî, mirov dikare bibêje ku kurd wê dikaribin, ne bi tîpên biçûk û italik, bi tîpên mezin û normal siyasetê bikin.
Di meheke ku "mahya"yên ramazanê bi reklamên ekranên televizyonên ‘ehl-î îslam’ de, dibine demagojî û serê psîkolojîk li dijî kurdan dikin, pêwîst e kurd jî semaxa Vietnamiyan bikin guhar, bikin nivist û hemayilên berxwedanê û bi xwe ve bikin.
Gelo ew qas gotin bes in?!

F
E
E
D

B
A
C
K