Ji 1ê Adarê vir ve li Ewropayê jî heman çalakî hatiye destpêkirin. Çalakiya herî mezin li Strasbourgê ye. 15 kes ji destpêka heman çalakiyê ve di grevê de ne, her 5 rojan carekê jî bi dehan kes, ji cur be cur welatên Ewropayê,  tên Strasbourgê û dikevin heman greva birçîbûnê. Heya naha nêzê 300 kes hatine vî bajarî û ketine vê greva birçîbûnê. Di heman demê de li cur be cur welatên Ewropayê jî, bi giranî di komeleyan de, bi hejmarekê mezin çalakiyên greva birçîbûnê çê bûne. Li hin deran hê jî dewam dikin.

Grevên birçîbûnê cureyekê çalakiyên herî pasîf û demokratîk e. Lê belê li Ewropayê ji aliyê hin derdoran ve heman çalakî weke auto-torture (Iskenceya xwe bixwe) tê dîtin. Lewre, bi taybetî ji salên 2000î vir ve ji çalakiyên grevên birçîbûnê re zêde alîkarî nayê dîtin.

Li gorî çalakvanên li Strasbourgê armanca sereke ya vê greva birçîbûnê ev e; divê rayedarên tirk destûrê bidin parêzerên birêz Öcalan daku ew bikaribin pê re hevdîtinan pêk bînin û jibo çareseriya pirsgirêka kurd bi birêz Öcalan re guftugo bên çê kirin (Di nava rêzedaxwazên heman çalakvanan de azadiya hemû girtiyên siyasî jî heye).

Weke tê zanîn Strasbourg bajarekê navendî yê Yekîtiya Ewropayê û yê Konseya Ewropayê ye. Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û besê wê CPT (Komîteya Lidijî Iskenceyê) li heman bajarî ye. Armanca pêkanîna vê greva birçîbûnê li vî bajarî hebûna navenda van saziyên navneteweyî ye. Lê mixabin, digel ku ev bû mehek û nîv heman çalakî didome û tendurustiya hin çalakvanan ketiye rewsekê xeter, hê jî nêzîkatiyekê layîq ji aliyê saziyên Yekîtiya Ewropayê û herwuha ji aliyê CPT ve nehatiye raber kirin.

Di nava van 45 rojan de çend caran parlementerên ewropî, nûnerên rêxistinên civakî yên herêma Strasbourgê û rayedarên saredariya bajêr hatine serdaniya çalakiyê. Ev serdanî tenê di çarçoveya rêzdariyê de mane, heya naha gavekê bi bandor nehatiye avêtin. Wusa diyar e ku wê heman nêzîkatî dewam bike.

Di derbarê vê greva birçîbûnê de min ji cur be cur derdorên van saziyên li Strasbourgê agahî xwest. Bi kurtayî rayedarên ewropî wuha dibêjin ; «Di derbarê hevdîtinên parêzeran û birêz Öcalan de em nikarin tistekê bikin. Dewleta tirk hemû kiryaran li gorî qanûnên xwe dike. Saziyên ewropî nikarin destê xwe dirêjî pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyê bikin ».

Bêguman ev nêzîkatiyekê parazvanî ye. Di derbarê Kurdan de Ewropî herdem heman tistan dibêjin. Lê belê dema ku mijar dibe pirsgirêka azadiya olî û herwuha ya Kibrisê nêzîkatiya Ewropiyan cuda ye. Tenê di derbarê Kurdan de Ewropî naxwazin xwe tevlî pirsgrêkên « navxweyî » yên Tirkiyê bikin. Divê ev jî weke durûtiya Ewropiyan were dîtin.

Li gorî zanabûna min, divê helwesta Ewropiyan di destpêkê de hatiba nirxandin û armanca vê çalakiyê bastir û bi awayekê realîst hatiba tespît kirin. Carna, digel çalakiyên pir lewend jî, hin daxwaz nayên qebûl kirin. Çalakiya ku daxwaza wî neyê qebûl kirin bandorekê neyênî çê dike. Ez hêvîdar im çalakiya li Strasbourgê bi encamekê neyênî dawî nebe û bi taybetî keda lewend ya 15 çalakvanan vala neçe.

Ev nivîs di Rûdawê de hatiye wesandin

09.04.2012

F
E
E
D

B
A
C
K