Ma seyr e ku kurdek jî stranan bi zimanê ermenî bibeje û di nav xelkên ermenî de bi nav û deng bibe…? Wek ku hûn tev dizanin, Aram ermeniye bi zimanê kurdî stran gotine û dibêje û wiha di nav kurdan de dengvedaye… Ne tenê wilo û bes..? Wî strana kurdî bi gotin û awazên nû gotiye û bi pêşve biriye, ango ji pêşengên strana kurdî a nûjene.. Wî strana kurdî ji kilasîkiya wê rizgar kiriye û bi pêşve birye (Tevî dilmaniya ermenan ji kurdan piştî komkujiya ermenan di roja 24ê nisana 1915 an de ku hin ji wan kurdan jî gunehkar dikin.. ).

   Aram Dîkran e yê ku Cegerxwîn bi me daye naskirin, bêtir ku em Cegerxwîn nasbikin di rêka xwendina dîwanên wî re. Ji ber ku zimanê kurdî qedexe bû û her kesî newêrîbû dîwanên Seydayê Cegerxwîn peyda bikin da ku bixwînin… Ew kesên ku li bal wan peyda dibûn jî, newêrîbûn şanî kesî bidin.. Û wiha ji destpêka salîn şêstî û virede, hin bi hin navê Cegerxwîn bi saya dengê Aram Dîkran bilind bû, nexasim bi wek van gotinên Cegerxwîn:

Şev çê êdî ma tu hew tê lo..

Ez ranazêm kengî bê te xew tê lo..

Ev strana ku di wê hingê de li ser zardevê her mirovekî kurd bû.

   Bi saya Aramê Dîkran hunermendên mîna Seîd Yûsif, Mihemed Şêxo û Mehmûd Ezîz di pêvajoyeke nû re hatin hole û bi saya wê pêvajoyê strana kurdî bipêşve birin, ji kilasîkiyê rizgar kirin…

   Di sala 1966 an de ji bo xwendinê, ez ji gund hatim Qamişlo. Hingî min navê Aram sehkir ku, ew di gel grûpa xwe şahî û ahengên kurd û ermenan li Qamişlo, Dêrikê û Amûdê li dardixîne û tenê bi zimanê kurdî distirîne… Berî sehkirina navê wî, me navê çend neferên ermenî seh kiribû ku stranên kurdî yên kevin dibêjin wek: Karabêtê Xaço di rêka strana Lawikê Metînî de, Milkonê Nadir di rêka strana Felîtê Qutto de… û çend dengbêjên ermen yên din jî hebûn ku stran bi kurdî digotin wek: Bêdrosê Dengbêj… Lê Aram û grûpa xwe a muzîkê gaveke nû bû di vejandina stran û muzîka kurdî de.. Girûpa wî ji çend kesan pêk dihat wek: Sako, Sîrop.. û gelek amûrên muzîkê bikar tanîn wek Dahola biçûk, Cimbiş… û her wiha gelek cûreyên govend û dîlana kurdî li ber dengê wî û grûpa mûzîka wî di hatin gerandin wek: Halayê, Şêxanî, Çeçanê… Wek nimûne ev strana reqsê:

 Wille govend ranabe, bille govend ranabe,

 Xwelî li mêrê xerabe, radizê şiyar nabe lo lo, lo lo lo lo…

   Di eynî salê de, 1966 an, Aram jî bi ermeniyên Qamişlo re çû ermenistanê… Dema ku çên ez wek dîdevanekî çûna wan bûm, bi hevalên xwe re me ji dibistanê bazda û em çûn temaşekirina oxirkirin û xatirxwestina wan.. min bi herdû çavên xwe xatirxwestina jin, mêr, kal, pîr û zarokên ermeniyan dît, dema li otobîsê siwar dibûn û di pencereyên wê re xartir ji hev dixwestin û digiriyan… Û wiha Aram di wê salê de çû Haystanê(ermenistanê). Berî ku here ev strana wî di nav gelê Qamişlo de belav bibû:

Diçim diçim nema têm,

Ez heyrîm çilo bêm..

Lê piştî ku giha Yerîvanê ev stran ji xelkên Qamişlo re şand :

Hatim hatim Haystan,

Gelek xweşe Yerîvan..

   Di baweriya min de ev strana wî bêtir ji bo gerimkirin û sorkirina xelkên ermenî bû bo çûna ermenistanê. Mêzekin ev heru stranên Aram bi kurdî ne/ne bi ermenî ne/ û propagenda ne ji bo ermenan û çûna ermenistanê.. Ev yek xweş nîşane ku piraniya ermenên Cizîrê bi zimanê kurdî xeber didan bêtir ji zimanê ermenî…

   Sebaretî min wek nivîskar û helbestvanekî kurd, ez Aram Dîkran wek hunermendekî kurd dibînim, wî stran û mûzîka kurdî bi pêşve birye û xwe di berde westandiye, bêtir ku hunermendekî ermenî be.. lê her bi nijada xwe ew dimîne ermenî… û wê her navê wî di ferhenga gelê kurd e bimîne zindî. Ez temenekî dirêj û jiyaneke xweş ji hunermend Aram Dîkran re hêvî dikim, bi omîda ku di salên xwe yên dawîn de jî bi merdî peyv û mûzîka kurdî a resen bipêşxîne û bibe kaniyek ji hunermendên ku nû destpêkirine û li ser şopa wî dimeşin.

   Bi vê helkeftinê, ez ji dil spasiya nivîskarê kurd Kakşar Oremar dikim, ku wiha xwe di ber navdarên kurdan de diwestîne. Bêguman wî Aram Dikran yek ji wan navdaran dîtiye ta ku wiha bi kelgiranî pirtûkekê li dor jînenîgariya wî amade dike, ev yek jî ji resenî û kurdewariya wî a paqij û durist dertê, ji bo wî qevdek kulîlkên biharî ji nergiziyên Seqlanê Mema, Eyndîwerê û Dêrika Hemko pêşkêş dikim… Ji Aramê Dîkran re, tenduristiyek çak û rind û temenekî dirêj di şadiyê de hêvî dikim û destekî bilind, bi gurzek nêrgizên Cizîra Botan, di gel dengê wî û ev gotinên xwarê yên seydayê Cegerxwîn, her dem û gav ez di pêşwaziya wî de amade me.

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Zimanê Kurdî

Bi xweş awaz e, letîf û naz e

Zimanê Kurdî

Beyta Feqî ye, kubra Xanî ye

Zimanê Kurdî

Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e

Zimanê Kurdî

Kewkeb çiya ne, kubra teyra ne

Zimanê Kurdî..

Qamişlo, 28/07/2009

F
E
E
D

B
A
C
K