Bi dîtina min, zane û pisporên ku jiyan û kevnesopên civakên Kurdî nasdikin û bitaybetî jî hîna tu kesî ji „rewsenbîr û pêsengen” civaka me Êzdiyan, di derbarê van bûyerên mirovên ku dawî li jiyana xwe tînin de, tu lêkolînên zanistî ne kirine. Eger çend kesan li ser vî babetî, di dibistan û zaningehan de ji bo bidestgirtina „dîplom“e anjî „zertfikat“a xwe lêkolîn kiribin hebin jî,  esas vêga hêjî di nav civakê de gelek kes bas fahmnakin û nizanin ka ji bo çê ev mirovan dawî li jiyana xwe tînin.
Min beriya çend salan, di xembariyeke xwe ya “ji bo rewsenbîr û pêsengên civaka Ezdî ra*1” de jî weha gotibû:” Xusk û birayên rewsenbîr û pêsengên civaka Ezdî, keremkin xwe berdine nava mal, komel û ciyên ku jin, zarok, ciwan, mêr, extiyarên me Êzdiyan lê bela bûne û komdibin. Birênen ka çiqas pirsgirêkên hebûn û tûnebûna endamên civaka Êzdiyan di teorî û piratîkê de hene û dûre ji me re bibêjin ka hûnê çewa bi hunerê fikra pêsketî û bi tifaqa xwe ye demokratîk me kesên belengaz û feqîr ku hîna piraniya me di urf û adetên feodalîzmê de dijîn, ji nava van berjivendiyên kesayetî û nezaniyê xelazbikin.” Belê, mixabin heta vêga hêjî hevgirtineke rewsenbîr, pêseng, mal û komelên civaka me Ezdiya ye xurt tûne.
Lewma jî divê, ez dîsan ligoriya gumanên xwe û çend nêrînên ku di nav zargotina me Êzdiyan de, li ser van bûyerên mirovên ku dawî li jiyana xwe tînin, têne gotin bi kurtasî birêz bikim.
Li goriya baweriya min, eger çaxê gelek ji me ji niskê va, ji mal, gund, hemû rengên jiyana xwe ya berê qutbûn û hatine ketine nava vê saristaniyeke gelekî pêsketî, berfireh û xerîb, ku hingê rewsenbîr û rêberên mal, komel, hêz û dezgehên Kurdî û Almanî rewsa jiyan, çande û kultura wî welatî, bi hawayekî zanistî bi me bidane naskirin û alîkarî bidana pêwendiyên hevpar, kesan(jin, mêr, zarok ûhwd.) û malbatan, wê hingê gelekan ji me jî xwe ji vê saritaniya nû ra amade bikirina û belkî îro evqas zêde kesan jî dawî li jiyana xwe ne dianîn.
Li goriya ku ez dizanim, ji xwe eskere û gelekî zelal e ku sedemên van xwe kustinan ne rewsa abûriya xerab be û piraniya kesên ku xwe dikujin ne ji binemaleke belangazin. Her çiqas piraniya van kesên ku xwe dikujin ne xwendekar bin jî, ewan dîsa dikarîbû bi saya keda testên xwe û hebûna alîkariya vê dewleta ku em tê de dijîn de, gelek daxwaz û xwestekên xwe bînine cîh.
Ez bawerim, ji ber ku ev kesan di nav salan de ji jiyana nû ra amede ne bûne, pêwendiyên wan bi derdorê, ji malbatê û bi hevalan re jî qut bûne, êdî ew hew dikarin bitenê ji pirsgirêkên kesayetî anjî ji nakokiyên di nav mala xwe ra xwedî derkevin,  tendûristiya wan gelekî dikeve xeterê û ji bêhêvîtiyê xwe dikujin.
Ez hêvîdarim ku, êdî dezgehên ragehandinê, berpirs, rêvebir, zane, oldarên civakê û Kurdî li ser vî babetî erkên xwe bînine cîh, bikaribin di nav endamên civakê da eskere bahsa van buyerên xwe kustinê bikin û xelqê siyar bikin. Her weha endamên malbatê jî rastiya buyera xwe kustinê berevajî nekin û ve ne sêrin.
28.08.11
Çavkanî:
 *1 –Ji rewsenbîr û pêsengên civaka Ezdî ra- 23.10.2006- Binêren ev hîna jî di arsîva gelek malperên Kurdî de dalqandiye.

F
E
E
D

B
A
C
K