Helbestvanên ji ava gulê û ji dilopa birînê, bi hêvî, dildarî û xwesiyê re pesik pesik niqutîn ser birînê… Belê helbestvan Selwa Gulî û Fatma Savcî, cardin destên xwe danîn ser dilê bakur û basûriya xwe û dîsa çîroka birîn û evîna van cêwîkên serhildêr di guhê êvara helbesthezan de xwendin…

Belê di 16/11 2008-ê de, li bajarê Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî bernameyeke helbestxwendinê hat li dar xistin. Guhdarên ku ji nivîskar û helbesthezan pêk dihat dilên xwe, bi helbestên kurdî yên ku ji azadî, evîn, hestên welatperweriyê pêk dihatin sustin…

Selwa Gulî û Fatma Savci bi gul û mûman re, di guhê êvareke cemidî de, rihê welatekî perçekirî, dilê jinên ku bi sewq û agir rapêçayî wiha pispisandin:

Koça min ne belasebeb e,
Ne pey gotina xalxalokê ketim,
Ne Qesîdeyekê ez li ber xwe birim.
Çuyin,
Di destê min de
Xeydek ji kulîlka sedefê ye…
Sev,
Nahwirîneke dur li valahiya malên Heskîfê,
giriyekî hûrik hûrik,
nalîneke xunav xunav
li payiza helbesta min,
û li ser kêlên destanên bêxwedî ye… (Fatma Savci)
 
Ez li welatekî sor ji dayîk bûm.
 pistî rokê çengêt xwe bask kirîn,
 bûm egîdek û min sev sopand
 mam di qedera spêdê de?
 çi zengila li bin guh min nehajot.
 Li ser birînêt zox-girtî min lorand,
 û kendala li min vedigêra.
 Xewn li xemêt min bûn heval.
 Erê  keça bakur.
 Min ne ji mirinê kar kir..!
 Çar gezêt cangê spî.
 Ew jî ji ber kifnê,
 mêrxasêt gûndê me mabû.
 Erê, ji ber egîda mabû..!  (Selwa Gulî)

F
E
E
D

B
A
C
K