N-VA, partiyeke nuh e û pirraniya kadroyên wê ji nav malbata Volksunie (Yekîtiya Gel) ya berê tên. Ev bû helbijartinên sêyemîn ku derbas dike. Cara yekê (2010) bes bi yek parlementerî ketibû nava parlemento, cara duyê (2007) tev partiya konservaîf CD&V bi 8 endaman di parlemento de xebitî. Du salan kete nav hikûmetê, ji sedema pêkneanîna sozên hatibûn dayin xwe jê kishandibû. Zimanê zelal, programeke heshkere, bi bawerî û degeli partî di nava xelkê de ciyê xwe stend. Serokê partiyê Bart De Wever, di vê serketinê de roleke mezin lîst. Bi qasî 765 000 ra stend. Yek ji sê kesan dengê xwe dayê. Di dema xwe de ew di pêshbirkeke televîzyona Beljîka de jîrtirîn meriv der çûbû. Lê bê goman, serketina N-VA ne bes ji sedema wî wek serok e. Rêxistiniya ku ev çend salan di nava partiyê de pêk hatibû bû sedema vê serketinê. Kadroyên bi bîr û bawerî, ji her qadên nava civakê, zanîngeh û komele, tev weke yek destî ev serketin bi derfet kir. Encam ji 8 parlemnteran hejmar çû 27a. Bi temamî 28 %. Di senatode jî bûne 8 kes.  32 %.
Li aliyê Fransizî, Partiya Sosyalîst bi 35 % hejmara parlementeran giha 26 heban. Pozisyona vê partiyê hê qewîntir bû. Lê dîsa bi yek kursî ji N-VA kêmtir e. Pey wê re di parlementoya Beljîka de Lîberalên MR ku gelek deng hunda kirin fraksiyona 3mîn pêk tînin. Konservatîvên Flaman CD&V ciyê çaran û pey re partiya sosyalîsta Flaman û lîberalên Flaman tên. Nasyonalîstên Flaman jî pey hundakirineke mezin bi 12 parlementeran ji nuh de di parlemento de ne.
Li Beljîka çi dikare were guhertin ? Gelek kes û hêz bawer dikin ku ewê pêkanîna hikûmeteke nuh li Beljîke bikeve qadeke dijwar de. Ez ne div ê bawêriyê de me.
Pirsigirêkên BHV (Bruksel-Halle-Vilvorde), ewlekarî, bêkarî û xerîban girîngtirîn mijar in di rojeva N-VA de. Ji xwe ev mijar bûne sedema hundakirina partiyên ku hunda kirin. Bi salan e ev pirsgirêk hene û heta niha ti çare ji wan re nehatine dîtin. Her dçe ev pirsgirêk mezintir dibin. Li aliyê Flamanan partiyên di hikûmetê de xwe ji nasyonalîzma dewletê azad nekiribûn. N-VA ev dîwar hêrivand û rojeveke gelêrî-herêmî da pêsh. Di aliyê Fransizan de hemû partiyan heta niha jî ev nasyonalîzma dewletê ji ser xwe neavêtibin jî ji neçariya wan di warê aborî de ye. Pêdiviya aliyê Fransiz bi alîkariya aborî ya Flanderen heye. Û ev yek ewê pozîsyona N-VA xurt bike. Bêyî vê patiyê hikûmet dijwar e, bi vê partiyê re jî ewê partiyên siyasî ku bixwazin bikevin nava hikûmetê, mîna Partiya Sosyalîst, mecbûr dimînin gelek tawîzan bidin. Ango, ji bo pêkanîna hikûmetê ewê ji her du aliyan pirr tisht werin dayin û pirr tisht jî werin stendin. Pêdiviya hikûmeteke bi îstikrar heye. Yekîtiya Ewropa li benda vê yekê ye. Jib o çareseriyeke demdiêj her du alî mecbûrê hev in. Bi lihevhatineke dayin û stendinê ev çareserî pêk tê. Hikûmeteke liberal-gelêrî, konservatîf  ji aliyê Flamanan û sosyalîst, kesk, belkî jî lîberal ji aliyê Fransizan di rê de ye.
Di nava hemû partiyan de namzedên dostên Kurdan hebûn. Mixabin çend hevalên me hew hatin helbijartin. Lê dîsa helbijartina gelek dostên me yen ji nav parlementerên berê û kesên nuh hêjayî  gotinê ye.  Hejmara dostên me du qat zêde bû.  Xebata ku bi dehsalan tê kirin ewê ji niha pê de di çarçewa xebata Interparlementerian Workgroup The Kurds de di nava avahiya Parlemento de hê xurttir berdewam be.
Sê kes ji Turkiyê di nava bijartiyan de hene. Du Turk û yek Kurd. Yek ji Turkan û ya Kurd xwe Beljîkî dibînin. Di hevpeyvînên xwe bi medya Beljîkî re ew xwe Beljîkî û ‘Turkiye’li’ dibînin. Yê sêyemîn safkan Turk e û ji partiya sosyalîst e. Ji me re bes gotineke ji aliyê Kurdên Kafkasê dimîne : ya bi xêr !
[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K