Hêrisa ku spêdeya roja pêncsemî demjimêr 5 î spêdê bi sêwekî hovane ji aliyê polîsên Beljikî ve bo ser ROJ Tv î û saziyên Kurdistanî em liser nave institute kurdî ya Elmanya û endam û dustan bi tundî sermezar dikîn. Di dîroka ewropa da gelek hêrisên bi vî awayî  yên dijî mirovatiyê liser gelê kurd pêkanîne, her ji hêrisên xaçperêsan bo rojhelata navîn taku parçekirina Kurdistanê di peymana Sêver da û alîkariya rijêma Iraqê û frotina çekê kîmiyayî yê di qada nêvnetewîda hatiye qedexekirin taku bazar di gel dewleta Turkiya û welatên Kurdistan dagîr kirî û kompiloya li hember berêz A.Ocelan û …htd jibo vêjî gelê kurd divê qonaxê da xwedî helgirê nama astî, demokrasî û biratiyê ye. Vê qonaxê bandore xwe liser dewleta Turk û yên herêmî kiriye lê bi zanebûn weke her car welatên rojava dixwazin bazarê xwe liser xwîn û jinavbirina Kurdan pêkbînin û çekên xwe bifrosin welatên Kurdistan dagîr kirî. Ev nêrînên hovane û di paytexta ewropa da weke hêrisên leskerî û tîrorê bo ser dezgehek weke ROJ Tv ku dengê gelê kurde û xwedî namek pîroze bi sêweyê stran, kultur û sirove û ramanên cuda xwe digehîne hemû malan û hemû cihan ronî dike. Di sîstema nûya cîhanî da liser nave yekgirtin, dîmokrasî û mafê mirov dixwazin maskên bi qrêj bikar bînin û dostên xwe bi hêrisên li dijî gelê kurd qaîl biken. Em carek din jibo raya gistî ya nêvnetewî askera dikîn û dibêjîn; dîrok sahida gelek bûyerên ji van mezintire lê nikariye gelê kurd ji doza xwe dûr bixin û baweriya wan û viyana wan ya azadiyê kêm bikin. Dibe  ku wan gelek bedelên xirab jî dabin û nikaribin gelê kurd bê bawerî bihêlin. Herwesa kesên ku bûne nwênêrên astî û diplomasiya kurdî li ewropa nabe bi çi sêweyî kesên ku bivî karê pîroz radibin biken armanca hêrisên xwe yên hovane. Em vê yekê bi karekî tîror û dervey qanona nêvnetewî  û mirovatiyê dibînin. Ji bo vê jî em bangî hemû aliyên cîhanî dkîn ku bi zutirîn dem ev karê hovane bête rastandin û bedelên sasiyên xwe biden û daxwaza lêburînê ji gelê kurd bixwazin. Herwesa bang li rusnbîr, rêkxistin û saziyên kurdistanî dikîn ku li hember van hêrisan bê deng nemînin û hemû dengê xwe biken yek û rûmeta gelê kurd biparêzin.

F
E
E
D

B
A
C
K