Çi hevdîtinên di navbera hikûmeta AKPê û partiya DTPê de, çi hevdîtinên di navbera rêbertiya kurd û dewleta Tirk de bin, ew wê di coka xwe de herikîna xwe bidomînin. Dibe ku dem bi dem hevdîtin werin qutkirin, astengkirin, lê pişt re dîsa bên domandin û wiha di nava hev de bimeşin. Hevdîtin heta encameke berbiçav derxînin holê û piştî wê jî bi demekê wê bidomin. Dibe ku ev qasî salekê biajon, dibe ku qasî deh salan û zêdetir biajon. A grîng domandina hevdîtinan û ji wana girtina encaman e. Bê guman ger hevdîtin encaman dernexînin holê, wê demê fêdeya domandinê jî namîne. Her hevdîtinek divê encama xwe derxîne holê.

Di vir de tişta grîng ew e ku mirov xwe nexe nava hêviyên devjixweberdanê. Bi taybetî aliyê kurd divê xwe ji rewşeke wiha dûr bigre. Niha hinek derûdor dikarin bêjin, “Çawa be, bi rêbertiya gelê kurd re hikûmetê hevdîtinên çareseriya pirsgirêka kurd dane destpêkirin, wê di demeke kin de bigihêje encamê, ji bo wê pêwîst nake em zêde xwe biwestînin, em li hêviyê bimînin!“
Fikr û ramandina bi vî awahî ne baş, ne rast û ne di cih de ye. Berûvajî divê were zanîn ku dewleta tirk herî zêde, di dema hevdîtinan de wê bixwaze aliyê kurd tasfiye bike. Yanî xwesteka çareseriyê û ya tasfiyekirinê wê ser bi ser bimeşe. Ger aliyê kurd berê rojê 24 saetan ji bo têkoşînê kar dikir, divê niha rojê 48 saetan kar bike. Yanî karê du rojan di rojekê de bike ku ti rêka xafletê li ber dewletê vekirî nehêle.
Dema destpêkirina hevdîtinan divê nebe demeke devjixweberdanê, berûvajî bibe demeke zêdetir bi coş, heyecan, xwestek û vîn çûyîna bi ser kar û xebatê de.
Ger aliyê kurd wiha bike, wê bikaribe rê li ber dek û dolabên dewletê ên gumanî jî bigre. Ji bo wê divê hewldan û xebatên sazkirina XWESERIYA DEMOKRATÎK ji lez û beza xwe tiştekî kêm nekin. Divê kesek nebêje, “Me biryara xweseriya demokratîk girt, lê ka em binêrin bê wê encama hevdîtinan bibe çi, ji bo wê em niha ti gavê neavêjin, li gorî hevdîtinan tevbigerin.“
Ev vegotin bi tena xwe wê aliyê kurd bixe nava xefletê. Divê ti kurdekî hişmend wiha nehizire. Berûvajî divê bêje, “Bi biryara me ya xweseriya demokratîk, dewleta tirk pêwîst ma ku hevdîtinên çareseriyê bide destpêkirin. Wê demê em di pratîkirina vê biryara xwe de çiqase gavên xurt biavêjin, wê dewlet jî ewqasî pêwîst bimîne bikeve ser rêka çareseriyê.“
Ya rast ev e û divê aliyê kurd wiha tevbigere. Ji bo wê di serî de şaredariyên kurd, partiya kurd, rêxistinên civaka neferme yên kurd tev her yek ji hidama xwe de dest bi sazkirina sazûmana xweseriya demokratîk bikin.
Niha boykotkirina dibistanên tirkî di rojevê de ye. boykot vê hefteyê bi dawî dibe. Wê zarokên kurdan dîsa biçin dibistanên tirkî. Divê kurd xwe bi vê yekê tenê bi sînor nehêlin. Her şaredarî ji niha ve li beldeya xwe ji bo zarokan kreşên bi kurdî û dibistanên jêrseretayî yên bi kurdî veke. Zarokên sê-çar-pênc û şeş salî li wan deran ji niha ve bixe nava fêrbûna kurdî. Lîstikên kurdî, stranên kurdî, çîrok û çîvanokên kurdî bide ber wana.  Xweseriya demokratîk vê yekê pêwîst dike. Yanî te xweseriya demokratîk beyan kiriyî lê li beldeya te dibistaneke ku zarokên di binê heft salî re bi zimanê dayikê ji dibistanê re amade bike tine ye. Wê demê te xweserî ji bo çi îlan kir?
Di vê demê de her şaredarî ji xwarin û vexwarinê grîngtir pêwîst e li ser perwerdekirina zarokan raweste. Zarok dema tên heftsaliya xwe pêwîst dimînin herin dibistana tirkî. Dewleta tirk bandoreke wiha li ser kurdan ava kiriye. Bi sazkirina sîstemê ango bi darê zorê wana dibe. Lê ji bo zarokên temenê wana di binê heftsalî re pêwîstiyeke wiha nîn e. Her şaredarî dikare di hinava xwe de yek, du, sê avahiyan –li gorî pirbûna gelheyê- ji bo perwerdehiya zarokên di binê heftsalî re veqetîne. Bi sedan mamosteyên welatparêz ên bê kar mane hene. Wekî seferbertiyekê dikare ji van kesan sûd wergire.  Bêje; “Ji bo xizmeta xweseriya demokratîk her yek ji we rojê du saetên xwe bidin zarokên kurd“. Bi sedan û hezaran mamoste wê vê yekê bi dil û can bikin. Zarokên biçûk li wê derê bi lîstikên kurdî, stranên kurdî, çîrokên kurdî mezin bikin. Heta ew zarok bigihêjin heftsaliya xwe wê bingehekî baş û xurt ê kurdî bigrin ku êdî herin dibistana tirkî jî, zû bi zû nikarin werin asîmîlekirin.
Niha wekî gava yekemîn a xweseriya demokratîk, ev gav dikare were avêtin. Avêtina vê gavê pêwîstiyek e û erkeke welatparêzî û şoreşgertiyê ye. Em hêvîdar in ku rêxistin, sazî û partiyên me ên li Kurdistan û metrepolên Tirkiyê di nava kurdan de kar dikin, ji bo zarokên kurdan bi vê erka xwe re rabin û wekî pêwîstiyeke bicihkirina xweseriya demokratîk ji xwe re bikin proje û bidin ber xwe, pêk bînin û bimeşînin.

 

F
E
E
D

B
A
C
K