Di encama van niqas û nivîsan hemû de rastiya derketiye holê ew e ku, çi ji aliyê raya gistî ya tirk de be û çi jî ji aliyê raya gistî ya kurd de be, çawa dibe bila bibe hewldanên ji bo rawestîna ser dikare pistgiriya girseyan bigire. Ev weke merheleyekê nû ye û hêviyan diafirîne.

Di sernivîsê de min gotiye « hevdîtinên  », jiber ku ev ne cara yekem e ku di navbera PKKê û rayedarên saziyên ewlekariya dewleta tirk de hevdîtin çê dibin, heya niha pir caran dan û standin çê bûn in. Lê belê, mirov dikare vê hevdîtina ku bûye mijara gotinê weke gavekê destpêka pêvajoyekê nû bibîne. Hevdîtinên ku dema borî pêkhatî nebûn in mijara niqasan û ew ji raya gistî hatine vesartin.

Hikûmeta AKPê hevdîtina PKK-MITê înkar nekir. Lê belê heman hevdîtinê, an jî hevdîtinan, weke xebata asayî ya saziya MITê danin nasandin û li serokê MITê Hakan Fidan xwedî derketin. Çendî di dema ku hevdîtin pêkhatî de Hakan Fidan alîgirê mustesarê serokwezîriyê be jî, heman xebat di bin berpirsyartiya MITê de pêk hatiye û tevlêbûna Hakan Fidan jî weke parçeyekê heman saziyê bû ye. Dema ku mirov pozisyona Hakan Fidan ya vê demê digire bar çavan, bas dixûyê ku ew bi armanca xweperwerdekirinê besdar bûye. Lewre, ez nikarim bêjim heman hevdîtin di navbera PKK û Hikûmetê de pêk hatiye.

Tê zanîn ku ji 16’ê Tebaxê vir ve dewleta tirk serekê awarte li dijî hêzên PKKê dimesîne. Li gorî daxûyaniyên rayedarên hikûmeta AKPê, di demekê kurt de wê opêrasyona bejayî li dijî hêzên PKKê ên li Basûrê Kurdistanê pêk were. Herweha tê dîtin ku ji mehekê vir ve bi sedan rayedarên BDPê, di nava wan de serokên saredariyan jî hene, hatine girtin. Dema ku mirov van kiryarên dewleta tirk dibîne bas tê fêmkirin ku hevdîtinên ku heya naha bi PKKê re pêk hatî tenê bi armanca têkbirina hêza gelê kurd bûn in.

Di çapemeniya kurd de (bi taybetî di hin malpereyan de), di derbarê heman hevdîtinê de, nerazîbûna hin derdoran tê dîtin û daxwaza guftugoyên askere tê ziman. Ez bixwe jî wusa difikirim, divê hemû guftugo bi awayekê vekirî pêk werin daku raya kurd (herweha ya tirk jî) bikaribe encamên wan bisopîne. Eger wusa nebe mirov nikare ji heman hevdîtinan, an jî, çawa ku hin derdor dibêjin, ji heman guftugoyan tistekê hêvî bike.

Di encamê de ez dixwazim vê jî bêjim ; qasê ku min ji tomara dengê wesandî fêm kir, di hevdîtina mijara gotinê de zimanekê dîplomatîk û herweha yê guftugokirinê nehatiye bikaranîn. Dibe ku tomara deng bi zanistî hatibe amade kirin, lê belê di yê ku hatî wesandin de mirov bi awayekê pir zinde serdestiya rayedarên MITê hîs dike. Lewma pir pêwîst e ku hêzên kurdan xwe ji guftugoyan re bas amade bikin û di hevdîtinan de serdestiyê nedin heyeta dewletê. Ev jî dikeve asta mijarekê perwerdeya siyasî û dîplomatîk.

Ahmet DERE / 26.09.2011

Ev nivîs de Rûdawê de hatiye wesandin
Ahmet Gulabi DERE / Journaliste, Ecrivain /Adresse du Blog personnel : http://farasinfr.blogspot.com,
[email protected] /[email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K