1. Bi kurtî jiyana te û sedema derketina te ya ji welêt

Derwês M. Ferho: Ez ji gundê Mizîzexê, girêdayî qeza Midyadê, me. Min jî weke hemû zarokên Kurdan ku li gundan mezin bûne jiyaneke tijî bîrên xwes û ne xwes jiya me. Pirraniya tistên xwes di nava jiyana Kurdî de bûn. Ziman, orf û aded, civak, rabûn û rûnistin, xwarin û vexwarin tev Kurdî bû… Tistên ne xwes jî ew bûn ku ji aliyekî ev hebûna Kurdî bindest bû û besekî mezin ji civaka me ya Kurd alîgirê dewleta Tirk bûn. Îxanete mezin li ber çavan bû. Ango, civaka azadîxwaz û ya îxanetê bi hevra dijiyan. Û em belabûna hêzên me yên azadî- û astîxwaz jî jibîr nekin. Ew derdekî herî mezin bû û hê jî dewam dike.

Ji sedema rewsa zehmet û nerehetiyên wê demê, zilm û zora dewletê li ser gelê me, mîna gelek kesan ez jî ketim nava xebata siyasî. Xebateke li gora emrê me û zanebûna me bû. Siyaseta di salên xortaniyê de…Ev xebata siyasî û heta dereceyekê xebata kultûrî min di nava salên xwendegeha navîn de bi hevalbendan re dimesand. Xebateke xwîngerm. Bi temamî, ji dil û can Kurdane bû. Di dawiya xwendinê de hin problemên min û hevalbendan, tev xwendevanên Xwendegeha Navîn (Ortaokul û Lise) ji navçê bi meqamên dewletê re çêbûn. Bi qedandina xwendegehê re ez ber bi Stembolê çûm. Li wira jî ebor nebû. Min qerar da ez derkevim Ewropa. Di dawiya meha Kanûn 1976 de ez ji Tirkiyê derketim û di ser Elmanya re di destpêka sibata 1977 de hatime Beljîka. Ji wê demê vir de ez li vira me. 
Pas hînbûna ziman min sê salan xwendina bilind (Science of Readaptation), bi giranî psîkolojî û pedagojî ye. Xwendina min di ber karê min re bû lê dîsa di 1983-1984 de min dîploma xwe stend.
  
3. We kengî Enstîtuya Kurdî ya Brukselê vekir, di destpêkê de xebata we çawa bû?

Derwês M. Ferho: Dema ez hatime Beljîka Kurdên ku xwe weke Kurdan didin naskirin yan jî weke Kurd dijiyan pirr kêmbûn. Komeke Kurdên ji Basûrê hebûn. Tevayiya wan xwendekar bûn. 13-14 kes û bi bursên xwendinê ji Otrîsê (Austria) hatibûne Beljîka. Besê Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa li Beljîka vekiribûn. Min jî biqasî salekê bi wan re kar kir. Lê ew bi temamî endamên partiyên siyasî bûn. PDK û YNK. Pas salekê xebata bi hevra min dît ku 99 % ji xebata wan ber bi Basûrê Kurdistan e. Min biryar stend ku li Kurdên Bakur, Rojhilat û Basûrê piçûk jî bigerim. Bi hezar zehmetî min ses Kurd dîtin. Bi hevra em dibûne heft kes. Ses ji Bakur û yek ji Basûrê piçûk. Pas çend civînan di navbera me de me biryar stend ku em komeleyeke kurdistanî vekin û xebateke xurt bimesînin.  
Bi vî awayî me bi navê Yekîtiya Karker û Xwendevanên Kurd li Beljîka – TEKOSER- vakir. Ev rêxistaina heft
kesî bû bingehê Enstituya

niha. Sala pêsin min serokatiya vê rêxistinê kir. Ji sala duyemîn heta 1996 me serokatiya rêxistinê da kesekî din. Di 1996 de dîsa ez bûme serokê Enstituyê û heta niha karê xwe didomînim.

4. Erkên Enstîtuya Kurdî ya Brukselê çine û niha xebata we çawaye?

Derwês M. Ferho: Di destpêkê de me du hedefên sereke dan pês xwe. Yek, agahdarkirina civaka Beljîkiyan û biyaniyên li Beljîka li ser pirsa Kurdan, du, alîkariya Kurdên li welêt û diyaspora Kurdan. Li ser wî esasî me hem xebata xwe ya rojane û hem xebata medya li ser esasekî qewîn danî. Bingehê herî esasî me xaniyê Enstituyê kirrî. Ji 1993 û vir de xaniyê ku Enstitiu tê de ye malê Enstituyê ye. Ev bû sedema xebata me ku her tim bikaribe bimese.
Di aliyê din de ev xebatên rojane hene: Fêhra zimanan (Frensizî, Flamanî û Kurdî), Fêhra nivîs û xwendinê, Kusên civakî, alîkariya sagirtan di dema xwendina wan de, alîkariya civakî, xebata wergerê, pirtûkxane û arsîv, amadekirina çalakiyên agahdrî û kultûrî, amadekirina konferansan li ser mijarên cihê.

Wesanên Enstituya Kurdî ya Brukselê

Nederlands
1. De Onafhankelijkheidsdroom v/d Koerden, illusie of realiteit, Chris Kutschera, 1999
2. Dossier Koerdistan, Geschiedenis, 1989
3. De Koerdische Lente, Ahmed Bamarni, 2000
4. Gevangenis Nr. 5, 11 jaar in de Turkse gevangenis,  M. Zana, Belevenis, 1997
5. De Koerden en Zelfbeschikkingsrecht, Katy Verzelen, Onderzoekswerk, 1997
6. De Koerden,  een volk op weg naar zelfstandigheid, Veerle Van Beeck, 1998
7. De Koerden in de voormalige Sovjet Unie, H. Taels, Onderzoekswerk, 1997
8. Dr. A. Ghassemlou, Man van vrede en Dialoog, Biografie, 1997
9. Hêlîn Rook Naar Boomhars, Suzan Samanci, Verhalenbundel, 1998
10. Ik was een Kind in Koerdistan, Mahmut Baksi, Jeugdroman, 1998
11. Hêlîn, Mahmut Baksi, jeugdroman, 1998
12. Lied der Aarde, Poëzi, Medeni Ferho, Tigris, 1983
13. De Zaak ÖCALAN, Turkije, het Westen en de Koerden, P.Vanden Baviére (red.), 1999
14. De Koerden Tussen Europa en Turkije, Bert Cornillie, (red.), 2001
15. De kwestie Iraaks Koerdistan, Derwich M. Ferho, Lieve Driesen, 2002
16. De Koerden in Irak en de internationale houding, Derwich M. Ferho, Lieve Driesen, 2002
17. De onderdrukking van de Koerden in Turkije, een misdaad? Hugo Van Rompaey, 2003
18. Mensen en Volkerenrechten in Syrië: De Koerdisch Kwestie, Wim Beelaert, 2004
19. Kruitvat Kaukasus, N. Vanderscheuren, E. Zeynalian, F.De Pauw, H. Van Rompaey,   D.M.Ferho, 2004
20. Koerdisch – Nederlands, Derwich M. Ferho, voor mensen op reis in Koerdistan, 1979
21. Cigerxwîn, poëzie uit Koerdistan, Tigris, 1987

English
22. The Kurdistan File, History, 1988
23. Kurdish Nationalism in Mam û Zîn of A. Khanî, F. Shakely, 1992
24. Kurds Have the Rights to speak Kurdish, Hugo Van Rompaey, 2005

Français
25. Dossier Kurdistan, Histoire, 1989
26. Costumes et Tapis Kurdes (en couleurs), J.M.C. & P.J., Album, 1995
27. Les Kurdes de ex-Union Soviétique, Herman Taels, 2003
28. La Turquie, l’Europe et les kurdes, Paul Vanden Bavière, 2004

Kurdî
29. Binêr… Ez Mezin dibim, agahdarî li ser mezinbûna zarokan ji 0 heta 3 saliya wan, 1997
30. Jana Geft Salan, Sahînê B. Soreklî, helbest, 1998
31. Memê û Eysê, Taharê Biro, sano, 1991
32. Kurdên Tirkiyê di dema herî nuh da, M. A. Hasratyan, dîrok, 1994
33. Dîroka Kurdistan bi Kurtebîrî, E. Cemîl Pasa, dîrok, 1995
34. Dîwan 3, Feqir Ahmed, helbest, 1998
35. Digirê, Mihemed Abbas, helbest, 1998
36. Letîf Helmet, Xelîl Dihokî, helbest, 1997
37. Dengê Roja Dîl, Derwich M. Ferho, helbest, 1985
38. Evîna Reben, Derwich M. Ferho, helbest, Nûdem, 1996
39. Hêvî û Jiyan, Derwich M. Ferho, helbest, bi Perî re, 1999
40. Marê di Tûr de, Medenî Ferho, roman, 1999
41. Zîlan, agir û stranên jiyanê, Medenî Ferho, helbest, bi Perî re, 1999
42. Bîr û Raman, Rojan Hazim, 2001
43. Paseroj, Rojan Hazim, 2005
44. Ji Meresê xeberek hat, Alî Alxasî, bi Perî re, 2003

Türkçe
45. Bize Bir Felsefe Lazim, Serefxan Cizîrî, 1999
46. Kawa efsanesî, Nêrgîza Torî,1987
47. Muhtasar Hayatim, E.Cemîl Pasa, 1991
48. Muhtasar hayatim, E. Cemil Pasa, Beybûn, 1992
49. Kurdistana Sevgiler, Rojan Hazim, 2001
50. Eski Sovyetler Birliginde Kürtler, Herman Taels, Perî, 2001
51. Kürtçe – Türkçe,  turistik gezide asgari ihtiyaci karsilamak için el kitabi, Derwich M. Ferho, tükendî, 1979
52. Mapusluk Gerçegim, Medeni Ferho, siir, 1993

Tijdschrift
– De Koerden, twee maandelijks, 6 nummers per jaar
Info bulletin
– Les Kurdes Dans Actualité (six numéros par an)

Brochures
– Koerdisch-Nederlands, voor de dagtoeristen in Koerdistan, Derwês. M. Ferho, 1979, qediyaye-uitgeput
– Kürtçe-Türkçe, pratik kürtçe ögrenmek isteyenler için, 1979, tukendi
– Mensenrechten in Turkije en de Koerdische kwestie, Europees Parlement, 1997, uitgeput
– De Belgische Delegatie naar Turks Koerdistan, 1998
– Navenda PEN a Kurd, 1998, uitgeput
– Een dam tegen de stuwdammen, 2000
– Le Genocide Kurde, 2000
– Ontheemde Koerden klem in Turkije, Carlma Van Os, 2001
– Koerdisch Jongeren Zoeken Elkaar Op, Brussel-Stockholm -Brussel, 2000, uitgeput
– Krîterên Kopenhagê, 2002
– Mensen en Volkerenrechten in Iran, 2003, Rapport Conferentie Brussels Parlement
– Het Toetredingsproces van Turkije tot de Europese Unie en de Koerdische Kwestie, Rapport  Conferentie Europees Parlement, 2004
– The Call to justice, The Legacy of Gaudium Et Spes 40 Years Later, Also For The Kurds, Rome, March 16-18 2005, Hugo Van Rompaey, uitgeput
– Turkije, klaar voor de Europese Unie

5. Wek tê gotin hun dixwazin li Qafqasyayê jî saxên Enstîtuyê vekin. Gelo armanca we ji vê çiye?

Derwês M. Ferho: Ev ji aliyekî xewneke me kevn e û ji aliyên din hêviyeke me heye ku em vê xewn û hêviyê ne bes li Kafkasan pêk bînin. Li her ciyê ku kurd hebûn û hene dixwazin vê xebatê bikin. Li sax yan navêndên Kurdî arsîv û bibliotêka Kurdan li hev bicivînin. Di van rojan de ya li Tbilîsê pêk tê. 
Her çend e nêta me ya sereke li Kafkasya jî saxekî Enstituyê bû jî vê dawiyê em li ser amancekî din disekinin. Navendeke ku li ser bibliotêk û arsîva Kurdên Kafkasê bixebitê.
Sedema vê yekê ev e ku, mîna li her cî, Kurd ne xwedî arsîv û daxwaza pêkanîna vê pirsê ne. Ji dema ku min berpirsiyariya Enstituyê hilda ser milê xwe, min giringiyeke mezin da pirsa arsîvê. Hem li Beljîka, li Bruksel û Atwerpen, hem li dervayê Beljîka em ji bo berhevkirin û parastina arsîva Kurdî ne. Ji bo vê pirsê Enstituya Kurdî ya Brukselê bi Zanîngeha Leuven, Zanîngeha Gent, Zanîngeha Antwerpen û Bibliotêka Qraliyetê ya Brukselê re xebat kiriye. Vê kêliyê li van ciyan gisan ciyekî teybetî ya bilbliotêk û arsîva Kurdî heye. Bi teybetî li Antwerpen, di bin parastina ADVN de ciyekî teybetî û fereh ji bo bibliotêk û arsîva Kurdî heye. Ew hebûna li wira her tim malê Kurdan dimîne. Kîjan roja em bixwazin ev hebûn diçe Kurdistan yan jî li ciyê dilê me dixwaze berhev dikin. Bi van sertan em û ADVN li hev hatine. Lê heta wê demê arsîv ji bo her kesî vekiriye û jê fêde dike.
Di dema çûn û hatinên min yên ber bi Kafkasya de min bi berpirsiyar û rewsenbîrên Kurd re û ehlên wê derê axaft. Di nav van kesan de ji aliyê Kurdan, Prof. Maximê Xemo, Prof. Sekiroyê Xudo, Prof. Karlanê Çeçan, Prof. Çerkezê Res, Keremê Anqosî, Keremê Seyad, Emerîkê Serdar, Îsko Dasenî, Egîd Mîrzoev, Grîsayê Memê, Rizgan û ji aliyê ehlên wê derê jî, çend prof û rewsenbîrên wan welatan û Stî Sandra Roelofs, xanima serokkomara Gurcistanê jî hene.
Di destpêkê de nêta me hebû ku em hebûna arsîva Kurdên Kafkasê li hev bicivînin û li ciyekî parastî deynin. Lê me dît ku ev projeyeke zehmet e. Dem û îmkan jê re divin. Ji bo vê yekê me biryar stend ku em li welatekî ji Kafkasê ciyekî bistînin û li wê derê vê xebatê bidin mesandin. Û me li Tbilisi, li peytextê Gurcistanê malek stendiye. Di nêzîk de ev cî dikeve faaliyetê û hêvî ew e ku ew xeyal û hêvê hêdî hêdî bi cî bibin. Hêdî hêdî berhevkirana arsîv û tistên doin li ser Kurdên Kafkasê.  

6. Hun wek saziyek Kurdî rewsa niha a Kurdan çawa dibînin?

Derwês M. Ferho: Ji sed sal û vir de cara pêsin e ku Kurd ketine qonaxeke herî giring. Ji sed sal û vir de ti carî Kurd nebûne xwedî sensekî mîna roja îro ku bibin xwedî tistek. Ew dikare bibe federalism, dikare bibe xwedîbûna mafên kultûrî, dikare bibe azadî û serxwebûne besekî ji Kurdistan yan temamiya wê… Çi dibe bila bibe. Ya giring ew e ku ew îmkan û merc hene. Di roja îro de li Basûr hevsar di destê Kurdan de ye. Dewleteke nîv resmî heye. Li Îran û Suriyê sert xuya ne. Cîhan bi tevayî hemberê van her dû dewletan e. Tirkiye di rojeke zehmet de dimese. Ji bo endametiya Yekîtiya Ewropa zor li ser e û divê xwe biguherê. Dimîne ser Kurdan, hêza wan ya siyasî li ser rewsa siyasî ya derdorê wan û rewsa siyasî ya cîhanê. Eger Kurd pêk bînin û bikaribin rewsê ji bo bercewendiyên gelê xwe biguherin ewê weke netew bikevin nava netewên cîhanê. Na, eger ew pêk neênin, zehmet e. Carek din ku ev sens bikevin destê Kurdan çiqa sal diçin ne xuya ye.

7. Bernama we a pêserojê çiye? Hun dixwazin di rojên pês de çi xebatê bikin?

Derwês M. Ferho: Em xebata xwe di nava çarçewa ku min li jor got de dewam dikin. Eger em çend mînakan ji xebata xwe ya pêserojê bidin:
Di meha Kanûnê de ewê konferansek li ser pirsa Kustinên Jinan ji sedema namûsê, di nava Parlemontoya Brukselê de pêk bînin.
Di meh Sibata 2006 de dîsa di vê parlementoyê de Konferansek li ser Kurdên Rojhilat û dewleta Îran pêk tê.
Di meha Kanûnê de dîsa pêsangeheke li ser orf û adedên Kurdan: Dawet, di salona Enstituyê de pêktê.
Di ware wesanan de xebata me dewam dike û di nêzîk de pirtûka Orhan Mîroglu, Dijwar, bi zimanê Hollandî, du pirtûkên Medenî Ferho, pirtûka Elisabeth Marescot, Kurd û doza wan ji bo serxwebûnê bi zimanê Frensizî û pirtûka Prof. Kinyaz Mîrzoev, Kurdistan, dîrok, bi zimanê Hollandî, têne wesandin. Herweha li ser pirsa belengaziya li nava bajarê Bruksel pirtûka Jan Béghin, bi zimanê Hollandî û Frensizî di rojên pês me de der tê.
Kursên ziman û li ser pirsên din berdewam in. Kovarên me bi awayekî sîstematîk têne wesandin. Bi kurtî xebata me berdewam e. Mîna rehmetiyê Dr. Qasimlo digot: asbetalî di ferhenga me de nîne.

8. Gelo tu wek Derwês M. Ferho ji çi hez dikî? Hobîyên te çine? Tu ji kîjan xwarinan hez dikî?

Derwês M. Ferho: Ez gelekî hez ji gerrê dikim. Eger îmkan û wextê min heba minê 15 roj li mal û 15 roj li welatekî din bibihuranda. Li ba min tistek nikare ciyê gerrê bigre. Tistên ku meriv nikare bi xwendin û nivîsê bibîne di dema gerrê de dibîne. Ji ber vê yekê jî ez di dema îmkan û dem hebû li gelek welatên Ewropa, Rojhilata Navîn, Kafkasya, Rusya û Asya Navîn gerriyame.
Di nava hobiyên min de gerr, xwarin û vexwarinên xerîb, xwendin û nivîsandina li ser mijarên cihê hene. Lê pês hemû tistî hobiya min ya herî xurt di nava Kurdan de li welatên cihê bigerim, wan bibînim, ji wan tistan hîn bibim û bi teybetî li ser Kurdan bi awayekî pirr fereh û mijarên cihê wesanan biafirînim. Ji ber vê sedemê ye jî ku heta niha bû nêzî 60 berhemên Enstituyê ku hatine wesandin.
Di warê xwarinan de ez hez ji xwarinên bi gost dikim. Bi teybetî eger gost li ber çavê min were birastin. Navbera min û gostê kelandî gelekî nîne. Xwarinên din yên kelandî jî ne gelekî kêfa min ji wan re tê. Bes kutilkê bi gostê ku meriv bi destê xwe hûr dike (ne qiyme) jî gelek hez dikim. Li ti ciyan xwarin nagihên, xwarinên Torê. Ez vê ne ji sovenîzma Torîbûnê dibêjim. Ev rastiyeke bê goman e!

9. Têkiliya  te û mala te çawa ye? Tu bavekî çawa yî, ji zarok û mala xwe hez dikî yan na?

Derwês M. Ferho: Têkiliyên min û mala min gelekî bas e. Ez bawer dikim bas in! Hem ji xanima xwe û hem jî ji zarokên xwe (bes du keçên min, Lorîn, 12 salî û Rojîn, 9 salî hene!) gelekî hez dikim. Ew jî gelekî hez ji min dikim. Hem bi xanima xwe re hem bi zarokên xwe re hem malixbûna malê dikim û hem jî hevaltî. Herçend e car caran ew ji min aciz dibin. Sedem jî ew e ku ez gelekî li mal nînim. Xebata min û ‘hobiy’yên min wan hin caran aciz dikin. Lê ji bo van sedeman jî ez her tim li îmkanên gerra wan jî digerim. Di vî emrê xwe de zarokên min gelek ji welatên Ewropa, Kafkasya û Rusya dîtine. Havîna bihurtî ew cara pêsin bû çûne Kurdistan jî. Ez bi xwe nikarim herim Kurdistan (Bakur). Lê ew çûn û gelek hez kirin û ewê di demek nêzîk de dîsa herin. Xanima min jî cara pêsin bû di jiyana xwe de çû Kurdistanê. Ew Kurda ji Tbilisê, Gurcistan e. Mîna malbadeke welat û milethiz em gelekî giringiyê dine têgihistina rewsenbîrî. Wek nîse, xanima min ses zimanan (Kurdî, Rûsî, Frensizî, Hollandî, Ingilîzî û Gurcî), her du zarokên min jî çar zimanan (Kurdî, Hollandî, Rûsî û Frensizî bas, Ingilîzî jî îdare) dizanin. Ez vê yekê jî zengîniyeke malbadeke Kurd dibînim. Pê serbilind im.

10. Tu dixwazî bi riya Peyama Kurd çi peyaman bidî Kurdan?

Derwês M. Ferho: Ji Kurdan hêviyên min ev in: eger em bixwazin weke netewe, weke gel ciyê xwe yê layiq di nava cîhanê de bigrin divê bi hemû îmkan û her dem em li hebûna xwe, ziman, welat, orf û aded, dîrok, partî û rêxistin (sazî), televîzyon û rojname, kovar û pirtûkên xwe xwedî derkevin.
Basûrê Kurdistan ber bi dewletbûneke ji aliyê cîhanê naskirî diçe. Divê bê westandin em alîkariya wê ji her alî ve bikin. Bê sert û bê westandin… Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistan ber bi rewseke ronak diçin. Li vê yekê xwedî derkevin. Hêzbûna me li aliyekî dibe sedema bihêzbûna li aliyê din. Zeîfbûna me li aliyekî dibe bibe sedema malxirabûna me tevan. Rexnekirina wan pêwîst e. Lê ne ku em heme rexne bikin û ti alîkariyê nedin wan. Dibe ku alîkariya me yek kesî ji bo wan ne tistekî mezin be. Lê gelek alîkariyên piçûk yan mezin dikevin ser hev û alîkariyeke mezin pêk tê. Ez vê yekê ne bes ji bo alîkariya aborî dikim. Alîkariya moralî, xebata di nava civakên cihê de, di warê siyasî de, xebata kultûrî, civakî, folklorî tev dikevin nava vê xebatê. Divê dengê me li her ciyê ku em lê ne derkeve. Hînga alîkarî hedefa xwe dibîne. Diovê em car caran li dewletên ku Kurdistan îsgal kirine û hêzên wan yên siyasî, civakî, aborî, kultûrî û zanistî binêrin. Mixalefet heta ku meriv bêje bes e di nav wan de jî heye, lê dema berjewendîyên welat û netewa wan hate ser pirsê, hemû hêza xwe dikin yek û her yek ji aliyê xwe kar dike. Dibin yek dneg. Çima em nikarin vê yekê bikin? Bi bîr û baweriya min mimkin e.
Kurd divê li partiyên xwe xwedî derkevin. Kurd divê li saziyên xwe xwedî derkevin. Kurd divê li rojname, radyo û televîzyonên xwe xwedî derkevin. Ne ew bêyî me û ne em bêyî wan tistek in. Bîr û baweriya me çi dibe bila bibe, em xwe nêzîkî çi sazî, partî û rêxistinê bin ferq nake. Dema menfaetê neteweyê me hate behsê divê em mîna yek dengî xwedî lê derkevin. Hêviyên min ji Kurdan ev in. Spas.

F
E
E
D

B
A
C
K