1-  Ji bo we Kemal Tolan kî ye?

-Newaf birayê hêja, bi destûra te be, berî ku ez pirsên te bibersivînim, lavan ji xwandevanên te yên rêzdardikim û dêjime wan, hêvîdarim ku  hûn  ji min şaş fahm nekin û ez bi xwe ne dûnavek anjî ilimdarekî Êzdîtiyê me. Ez bersivên van pirsên  hevpeyvînê li gorî Êzdînasîn, dîtin û ramanên xwe didim. Gava ku rexne û pêşniyarên we rêzdaran  hebin, ji kerema xwe ra hûn  şaşîtiyên min ji Êzdiyatiyê re nekine kêmasî!

Ez jî weke gelek Kurdan, tam nizanim li kur û di kîjan wextî de ji diya xwe Ximşê û bavê xwe Eli ra hatime ser ruyê erdê. Lê hinek rûspiyên malbeta min dibêjin, gava ez di sala 05.10.1955 de li gundê Şimzê çêbû me.

Min dibistana sereke a li gundê Şimzê di sala 1968, perwerdeya dibistana navîn di sala 1973 de li bajarokê Qubîn(Bişiri) ê û li Wêranşarê jî di sala 1976 de Lîse (Gymnasium) ê qedandiye.

Min ji sala 1979 heta 2005 weke wergerê sondxwarî  di nav û derdora bajarê Oldenburgê de bi fermî wergeriya zimanê Almanî, Tirkî û Kurdî kiriye.

Min dîploma xwe ya ji bo mamostetiya zimanê Almanî ji Goethe Înstîtuta München`ê girtiye. Min demekê weke dozent û dîrektorê kursa fêrbûna zimanê Almanî ders da ber xerîbên ku li bajarê Oldenburg ê diman û ez niha teqawît bûme.

Gava ez di sal 1976 de hatime Almaniya Federal cewicîm û gelek spas ji Xwedê ra ku niha pênc zarokên min hene.

2- Tu dikarî biçûkatiya Kemal Tolan û çend dîmenê ji gund, dayik,bav, kal û gundî û ji biçûkatiya wî bi me re parve bikî?

-Ji ber ku kalikên min di temenekî ciwan de çune ber dilovaniya Xwedê, min yek ji wan  jî ne dîtiye û wexta ku min di sala 28.09.1968 de dibistana sereke a li gundê Şimzê qedand, hingê rewşa tevaya kulfet û aboriya mala me gelekî çetîn bû. Jixwe ji ber ku rahmetiya diya min Ximşê, di bin wan mercên dijwar de tevî min 9 zarok  anîbûne ser ruyê erdê, tendûrûstiya wê jî gelekî ketibû xeterê. Bavê min hingê ji ber belangaziya tûnebûna malê dinê nikarîbû diya min baş bive şanî doxterekî bikirina û diya min ji ber wan sedemên nebaş jî  di sala 1968 de kiras guhast(çû ber dilovaniya Xwedê!)ye. Dûre jî bav, ap, jinap, bira û xuşka min bi gelekî belangazî û tenê bi keda rêncberiya cotkarî, şivanî, gavanî, palevanî û hwd.yê dikaribûn me xwedîbikin.  Dema ku birayê min yê mezin Hiseyîn zewicî û ew di sala 1969 de hate Almaniya Federal pê ve, ewî markên keda zahmetên xwe ji me ra şandin, êdî me hêja nû berxwe dîtiye û……

3- Tiştê ku tu herî bîriyê dikî ji zaroktiya xwe çi ye?

-Mixabin, ji ber ku min di dema zarokatiya xwe de, tu tiştekî bikêrhatî ne dîtiye û timî di nav belangaziyê de  jiya me, ez naxwazim qet zarokatiya xwe bînime bîra xwe.

4-    Ji bo we Êzdîtî çiye?

-Bi dîtina min, Êzdiyatî dînekî bavkalen welatêrojê,  xwezayî, esmanî, serbixwe  û di koka şaristanî-hişmendiya xwe de jî  haveynê Mezopotamiya û bı taybetî jî xizna nasnama gelê Kurd e (*1).

Êzdî îmana xwe bi ilm û qewlên ku girêdanên di navbera Xwedayên esmanî û xwezayê de diyar dikin nasdikin  û bawerdikin ku di destpêka afirandina dinyayê de ji xeynî  Xwedê, Melek (Milyaket), Horî, Perî û whd. tu giyander (ruhilber) ên dinê, li esmana, ser û binê erdê tune bûne.

Lewmajî  bawerim ku, tu beşerî Êzdiyatî ne afirandiye û ji hinga ku mirovatiyê xwe naskiriye û heta vêga hêjî tu kesekî nikarîbûye tevaya bingeha fîlozofî û mîtolojiya Êzdiyatîyê di tu berheman de tomar bike.

Her çiqas hinek dîrokzane û lêkolînvanên di dinya yê de pir bi navûdengin, bi gelek zahmetî û balkêṣî  bahsa hebûn, afirandin, belabûn, asîmlebûn, ji dîn derxistin û olguhastina kes, êl, eṣîr, mîrgehên bav-kalên me  EZDAHIYAN kiribin jî (*2),  îro zêdeyî  XWEDA pêve, tu kes ji me hew dikare bi tam temamî bibêje, ka bav-kalên “Kurdên Resen”ji xeynî serên çiyayên Mezopotamiya, Asya û Ewrupa yê pê ve, bi kûdera dinayê ve heribî ne. Meriv dikare tenê di qewl û duayên me de xweş bivîne,  ku Êzdiyatî bingeha hemû olên miletên Arî û Mezopotamiyê (*3) ye. Heta ku qewl û duayên Êzîdiyatî neyê ne şîrove û nas kirin, dîroka ol û mîletên li Mezopotamiya yê jî zelal ne be.

5- Ger cenabê we  kurdîtî û êzdîtiyê li mêzînekê bide, wê dilê we herî zêde bi kîjan alîve be? yan jî hûne çawa şîro bikin?

-Dilê min, yê ku ji xemxiriya Êzdîtî û Kurdîtiya resen tije buye dibêje,  Êzdîtî û Kurdîtiya resen mîna goşt û hestiyên bedenekê ne. Ji ber ku Êzdîtî  Xwedê nasîn û Kurdîtî jî nasnama nijad-hebûna bedena min e, ez nikarim Êzdîtî û Kurdîtiya resen ji hevûdinê veqetînim û wan ji hevûdinê cûde deynime ser “mêzînekê”.  ….

Tiştê ku ez ji Êzdîtiyê fahmdikim û gelek ilimdarên Êzdî îro hêjî di zargotina xwe de dibêjin,”Tawisî-Melek bi Adem re, bi zimanê Kurdî xeber daye” .  Lewma jî çi gava ku oldarên Êzdiyan bahsa ola xwe dikin, ew hingê raste rast ji netewa xwe ye Kurdîtiyê re jî xwedî derdikevin û dibêjin “zimanê ola Êzdiyatiyê zimanê Kurdî ye”.  Di dîroka ferman û qetliyamên Êzdîtiyê de jî baş  têxwanêkirin ku, bav û bapîrên me Êzdiyan, dîrok û çanda Kurdî bi lehengî, sembol, ilm, qewl, sema, libas (cil), parêzgeh û xwîna xwe ya paqij parastine. Lewma jî dagirkirên Kurdistanê(siltan, padîşah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa û jendirmên Farzî, Ereb,Tatar, Tirkên Osmanî tevî olperestên Kurdên nezan û berpirsiyarên hemu baylozxanên koloniyalîst) zahmetekî ku meriv nikare salix bide, zilm û zordarî li bawermendên Êzdîtiyê dikirin û ew  vê barbariya xwe hêjî berdewam dikin.

Vêca ji bo ku ev nêrîna min çewt neyê fêhmkirin dibêjim, her Kurdek ne mecbûre Êzdîtiyê weke ola xwe bivîne û hurmeta min ji hemû dîn, bîr û  baweriyên li Kurdistan û cihanê hene re heye. Ji xwe çi gava ku meriv bikaribe li ser cewahirên bingehên ilmê baweriya Ezdahiyan baş lêkolîn bike, hingê merivê bivîne ku, baweriya Ezdahîtyê cûdetiyê naxe navbêna tu av, ba(hawa), agir(nûr) û axa li ser ruyê dinya yê hene(*4).

Bi dîtina min, em Êzîdî nikarin Êzdiyatiya xwe bêyî hevkariya rêxistin û partiyên Kurdîtiyê û Kurdistanê bidomînin(*5). Divê heryek ji me Êzdiyan baş bizanîbe û di dîrokê de jî xweş têxwanêkirin, ew herêmên ku bavkalên Êzdiyan xwe ji çande û zimanê Kurdî dûrkirine, ew zû asîmle bûne û paşmayên wan bavkalen welatêrojê,  îro hewdikarin bi ziman û çanda xerîban ji Êzdiyatiyê ra xwedî derkevin.

Ez hêvîdarim, rewşenbîr û zahnên Êzdiyên îro jî wan şaşîtiyan nekin û nehêlin ku paşmayên me jî sibê bikevine rewşeke wisa xeter…….  Lewma ez  timî dêjim, divê em Êzdî ji her kesekî Kurdistanî bêtir, „bi zimanê Kurdî binivisînin û bixwînin!(*6). Tiştê ku ji min hatiye, min heta niha ev mafê bawerî  û netewa xwe parastiye, ew bi dilxweşî di pirtûk û gotarên xwe yên ku di gelek kovar, malper û rojnamên Kurdî de hatine weşandin de jî daye xwanêkirin.

6- Xwe naskirina olî û çandî kengê bi we re peyda bû? Yan jî  sedem çi bû?

-Dema ez di sala 1970 de çûm xwe ji bo xwandina dibistana navîn a li bajarokê Qubîn(Beşiri)ê nivîsand pê ve, min hingê di dibistanê de dît ku hinek ciwanên feodalên Kurdên bisilman dixwazin meznantiyê li min bikin. Ji ber ku axa di gundê me Şimzê de tûnebûn, min xulamtiya kesî nasnedikir û ez bixwe gelekî bawerbûm. Ezê gelekî dilxweşbim , eger hevalên min yên ku hingê bi min ra li dibistana navîn a bajarokê Qubînê dixawndin bibêjin, bê min hingê ji ber axaftina zimanê Kurdî, Êzdiyatiya xwe û baş nezanîna zimanê tirkî çiqasî lêdan ji ber destên mamostan xwariye. Min ji xeynî niheqiyên hinek hevalên Kurdên bisilman û mamostên ku min mecbûrî beşdarbûna dersa dînê bisilmanetiyê dikirin pê ve, di nav jiyana rojane a li nav bajarokê Qubînê de jî gelek neheqî dîtin.

Gava ez carnan di dawiya heftiyê û betlana dibistanê de, ji Qubînê heta gundê Şimzê bi piya diçûme malê, min hingê bahsa hinek neheqiya ku li Beşîriyê dihate serê xwe dikir. Carekê hinga ku ez çûme malê(ya li Şimzê), hinek nas û merivên bavê min, yên ku li gundên derûdora Wêranşarê diman, ew jî bi mêvanî hatibûne mala me. Min rabû çend pirs li ser neheqiya Kurdîtî û Êzdîtiya li nav û derûdora Wêranşarê ji wan kirin. Ewan ji min û bavê min ra gotin, “ di nav û derdorên Wêranşehîrê de tu neheqiya çandî û dînî li me Êzdiyan nabe. Hemû berpirsyar û memûr(karmend)ên dewletê jî hurmetê didine Êzdîtiya me. Jixwe em Êzdî heroj diçine nav bajarê Wêranşehîrê û tên, me qet rojekê ne bihîstiye ku, gundiyekî Êzdî anjî zarokên Êzdiyan, yên ku di nava Wêranşehîrê de diçine dibistana navîn û lîsê (Gymnasium)” bahsa neheqiya çandî û dînî kirine..” Ev gotinên wan ketine nav hişê min û min berî hingê fahmkiribû ku ez di herêma xwe de,  ji ber nasnama ol û çanda xwe nikarim herim li bajarekî weke Batman, Sêert û hwd.ê û xwandina lîsê (Gymnasium) bixwînim.

Ez ji ber wê tirsa neheqiya dînî a ku di nav Qubînê û derdora Batmanê de dihate serê min reviyam, çûme Wêranşehîrê û min xwandina xwe ya Gymnasiumê li wirê xelazkir. Min di nava wan sê salên xwandina gymnasîim ê de û bixêra xebata Komelayên Çanada Şoreşgerî yên Rojhilatê(DDKO) a li Wêranşehîrê  jî xwe nenasîn û jiyana feodalîzma welatê me  hîn baştir fahmkir. Êdî ez hêvîdarim ku hinek heval, dost û nasên min yê Wêranşehîrî  bikaribin, di dewsa min de hinekî bahsa wê xebata me xwandekarên lîsê û tekoşîna ku hêja hingê birêvebirên DDKO`ya li Wêranşehîrê didan, bikin…..

Wexta ez di sala 1976 de hatime Almaniya Federal pê ve, min li virê jî ew xebata xwe ya li dijî dagirkerên Kurdistanê û feodalên Kurd tevî hevalên birêvebirên Komelayên Çanada Şoreşgerî de berdewamkir. Ji xwe kesên ku min nasdikin, ew jî dizanin ji ber vê berxwedana min a di nav endamên civaka me, yên ku li bajarê Celle yê diman de, hinek astengî ji min ra derketin û ez mecbûrbûm ji bajarê Celle yê jî derkevim.

7- Ez dizanim, misilamntiya deşta Bişêriyê tund bû, li dij êzdiya. Gelo hûn jî bûn dîtiyê hin bûyera, ku ji bîra we naçin?

-Gava min li Qubînê dixwand, ez rojekê di havînê de ji bo pêdiviyekî xwe çûme bajarê Sêertê û min karê xwe xilazkir. Dûre hinga ez vegeriyam hatim li termînala texsiyan li texsiyeke ku vedigere Batmanê siwarbûm û em bi rêketin, di texsiya me de ji xeynî ajovan sê kesên ku bi temenê xwe ji min mezintir jî rûniştibûn. Gava em ji bajarê Sêertê derketin, wan her sê kesan bi hevûdin re sohbetdikirin, min û ajovan jî qet deyn nedikir. Wexta em hatin gihîştine pêşiya gundê Hecrê yê li ser rêya Batman û Sêertê, ewan her sê kesan dû jinên Êzdî, yên ku heval(bin ) kiraskên wan sipîbûn, li ser kêleka rê di nav erdekî pirêzê de û qesel didane hevûdin dîtin.

Wexta wan her sê kesên hevalê me, ew jinên Êzdî tevî binkirask(derpiy)ên sipî dîtin, ewan li nav çavên min rihêntin, ew peyva neqenc ya ku bi tîpa “ş” destpêdike û em Êzdî  wê qet bilêvnakin, bi dengekî bilind gotin û xeberên gelekî ne baş bi wan kirin. Ez jî hingê di nava xwe de zahf keliyam, ewan bi wecê min derxist ku ez bi wê gotina wan gelekî acisbûm. Lê min dengê xwe nekir. Hinga ku em hatin ji Qubînê derbas bûn û gihîştine binê palê qêrê Qubînê, diduyan ji wan kesan gotine min, xorto çima hinga em bi wan jinikên filantiştî( dîsa ew peyv ku bi tîpa “ş” destpêdike û em Êzdî  wê qet bilêvnakin, gotin) kufirîn, tû acisbuyî ?

-Min jî hew dikaribû acisiya xwe veşêrim û gote wan, ma ji xwe eger ku we ji xwe şermbikira, gereke we ew xeberên nebaş bi wan jinên Êzdî ne kirina û raste rast li nav çavên min jî nerihênta.

Ewan bersiv min da û got, ne bêje ew jinên filantişt( dîsa ew peyv ku bi tîpa “ş” destpêdike û em Êzdî  wê qet bilêvnakin, gotin) însanên. Ew kafir, …………. çine, qey tû jî ji wan gawir…, …, û .. î ?

Min jî încar ew peyvên nebaşiyan, ji xeynî wê peyva ku bi tîpa “ş” destpêdike û em Êzdî  wê qet bilêvnakin pê vegotin, li wan vegerandin. Gava em bi vî haweyê di nava texsiyê de bihevdinketin, em hatin gihîştine deşta serê qêrê Qubînê(ku pêşiyên me digotinê, Kevanê Qêre). Ewan her sê kesan bihev ra gotine ajovan, bisekine, emê vî “ş… perestî” li virê geberbikin. Ajovan jî tirsiya û  bi ya wankir, texsî rawestand. Ewan bi çeplên min girt û ez bizorê ji texsiyê anîme xwarê. Gava ez wan li wêderê bihevûdinê ketin û ewan têra xwe li min xistin, dûre hêja texsiyeke dinê jî di wirde hat li ber me rawestiya. Dû kes ji wê texsiyên peyabûn hatin, ez ji nav lepên wan paşverû û neyarên Kurdîtiyê rizgarkirim.  Ev û hinek hovîtiyên  din jî,  qet ji bîra min dernakevin……

8- Hûn yek ji serkêşê ciwanê êzdî ne, ku di perwerdeya dewleta tirka re derbas bûne. Hûn dikarin hinekî qala wê demê bikin? Nakokî û aloziyê wê demê?

-Min di gotareke xwe ya bi navê “ÇIME ME ÊZÎDIYÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ DEV JI WELATÊ XWE BERDAYE?” û di 16.08.2004 de  hatiye weşandin de daye. Ez niha ji ber cîh nikarim  dûr û dirêj bahsa van NAKOKÎ, ALOZÎ, ZILM Û ZORA VAN SALAN bikim. Lê hêvîdarim ku xwandevan bikaribin van  di vê lînkê (7) de bixwînin!

9- Em dizanin êzdiya gellek êş û azar kişandine, ya herî hûn êşandine û hêjî pêdiêşin kîjane?

-Wexta min li welat didît ku dewleta Tirkan, hinek azadî xwazên Kurd û bi taybetî jî hinga ku olperestên Kurdan, mafên me Êzdiyan yên Kurdî-olî nas nedikirin, ez gelekî pêdiêşiyam. Her weha gava jî, gava kesekî rewşenbîr, nivîskar anjî berpirsyarekî çapemenî, ragihandin, partî û rêxistinên Kurdistanê di bernamên rêxistin, partî, televîziyon, kovar û rojnamên xwe de hirmeta ku didine ola Bisilmantiyê, Xiristaniyê û hwd, û ew rumetê nadine  olên civakên Kurdistanê yên kêm û bi taybetî jî me Êzdiyan, ez zahf pêdiêşim…

10- We kengê dest avêt nivisê?  Nivisa we ya yekem di derheqa çide bû?

-Gava mala me hate bajarê Oldenburg`ê jî, min xebata xwe a di nav refên hevalên  şoreşgerên Kurd û Almanên li Oldenburgê de  berdewamkir. Min di dawiya sala 1978 de jî dest bi nivîsandina helbestan kir û dûre hêja gotar/nêrînên xwe jî belakirin.

Helbesta min ya yekemîn jî ev bû:

Tekoşer
Hildaye ser milan tevgera xebatkaran

Can fêdaye ji bo azadiyan bindestan

Tekoşînê dide her wextî bi şev û rojan

Êrîşan dibe ser kozikên koloniyalîstan

Di pelişîne rêç û şopên kevneperestan

Di çêrîne sînorên Rus,Tirk, Îraq, Sûrî û Îran

Ew fêdekare, canê xwe dide ji bo kurdîstan

Ewê herdem bijî li ba keç û kurên qehreman-(*8)

Nivasandina min ya kemîn, li ser bernama ”Şeva li Oldenburgê(*9)” bû.

Gotara min ya yekemîn jî evbû: “Digotên„ Malê dinyayê qirêja desta ye !

Me gelek caran ji bapîrên xwe dibihîst ku „Malê dinyayê qirêja desta ye„.

Îro gelekan ji me, heger bi sebeb an jî bê sebeb dev ji cîh û welatê xwe berdane û em hatine van welatên Ewropa. Hin jî bi qeflan wek me dev ji welatê xwe berdidin û dertên welatên xerîb.

Gelo ev jiyana me ya li xerîbiyê derbas dibe ji ya li welat derbas dibû çêtir e ? Ez dikarim bersiva vê pirsê weha bisim. Hesabê malê û sûkê li hev derneket. Îdî li me jî wisa hatiye. Wexta ku hun karkerên Kurd dihatin welêt îzna xwe pirr tiştên xweş li ser jiyana Almaniya Federal digotin. Me nizanîbû ev kes derewa dike. Welhasil, çiyê xelkê hebû, firotin, xistin(kirin) bêrîka xwe û hatin Almaniyayê.

Em hatine, îro çavên xwe berdidin çend Markan. Zarokên me yên ku li vira çêbûne êdî urf û adetên bav û diya xwe najon. Ji ber ku em ji çand û dîroka xwe bi zarokan nadin naskirin., bêtir qewta xwe didin pera û malê dinyayê., zarokên me dibin Alman. Hin di hivde hijdê saliya xwe de dev ji dê û bavên xwe berdidin. Ji me tirê emê  êdî bibin malê vira û hew vegerin welatê xwe. Ev karekî pirr kûr e. Divê ku her kes ji me li ser hatina xwe bifikire. Divê em eqilê xwe bidin serê xwe û milên xwe bidine milê hev û bi yekîtî daxwazên xwe bixwazin. Wek hemû miletî ku îro li Almaniya Federal bi zimanê xwe radiyo û televziyonê guhdarî dikin, di medresan de bi zimanê xwe dixwînin û çanda xwe pêş de dibin. Heger em van tiştan nexwazin û ji bona van daxwaziya xebatê nekin, emê di wextekî pirr kin de xwe înkar bikin. Diyar/Almaniya Federal (*10)”.

Herweha  nivîsa min ya ”Li ser rastiya dîroka dînê Êzîdî (*11)” jî ev bû:

”Lazime rastiya dînê Ézîdî, di nava tevgera netewa Kurdî de îro jî, wek demên derbasbûyî neyê fetisandên.

Wexta meriv bala xwe dide dîroka Kurdîstanê, meriv di bîne bi sedan milet û qewmiyet hatine ser axa Kurdîstanê. Gelek ji wan mîleta dewlemendiya Kurdîstanê bi xwere birine,hin ji wana heta îro jî bune astengî yên pêşiya tevgera rizgariya Kurdîstanê.

Her çiqas çend Dîroknas û rojnamevanên kurdî hebûna mîletê Ézîdî wek kokan kurdaye kevn qebûldikin jî,lê belê bi rastî hin tu lêkolînên berfire,li ser rewşa dînê Ézîd, di nava tevgera netewa Kurdî de eşkere ne nivîsandine.

Kesê li ser dîroka Kurdîstanê xwandê be,an jî li geriyabe, zanên ku mîletê Ézîdî her wextî bi Éşîr û Qebîlê xwe ve, di nav sînorên xwe yên tengde,di nava dest,banî û çiyayên kurdîstanê de jiyana xwe domandine.

Dijminê dîn û Mîletê me her wextî, gund û warên Ézîdiyan xan, xerabe kirine, mal û milkên wan talan kirine. Ézîdî ji ber zûlm û zora kevneperest û paşverûyan gelek cî di nava kurdîstanê de guhartine, qetliyam û fermalû bune.

Éşîr û Qebîlê Ézîdiyan her wextî di nava welatên xerîb û mintîqên xwe de,ji bona azadî û serxwebûna Kurdîstanê,li dijî dijminên Kurda gelekî xwîn rijandine.Temî êrf, êdet û Zimanê xwe bi olperestiya xwe parastine.

Ez hêvî darim ku redaksiyona Armancê, wê li ser vî warî jî bi sekine.Ku Lêkolînên ser rewsa Ézîdiyan li cem we hebên,ji xwandevanên xwere di rûpelên Armancê de birastî bi wesînên.

Hêvî

Ev bêrîn ne bêrîna gule û xenceran

Ev hesret ne hesreta keç û kuran

Ev evîn ne evîna xwesik û delalan

Ev serê çend hezar salane Omîda dêlan

Ronaya çavan,quweta dest û lêngan.

Me ne dêbistan û nejî Mamostan.

Hoste û riberê me Ewe evîna dêlan

Temî bi devkî ji bavan gehîste lawan

Eva çêqas War tine guhartin,nayê hesaban

Hêja jî wek dema berê,li ser sera û ser çavan

Bavê Sêran

Almanya

Bi silavên biratiyê. (*11)”

Vêca ez ji ber kêmasiya cîh dibêjim, kî dixwaze bizane ka min hingê di nav komîta KKDK-Oldenburg`ê de û di bin navê Diyar anjî bavê Şêran de çi xebat û hewildan di nav bajarê Oldenburg`ê de kirine, bila keremke binêre li rûpelên arşîva Kovara ARMANC`ê (*12) û Kovara DENGÊ ÊZÎDÎYAN (*13).

11- Çi bû sedem ku cenabê we qewl û beytê êzdiya bide hev?

-Dema ku min bi xêra kovar, pirtûkên Kurdî û bi taybetî jî ya kovara ARMANC`ê  xwe fêrî xwandin û nivîsandina zimanê xwe yê zikmakî kir û dîroka bavkalên me Êzdiyan li vê diyaspora  yê zêde naskir pê ve, min fahmkir ku “zanîn û agahyên gelek rewşenbîr, nivîskar, berpirsyarên mal, komel, ol, partî û rêxistinên Kurdî di der heqê dîroka olên li Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Êzdiyatiyê û rewşa civakan me Êzdiyan ya derbas buyî û ya niha jî pir kêm û lewaz en ( *14 û 11)”. Her weha baş serwextbûm, gava ku meriv dîroka xwe ya kevn baş nas neke, meriv nikare dîrokeke nû jî rast baş biafirîne (*15).

Lewma min ji xwe ra got, ji bo ku ez dikaribim hinek ji van valeyiyan dagrim û erka ku di vî warî de dikeve ser milên min bînime cîh, ezê jî weke hinek nivîskar û lêkolînvanên Kurd û xerîban, li gorî Êzdî nasîn, nêrîn, zanîn û îmakanên xwe herim li ber wan hiş û mejuyên endamên civaka Êzdî, yên ku di zargotina xwe de dîrok, çande û kevneşopiyên Êzdîtiyê(serpêkhatî, lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij, qewl ûhwd.) li ser singa xwe parastine rûnim û timî li ser wê derya bîr, bawerî, kevnariya dîrok, ziman, wêja û kevneşopên me Kurdên resen binivsînim.

12- Hûn dikarin berhemên xwe bi xwendevanê me bidin naskirin?

-Belê weke ku gelek ji xwandevanên birêz jî dizanin, min heta niha ji bo dewlemendiya arşîva çanda Kurdî, gelek nêrîn û dokumentên nasandina kevneşopên bingehên ola Êzdahiyatiyê di gelek rojname, kovar û malperên me Kurdan de weşandine. Ez li virê dîsa gelekî spasiya te (*16), birayê Têmûrê Xelîl(*16), her wisa wan hemû kes û edîtorên berpirsyarên ragihandin û çapemeniya Kurdî, yên ku berhemên weşandine û dane naskirin dikim! Ji xwe gava ku ez van tevan di virê de bidime naskirin, wê ev hevpeyvînê hêjî dirêjtir bive û gelek cîh bigre. Lewma ezê niha dîsa bergên li ser pirtûkên xwe û navnîşannên ku lê hatine weşandin ji xwandevanên birêz ra bidime xwanê.

Berhem û pirtûken ku min bi derfetên xwe tenê tomar kirine û hatine çapkirin evin:

”Bi xêra dialogan fêrbûna zimanê Almanî hesantir dibe” bi zimanê Almanî û tevî Kassetekî teyib..

Ev kitêba min ya bi navê “Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindî ne” di sala 2000 de li ser navê weşanên DENGÊ ÊZÎDIYAN li Elmaniya hatiye weşandin.

Ev pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ “ 430 rûpel e û ji aliyê Weşanên PÊRÎ ( ISBN  975 – 9010 –  55 0 meriv dikare vê ji weşanên Pêrî:  Söğütlüçeşme Cad. Pavlonya sok. Nuhoğlu Apt. No: 10/19 Kadıköy / İSTANBUL   Tel-Fax: 0 216. 347 26 44  , GSM: 0533 488 01 12  anjî e-Mail: [email protected]  peyda bike.

Ev pirtûka “NASANDINA KEVNEŞOPÊN ÊZDIYATIYÊ II“ji aliyê Weşanên rêvebiriya giştî ya karûbarên Êzîdiyan Zincîrê (8),Hewlêr 2012 hatiye weşandin.

Ev pirtûka “Gengeşe û sedemên peyva ku Êzdî bilêvnakin”-ji aliyê  Weşanên Na, Kemeraltı/Konak/İzmir 2013 ve hatiye weşandin.

13- Tevî ku ez berhemê we dinasim jî, lê hûn bawerin berhemên we kîjan valahiya dagirtine?  Yan jî divê ji bo çi bêne xwendin?

-Binêre li bersiva  pirsa 11, min bersiva  vê di wir de daye û pêwîst nake cardinê bibersivînim!

14-  Bi nêrîna we, ezdî xwe nasidikin?

– Bi dîtina min, gava ku bav û bapîrên me Êzdiyan xwe, ol û netewa xwe baş nasnekirina, ewanê nikarîbûna li hemberî  ewqas ferman û qetliyamên dagirkirên Kurdistanê(Farzî, Ereb,Tatar, Tirkên Osmanî û hwd,) vê dîrok û çanda Kurdî bi lehengî, sembol, ilm, qewl, sema, libas (cil), parêzgeh û hwd. biparastina.

Lê, ji ber ku  dagirkir û desthilatdarên Kurdistanê bi zilma siltan, padîşah, xelîfe, paşa, mîr, beg, walî, axa, jendirmên xwe û bi alîkariya olperestên Kurdên nezan, ew dîrok û çanda bavkalen welatêrojê serûbinkirine, êdî gelek ji me Êzdiyên îro jî xwe nasnakin.

Lewma jî gelek  rewşenbîr, “siyasetmendar”, „akademîkkar“, civaknas“sosyolog”, xwandevan, birêvebirên olî, mal, komel, serkomel û medyayên civaka me Êzdiyan nizanin ku; ”EZDA navekî Xwedê ye û EZDAHÎTÎ jî maka hemû mîtologiyên xwezayî û pirtûkên pîroz e û ew jî navê Xwedênasîn(Ezdahîtî)a me li goriya zanîn û zimanên xerîban şaş didine xwanêkirin..(*17)”.

Ez li goriya bawerî û zanîna xwe dêjim, eger ku birêvebirên olî, mal, komel, serkomel û medyayên civaka me Êzdiyên îro xwe baş nasbikirina, ewan ê  jî bikaribûna;

• “mîna akademîsyenên xelqên dinê, bikevine nav wêje û zargotina Êzdiyan, wê kevnarî, rastiya baweriya Êzdîtiyê û dîroka me, ya ku dujminên gelê me bi darê zorê û ji bo berjiwendiyên desthilatdariya xwe guhastine lêkolîn bikin û dewlemendiya ol, çande`folklor` û dîroka me  bi dewlet ên xerîb û bi ciwanên me bidine naskirin( *18).
•li goriya tifaq û pisporiya xwe, vê wêjeya kevneşop û zargotina Êzdîtiyê(tekstên  lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij, qewl û hwd.), yên ku oldarên me bi hemd anjî bê hemdî guhastine, di navendekê de tomarbikin. Di peyra bikaribin naveroka wan li goriya zimanê zikmakî sererastbikin û tevaya nûjeniya wan bi rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan bidine pejirandin.
•dev ji wan projektên mezinkirina kesayetî û navên rêxistinên ku gelekî binirxên û di kiryarên xwe de gelek fêda nadine endamên civakê berdin.
•xwandin, nivîsandin û axaftina bi zimanê zikmakî li ser xwe, hemû rêveberên rêxistinên civaka Êzdî û endamên Meclisa Rûhaniyên Êzdiyan ferz bikirina.
•zarok û ciwanên Êzdîtiyê, bitaybetî jî yên ku di dibistanên Almanya(û tevaya cîhên ku Êzdî lê pirin)yê de ne, dersa ola xwe bi fermî bidine bêrwerdekirin û hinek gavên bikêrhatî di pratîkê de bavêjin. …..
Vêca ji ber ku gelek ji me Êzdiyên îro xwe baş nasnakin, em nikarin bi hêza çend kesan tenê;

•xwe di vê demê û di nava van derfetên ku îro li diyaspora û di nav welat de hene de, xwe li ser bingehên civakî, olî, netewî û  jiyana hevparî(întegrationê) birêxistin bikin.
•di pêwendî, çapemenî û medyayên ragehandinên xwe de, bi zimanê mîtologî, dîrok û zargotina civak-netewa xwe  bipeyvin, binivisînin û bidine xwandin.
•zarokên xwe, di wextê salên zarokatiyê de bi zimanê zikmakî tevî lorîk, stran, kilam, çîrok, destan, beyt, cîvanok, duha, lawij û qewlên Êzdîtiyê mezin bikin.
•di pêşerojê de nasname ya ol û netewiya xwe bi zimanekî xerîban tenê biparêzîn û bi pêş ve bivin.
•û wê ciwanên me jî nikaribin van valeyên di dîroka me de hene, wekî ku di zargotina me de tê gotin, „dem bi demê re lê, her dem bi Xwedê re“ li goriya demê dagirin û wan mafên  xwe yên ku hatine tûnekirin cardinê vegerînin.
Ji xwe ji ber van gelek egerana ku “ez jî mîna seydayê mezin rahmetiyê Cigerxwîn gotî dibêjim“HAWAR”e û wê „KÎ HILGIRE VÎ BARÊ MIN(*19)„  Eger “ ku kevneşopên bingeha olekê neyêne jiyankirin, zarok û ciwanên civakê jî nikarin sedûhedên wê olê biparêzin(*20)”. Wê „rewşenbîr, zahne, sazî, komel, dezgeh û rêxistinên partiyên Kurd(Êzdî)an jî nikarîbin weke her dîn, civakê, çarenûsa xwe bihêz û rêxistbûna endamên Êzdîtiyê diyar bikin(*21) û hwd….

15- Herî zêde hûn ji kîjan taybetmediyê ola êzdî hezdikin?

-Ez  ji ilmê Êzdîtiyê, yê ku xuru bi zimanê Kurdî têye gotin û  wan girêdanên di navbera Xwedayên esmanî, wekheviya mirovatiyê  û  rêzgirtina ji xwezayê re bêye girtin diyardikin, gelekî hezdikim.

16- Di Êzdîtiyê de kiras  veguhestin heye, ger hûn dîsa werin cîhanê hû dixwazin weke çi werin?

– Bi dîtina min û li goriya ku ez Êzdîtiya resen fahmdikim, wexta ku rih(giyan)ê merivek(giyanberek)î ji bedena wî/wê dertê û diçe ber dilovaniya Xwedê, hingê tenê Xwedê û milyaket(xwedan)ên xwediyê rihî  dikarin bîryara ka rih cardinê vegere bikeve kîjan bedenê/î.

Lewma dibêjim, ev bîryara wexta ez dîsa werime cîhanê û rihê minê bikeve çi bedenê , ne bi daxwaziya min e.  Xwedê û Xwedanên min, bîryara rihê min dîsa bikeve kîjan bedenê bidin, ezê bi wê gelekî razî bim!

17-   Ji bo we Felsefe çi ye?

-Min Felsefe anjî fîlozofî dibistana de ne xwandiye, lê ez li goriya hiş (nûra) ê ku Xwedê û Xwedanên min, di sere min de bicî kiriye( ez bawerim ji ber vê ye ku di ilmê Êzdîtiyê de hêjî tê gotin, “nûra Xwedê bi her giyanberî re heye” ! ) dibêjim, felsefe zanîstiya ilmê Xwedê, Milyaket, ”pîroziya êlêmêntên ku bûne bingeha afirandina dinya û jiyanê (*22)”, çanda kevneşopên Babçak û  hişê xwe nasînê ye.
“Em di diyalekt nasînê de jî dibînin  ku, çerxa veguhastina xwezayê û kiras guhastina hemû rihilberan(çi xwezayî, lawir anjî însan ûwd.be), tenê bi reza Xewdê û li ber hebûna van her çar êlêmênt(cewahir)an(ax, ba, av û agir/nûr) digere. Ev her çar cewahir(ax, ba, av û agir/nûr) di nav hevde destpêk û dawiya her hebûn û tunbûna hemû  tiştên xwezayî yê, çi rihilber anjî ne rihilberan in.

Di nav zargotina me Êzdiyan de vêga hêjî tê gotin ku, wexta Melkemot(Êzdî dibêjinê, DELALÊ DİLÊ MİN, EZRAÎL, TAWİSÎ-MELEK, EMÎNCÎBRAÎL, NASİRDÎN) rihê merivekî ku kiras diguhêze jê distîne, kesê mirî di binerdê de tê veşartin. Ev bedena kesê mirî li kuderê, di bin axa kîjan welatî de hatibe veşartin jî, rihê wî cardinê vedigere nav maka xwe, Milyaket rih ji nav bedenê dertînin û wî rihî tînine geliyê Lalişê.

Lewma di ilmê me dê hêjî tê gotin:

‘Dinya milkê rebil alemîn e

Dinya ji bo tu kesî namîn e

Dinay tenê ji bo Xwedê dimîn e

Beşerî ji axê ye û her ji bo bin axê ye

Bin Ademo, eger tû hezar salî li dinê bî

Tû bi zêr û zegerê malê dinyayê bi xinê bî

Her tû yê rojekê mêvanê qebrê bî

Ruhe rihmanî, nabête fanî,

her dê rojekê biçe ber destê wî Ezdanî ’

Weke ku ez ji vî ilmî û zargotina me Êzdiyan fahmdikim, axretnasîna me Ezdahiyan(olperestiya xwezayî) qet cûdetiyê naxe nava tu cewahir(ax, ba, av û agir/nûr û hwd.)ên ku bûne bingeha afirandina dinya û  jiyanê. Êlêmênt(ax, ba, av û agir/nûr û hwd.)ên li her welat û devera ku li ser ruyê dinyayê hene tev weke hevûdinê pîrozin.

Lewma jî bawerdikim ku, fîlozofî û mîtolojiya Ezdahîtiyê serekaniya zanîna afirandina dinya yê, bingeha hemû mîtolojiyên xwezayî, bi taybetî jî dewlemendiya mirovatiya li ezopotamiya yê, civak û olên Kurdî ye. Di vê zargotina me de hêjî tê gotin ku, tu evdî bi Xwedê, her heft melyaketên qedîm, Melek, Horî û hwd.ra dahin standin ne kiriye. Tu evd vêga hêjî nikare şêwe, şikil, sûret û wênê Ezda, Melyaketên qedîm, Melek, Horî, Perî, Cin û gelek Xwedanên xwezayê bi peyv û pênûsan tarîfbike, çêke û hebûna wan tenê li deverekê, cîh û mekanekî de bivîne anjî bide xwanê.  (*22)“

16 – Tiştekî ku hûn lê zêde bikin ne mabe, ez spasiya cenabê we dikim û hêviya gellek salên tije jiyan û xweşewîstî û berhemên nû..

-Birayê hêja, ez jî gelekî sipasiya te dikim, ku te ev derfeta xwe nasînê da min û bila Xwedê bike jiyana te tije serkeftin be!

Her wehe gelek spas ji bo Xwedê  ku ez dikarim îro dîsa hinek ji fikir û ramanên xwe bi te û xwandevanên te yên rêzdar ra parvebikim!

Hêvîdarim ku ev bersiv û nirxandinên min jî bi dilê te, rewşenbîr, zane, teolog, dîroknas, tevaya xwandevanên te yên rêzdar û lêkolînvanên me kurdan (êzdî, ehlî heq-yarasanî, elewî, zerdeştî, bisilman û hwd.)bin û ew jî  bikaribin li her deverê, bi serbilindî û şanazî bibêjin,  Êzdîtî di koka şaristanî û hişmendiya xwe de dewlemendiya Kurdîtiyê ye û ew vê kevnariya şaristaniya nijad, bîr û baweriyên me bi hêza rewşenbîr, zane û teologên cîhanê bidine nas kirin!

Bi gel rêz û silavên min ra,

Kemal Tolan -Xemxwar û Berhevkarê Kevneşopên Êzdiyatiyê. 04.02.2014

*Çavkaniyên ku ev  mêjara hêjî tê de tiye xwandin:

http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-haveyne-mirovatiya-mezopotamiya.html
http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/giringiya-dirok-u-sunwaren-ezdiyan-ii.html
http://yeziden.de/44.0.html?&tx_ttnews[pointer]=106&tx_ttnews[tt_news]=208&tx_
ttnews[backPid]=22&cHash=dbca0e3ee85d1a38b631b1c79e651f0a
http://www.ike-europa.com/Article.aspx?articleid=680&authorid=21
http://www.pen-kurd.org/kurdi/kemal-tolan/ezdiyati-u-erken-rewshenbiren-kurd.htmlhttp://yeziden.de/forum/board25-civata-bi-kurd%C3%AE/board26-%C3%A7and-%C3%BB-huner/761-bi-ziman%C3%AA-kurd%C3%AE-binivis%C3%AEnin-%C3%BB-bixw%C3%AEnin/#post24838)
http://www.pen-kurd.org/home-rest-01-06-30-11-04.html
Kemal Tolan – Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindî ne, ji Weşanên DENGÊ ÊZÎDÎYAN 2000 Oldenburg, Rûpel: 119
Kovara ARMANC sal: 3, hêjmar : 27 Tebax 1981, rûpel: 8 û berdewam 11 deye û ev gelekî dirêje.
http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/Armanc/78.pdf –  Kovara ARMANC, hêjmar : 78 Adar 1988, rûpel: 11 de
http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/Armanc/158.pdf – Kovara ARMANC, hêjmar : 158 Gulan –Hezîran 1995, rûpel: 2  de.
http://arsivakurdi.com/magazinlist/Armanc
Nivîs û gotarên min yên ku di nav Kovara Dengê Êzîdiyan de hatine weşandin:
Hêvî / Hoffnung : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_2.pdf  -Rû.: 9 û 13

Qelen û Zewac/ Jiyana me :  http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_3.pdf  Rû.: 18 û 20

Bîranîn û Spasî :  http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_4.pdf  Rûp.: 40

Xem û Xeyal : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_5.pdf  Rûp.:  44

Gelî Êzîdiyan : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_6_7.pdf  Rûp.: 110

Deutschkurse für Ausländer : http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_8_9.pdf  Rûp.: 31

Hevpeyvîn bi Mîrê Êzîdiyan re, Semîner : Cî û warên Êzdiyên li bakurê Kurdistanê, Nasandina Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindîne û Êzdiyatî û erkeên rewşenbîrên Kurd:

http://arsivakurdi.com/PDF/kovar/DengeEzidiyan/DengeEzidiyan_8_9.pdf  Rûp.: 87-91 , 113,130 û 137-139

http://www.lalish.de/modules.php?name=News&file=article&sid=788
http://www.welatperwer.com/nerinek-li-ser-maka-diroka-ezdahiti-u-kurden-resen-kemal-tolan/
http://www.felsefevan.org/kemal-tolan-u-keda-wi.html û http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?PictureNr=6262&RubricNr=24&MemberNr=30&ArticleNr=7910#.Uu-DlfuGMcM
http://www.helbestvan.com/ezda-naveki-xwede-ye-u-kemal-tolan/
-http://www.ciwanen-ezidi.de/pdf/012.pdf
http://www.civata-kurd.de/ku/kurdistan/345913/ez-j-m-na-seyday-mezin-rahmetiy-cigerxw-n-got-dib-jim-hawar-e-w-k-hilgir-v-bar-min
http://www.civata-kurd.de/ku/culture_and_art/352766/gava-ku-kevne-op-n-bingeha-olek-ney-ne-jiyankirin-zarok-ciwan-n-civak-j-nikarin-sed-hed-n-w-ol-bipar
http://gelawej.net/index.php/kemal-tolan/7534-pewiste-em-ezdi-ji-carenusa-xwe-bihez-u-rexistbuna-endamen-ezditiye-diyar-bikin.html
http://www.mezopotamya.gen.tr/p%C3%AEroziya-%C3%AAl%C3%AAm%C3%AAnt%C3%AAn-ku-b%C3%BBne-bingeha-afirandina-dinya-%C3%BB–jiyan%C3%AA-makale,739.html
Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina hevpeyvînê qedexe ye…

 

F
E
E
D

B
A
C
K