Nivîskar û helbestvanê Kurd ku navê wî ê rasteqîn Selmanê O. Abdo ye û di sala 1953’an de li gundê Doda li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, ji mêj ve bi ziman, folklor û toreya gelê Kurd re mijûle û heta niha çendîn berhem weşandine. Li gor agahiyên wî, wî heta niha di çil û çar kovar û rojnameyên Kurdistanî de, li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat berhemên xwe belav kirine. Xwediyê kovara “Gurzek Gul”.  Konê Reş ji Rûdawê re axifî:

Demeke dirêj tu bi lêkolînên li ser Bedirxaniyan re mijûl bûyî. Gelo tiştekî nû di vê derbarê de maye ku tu ji me re bibêjî?

Belê gelek tişt mane, ji ber ku dîroka me a nûjen bi Bedirxaniyan dest pê dike. Bedirxanî ji Kurdan re şoreşa netewî ne, şoreşa rewşenbîrî ne, dîplonasiya kurdî ne. Ez ne bawerim ku tu malbatan wek malbata Mîrê Cizîra Botan ji dil û can xebat û bizav di ber gelê Kurd de kiribin, tev malê xwe û canê xwe di ber de winda kiribin.

 Tevî ku neferên vê malbatê ji sala 1847’an ve di koçberî û sirguniyê de dijiyan, lê wan qet welatê xwe Botan, warê bav û kalên xwe, ji bîr nekirin, ji desthilanîn neketin, li ber xwe dan û gelek xebat û bizav kirin, da ku navê gelê xwe di nav gelên cîhanê de bilind bikin. Neferên vê malbatê di sirguniyê de, di bin şert û mercên zehmet û dijwar de, xwe berpirsyarê gelê xwe didîtin û kêşeya gelê Kurd barê xwe yê yekemîn dinasîn. Bi gotin û kirinê dixebitîn; çi di warê civakî û rewşenbîriyê de û çi jî di warê siyasî. Belê hê jî navê gelekan ji wan neferan di tariyê de ye, wek nimûne; Ebdulrezaq Bedirxan ku wek yekem diplomatê Kurd tê naskirin, di sala 1918’an de li Mûsilê ji aliyê waliyê wê Silêman Nezîf ve hat bidarvekirin û di goristana biyaniyan de hat veşartin. Kamil Bedirxan yê ku mejiyê serhildana Bedlîsê bû, piştî bidarvekirina mele Selîm û hevalên wî xwe li Teblîsê girt û li wir dibistanek kurdî vekir. Û Behrî Paşa, Elî Şamîl Paşa, Sureya Bedirxan… Wiha gelek neferên vê malbatê xebat û bizav di ber kêşeya Kurdî de kirine, lê mixabin ta roja îro navê wan di tariyê de ye. Wan Bedirxaniyan gelek komele û dibistan damezirandin, gelek kovar û rojname weşandin, hem jî bi saya wan gelek navend û enstîtû ji gelê Kurd re hatine ava kirin. Mesela Bedirxaniyan xelas nabe.


Piştî mirina Rewşen Bedirxan ku tu jî diçûyî serdana wê, mîrateyên Celadet û nivîsên wî yên neçapkirî li ku man gelo? Weke mînak, çi bi destnivîsa romana wî ya bi navê “Bîra Qederê” hat?

Nizanim çima rêxistinên me lê xwedî derneketin?! Dema ku min û hevalekî xwe kovarek bi kurdî diweşand, hingî ez agahdar bûm ku kebaniya mîr Celadet Bedirxan saxe û li bajarê Baniyas dijî û wiha ez li ser şopa Mîr Celadet di sala 1990’î de çûm mala Rewşen Xanim Bedirxan. Di wê çûnê de ramana berhevkirina pirtûkekê li dor jiyana Mîr Celadet ket sere min û her heyv ez diçûm cem, min pirs jê dikirin. Wê ji min re digot; tu dereng mayî. Berî te gelek kes hatine cem min. Min jê naskir ku piraniya xelkên dihatin cem Kurdên Bakur bûn, nemaze piştî îlona 1980’yî. Ewên ku di Sûriyê re derbasî Ewrûpa bibûn, wekî Mihemed Emîn Bozarislan, yê ku bi kebaniya xwe re bi mehan lê dibû mêvan û qala xortekî jî bi navê Ferzende dikir ku dihat cem (vê paşiyê min naskir ku ew Mihemed Uzun e). Hem jî xortek bi navê Şêx Seîd dihat cem, jêre digot ez neviyê Şêx Seîd im. Firat Cewerî jî dihat cem. Ku ez ne şaş bim piraniya van kesan di rêka Şamê re, bi alîkariya Osman Sebrî an Dilawer Zengî diçûn  mala wê. Piştî mirina wê di hezîrana 1992’an de xwîşka wê Oseyma ji Qahîre hat û hemû pirtûkên wê û yên Mîr Celadet kirin kertonan û birin Şamê. Di orta salên 1990’î de, dema Dilawer Zengî di gel Xefûr Mexmûrî çû Kurdistanê, me bihîst ku wî pirtûkxana Mîr Celadet biriye Kurdistanê. Îsal sibata borî de Sînemxan bi dûv pêmayê bav û diya xwe de hat Şamê, tiştên ku li cem Dilawer Zengî mabûn dayê û ji wir hat Qamişlo. Ew wêneyên ku diya wê Rewşen Xanim dabûn min, bo wê pirtûka ku min li ser jiyana Mîr Celadet berhev kiribû, min tev danê. Hem jî min hin wêneyên din, yên ku min ji cem malbatên Kurdan dabûn hev, danê. Bi kurtî eve çîroka pirtûkxana Mîr Celadet Bedirxan.

Piştî te di pirtûka xwe de qala hebûna destnivîsa romaneke Celadet bi navê “Bîra Qederê” kir bi çend salan Mehmed Uzun jî romanek li ser Celadet bi navê “Bîra Qederê” derxist. Mehmed ji min re got ku ew roman ya wî ye û Celadet Bedirxan pîlana nivîsandina ti romanan bi wî navî nekiriye û Konê Reş nikare jê çêtir zanibe. Çima deng ji we nehat?

    Xuyaye berî ku ez Rewşen xanim nas bikim, hineka romana Bîra Qederê  ji cem biribû, lê ne digot daye kê. Digot min kovar û destnivîs dane Mihemed Emîn Bozarselan û Ferzende (Mehmed Uzun) û Firat. Ji Bozarslan razî bû lê gazin ji Ferzende dikirin û digot: Kurê min pêjna Ferzende nayê, ma tu wî nas dikî? Û Rewşen xanim digot: Tevî ku mîr li gundê Hêcanî bû, wî dinivîsand. Nivîsandin nexweşiya wî bû. Wî çîroka Bîra Qederê dinivîsand û qedera wî bû ku di wê bîrê de bimre. Ez dibêjim; mîrê ku tev jiyana xwe di kurdewarî û rojnemevaniyê de derbas kir, ne mumkine ku di wan şend salên dawî de, bê nivîsandin mabe. Wî Bîra Qederê dinivîsand. Xuyaye ku Mîr Celadet divîbû bi romana Bîra Qederê jiyana xwe a kurdewarî bi dawî bîne, lê qederê ew derfet ji dest girt û nehişt bigihîne dawî. Eger mirov bi hûrî  romana Bîra Qederê a ku M. Uzun mora xwe lê xistiye bixwîne, wê bibîne ku ne mumkine M. Uzun ev roman nivîsandibe. Ji ber gelek egeran wek:

1 – Cih, war, gund, bajar, navê kesan, nave taxên Şamê yên kevin M. Uzun bikar anîne. Ez ne bawerim ku kes karibe van navan, cihûwaran bi kar bîne ji bil Mîr Celadet pêve. Li van rûpelên Bîra Qederê Çapa yekem 1995 vegere:141- 171- 178 – 181- 188- 196- 197- 198- 215-226-234-237-238-240 û hwd… Ez wekî Kurdekî Sûriyê ku ev 25 salin bi rewşenbîriya kurdî a têvel mijûlim, ez nikarim, an bi zor ez karibim van nav, cih û waran nas bikim û ew Kurdê bakure ji kû zane?! Encex lêkolînevanek karibe, an ew kesê ku li wan cihan mabe, an di wan re derbas bûbe zanibe, wek Mîr Celadet.

2 –  M. Uzun di sala 1985’an de diçû cem Rewşen xanim, belê çima piştî deh salan ji dîtina wê û sê salan ji mirina wê çap kir û çima bi navê Ferzende xwe pê dabû naskirin û xwe jê vedidizî û pêwendî pêre girênedidan?

3 – Di sala 2008’an de ez û kak Firat Cewerî li Cizîra Botan bûn. Firat di semînera xwe de wiha got: ‘Di sala 1987’an de ez çûm Sûriyeyê, bajarê Banyasê ba Emîre Rewşen Bedirxan û min ji cem wê hin hejmarên Hawarê anîn. Min divîbû wan ji nû ve çap bikim. Lê mixabin gelek hejmar ji wan kêm bûn. Rehmetî Mihemd Uzun ew hejmarên kêm dane min. Ew di sala 1985’an de çûbû cem û wî tev hejmarên Hawarê anîbûn.’ Ango M. Uzun ji hingî ve gelek tişt ji cem Rewşen anîbûn

4 – Çendî M. Uzun xwestiye ku zimanê xwe û yê mîr di romanê de nêzîkî hev bike, lê di gelek cihan de pêre derneketiye.

Ne ku ez şerê rehmetî dikim an bêbextiyan lê dikim, ez baweriyên xwe dibêjim. Yên ku bawer nekin, bila romanê ji nû ve bixwînim.

4- Rojnamevaniya Kurdan li Binxetê, piştî rawestandina Hawar û Ronahî, nema. Pişt re kovarvaniyê dest pê kir. Te jî demekê “Gurzek Gul” derxist û ew jî rawestiya. Niha li meydanê çi tê dîtin gelo?

 Belê gelek kelem û asteng di pêşiya kovar û weşangeriya bi zimanê kurdî li Rojava hatine danîn. Nexasim piştî ku Fransî di sala 1946’an de ji Sûriyê hatine derxistin. Ji hingê ve zimanê kurdî qedexe ye, nivîsandina bi zimanê kurdî qedexe ye, ta ku nivîsandinên bi zimanê erebî li ser kêşeya kurdî qedexe ye. Û wiha ev qedexebûn berdewame, heta roja îro. Ji ber ku rexistinên me guh nadin ziman û idîa dikin ku kovarên wan hene, hêjî hin kovarên rêxistinî car caran di holê de têne dîtin, wek Gulistana kulek, Gelawêja seqet, Pirsa ku bi darekî dimeşe. Mirov dikare bibêje ku rojnameya Newroz û ji dor salekê ve Dimoqratî pak in.


Berî deh salan hem nivîskarên bi kurdî dinîvisînin zêde dibûn, hem jî derdoreke xwendevanên zimanê kurdî berfireh dibû. Niha nivîskarî û xwendina kurdî li Binxetê çawaye gelo?

Bêgûman di van pazdeh-bîst salên borî de geşbûneke rewşenbîrî serê xwe di nav me Kurdên Binxetê de hilda bû. Ew geşbûn jî di warê danheva zargotin û afirandina peyva kurdî a resen de bû. Hem jî weşandina pirtûkên têvel û bi taybetî dîwanên helbestan. Lê ji sala 2004’an û virde, rewş hat guhertin. Ew kovar û rojnameyên ku bi kurdî di salên 1990 de dihatin weşandin, êdî nema em gelekan ji wan dibînin. Eger hebin jî, her salê hejmarek, an her du/sê salan hejmarek derdikeve û dûrî şert û mercên rojnamevaniyê ne. Ji aliyekî din ve, ya ku mirov sosretmayî dike ew nivîskarên me yên ku berê tenê bi kurdî dinivîsandin. Roja îro bi piranî berê xwe dane nivîsandina bi zimanê erebî. Ango her kû diçe zimanê erebî şûna zimanê kurdî digire û ev tiştekî gelekî xerabe. Bi gotineke din ez dikarim bibêjim ku welatparêziya siyasetvan û nivîskarên me bûye bi erebî.

Li gor dîtina te, giringtirîn bûyer û rûdanên ku di van salan de ji bo wêjeya kurdî li Binxetê û li Sûriyê bi giştî çêbûne çine?

 Belê keko! Etar ji tûrikê xwe xeber dide. Ez jî etarê vê bazarê me, ev bûyer di tûrikê min de hene: Ji sala 1993’an ve festîvala helbesta Kurdî li dar dikeve, mixabin ku di van salên dawiyê de kelê bûye. Di sala 1995’an de, li ser banga Mihemed Emîn Bozarslan me 300 saliya Ehmedê Xanî pîroz kir. Ji sala 2002’an ve Komîta Şevbuhêrkên Kurdî li Şamê her meh şevbuhêrkekê ji nivîskarekî re li dar dixîne. Di sala 2003’an de, bi rengekî berteng me 100 saliya Cegerxwîn pîroz kir. Hem jî di eynî salê de, Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî hat damezirandin û bi sedan xort û keç fêrî zimanê kurdî bûn. Lê îsal rêjîmê destê xwe danî ser û berpirsyarê wê bi sê meh zindan û 50 hezar ceze kirin. Hem jî her meh bi navê Çalakiyên Çanda Kurdî ku a rexistinekê ye, şevbuhêrek bo nivîskarekî li Qamişlo  tê pêk anîn. Berî pêlekê di buroya PDPKS de Hola Dr. Nûreddîn Zaza hat vekirin, carna hin çalakî têde jî têne li darxistin. Sed mixabin ku roja îro piraniya çalakiyên ku di nav me Kurdên Sûriyê de dibin, ji sedî not bi zimanê Erebî ne.

  
Nivîskariya kurdî li wêderê ber bi kude diçe û niha tu bi çi mijûlî?

Nivîskariya kurdî ber bi erebî ve diçe. Rola rêjîmê jî di vê yekê de heye. Yên bi erebî dinivîsînin serbestirin ji nivîskarên ku bi kurdî dinivîsînin. Tew rêkxistinên me bi şerê hev daketine û zimanê kurdî di ser guhên xwe re avêtine. Em bi hêvî ne ku ev qunaxa xerab zû derbas bibe. Ez bi gelek tiştan mijûlim, gelek destnivîs li ber destê min hene. Tiştê ez zanim ewe, ku gotin sultanê demê ye. Her tişt bi demê re winda dibe, bi tenê gotina nivîsandî dimîne.

Ma ku ez li hêvî û daxwazên te bipirsim?

Hêvî û daxwazên min evin; ku ez her sibeh rojnameyeke Kurdî bi tîpên Latînî li ber deriyê mala xwe bibînim û bi rêka wê nûçe û bûyerên Kurdistanî û cîhanî bixwînim û seh bikim

————————————–
Berhemên Konê Reş yên çapbûyî:

 -Serpêhatiyên Mîran (1), 1991

-Mîr Celadet Bedir-Xan, 1997    

-Serhildana Sasonê, 1925-1936, 1995

-Osman Sebrî, 1905-1993, 1997

-Komela Xoybûn û Bûyerên Rojane yên Şoreşa Araratê, 2000

-Pirtûka Qamişlo, Lêkolîn, 2003

-Welato, Helbest, 1998

-Dergehê Jîn û Evînê, Helbest, 2001

-Cûdî Çiyayê Miradan, Helbest, 2004

-Dara Çinarê, Helbest, 2006

-Sîpan û Jîn, I. Beyrût, 1993

-Şagirtê Bedir-Xan im, 1996

————————————–

Çavkanî: Rojnameya Rûdaw, hejmara 10 : 08. 09. 2009, çapa Ewropa.

F
E
E
D

B
A
C
K