Di demekê de ku parêzgeha Kurdistanê “girûpek tundajo a mesebî” bi desthebûn di pevçûna çekdarane a wan dawiyane li nêzîk bajarê Sinê de tawanbar dike, Mistefa Hicrî, Sekreterê Giştî ê PDK Îranê tekez liser vê yekê dike ku ev piropagende bi mebesta berxwarkirina hizr û raya giştî tê encamdan.
Mistefa Hicrî, roja Şemî, 23.4.2011’an di hevpeyvînekê li gel Elerebiye de piştrast kir: Ku her dem siyaseta rejîmê li ser vê
yekê bûye ku rabigihîne birêveberên pevçûnê hatine kuştin yan hatine destbiser kirin heya ku îdeayên xwe bo zalbûn li ser vê rewşê de biselmîne, lê ew şîwa ragihandinê pirraniya caran li ser bingehek rastîn nesekinî ye.
Çavkaniyên ewlehî li Îranê ragihandin ku, roja derbasbûyî li gundê Hesenava li nêzîk bajarê Sinê di navbera girûpek çekdar û hêzên întizamî de heya demjimêrên dawî ên şevê, pevçûn çê bûye û çend kes ji hêzên Polîs birîndar bûn û hejmarek ji çekdaran jî hatin kuştin û destbiserkirin, lê amarek dirust ji kuştiyan nehatiye ragihandin.
Sekreterê Giştî ê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê got: navê kuştiyan di pevçûnan de û cihê destbiserkirinan tu car nahê ragihandin, lê hin caran kesên bêtawan dikin gorî û bi tometa beşdarî di pevçûnan de ceza dikin.
Cihgirê berpirsê kar û barên siyasî û ewlehî yê parêzgeha Kurdistanê li dor pevçûnên vê dawiyê di konferansekê rojnamevanî de ragihand, girûpekê terorîstî-mesebî ku xwe bi “Cemaeta Tohîd û Cehad” nasandiye kiryarek çekdarane li dijî hêzên Polîs encam dane.
Îrec Hesenzade tekez kir ku dezgehên ewlehî şeva berî sefera heyeta dewletê bo parêzgehê, du kesên ser bi wê girûpê ku hin çek û bombeyên dengî bi wan re bûne destnîşan û destbiser kirine. Bi gotina wî wan kesan dixwastin di dema sefera heyeta dewletê de bo cihên pirr hat û çû wan bombeyan biteqînin.
Lê Mistefa Hicrî piştrast kir ku di Kurdistanê de tu girûpek çekdar bi navê “Cemaeta Tohîd û Cehad” ninin û pirraniya saziyên Îslamgera di wê deverê de li jêr konterola rejîmê de ne û hin ji wan jî ser bi dewletê ne.
Sitema netewî
Sekerterê Giştî ê PDK Îranê got: Di demek ku kêmtirîn çalakiya kes û hizbên pênasexwaz tên serkutkirin saziyên bi wî awayî bi awayekê serbest çalakiyan dikin û bo xelkê me jî naskirî ne.
Hicrî sedema pevçûnên bi wî awayî li Kurdistanê bi sitema netewî û li berçavnegirtina mafê neteweyan binav kir.
Navbirî ew pevçûna ku di çend rojên derbasbûyî de li devera Erebakincî a Ehwazê de çê bûn, li gel bûyerên vê dawiyê a bajarê Sinê bi hevrîşal zanîn û got: ew sitem û helewardina ku tê birêveçûn, wek hevin û di hemen dem de pîlanên ku bo tepeserkirina wan daxwazan tên bikaranîn wek hev in.
Hicrî di doma axavtina xwe de got: Ew pirraniya caran partî û saziyên ku li Kurdistan, Ehwaz, Belûçistan û deverên din de çalakiyan dikin, bi jinavçûyî nav birine, lê ew pirsgirêk û guherînên ku derdikevin holê, wan cure bangeşeyan red dikin.
Navbirî di dirêjiya axavtina xwe de got: Ew zulmên ku li derheq netewên Îranê di heyamê nîv sedsala derbasbûyî heya niha ji holê bûne, berbi rûyê dijkiryara xelkê bûye…
Heya ku xelik li jêr sitem û helewardinan de bin dê li dijî Komara Îslamî bixebitin.
Navirî got: Ger Komara Îslamî bikare mafê netewan berhev bike, tu kesekê pêxweş nine dest bo çek bibe.
Hicrî li ser vê yekê pêdagir bû di hikûmetên ku derfet bo diyalog û pêragihîştin bi rêçareyên aştîxwazane tune be, xelik dest bo çekan dibin… di rastî de xelik digihîjin qonaxekê ku rêçareyekê xincî vê şîweyê li pêş xwe nabînin.
Birêz Hicrî di hemen dem de piştrast kir ku Partiya Demkrat a Kurdistana Îranê weke yek ji Partiyên sereke ên Kurdistanê, xebata sivîl bi gihîştin bi xwastikên neteweyan di navxwe û derveyî welat dimeşîne û niha jî şîweya çekdarî negirtiye ber xwe.

 

F
E
E
D

B
A
C
K