Ji niha ve senaryoyên leystokên qirêj têne çê kirin. Çendî di vî warî de AKP û CHP di nava tekoşînekê dijwar de bin, partiyên din jî bêdeng nîn in. Di rojên pêş de wê ev qirecire zêdetir gur bibe û deng vede.

Grîngiya hilbijartinên îsal ji bo Kurdan jî mezin e. Piştî 4 salên borî, ku di parlemena Tirkiye’yê de koma BDP’ê hebû, divê hêza Kurdan mezintir bibe. Ji bo ku pirsgirêka kurd zêdetir bikeve rojevê û di derbarê çareseriyê de niqaşên dorfireh û bi encam pêk werin, divê hejmara parlementerên koma BDP’ê ji 30’yî derbastir bibe.

Li gorî daxûyaniyên rayedarên BDP’ê, wê hejmara kursiyên wan di navbera 30 û 40’lî de be. Ev daxwazekê baş e, lê belê ji bo vê pêwîst e xebatekê pir baş û bi aqil bê meşandin. Ji bo ku di parlementoyê de derdorê 40 kursiyan bidest bikeve, divê di navbera partiyên kurd (BDP, HAK-PAR û KADEP) de hevkariyekê xurt hebe. Lê mixabin, qasê ku tê dîtin, hevkariyekê wusa tine û di nava BDP’ê de jî zelaliya ku tê xwastin tine.

Ez niqaşên di derbarê amadekariyên van hilbijartinan de ji nêz ve dişopînim. Qasê ku ez dibînim, û mixabin, weke hemû demên borî, vê carê jî hin kes dixwazin giraniya xwe û ya derdor û malbata xwe di lîsteya berendaman de bidin cih kirin. Beriya her tiştî, ev nêzîkatî dibe sedemê wendakirina pir dengan. Di demên borî de jî vê nêzîkatiyê zerarekê mezin daye hêza Kurdan, eger wuha dewam bike, wê di 12’ê hezîran’ê de jî zerarê bide.

Piştî tekoşînekê bizehmet û çetin, divê derdorên ku xwe weke siyasetmedar, rewşenbîr û rêberên Kurdan dibînin, ji parastina berjewendiyên malbatî û hevaltiya teng dûr bikevin. Piraniya malbatên Kurdên Bakur di vê têkoşînê de bedel daye. Û di nava van Kurdan de pir kesên ku bikaribin siyasetê û dîplomlasiyê bimeşînin hene. Lewre, pêwîstî heye ku ji van kesan, an jî şexsiyetan re rê were vekirin. Eger, weke hemû demên borî, vê carê jî di wêneyê siyasetmedarên kurd de, yên ku bikevin parlementoyê, guhertinekê çê nebe, mixabin wê encama hilbijartinên îsal zêde bersivê nede daxwaza tekoşîna gelê me.

Pêşniyara min û hêviyên min ew in ku, di lîsteya berendamên BDP’ê de ji %80 kesên nû cih bigirin. Eger ne wusa be, û carekê din heman parlementer bikevin TBMM’yê, wê zehmet be ku pirsên gelê me bersivê bibînin.
31.03.2011
Ahmet Gulabi DERE / Journaliste, Ecrivain /Adresse du Blog personnel : http://farasinfr.blogspot.com
Mail: [email protected] /[email protected] Tel: +33 650 77 69 14

F
E
E
D

B
A
C
K