Serokê Saxê Amedê yê ÎHDê Muharem Erbey diyar kir ku bi qasî hatiye tespîtkirin, di sala 2008-an de bi tevahî li herêmê 35 hezar û 992 binpêkirin pêkhatine.
Komeleya Mafê Mirovan ya Saxê Amedê, bi mebesta eskerekirina rapora "binpêkirina mafê mirovan ya sala 2008an" li avahiya komeleyê civîneke çapemeniyê lidar xist û bi rapora xwe ya derbarê binpekirina mafê mirovan de bi daxuyaniyek da eskerekirin. Di rapora ku ji aliyê Serokê Saxê Amedê yê ÎHDê Muharem Erbey ve hat pêskêskirin de, hat eskerekirin ku li herêmê li gor sala berê di sala 2008an de di binpêkirina mafêm mirovan de zêdebûn çêbûye. Erbey, herweha diyar kir ku bi qasî hatiye tespîtkirin, di sala 2008an de bi tevahî li herêmê 35 hezar û 992 binpêkirin pêkhatine.
Serokê Saxê Amedê yê ÎHDê Muharem Erbey, herweha di axaftina xwe de bal kisand li ser naveroka raporê û diyar kir ku di sala 2008 an de, binpêkirina mafê mirovan, zext û zordariyên li ser zindaniyên kurd gihistiye asta herî bilind. Erbey da zanîn ku di sala 2008an de 23 hemwelatî ji aliyê polêsan ve hatin kustin, 54 hemwelatî  jî hatine birindarkirin, kesek jî  di binçav de hatiyê kustin û 59 hemwelatî jî ji aliyê hêzên tarî ve hatine qetil kirin.
Erbey diyar kir ku di sala 2008 an de gelê heremê gelek ês û azar kisandine û li heremê binpekirina mafê mirovan, tadahiya li ser gelê kurd her roj zedetir bûye û weha got; "Li Tirkiyeyê û bi taybet jî li herêmê serwêrisiya leskeran ya li ser siyasetê zêdetir bûye, bêçareseriya pirsgirêka kurd kurtir bûye û raserê rêyên tundiyê hatiye kirin. Bi vê yekê êskence, binpêkirina mafên mirovan, tada û kiryarên nemirovane zêdetir bûne. Bi vê mebestê divê dewlet ji kurdan lêborîn bixwaze."
Erbey, herweha bal kisand li ser vekirina TRT6ê û diyar kir, bi vekirina TRT6ê ku bi kurdî wesan dike, pirsgirêka kurd nayê çareserkirin. Erbey di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku salan nû ya 2009an bibe sala biratî, asîtî, azadî û wekheviyê. pukmedia
http://www.avestakurd.net/news_detail.php?id=3664

F
E
E
D

B
A
C
K