Taybetiya konsolosxaneya Swêdê li Stenbolê ew e ku, giraniya xwe ji bo têkiliyên Tirkiyê û EU, têkiliya aborî, pirsa mafê mirovan û perwerdê bêhtir e. Karlsson ne tenê konsolos e. Her wisa rêvebirê "Saxê Hevkarî û Têkiliyên Swêdê û Tirkiyê" ye. Mirov dikare bêje ku, avabûna vê saxê bi hatina Karlsson bo Stenbolê, 2001 î de dest pê dike. Armanca saxê wisa ye:

– Pistgiriya Tirkiyê bo endametiya Yekîtiya Ewropayê- EU
– Çareserkirina pirsên giring yên polîtîk, aborî û civakî li Tirkiyê û li ser van pirsan danûstandin bi Tirkiyê re
– Li ser pirsên çandî, adet û tore û olî hevdu fêmkirin û gavavêtinên nêzîkbûna li hev
– Raçavkirina pirsên li basûrê Ewropa, Kafkasya û Asia navîn…

Xebatên wan gelek caran li "Enstîtuya Swêdê ji bo Lêkolînê li Stebolê" pêk tên. Enstîtu di 1962 an de ava bûye. Ji bo niqasên cewaz, pir caran pisporên herdu welatan li wir dicivin, xebata xwe dikin. Endamên wan bêhtir ji kesên bijarte, dîplomat û akademisyenan pêk tê…

Çareserkirina pirsan bi rêya diyalogê slogana dîplomasiyê ye. Dîplomat statukoya ku heye dibînin. Bi pîvan gavan dihavêjin. Ji awira dîtin, pêsniyar, raçavkirina berjewendî, peyman û pirsên stratejîk ve lîstikvanên xurt in. Zîrek in.

Rola Ingmarî li Stenbolê diyar e. Ew konsolos e. Ew jî mîna niwênerên welatên din, gelek caran di danûstandina bi Tirkiyê re, ji bo parastin û pêsxistina berjewendiyên Swêdê, û li ser bingeha têkilî û peymanan gavan dihavêje.

Xebata Karlsson ya "Kurdistan", ne berhema wî ya pêsî ye. Hejmarek pirtûk nivîsîne. Pirtûka wî, bi navê "Kurdistan" ku rengên tîpên xwe ji "Al a Rengîn" pêk hatine, lê bi pêveka "Landet som icke är" bi realîteya îro û mesajdayîna derve ve girêdayî tê dîtin, dê bibe cihê gelek niqasan. Lewma dîtina min jî, mîna xebata Karlssonî, dikare ji hinek aliyan bi erênî û besek jê jî neyênî bê pejirandin.

Weke ku li jor jî hate qalkirin, Karlsson ji çend aliyan ve pispor e. Pirtûka wî, bi aliyên wî yên xurt, di gel hîsên însanî û bi zimanek dîplomatîk hatiye hunandin.

Awira Karlssonî li ser doza Kurdî bêhna "Rojhilatnas Karlsson" û "Dîplomat Karlsson" jê difûre. Çarçevoya mafê mirovan jî di xebata wî de heye. "Mirov Karlsson" di gelek deveran bi cesaret derdikeve pêsberî mirov. Anku helwêsta "Svenssonê mirovhez" yê ku toreyî û mafparêz e, divê li ber çavan bê girtin.
Dîtina wî ji bo parastina peymanên fermî û statukoyê jî dikare di çarçoveya "Saxê Hevkarî û Têkiliya Swêdê û Tirkiyê" bê nirxandin.

Kurteanalîzek li ser xebata wî

Di pêsgotina wî de, armanca wî wisa hatiye formulekirin. Ew, li ser pêkhatina pirsgirêka Doza Kurda û nakokiyên îro kur dibe. Ji dewletek serbixwe bêhtir, pirsê herêmî dibîne. Li mafê Kurdan yê mirovahî, çandî û hevwelatiyê erênî dinêre û dê wisa nêzî pirsê bibe…

Di detpêkê de, li ser pirsa coxrafya, ziman û olên li Kurdistanê bi dirêjî radiwetse. Li ser pirgirêkên standartnebûna zimanê kurdî dîtinên balkês pêskês dike. Pirsên diyalektan, karanîna tîpên cewaz ji xwe re dike bingeh û hinek ji sêweyên kurdî, ne weke dewlemendî, lê mîna zimanên cewaz nîsan dide…
Dîtina Karlssonî li ser standekirina zimanê kurdî dikare were fêmkirin. Lê nîsandana diyalektan weke zimanên cewaz, fantazî ye…

Dema mirov bixwaze, Destana Kawa bi zimanek ji derveyî Kurdî bixwîne, divê bi xebata Karlssonî dest pê bike. Zimanek kêser û edebî rengek xwes daye destanê.

Mem û Zîn û bilindkirina Ehmedê Xanî jî besek lê hêja ye. Karlsson ne yekser be jî, mesajên Xanî dighêjîne neslên îro:

"Mem û Zîn ji gelê Kurd û herêmên Kurdan re ku perçe bûye û nikare bighêje hev, bûye sembol. Ehmedî Xanî ku weke Sekspîrê Kurdan tê nasîn, banga xwe dighêjîne Kurdan ku, yekbûna xwe xurt bikin û dijîtiya hev nekin. Ew dixwaze ku, kurd di bin pêsengiya reveberekî ji bin zilma faris û tirkan rizgar bibin…" .
Kesên bixwazin vê mesaja Karlsson ya erênî binirxînin, dikarin bi gelek wateyan bar bikin.

Di çavkaniyên Ewropiyan de Kurdistan, xalek balkês e. Ji hejmarek kesên li ser Kurd û Kurdistanê nivîsîne, besan dide. Ew kesên di Kurdistanê re derbas bûne û bi kurdan re bûne dost û anjî hatine dijî hev, di vê xalê de xwedî cihek rengîn e. Ji awira wan ve nerîna li Kurdan û Kurdistanê xalek giring e.

Pêsketina neteweperestiya Kurdan, besek lê hêja ye. Pistî salên 1800 î û serîhildanên Mîrê Kurdan li gelek aliyên Kurdistanê tê de cî digire. Avakirina alayên Hemîdiye pêlkirina mafên neteweyên din, bi rêya vê hêzê rêlêgirtina netewîbûna kurdan, eskere dihêt zimên. Dîtina Karlsson li ser mijarê dikare wisa bê formulekirin:

Rêvebirên alayên Hemîdiye di perwerdeya taybetî re derbas bûn. Besek ji esîrên ereban jî tê de cî girtin. Alayên Hemîdîye, ji aliyekî di navbêra Kurdan de (esîr) hevkarî xurtir, li aliyê din rêvebiriya wê, bi rêya talan û hovîtiyê jiyana xwe didomand…
Mîna alayên Hemîdiye, parêzgerên gundan (Koy Korucusu) yên îro, pistî sed salî, ji bo ku li dijî PKK ê bikar bihênîn, hatin organîzekirin. Parêzger, ji aliyekî hevkariya nav esîreta xwe xurt dikin, lê li aliyê din jî, rê li ber hereketa Kurdî ya neteweperest digirin… 

Karlsson di hinek besên xebatê de PKK ê rexne dike. Lê awira wî li jor dê bibe cihê niqasê.

 

Hereketa Kurdî: Duhî asî îro terorîst

Karlsson ji serîhildana Koçgîrî, ya Sêx Seîd tê hetanî roja me. Di besek rexneyên xwe li aliyê rastiyê be jî, ji bandora yekalî ya dîtina fermî rizgar nebûye.

Di arsîva dewleta Swêdê de, ji bo lêkolîna serîhildanên kurdan xebata min çêbû. Xebatên konsolosên wê demê, giraniya zimanê xwe fransî ye. Besek bi swêdî jî heye.
Karlsson bi xwe di dema xwendina destpêkê ya zaniyariya dewletî de, giraniya xwe dabû fransî. Tayînkirina wî bo Stenbolê sensek mezin dayê de ku ji nêz ve li ser raporên konsolê berî xwe, yên li ser kurdan nivîsîne, kur bibe.
Dema mirov bi dirêjî li raporên Konsolosên Swêdê "Legation De Suede" yên pistî salên 1900 î binêre, raporên li ser serîhildanên Kurdan analîz bike, bi taybetî li ser serîhildana Sêx Seîd û yên din kur bibe, dinêre ku, Karlsson gelek caran bi durbîna konsolosên berê nêzî pirsê dibe. Dîtina wan dikare bi kurtasî wisa bê nîsandan:

Hereketa Kurdan wek xeterek li dijî sekularîzmê hatiye pejirandin. Serîhildanên kurdan weke mafê her miletekî ji bo azadiya xwe bêhtir, bi asîbûna li dijî sîstemê, statukoyê tê dîtin. Asîbûna duhî, mixabine ku îro bi cil û bergên nû, navê modern girtiye û bûye terorîst.

Karlsson, her çiqasî qala hiskiya dewletê dike jî, gelek caran rexneyên xwe bi zimanek dîplomatîk û bi hosteyî nerm kiriye.

Dewleta kur li Tirkiyê û mîsalên mîna "Susurluk", "bombekirina pirtûkxaneya li Semdinliyê" û "Ergenekonê", helwesta Tirkiyê ku "qanûnek ne demokratîk radike û yekî din dixe sûna wê", Karlssonî jî hêrs dike. Li ser pirsê dîtinên xwe dihêne zimên, û ji bo Kurdan nerîna, "dana mafê çandî û karanîna zimanê kurdî di resmiyetê de" erênî ye.

Karlsson, berê xwe dide Serokomarê Iraqê û Rêvebirê PUK ê Celal Talebanî, Serokê KDPI û Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî. Ser û nakokiyên di naw wan de çêbûne nîsan dide. Herêmê wek "federasyona di nava yekî din de" de binav dike, anku herêmê di bin rêvebiriya "du sîrketên malbatî" de dibîne. Sermayeya Talebanî û Barzaniyan bi dest xistine bi qasî "400 milyon dolaran e", dibêje. Li gorî wî, "tevayê dezgehên dewletî, di navbêra endamên herdu malbatan de hatiye parkirin. Sîstem li ser bingeha esîrtiyê ava bûye, kopiyek ji ya Saddam e. Kontrola li ser hemu karan didome, bertîl bi destê hardu aliyan tê xwarin".
Karlsson, di gel van rexneyên xwe tê ser pirsa bingehîn, û tirsa xwe ya avabûna dewletek kurdî li herêmê dihêne zimên. Paykirina dewlemendiya basûr, bi perçeyên din re bêmecal dibîne. Tirkiyê, ji bo girêdana Herêmê û Kurdên parçên din bi Europayê re, weke pirekê dibîne. Lewma çareseriya pirsgirêkên perçeyên din, li wan welatan, rastir dibîne.

Rêvebiriya herî xirab ya Kurdan ji ya romiya bastir e

Pir eskereye ku, li ser pirsên demokrasiyê, mafê mirovan, bertîl û talana li herêmê, weke Karlsson, gazinên me jî ji rêvebirên PUK û PDKI ê hene. Gelek caran qala vê awira neyênî li herêmê tê kirin. Em ê bikin.

Lê ji nimunên dîrokî pir eskereye xuyanî dike ku, rêvebiriya herî xirab ya kurdan, ji ya romî, ereb û farisan pir bastir e.
Talabenî pistî qonaxek dirêj, tecrûbe û sebirê hate cihekî. Îro ew Serokomarê Iraqê ye. Barzanî jî wisa. Herdu rêvebirên Kurdan li hemberî tehdît, operasyonên dewleta Tirkiyê û zoriya dewletên din, serê Kurdan nekirin. Bi vê helwêsta xwe gavek e dîrokî avêtin. Rawestandina li dijî helwestên serê birakûjiyê, delîla herî mezin ya bicîhistina berjewendiyên esîrtiyê ye. Xurtbûna helwestên netewî ye. Êdî peyva Karlssonî qal kirî, ya Nurî al Seid nema suda xwe heye. "Kisîkên zêra" jî nema dikarin berê hêzên kurdan zûbizû bide hev.

PKK
Gazinên me jî PKK ê hene. Bi taybetî israr û eksa wan bi zimanê tirkî hinekî nerm bûbe jî, organên wan bi tirkî ne. PKK jî di nav de, mirov li benda hêzên Kurdan e ku ji bo parastin û pêsxistina zimanê Kurdî gavan bavêjin.
Divê hêzên Kurdan nekevin hemberî hev. Mîna PUK û KDPI ê xwedî helwest bin, ji dijberiya hev dur bikevin.

Cesareta Karlsson û qalkirina efûyekê, bas e û dikare bibe çirûskek ji bo destpêka qonaxek nû ya asitiyê.

Pir eskereye ku ser û operasyonên Tirkiyê li derveyî sînorên xwe, bas nehatiye nirxandin. Operasyonên Tirkiyê û Îranê, tenê weke serê li dijî PKK ê nikare bê pejirandin.
Herdu welat bi balafirên ser, malê tevayê mirovahiyê têk dibin, anku xwezaya Kurdistanê, jehr didin. Agir bi dar hêsiyanî û heywanan dixînin. Xweza Kurdistanê li ber çavê însanetiyê tê qetilkirin. Îro jî daristanên Kurdistanê disewitin.
Divê qetla xwezayê bê rawestandin. Êrîsên militerî xwezayê qetil dike, her wisa stabilîzasyona li aliyê Herêma Kurdistanê qels dike, têk dibe.
Dil dixwaze ku Karlsson vê awirê jî bibîne û bisopîne.

Karlsson ber bi dawiya xebata xwe, rewsa Kurdan li her çar aliyê Kurdistanê, Lubnan û Kafkasyayê dinirxîne. Di bin sernivîsa "Utopiya Kurdistana Mezin" de dîtina xwe li ser çareserkirina Doza Kurdan dihêne zimên. Li ser pêsketina Herêma Kurdistanê û tevayê welêt dîtinên Karlssonî Balkês in. Mirov dikare wisa formule bike:

Serxwebûna Kosova, jihevcudabûna li Çekoslovakya û welatên din rewsa xwe cuda ye, mirov nikare ji bo çareserkirina Doza Kurdan weke mîsal nîsan bide. Kurd nebûne xwedî sembolek netewî mîna Garibaldi û Bismark ku dest bavêjin pirsê û rêvebiriya wê bikin. Ji bo neteweperestiya kurda rêve bibe çi Atakurdek (!) ji nav rêvebirên wan peyde nebûye.
90 sal in ji ber cudabûna wan ji hev, di wan de cudahiyên çandî, zanîna neteweperestî û polîtîk pêk hatiye. Cewazî di karanîna zimên, alfabeyan de jî çebûye.
Welatên  cînar û yên li dijî avabûna welatek wisa, ji bo berê hêzên kurdan bidine hev û têkçûna wan bidest bixînin, çi pêwîst be dikin û dê bikin. Weke mîsal serê li bakur di navbêra PKK û dewletê de çêbûye, nikare tenê weke serê Tirkiyê û gerîla bê dîtin. Ser her wisa navxweyî ye û berê PKK û parêzgerên gundan jî ketiye hemberî hev. Fersendên wisa gelek caran hatine karanîn ku, rêvebirên dewletê, wir wêran bikin.
Suriye, Tirkiye, Iraq û Îran dabeskirina sînorên xwe napejirîne. Lewma pêwîstiya Kurdan pêsî bi mafên mirovan û yên hevwelatiyê heye.

Dema qonaxa demokrasiyê bi erenî li herêmê dest pê bike, ev yek dê bandora xwe li hiskiya neteweperestiya kurdan jî bike. Pêsketina sosyoekonomik dê ber bi basiyê ve here.

Li Ewropayê hizirkirina dewleta netewî cihê xwe dide yê herêmî û sînorê dewletên netewî derbas dike. Em ê binêrin, ev pêsketina li Ewropa dê bandorek çawa li Tirkiyê û Rojhilata navîn bike.

Ji bo çareseriya pirsê, rola kurdên li derveyî welat mezin e. Ew dikarin bi dîtinên dewlemend û demokratîk pistgiriya pêsketina welatê xwe bikin.

Li basûrê Kurdistanê bingeha xwendina bilind bi herdu zimanên kurdî (!) tê danîn. Zanîngehên li wir dikarin bibin navend ji bo tevayê xwendevanên kurdan ji her çar aliyê welêt. Çanda kurdî û edebiyata kurdî li wir pês dikeve. Herêm herku diçe dibe navendek ji bo çanda kurdî û zaniyariya polîtîk. Gelek pisporên Kurdan têne wir. Emerîka û Ewropa besdarî pêsketina civatê dibe. Dema qonax wisa berdewam bike, Kurdên li derveyî welêt dê ji welatên cînar re nabin tehdît. Ew ê bibin sedem ku, demokrasiya li welatên cînar pês bikeve.

Pêsketina giloverî sudên xwe dighêjine kurdan. Kurd ji rêvebiriya sêx û axa derbasî qonaxek nû dibin. 5 kanalên tv kurdî ku wesanê dikin hene. Ew bi Kurmancî û Soranî wesana xwe dikin. Têkiliyan kurdan li welêt û derveyî welêt bi rêya telefon û internetê xurt dibe. Êdî çi kes nema dikare rê li ber zimanê kurdî ji awira ragihandinê bigire. Buyerên li Kurdistanê dibin hayê kurdên din yekser jê çêdibe. Êdî bi metodên hisk û militerî nema dikarin rê li ber xwestina kurdan ji bo mafê polîtîk û çandî bigirin.

Çend peyvên dawî

Bi kinahî,
– dema mirov "binavê" pirtûka Karlssonî "landet som icke är" bi sedema meslekî ve girê bide,
– muhtaciya kurdan li bajaran bi girêdana desthilatdariya faris, tirk û ereban ve girê nede,
– dîtina Kurdistana Mezin bi statukovaniya mesleka dîplomasiyê ve girê bide,
mirov dikare bi gelek aliyan re bi Karlsson re li hev bike.

Pirtûk bi zaniyariyên eskere û sergirtî barkirî ye. Têra xwe fermî ye û mesajên xwe dighêjîne gelek deveran.

Nêrîna niwênerên EU li Doza Kurdî û fêmkirina wan giring e. Karlsson ji vê awirê ve sensek mezin dide mirovî.

Weke gelek berhemên ji çapê derketî, ev berhem jî û nirxandinên li ser bên kirin jî dê bibe cihê niqasê. Bi rêya niqas û rexneyên erênî, encamên erênî bi dest dikevin. Mirov hêvî dike ku, rexne û analîzên nû rê ji bo qonaxekî nû û çareseriyek demokratîk veke.

Em jî pê bawer in ku, neteweperestiyek li ser zanabûn û tecrûbeyan ava bûyî, ji birakûjiyê dûr, ji mer e pêwîst e. Di gel wan, parastin û pêsxistina zimanê kurdî dê me bighêjîne armanca dawî.
 
Em bi vê peyva dawî bi te re ne Karlsson:

Dema Yezdan deriyekî digire li aliyê din bi hezaran vedike.

Berê me li Lalêsa Pîroz e, û bi rêya Zerdestê kal ji Yezdan dixwazin ku wan deriya zû veke.

Navê Pirtûkê: Kurdistan – landet som icke är
Çap: 2008, Falun Swêd
Wesanxane: Wahlström & Widstrand
Rûpel: 240
Ziman: Swêdî

Zarathustra News – [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K