Çawa ku gelê kurd xwediyê mafê xwe yê azadiyê nîn e ew nikare cejnên xwe jî, li gorî dilê xwe pîroz bike. Dibe ku van salên dawî li Basûrê Kurdistan’ê atmosfereke azad heye û li wê derê gelê me dikare, « bi awayeke azad » tevbigere, lê belê ev tist ji bo parçeyên din ên Kurdistan’ê hê nebûye parçeyeke rastiya jiyanê. Ne li Bakur, ne li Rojava, ne li Rojhilat û ne jî li Diasporayê hê jî Gelê Kurd nikare li gorî dilê xwe pîroziya vê rojê bijî.

Çendî li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî di van salên dawî de, bi sedan hezaran Kurd tevlî pîrozbahiyên Newroz’ê bibin jî, hê li heman parçeyê welatê me zext û zordariya dagirkeran didome. Heke îro bi sedan hezaran Kurd, li ber çavên hêzên dewleta tirk dikarin werin cem hev û di qadên Newrozan de dîlanê bigirin, ev weke encama tekosîneke lewend, ku bi dehan salan e dimese, derketiye holê. Di destxistina vê encamê de keda bi mîlyonan Kurdan heye, dê hemû Kurdên ku di vê tekosînê de kar kirine ji vê astê kêfxwes bin.

Ez bixwe, weke karkereke vî gelî, digel ku nikarim biçim Kurdistan’ê, hestên xwe bi gelê xwe re nikarim parve bikim, dema li wêneyên girseyan dinêrim pir dilsah û kêfxwes dibim. Keda herî biqîmet û binirx ew e ku, ji xwediyê wê zêdetir derdor û herwiha girseyên gel jê feyde bibînin e. Ez bawer im pîroziya tekosîna gelê kurd ji vê derê hatiye avdan.

Lê belê, digel rewsa heyî, hê rêwîtiya azadiya gelê me didome. Dewletên dagirker, Tirkiye, Iran û Sûriye, hê jî di siyasetên înkar û pelçiqandinê de israr dikin. Hêzên Navneteweyî jî di nava hewldanên durû û qirêj de ne. Hebûna Kurdên Zinde hê ji aliyê van hêzan ve nayê qebûlkirin.

Ji bo serkeftinê sê xalên girîng hene ; Rastî, Dilbaqijî û Hêza Tekosînê. Di bingeha tekosîna gelê kurd de Rastî  heye, ji salên 1990’î vir ve Hêza Tekosînê jî çê bûye, heke di nava Kurdan de Dilpaqijî jî hebe ti hêz nikare li pêsiya daxwaza wî astengiyan çê bike. (bila kes sas fêm neke, heke di nava Kurdan de Dilpaqijî hebûya naha em bibûn xwediyê Yekîtiyeke Neteweyî û wiqasa cehs û Kurdên xwe firostî tine bûn)

Digel hemû xalên neyênî, ez ji naha ve dengê serkeftineke heqîqî dibîhîzim. Cos û gesa pîrozbahiyên cejna Newrozê jî vê bextewariya min tesdîq dike.

Bi hêviyên cejnên nû û serkeftineke heqîqî ez cejna hemû gelê kurd pîroz dikim, hêvîdar im em ê bikaribin rojekê li ser axa welatê xwe, bi awayeke tam azad, vê rojê pîroz bikin.

http://farasin.blogspot.com, 21.03.2010

F
E
E
D

B
A
C
K