Te wisa digot ji bo wê xebatê:

"Xwepêsandanê sala 1967 an li Kurdistanê, li ser navê hereketa muxelîf gavek giring bû. Çalakî, bêhtir bi besdarbûna Kurdên xwende, soresger û demokrat pêk hatibû. Di wê xwepêsandanê de giraniya daxwaziyan aborî bûn. Serîhildanên îro, rengê xwe cewaz û muxalefeta xwe guhertî ye. Tevlîbûna girseyî, îsareta siyarbûna gistî ye. Daxwaziyên îro li ser zanabûnê ava bûye û siyasî ne.
Xwepêsandanê 1967 an, qonaxa pêsketina wê demê ji awira civakî û polîtîk ve dide nîsandan. Lewma analîza li ser giring e".

Rast e. Dîroka me mîna zincîrekê ye, bi xelekan bi hev girêdayî ye. Muxalefeta demokratîk wê demê wisa dest pê kiribû û îro gihistiye cihek bilind.
Qonaxa pêsketî ya îro, girêdana xwe bi ked û xwedana wê demê re heye…

Mamosteyê hêja,

Ne tenê li ser dîroka me, lê belê li ser civata me jî xebatên te yên hêja çêbûn. Dagîrkeriya navdewletî li ser Kurdistanê, bi saya te pir bastir hate fêmkirin. Em bi rêya xebatên te, li ser qanûn û ajotina Kurdan kurtir bûn.
Berhemên te bûne rêber, dost û heval…

Dem hat, te, xwepêsandanê Kurdan ji te re bû mijar. Bilindbûna serê netewî li basûr û rojhilat derêxist pês. Carna jî pistgiriya gerîla kir. Te, hêz û ronakbîrên kurdan ji bo helwêstên wan yên neyênî rexne kir.
Car çêbû, rexneyên wan li te bariya…

Te besek ji jiyana, ji bo me di zindanê de derbas kir. Tu hate girtin û mehkûm kirin. Di di tariya zindanê de jî tu bûyî ronahî, te dora xwe ronî kir.
Di rojê girtin û zindanîkirinê wezîfeya me bû ku em te jibîr nekin. Te tenê nehêlin. Bêhtir xwedî li te derkevin. Hewildanên me herdem çêbûn. Lê kêmasiyên me jî hebûn. Bibûhure ji bo demê wisan…

Û hezkirin, bikaranîn û parastina zimanê kurdî ji te re herdem bû mijarek giring. Îro jî hayê gelek kesan ji xwesbûn û bilindbûna zimanê Ehmedê Xanî tune ye. Îro jî gelek ji niwênerên me, tirkîaxêf in, û hizirkirina bi tirkî, anjî erebî û farisî bûye bela serê me.

Mamosoteyê min,
Gelek spas ji bo 41 salî û ji bo keda te. Ji bo analîzên te yên hêja. Ji bo rojên di zindanê de. Ji bo sebra xanima te. Ji bo tebîniyên te…

Em gelekî hez ji te dikin.
Bi hebûna te, dostaniya te, û dilê te yê paqij serbilind in.
Gelek spas ji bo 41 salan ku tev bi ked û xebatên cewaz barkirî ne. Spas ji bo xebatên te ku ketine xizmeta netewa me. Destê te xwes û em jiyanek bi sihet û dirêj ji te re dixwazin.

Tebînî: Kesên ku bixwazin bi munasebeta 41 saliya xebatên Dr. Ismail Besikçi, jê rê mesajê rê bikin, dikarin bighêjînin destê me.

Zarathustra News – [email protected]

 

 

F
E
E
D

B
A
C
K