Komîteya Amadekar ya Banga Zimanê Kurdî, li ser minaqese û pir aliya zimanê kurdî kampanya îmzeyan vekir. Komîdeya Amadekar a Banga Zimanê Kurdî daxuyani da û wiha got: “Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewsa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêsniyarên jakobenîst û soven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye sahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîsankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbes û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.”

Komîdeyê, da zanîn ku welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe posman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn. Komîdeyê d berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewsa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.”

Komîteyê ani ziman ku di van demên dawîn li Basûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî besdarî wan bûn û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Di wan konferansan de nîqasên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêsniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.”

Komîteyê destnîsan kir ku hefteya borî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke ” Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî ” dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Komîteyê daxuyand ku di însiyatifê heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û bes û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê besdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna ” hemû Kurdan ” geriyabûn û wiha berdewam kir: “Di daxuyaniya ” Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî ” de behsa çareseriyên li gora her besekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeskirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin. Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê sêwazê û wan heqaretên kirî bi raya gistî ve bidin zanîn û balê bikisînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya ” Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî ” li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi gistî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewsa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de ” xeyrî ciddî ” ye û esasen ev helwêst bi xwe ” lîstina bi agirî ” ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke ” Grûpa Parastina Zimanê Kurdî ” dide naskirin, gelo dê bi vê sêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!”

Komîteyê destNîsan kir ku ew deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr ya Îlona 2011’an û ya li Amedê di Adar 2012’an de maqûl dibînin û dibêjin ku li sûna ziman û reftara êrîskar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqasên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve bas binase û ji bo ” hemû Kurdan “, ne ji bo besekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.

Komîteyê bilêv kir uk daxuyaniya wan dê heta dawiya mehê li îmzeyan vekirî be û heçî kesê ku bixwaze daxuyaniyê îmze bike, dikare heta dawiya mehê navê xwe bisîne ser adresa “[email protected]

Daxuyanî dê bi forma xwe ya dawîn û hemû îmzeyên sandî ve roja 01.10.2012 ji nû ve bê sandin.

Kesên pistgî dan kampanyayê wiha ne:
 
1. Dr. A. Xalid Mûsa
2. Dr. Afrasiab Shekofteh
3. Ahmet Alis
4. Amed Tigrîs
5. Ayse Navruz
6. Azad Kurdî
7. Azîz Alis
8. Baban Seqizî
9. Dr. Bahiez Omer Ehmed
10. Dr. Bahrooz Chamanara
11. Bayram Ayaz
12. Dr. Behrûz Sucaî
13. Berken Bereh
14. Bûbê Eser
15. Cemîl Demîrcan
16. Ciwanmerd Kulek
17. Çiya Mazî
18. Dersîm Oremar
19. Dilawer Zeraq
20. Dîlber Hêma
21. Dilbixwîn Dara
22. Dr. Elî Rehmetî
23. Eskerê Boyîk
24. Evdile Koçer
25. Fehim Isik
26. Fehmî Balayî
27. Dr. Felat Dilges
28. Feratê Dengizî
29. Fexredîn Amediyan
30. Dr. Gundî Dilberz
31. Golî Shadkam
32. Hesen Silêvanî
33. Hêvî Berwarî
34. Haydar Isik
35. Hîwa Massîh E.
36. Husein Muhammed
37. Huseyin Kartal
38. Dr. Î. Seydo Aydogan
39. Ismaîl Hoseynpûr
40. Kamîran Haco
41. Dr. Kamûran Berwarî
42. Kawa Nemir
43. Lal Lales
44. Lerzan Jandîl
45. Dr. Lezgîn Evdilrehmanî
46. Lokman Ayebe
47. Dr. Luqman Guldivê
48. Mecîd Heso
49. Meral Varisli
50. Miradê Gundikî
51. Mîran Janbar
52. Mîrhem Yîgît
53. Mûrat Satik
54. Mustafa Gazî
55. Mustefa Resîd
56. Nedim Baran
57. Remzî Kerîm
58. Riza Dinç
59. Rodî Zinar
60. Rojan Hazim
61. Ronayî Onen
62. Rosan Lezgîn
63. Salihê Kevirbirî
64. Samî Tan
65. Selwa Gulî
66. Sengul Ogur
67. Sermîn Bozarslan
68. Seyîdxan Kurij
69. Siddîq Bozarslan
70. Sidqî Hirorî
71. Sores Resî
72. Têmûrê Xelîl
73. Tosinê Resîd
74. Xelîl Dihokî
75. Xusro Abdollahî
76. Yado Ciwan
77. Yaqob Tilermenî
78. Zana Farqînî
79. Zinarê Xamo
80. Ziya Avci
81. Dr. Zerdesht Haco

Kesên tev li vê kampanyaya îmzeyê ya li dijî “Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî ” ku li Basûr dixwaze dubendiyê bixe navbera zaravayên kurdî bibin û navê xwe ji E-Maila  [email protected] re bisînin.

F
E
E
D

B
A
C
K