Li ser vê pirsgirêkê Konseya Ewlekariyê ya Yekîtiya Netewan civîneke awarte amade kir û Îsraîl shermezar kir! Derfeta lekt. Eger meriv li hikmê van daxuyanî û biryaran binêrê, di qada diplomatîk de bi kêmasî ev gerek bû. Ji ber ku ev biryar û daxwazî ti tishtekî girê nadin. Bes di dereceya shîretê de ne.
Konseya Ewlekariyê ya Yekîtiya Netewan bi daxwaza Turkiyê ev cîn pêkanî bû û 12 saetan dewam kir. Weha xuya ye ku Turkiyê pirr zêdetir tisht ji YN dixwest. Lê daxwaza wan vala derket. Ne YN, ne YDA, ne YE û ne jî dewletên din kiryareke giran di hember Îsraîl de pêkanîn. Chend welatan bangî sefîrên Îsraîl kirin û “zelalkirina bûyerê” ji wan “tika” kirin.

Di aliyê xwe de Îsraîl tedbîrên din danezanîn û her îhtîmala shandina keshtiyan qedexe kir. Serê xwe jî li hember dirutiya dewleta Turkiyê ne tewand. Tehdîdên Îranê jî jê re mîna qeshmertiyê hat.

Weha xuya ye ku dewleta Turkiyê, di van demên dawî de dikeve nava astengiyên mezin. Ji berk u hikûmeta Turkiyê, bi dewleta xwe ve, gaven ji xwe mezintir avêtin. Gavên ku avêtin ji kapasîteya we gelekî mezintir û ferehtir bûn. Rayedarên Turkiyê jî bi vê kalîte û karektera xwe ya ne durist nikarîbûn van lîstikên xwe yen siyasî di hundirê welêt de û di dervayê welêt de bidin meshandin. Lê wan dîsa xwest hem li hundir hem li derva bi lîstikên xwe serkevin. Û vê yekê ji wan re ne serketin lê teqneke mezin anî. Ev teqne mezin dualî ye.
Bê goman pirsgirêka Kurdî sereke ye. Dewleta Turkiyê di vê çarçewê de ne ciddî û ne durist e. Siyaseta ku ev sedsal e tê meshandin û bi ser neket dixwaze bi awayekî din bi rê ve bibe. Di bin navê Îslamiyetê de, bi sloganên demokrasiyê, bi xap û dolabên mîna TRT6, “kursiyên zimanên cida”, çîrokên wergerên Mem û Zînê, Sherefname” û civînên bi ronakbîr û hunermendên “Kurd” re dixwaze dîsa Kurdan bixapîne. Û gelek kurd jî, hin ji bêaqiliya xwe û hin jî ji bo çend pari û çend filsan ketine nava vê çerxa xiyanetê.   Lê êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Xwedî tevgereke Kurdî/Kurdistanî  ne. Bi hish û bîreweriya Kurdî/Kurdistanî dirabin û dirûnin. Xapandina vê tevgerê ne hêsa ye û bi serbilindî vê dozê bi rê ve dibe.
Dewleta Turkiyê ne hayella naxwaze bi vê tevgerê re bikeve nava bazara çareseriyê. JI mezinbûna vê hêza pîroza Kurdan, dewlet her tim li “alternatîvên din” digere. Kurdên din ku pê re di nava dolabên xiyanetê de ne yan jî amade ne bikevin nava vê çerxa qirêj.
Pirsgirêka duyemîn jî peyda bû û ew jî peywendiyên bi Îsraîl re ne. Her du dewletan heta doh dostên hev yen mezin bûn. Lê rayedarên Turkan gaven ji xwe mezintir avêtin û vê yekê Îsraîlî, YDA û Ewropî jî xistin bin shik û gomanan. Bêdengiya  gelek dewletan li ser bûyera êrîsha Îsraîl û kushtina neh kesan di vir de ye. Li aliyekî behsa demokrasiyê bike, ji bo zarokên Filîstînî bike qare qar û xwedî li mafên wî gelî derkeve. Ji aliyê din bi kushtin, êshkence, zîndankirin û heqaretên herî mezin di hember her awayê mafxwestinê a gele Kurd bersivdan! 
Ji aliyekî çavên xwe ji YDA û YE re diqurmiçîne û ji aliyê din bi Îran, Rusya û hêz û dewletên din ku bi van hêzan re ne di nav têkiliyên bash de girtina govendê. 

Dewlet Turkiyê di nava astengiyên mezin de ye. Weha xuya ye ku hêdî hêdî rayedarên dewletê bi xetayên xwe ihesin. Lê dibe ku dereng be.
Kurd ji aliyê xwe ve ne alîgirê xirabiyê ne. Lê divê di hember de jî duristî hebe. Divê dwlet, bi hikûmet û rayedarên xwe ve dev ji fel û finasan berde û bi Kurdan re cidî ciddî rune. Kurdên ku pê re rûnin jî xuya ne. Pêdiviya çavmiçikirinê nîne.
Dema di nav xwe de ev duristî nîshan da, tesîra we li siyaseta derve jî dibe û ewê Tukiye di nav xwe de û bi cîranên xwe re di nav ashtiyê de bijî. Wekî din çare nîne.

X
F
E
E
D

B
A
C
K