Festîval ji aliyê Yekîtiya Nivîkarên Kurd li Duhokê, xwediyê xebateke zengîn û gelek berhemên hêja, hatiye amadekirin. Ev dezgeh li Duhokê bi firaza xebata xwe ciyekî girîng digre.
Bakûrî, Rojhilatî û Bashûrî di konfransê de bi xemgînî dibihîzin ku kesek ji Bashûr/Rojavayê Kurdistanê nikare beshdar bibe. Dewleta Suriyê rê nadin bîrewerên Kurd ku werin Duhokê.
Di nava kesên ku axaftina vekirinê bikin ez û alîkarê serokê Parlementoya Brukselê jî hebûn. Jan Béghin bi “rojbash” dest bi axaftina xwe û bi “bijî Kurdistan” temam kir.
Ez di axaftina xwe de li ser giringiya hevkariya dezgehên Kurdî li welêt û dervayê welêt, peywendiyên di navbera Nivîskaran bi xwe de, pêdiviya pêkanîna derfetan ji bo nîskarên xort û lêgerîna derfetên berfereh, avakirina piran di navbera nivîsa Kurdî û cîhanê de rawestam. Girîngiya bikaranîna alfabeya Latîni ji bo min pêdiviyeke girîng e. Gerek e bi teybetî ronakbîrên Kurd vê girîngiyê di her demê û cî de dûbare bikin. Ev daxwaz dive nebe qurbanê hesabên piçûk û bikeve nava kadîna kayê di bin xerabeyên roj b roj zêde dibe.
Eger Bashûr bikaranîna alfabeya Erebî/Aramî bidomîne netewebûna Kurdî derengtir pêk tê. Gelo ev daxwaz û hêviya me ye?
Wekî din li ser rojnameya Riya Teze ku niha 😯 saliya xwe dijî rawestam. Ev bû çend sal ku bi derfetên xwe yên kêm Enstituya Kurdî ya Brukselê alîkariya Riya Teze dike. Armanc ew e ku ev rojnameya dîrokî, kêmasiyên kalîtê hebin jî, neyê girtin. Pash axaftina min li ser vê yekê agahdarî ji min re hat ku li ser vê babetê biryarên hêja di nêzîk de heshkere dibin. Em bi hêvî li benda vê yekê ne.
Bê goman, hevkariya di navbera nivîskarên Kurd de shert e. Lê di navbera Kurd û cîhanê de jî pirên peywendiyan pêdiviyeke mezin e. Dezgehên me dikarin dest biavêjin vê pirsgirêkê û hin karan bi hevra pêkbînin.
Di nava tevgera azadîxwaza Kurdistan de nivîskar, rojnamevan, ronakbîr her tim bi dilxwazî, di shert û mercên dijwar de karê xwe domandine. Pirraniya wan gelek bedelên giran dane. Gelek tisht hundakirine û dîsa bi serbilindî xebata xwe ya nishtîmanperwerî domandine. Daxwaz û hêviya min ew e ku rojek berê rojekê serkirdayetiya dewleta me li ser vê pirsgirêkê rawestê û bibe pishtevan ji bo ev nivîskar, rojnamevan û ronakbîr ji statuya dilxwaziyê azad bibin.
Di destpêkê de min behsa xebatên hêja ya Yekîtiya Nivîskarên Duhokê kir. Lê meriv çiqasî jêhatîbe jî hin caran kêmasiyan dike. Li vira dixwazim çend tihstan bêjim ku di salên pêsh de hesabê wan were kirin.
Heta niha jî ji min re ne zelal e çima rojeva festîvalê bes bi tîpên Erebî/Aramî hatibû amadekirin. Gelo amadekarê vê festîvalê rê nedîtin ku bi alfabeya Latîniya we jî çap bikin?
Navenda çapemeniyê nehatibû danîn. Derfet û cî jî hebû. Ji dused ronakbîr zêdetir kes nikarîbû bi awayekî rêkûpêk bûyerên rojê bishopîne û rojnamevan jî nikarîbûn bi awayekî bash karê xwe bidomînin. Qelem û kaxezên wan di dest de bi awayê berê karê xwe dikirin.
Ji bo her bajarekî mezin, bi teybetî mîna Hewlêr û Duhok, navênda çapemeniyê pêdiviyeke mezin e. Ne li Hewlêr û ne jî li Duhok, hebe jî, min pêjin nekir. Heye, çima xuya nake? Nîne çima ava nabe?
Di festîvalê de kêmasiya hesta neteweyî ji min re kêm hat. Giraniya naveroka wê ber bi Bashûr indeks bûbû. Li gora min, bi vexwendina nivîskaran ji herêmên din ev kêmasî nayê çereserkirin. Kêmasî di nava naverokê de bû.
Di festîvalê de nivîskarên ne Kurd jî hebûn. Sedem çi ye ku bi van derfetên mezin werger pêk ne hat? Festîvalên bi vî awayî bê werger nabe.
Ji aliyê din derfeta dîtin û nasîna Duhoka rengîn jî hebû. Bajarekî xwesh e. Eger meriv qedrê vê hebûna dîrokî bi hirsa qezenca hê zêdetir dirav xera neke, ewê hê xweshtir bibe. Li nava bajêr tev nivîskarên Bashûrî çay vedixwin. Ji nishka ve yek ji endamên shandeya ji Beljîka/Hollanda, ku Kurdî nizane, pirsekê ji Bashuriyan dike: “Ji bo çi hun li her cî bi Erebî dinivîsin, lê bi Kurdî diaxivin?”
Hêvî dikim em kûrayî ya vê pirsê bash binirxînin. Wê demê bikaranîna alfabeya Erebî/Aramî(!) dikeve bin pirsê. Yan jî tev Erebî/Aramî bikarîna Latînî jî bibe aded.