Dijminên Kurd û Kurdistanê bi çu rengî xwesîyê nadin, her rojê ji ya dî xirabtir dikin, bi êrisên piralî ve adeta jîyanê li Kurd û Kurdistanîyan dikin jahr. Sala 2011ê Tirkîye û Îranê bi bombardumanên herî xedar Kurdistan kavil û wêran kirin bi sedan xelk û serkerên doza Kurd û Kurdistanê kustin. Bi taybetî dewleta Tirk 2011 kire sala qetlîaman. Bi qetlîama Gelîye Tiyarê 36 gerîlla bi çekên kîmyayî sehîd kirin. Li dorberên Dêrsim, Amed, Çewlik û cihên dî jî bombe bi serê gerîllayan da barandin. Di dawîya sala 2011ê da jî, li 28ê meha 12an [28 Kanûn 2011] qetlîameke mezin bi serê xelkê sivîl înan li gundê Robosk ya ser bi Qilabanê ve û 35 ciwan bi bombeyên kîmyayî kustin. Kust û kustdarîya wan berdewam e. Ji alîyê girtinan ve jî tempoya êriskarîya xwe kêm nekirin. Tecrîda li ser birêz A. Ocalan gihistîye dereceya tesfîyekirina polîtîk. Ses meh in ku nahêlin parêzerên wî hevdîtinê digel bikin. Herwisa jîyana wî jî di nav tehlîkeyê da ye. Girtîyên dî yên polîtîk yên li Imralî jî di binê eynî tecrîdê da ne. Ji polîtîkeran, heta sehridaran, aktîvîstên sivîl, parlementerên berê, nivîskar, parêzer û rojnamevan ref ref girtin avêtin zîndanan. Ev operasyone hêj jî didomin. Bi navê dewleta Tirk hukûmeta AKPê nahêle Kurd bêhnê werbigirin. Hêza leskerî û ya polîsî têra nekir, mekanîzamaya dadîyê jî aktîve kirine û doz li ser dozê vedikin li ser Kurd û Kurdistanîyan. Operasyonên piralî, girtin û zîndan kirine rûtîna rojane li ser Kurd û Kurdistanîyan. Bi gotina mezinên dest bi xwûn yên dewleta Tirk yên berê, dewleta Tirk beramberî Kurd û Kurdistanîyan bi timamî ji rûtînê jî derketîye û devê dasa operasyonan gelek fireh kirîye û êdî xelkê sivîl jî dayîne ber girtinan. Wekî di doza KCKê da tête dîtin, mafê parastina bi Kurdî jî qedexe kirine û nahêlin Kurd bi makzimanê xwe jî parastina xwe ya huqûqî bikin. Dewleta Tirk hind bêtixûb êris dike ku nihe dostên Kurd û Kurdistanîyan yên Tirk û ji kêmanîyên dî yên li Tirkîyeyê jî digire û dide ber operasyonan. Hukûmeta AKPê bi navê dewleta Tirk Kurdistan kirîye zîndana herî mezin.
Lê belê digel vê tabloya res û tarî jî, Kurd û Kurdistanî xwe ji berxwedana xwe ya rewa nadine pas, bi cesaret û bi hemû rê û metodan têkosîna xwe didomînin. Dewleta Tirk serê dijî Kurd û Kurdistanîyan fireh kirîye ser meydanên dîplomasîyê jî. Hemû metodên xwe yên kirêt û nemirovî li dijî Kurd û Kurdistanîyan gelek bêehlaqane bi kar tîne. Bi taybetî dijî medyaya elektronîk astengîyên herî dijwar pêktîne. Konsepta xwe ya antî Kurd û antî Kurdistan hind mezin kirîye ku nahêlin ku televizyonên Kurd û Kurdistanî ji derveyî welat jî wesanê bikin. Di vî warî da êrisên xwe xusûsen li ser ROJ TV kom kirin. Timamî hêza xwe seferber kirin ku ROJ TV bidine girtin. Dewleta Tirk xwe adeta firote Ewrûpîyan ku imkanê wesana ROJ TV nehêlin. Mixabin ku Danmark û Fransayê di vî warî da imtihaneke bas nedan û normên xwe yên demokratîk û azadîya bîr û hizirê binpê kirin. Dadgeha Danmarkê biryareke gelek sas û neheq da ku goya ROJ TV propagandaya terorê dike. Bi milyonan cezayê pare têra nekir, biryara terorê jî lê zêde kirin ku vê biryara bêdad firset da dewleta Tirk ku fisarê bibe ser Fransa ku sirketa wan jî mafê wesana ROJ TV betal bike. Fransayê mafê rewa yê wesangerîya Kurdistanî, dengê azadîya Kurd û Kurdistanîyan ROJ TV kire gorîyê berjewendîyên xwe yên malî. Ne biryara dadgeha Danmark, ne biryara sirketa satelîtê ya Fransa ji polîtîka berjewendîperest ya dewleta Danmark û Fransayê cuda nîne. KNK bi navê Kurd û Kurdistanîyan reftara Danmark û Fransayê bi gotina herî sade sas, neheq û bêdad dibîne û layiqî serborîya bizava demokrasîya wan nabîne. Herwisa Amerîkayê jî wesana ROJ TV li xwe kire rese û pistevanîyeke bêtixûb da dewleta Tirk û demokrasîya xwe leke kir. KNK van polîtîkên cîhana rojavayê yên ku xizmeta antî demokratîzma dewleta Tirk dikin bi timamî red dike, rast nabîne û dijî mafê mirov, dijî normên demokrasîyê û bîr û hizira azad dibîne. Amerîka û Yêkitîya Ewrûpayê di beramberî PKKê da jî eynî sasîya xwe didomînin û avê dikêsine ser asê çerxa zulumkar ya dewleta Tirk. Lewma KNK bangî Amerîka û welatên Ewrûpayê dike ku dawîyê li van polîtîkên xwe yên antî demokratîk bînin, hevkarî û pistevanîya bizava azadîxwaz û demokrasîxwaz ya Kurd û Kurdistanîyan bikin.
KNK operasyonên piralî yên dewleta Tirk yên van demên dawîyê di çarçoveya têkbirina bizava azadîxwaz û demokrasîxwaz ya Kurd û Kurdistanîyan dibîne û bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku bi giyanê seferberîya mezin ya neteweyî rê li ber van êrisan bigirin, ji milekê ve destkevtên xwe biparêzin, ji milê dî ve jî têkosîna xwe bilind bikin. Dewleta Tirk di êriskarîya xwe da gelek mezin hereket dike û xwe bi ”tixûbên xwe yên fermî” ve girênade, xwe têkilî Sûrîye û Îranê jî dike ku Kurd nebine xwudan statu. Di polîtîka xwe ya Iraqê da jî stratejîya ablûkakirina Kurdan bi cih tîne. Dewleta Tirk ji ber vê karekterîstîka xwe ya koordînatorîya antî Kurdî û antî Kurdistanîtîyê dijminê sereke yê Kurd û Kurdistanîyan e. Lewma Kurd û Kurdistanî divêt li goreyî vê rastîya dewleta Tirk hereket bikin û tifaqa navxweyî bi vê bîr û hizirê vehûnin û saxlem bikin.
KNK bi van bîr û hiziran bangî Kurd û Kurdistanîyan dike ku li ser van xalên giring û lezîn têkosîna xwe xurttir bikin, hêzên xwe bi ruheke yêkgirtî koordîne û seferber bikin ku operasyonên bêhnçikêr bêne belav kirin û rêya têkosînê bête fireh kirin.
1.       Dijî her reng operasyonan bêdeng nemînin, her bi çi rengî be nerazîbûna xwe kivs bikin.
2.       Dijî qetlîama Gelîyê Tiyarê û Roboskê nerazîbûna xwe sist nekin.
3.       Qetlîamên dawîyê bi bombardumana firokeyên serî tête kirin. Ev firokeyên serî ji meydana eskerî ya Amedê radibin û Kurdistanê kavil û wêran dikin û komkujîyên mezin pêktînin. Lewma Kurd û Kurdistanî divêt kampanyayên girtina van meydanên eskerî yên firokeyên serî bidine dest pê kirin û wekî sembol jî girtina Meydana Eskerî ya Amedê bikine nimûne û vê kampanyayê pêl bi pêl mezin bikin û dijî meydanên dî yên eskerî jî nerazîbûnan diyar bikin.
4.       Dewleta Tirk di operasyonên hewayî da gelek sîstematîk bombeyên kîmyayî bi kar tîne. Kurd û Kurdistanî divêt vê yêkê bikine xaleke esasî ya nerazibûnên xwe ya dijî dewleta Tirk û herweha bala dinyayê jî bikêsine ser vê yêkê.
5.       Ablûka û tecrîda li ser serokê PKKê birêz Ocalan gihistîye dereceya tesfîyekirina polîtîk. Eve ses meh in ku nahêlin parêzerên wî hevdîtinê digel bikin. Herwisa jîyana wî jî di nav tehlîkeyê da ye. Girtîyên dî yên polîtîk yên li Imralî jî di binê eynî tecrîdê da ne. Kurd û Kurdistanî divêt beramberî vê êriskarîyê bêdeng nemînin û vê bêdadîyê bi metodên demokratîk protesto bikin.
6.       Kurd û Kurdistanî di bizava azadîxwazî û demokrasîxwazîya li rojavayê li Sûrîyeyê da hêza xwe bikine yêk û bi rê û metodên demokratik û astîyane xwezî û daxwazên xwe bilind bikin û xwe bi hêza yêkgirtî bigihînin statuyeke neteweyî.
7.       Kurd û Kurdistanî herwisa li rojhilat li Iranê jî zûtirîn dem tifaqa navxweyî ava bikin û xwe hazirî bi destxistina statuyeke xwumal bikin.
8.       Kurdistana Federal digel ku çeperên xwe her bo her xurt dike jî, lê dîsa ve ne di nav ewlehîyeke mayînde da ye. Tehlîkeya li ser Kurdistana Federal di serî da ji Tirkîyeyê têt û herweha Îran jî fisara xwe didomîne. Lê hukûmeta merkezî ya Bexdayê baskê Ereb jî di nav reftareke neyarane da ye û gef û gurên xwe yên li ser Hewlêrê kêm nake. Ji ber vê yêkê di serî da partî û rêvebirîya îdarî ya Kurdistana Federal heta hemû hevwelatî divêt van tehlîkeyan bibînin û hisyardarîya neteweyî bilind bigirin û têkilîyên xwe digel parçeyên dî yên Kurdistanê jî xurttir û saxlemtir bikin.
KNK giring dibîne ku hemû hevwelatîyên Kurdistanê li ser doza rewa ya Kurdistanê bi baldarîyeke bilind rawestin, rêzên têkosînê xurt bikin, destkevtan biparêzin û ji bo serkevtinên mezintir hemû hêza xwe seferber bikin. Bizava azadîxwazî û demokrasîxwazîyê bizaveke heq e. Kurd û Kurdistanî dijî bêdadîyeke nedîtî berxwe didin û divêt ji hêza xwe bi bawer bin ku serkevtin ya me Kurd û Kurdistanîyan e.
22ê vê mehê [22 Kanûna pasî – Januar] salvegera damezrandina Komara Mahabadê ye. KNK wê avabûnê, demkurt jî be, di têkosîna rizgarîya Kurdistanê da qonaxeke bihadar dibîne û pêseng û damezrênerên wê bi rêzdarî bi bîr tîne.
KNK hêvî dike ku Kurd û Kurdistanî sala 2012ê bikine sala destkevtên mezintir, bikine demê berbanga azadî û rizgarîyê.
Agahdarî: Di çarçoveya diyaloga navxweyî ya neteweyî da, têkilîya digel Partîya Komûnîst ya Kurdistanê [KKP ya li bakur] gihiste dereceya endametîyê. Em bi dilxwesî didine xuya kirin ku Partîya Komûnîst ya Kurdistanê [KKP] bû endama KNKê û tête hêvî kirin ku ev gave bibe nimûne bo hemû partî û rêxistinên dî yên Kurd û Kurdistanî jî. Daxwaza KNKê ew e ku terkîba wê bi besdarîya hemû hêz û kesên neteweyî ve firehtir be û bigihe temsilîyeta herî bilindtir ya neteweyî.
Konseya Rêvebir ya KNKê
21. 01. 2012, Bruksel

Kurdistan National Congress – KNK
Rue Jean Stas 41,
1060 Brussels

Tel:  +32. 2647 3084
Fax: +32. 2647 6849
website: www.kongrakurdistan.net
e-mail: [email protected]

F
E
E
D

B
A
C
K