Wekî di rojevê de tê şopandin, Dewleta Turkiyeyê bi hemî hêz, çek, çeteyên alîgir û dewletên dagirker ên Kurdistanê, bi awayekî koordîneyî û bêyî ku ti sînorên mirovatiyê nas bike, êrîşî destkeftîyên Kurdan û gelên Kurdistanî dike. Rêveberiya Erdogan û Bahçelî, serê pêşîn êrîşî baxçeyên zarokan (kreş) ên bi zimanê zikmakî û dibistanên Kurdî kirin û deriyên hemî baxçeyên zarokan, rojname, kovar û saziyên çandî girtin. Pişt re hemî hilbijartiyên Kurd ên temsîlkarên îrada gelê Kurd avêtin zindanan û diktatoriya xwe nîşanî hemî cîhanê dan. Herî dawî jî êrîşî Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dikin ji bo ku destkeftiyên Kurdan bi tûmî ji holê rakin û sîstema xwe ya antîdemokratîk, înkarker û qirkirinî berdewam bikin. Bi vê kirinê jî, tenê ne di nava sînorên xwe yên fermî de, her wiha li derveyî sînorên xwe jî tahamulî hebûna Kurdan nakin û dixwazin bi her awayî wan li her derê ji holê rakin.

Ji 17’ê meha nîsanê û vir ve Dewleta Turkiyeyê bi hemî teknîk û çekên xwe yên giran êrîşî ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike. Nezikî 200 gundên Kurd, Asûrî, Suryanî û Kildaniyan vala û kavil kirin. Ji ber wê jî kelkên li ser sînoran dijîn, bi gelek zorî û zahmetîyan jîyana xwe di qampan de berdewam dikin. Bi vî şerê qirêj re xwezaya Kurdistanê bi çekên giran tê xirakirin, daristan têne şewtandin, ajel têne kuştin û li hemberî zarokên Kurdan çêkên kîmyewî têne bikaranîn… Ji alîyê din ve jî, rêveberên Dewleta Turkiyeyê dixwazin berê Kurdan bidin hevdu, wan bi hevdu bidin kuştin û derdekî bêderman texê navbera hemî civaka Kurdî! Li hemberî van êrîşên bêsînor ên qirêj, cîhana ku ji bo şerê li welatê Ukranyayê rabûye ser lingan, ji qirkirina Kurdan re çav û guhên xwe digre û rola kerr û kor û lalan dilîze!

Wekî Înstîtûyên Kurd û Kurdistanî yên navên wan li jêre, di serî de em van êrîşên hov ên Dewleta Turkiyeyê şermezar dikin. Bang li hemî mirovperwer û ronakbîrên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku dengê xwe bilind bikin, rê nedin ku Kurd bi destên Kurdan werin kuştin û destkeftîyên Kurdan ji holê werin rakirin! Bang li dewletên cîhanê, û di serî de jî bang li NATOyê dikin ji bo ku pêşîyê li Dewleta Turkiyeyê bigrin û ji bo ku komkujiyeke din li yên berê zêde nebe!

Înstîtûya Kurdî li Stockholmê – Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê

Enstituya Kurdî ya Brukselê – Înstîtûta Kurdî li Almanyayê

F
E
E
D

B
A
C
K