KNKJi ber sedema êrîsên DAIS ê li ser Kurdistanê, Komîsyona Karê Derve ya KNKê (Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê) bangewaziyeke lezgîn ji bo hemû bûroyên karê derve yên rêxistin û partiyên Kurdistanî kir da kû karên lobî û dîplomasîyê plan bike û xebatan bimesîne.
Kombûna, roja 17.08.2014 li navenda KNKê li Brukselê bi besdarbûna bûroyên karê derve yên YNK, KCD-Ewropa, Hizbî Komunistî Kurdistan,  Yekgirtûyî Îslamî Kurdistan, Komelî Îslamî Kurdistan, Federasyona Kurdên Êzîdî, Yekîtiya Suryaniyên Ewropa, PYD, PJAK, Nûnertiya HDP ya Ewropa û Enstituya Kurdî ya Brukselê, pêk hat. Ji ber aciliyeta civînê çend rêxistin nikarîbûn vê carê besdar bibin, lê biryar hate stendin ku di demeke nêzîk de civîneke berfereh bê kirin.
Bi êrîsa DAIS di 10ê Hezîranê 2014 li Musulê û di 3ê  Tebaxê 2014 li Singalê destpêkirî û li Maxmûr û Celewla berdewam kirî, bû sedema komkujiya gelê me yê Êzîdî, gelên din li Kurdistan û Mezopotamya, yên mîna Asûrî-Suryanî-Kildaniyan û Turkmenan. Bi sedhezaran Kurdên Êzîdî ji Singalê û gelên din jî, ji derdorê Musilê hatin koçberkirin, bi dehhezaran, bi rojan tî û birçî histin, bi hezaran însanên me qetil kirin, zindî binaxkirin. Bi sedan jinên Kurd yên Êzidî wek koleyên seksî esîr girtin û di bazaran de difrosin. Ew kiryarên bi vî awayî di sedsala 21ê de li pês çavên hemû cîhanê hatin kirin. Lê helwesta cîhanê bo vê yekê gelekî lewaz e. Eger berxwedana hêzên Kurdî neba temamiya xelkê Singalê ewê bihata qirkirin. Bi vê minasebetê em wê berxwedanê silav dikin.
Parastina gelê Kurdistanê û pêsîgirtina valakirina Kurdistanê bi helwesta neteweyî û bi hevra karkirina hemû hizbên Kurdistanî ve girêdayî ye. Kombûna me vê yekê pirr girîng dibîne û hebûn û nebûna Kurdistanê bi vê yekê ve girê dide.
Di kombûnê de li ser rewsa siyasî ya Kurdistanê de minaqeseke berfireh hate kirin, tespîtên hatî kirin ew e ku destkeftên Kurdistanê çi li Basûr, çi li Rojava dibin, beramberî hêrîseke hovane û terorîstane de ne. Parastina van destkeftinan erkekî neteweyî û nistîmanî ye. Ji bo parastina van destkeftiyan bangewazî ji bo hemû hereketên Kurdistanî hate kirin ku bi hemû derfetên xwe parastineke neteweyî ya hevbes pêkbînin.
Êrîsên van terorîstên DAISê ku di bin navê Îslamê de têne kirin weke êrîsên dijî Îslamê jî hate bi navkirin û hate sermezarkirin.
DAIS tenê hêzeke bi serê xwe nîne. Ji hin dewletên herêmê pistgiriya lojîstîkî, eskerî û siyasî digre. Kombûna me biryarên hin dewletên Rojava û UN ji bo helwestgirtin dijî DAISê erênî dibîne û daxwaz dike ku ew sozên wan ji bo alîkariya xelkê Kurdistanê tenê humanîter nebe, her weha siyasî be jî. Ji ber ku gelê me rû bi rû jenosîdeke mezin e, bangewaziya me ji dewletên Rojava û UN ew e ku biryarên xwe de dewletên pistgiriya DAISê dikin sermezar bikin û dijî wan helwest bistînin.
DAIS ev du salin bi rengekî hovane êrîsî hemû destkeftên Kurdistanê dike. Bi êrîsa berî du salan li hember Rojavayê Kurdistanê de destpêkirî, niha jî berfereh li Basûrê Kurdistanê jî dimesîne. Lê berxwedana hember DAISê ji Efrînê û Kobanê heta Celewla bi fedekariyeke mezin û bi rûhekî neteweyî tê mesandin. Kombûna me daxwaz ji raya gistî û Komelgeha navneteweyî dike ku bê ferq û cewazî berxwedana her parçeyê Kurdistanê pistgirî bike. Di heman demê de ji Komelgeha Navneteweyî daxwaz dike ku ew biryarên heta niha yên siyasî û humanîter ji bo Basûr girtî, ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bigre. Dîsa bangewazî wan dewletan û saziyan dike ku bikeve nav hewldanan da ku ambargoya li ser Rojava rabe û sînor bêne vekirin.
Em bang li UN ê dikin ji bo hemî penaberên li Basûr û Rojvayê kurdistanê bi awayekî lezgîn kar bike û ji bo ku alîkarî bi awayekî rêkûpêk bê kirin, temsîlkarîya xwe ya fermî wan deran ava bike.
Kombûna me ji bo vê rewsa Kurdistanê bi cîhanê bide nasîn Komîteyeke acîl ya dîplomasiyê saz kir. Ev komîte dê li gel saziyên navneteweyî, komelgehên navdewletî (UN, EU, Sosyalîst Internasyonal, Ligaya Ereb, Kilîseyên Cîhanî, …) pêwendî dane, ji bo pistgiriya daxwazên me yên jorîn bikin û herweha komkujîya Singalê weke jenosid were naskirin. Di heman demê de daxwazî ji hemî hêz û raya gistî ya Kurdistanê jî dike ku di karê xwe yê diplomasî de pistgiriya van daxwazên gelên Kurdistanê bike.

Komîta Dîplomasîya Hevbes ya Rêxistinên Kurdistanî
18.08.2014

F
E
E
D

B
A
C
K