Di 15’ê Temûzê de li Tirkiyeyê hewldana derbeyeke biserneketî pêk hat. Ev hewldan bi îdîaya têkoşîna li dijî darbeyê, ji aliyê hukumeta AKP’ê ve li derbeya rasteqîn hat wergerandin. Ev têkoşîna qaşo li hemberî derbeyê veguherî feraseta tasfîyekirina hemû hêzên muxalîf û derdorên demokrat û bi taybetî jî hemû maf, îrade, ziman, çand, bawerî û nirxên gelê Kurd.
Teşebusa derbeyê ji aliyê serokomar ve wekî “ qenciyeke xwedê ” hatibû binavkirin. Hat dîtin ku ev qencî wekî fersenda di Tirkiyeyê de bicihkirina feraseta yekzimanî,yekolî û yekperestî, tê bikaranîn. Ji piştî 15’ê Temûzê û vir ve dewlet, bi hinceta derbeyê bi rewşa awarte û bi hinceta rewşa awarte jî bi biryarnameyan, tê birêvebirin. Dîsa gotinên serokwezîr ku digot “ rewşa awarte li hemberî dewletê hatiye îlankirin” jî di demeke pir kin de pûç derket û bû hinceta nêçîrvaniya derdorên muxalif û gelê Kurd.
Hikumeta AKP’ê bi îdîaya ku endamê rêxistinê ne, propogandaya rêxistinê dikin yan jî alîkariyê didin rêxistinê, kes û saziyan sûcdar dike, rojname, radiyo û kanalên tv.yan digire. Di vê pêla dawîn ya ku di şevekê de 12 tv û 14 radîo hatin girtin de, li hemberî çapemeniyê bi taybetî çapemeniya Kurd, hat dîtin ku tenê hincet in.
Wekî ku tê zanîn zaravaya kirmanckî/dimilkî ji aliye UNESCO yê ve wekî ziman û zaravaya ku li ber tunebûnêye tê qebûlkirin û wekî mîrateyeka mirovahiyê divê bê parastin, tê dîtin. Jiyan TV. tekane televizyona ku bi zaravayê kirmanckî weşanê dike ye. Bernameyên wê li ser çand, jiyan û xebatên pêşvebirina zaravayê kirdkî/kirmanckiyê ne. Lê bi îdîaya ku propogandaya rêxistina terorê dike û ji bo ewlehiya millî ya Tirkiyeyê xetereye, tê girtin.
Zarok TV. tekane televizyona ku bi ziman û zaravayên Kurdî weşana xêzefîlman dike ye. Bilî xêzefîlman tu bernameyeke din ya Zarok TV nîn e. Heman xêzefîlm di gelek tv yên Tirkiyeyê de bi Tirkî jî tên weşandin. Heman xêzefîlm ku bi Tirkî bin xêzefîlm û serbest lê ku bi zaravayên Kurdî bin propogandaya terorê, sûc û qedexe ne. Hayatın Sesî TV di derbarê çand û baweriya Elewiyan de weşanê dike. Girtina van tv yan û herwiha yên din jî nîşan dide ku, ji bo sûcdarkirina Kurdan û elewiyan, hewceyî bi sûc tune ye. Kurdî axaftin, Kurdbûn û elewîbûn bixwe sûc e.
Van hewldanan hewldanên pişaftinê ne. Sûcdarkirina bi propoganda yan jî alîkariya rêxistinê, rûpêşa veşartina vê rastiyê ye. Li gorî dewletê bi polîtîkayên pişaftinê yên sed salî kirmanckî hatiye tunekirin û hemû xebetên ku ji bo jiyandin û pêşvebirina vê zaravayê ne, divê teqez bên qedexekirin. An na dibe ku bi van weşanan kirmanckî ji nû ve bibe zaravaya axaftinê ya rojane. Ev jî ji bo feraseta bingehîn ya avakirina komarê, xetere ye.
Ji destpêka komarê û vir ve li hemberî ziman, çand û hebûna gelê Kurd hemû şêweyên tunekirin û pişaftinê hatine bikaranîn. Di vê mijarê de dewlet gihiştiye astekê jî. Lê bi temeşekirina xêzefîlmên bi Kurdî dê zarokên Kurd ji nû ve zimanê xwe biaxivin, ev tê wateya têkçûna projeya asîmîlasyonê. Bi vê hewldanê hatiye dîtin ku feraseta Îtîhat Terakî ya sed sal berê îro jî bi destê AKP ve tê meşandin.
Em wekî saziyên parastin, perwerde û pêşvebirina zimanê Kurdî vê helwesta asîmîlasyonîst şermezar dikin û em bang li hemû gelê Kurd dikin ku li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Dîsa bang li hemû kesên demokrat û mirovhez dikin ku li hemberî vê feraseta asîmîlasyonîst dengê xwe bilind bikin û bertekên xwe yên demokratik nîşan bidin.
AKADEMIYA EHMEDÊ XANî, KURDÎ DER, ENSTÎTUYA KURDÎ YA AMEDÊ

F
E
E
D

B
A
C
K