*          *          *

   Helbestvanê Amedê Arjen Arî hat Qamişlo me hev nedît. Dîwana xwe a nû bo min anî bû, li mala xezûrê xwe ji min re danîbû. Ez bi hêvî bûm wî bibînim. Min lê pirsî û lê geriyam, lê mixabin çax û demê me li hev rast nehat.. Dawî min bihîst ku zîviriye Amedê. Min divîbû wî bibînim barek silav pêre bişînim Ameda şewitî bo nivîskarên wê; Lal Laleş, Azad Zal, Hilmî, Receb Dildar, Aram Rênas… Ew jî qeder bû ku min ew nedît.

*          *          *

   Ji salekê ve ez dilê xwe bi çûna Cizîra Botan xweş dikim, bi çûna festîvala çand û hunerê geş dikim, dawî telefonî min kirin û gotin: Mamoste Zimanzanek ji Binxetê bo festîvala me a îsal pêwîste.. Ji ber ku ez ne zimanzanim, min navê hevalê xwe Derwêşê Xalib bo wan got.. û çûnê Cizîrê min ji serê xwe avêt. Doh dostê min Zekî Ozmen, evîndarê mîr Celadet Bedirxan li ser masingerê bi min re axivî û got: Heyecanê ez girtime.. Min lêvegerand û got: Xêre keko ?! Got: Va piştî 19 salan, sibehî ez ê herim welat, herim Amedê, herim Cizîra Botan ku di festîvalê de amade bibim û te li wir bibînim? Min çîroka çûna xwe jêre got. Lê min vegerand; naxwe piştî ez ji başûr vegerim ez ê bême  başûrê biçûk da ku te bibînim.. Îro jî, dostê min Navser Botanî bi min re axivî û got: Va ez li ser rêka çûna Cizîra Bota me, ez ê di festîvala wê de amade bibim, bihêvî me te li wir bibînim, lê min navê te di lîsteya beşdarên festîvalê de nedît?! Min lê vegerand; keko! Min jî dilê xwe bi çûna Cizîrê û dîtina we xweş dikir, lê nebû nesîb, ew jî qeder e.

*          *          *

   Wek ku ez agahdarim ji çend mehan ve wezareta rewşenbîriyê li herêma Kurdistanê kar û barê bîranîna 100’mîn a bûna Rewşen Xanim Bedirxan dike, keça wê Sînemxan jî cend carekî ji min re dibêje pêwîste tu were Hewlêrê û bi me re beşdar bibî. Gerek ev bîranîn di roja 11/9/2009 an de, roja bûna Rewşen Bedirxan de pêk bihata, lê xuyaye ji ber gelek egerên durst bi paş de hat xistin, bû roja 9/11/2009 an, roja bûna Dr. Cemşîd Bedirxan. Gelo wê derfet hebin ku herim Hewlêrê û beşdariyê di 100’mîn sala bûna vê jina Kurd de bikim, eva ku wek sembolekê bû ji Kurdan re li Şamê.. Nizanim ez ê herim an nerim, ew jî bi qederê ve girêdayî ye.*          *          *   Erê kak Hesen! Berî çend rojan Nazlî Xelîl(Diya Fuad)-75 salî- ji Helebê hat serdana min, dilê xwe bi halê min şewitand.. Em bi hev re çûn serdana gora Cegerxwîn, li ser gora wî, hêç bû, hêrzên wê hatinê û bi dengekî bilind, dest bi helbesta Cegerxwîn Kîme Ez kir û got û got.. Paşê ji me re qala mêraniya Cegerxwîn, feqîrî û hejariya wî kir û biland û got Konê Reş! Hun ji Cegerxwîn ne bi hêztirin, ji Hamid Bedirxan ne çêtirin, ji Dr. Nûreddîn Zaza ne bi deyaxtirin, ji Dr. Nûrî Dêrsimî ne kubartirin yên ku bidin ser vê rêka pîroz, eve qedera wan.

*          *          *

   Keko Hesen Kaya! Rast Qeder e?! Qedere ku dengê xelkên Hilêliyê û taxa Kanîka li hev vegere.. Xelkên taxa Xerbî û mihela Mazilevdîn ji dûr ve li hev mêze bikin.. Xeta Almanî, taxa Qudûrbeg û mihela Weysîkê ji hev cuda bike.. Xal û xwarzê, ap û birazî hev nas nekin..    Erê Eyd bû, lê çi eyd.. Eyd jî bi qedera me ve girêdayî ye, em dilê xwe bi qederê xweş dikin, tev gunehê xwe bi ser qederê ve davêjin.. Keko! Bi hêviya ku ew tav biferike.. Dilrehetiya te şadiya min e.. Ji neçarî em qîma xwe bi wiha qeder tînin. Ma ne Kurdan ji mêj ve gotine: Ga dimre çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne.

*          *          *

   Lêpirsîn, çûn û hatina ba wan sergêjekiyê li min digerîne; Te çi nivîsandiye, tu çi dinivîsî, ji ku tu fêrî nivîsandina Kurdî bûyî, çima tu bi erebî nanivîsî..? Ka kopiyekê ji nasnameya xwe û wêneyekî xwe ji me re bîne..? Gelek caran çûn diyar e lê hatin nebedî ye, kes nizane, roj in, meh in an sal in.. Zarokên min dibizdin, birayên min dikevin taya min de, dost û hevalên min pirsa min dikin.. Wiha roj derbas dibin, tirs, sergêjekî û ne tebitbûn li min dibin mêvan; Tevna xwe di ser huşê min re vedigrin.. Dawî ez xwe teslîmî qederê dikim û ji xwe re dibêjim; Qey ev pêvajo qedera min e, di kure zirav dibe bela di wire biqete.

 Qamişlo

09/10/2009

F
E
E
D

B
A
C
K