Dezgehê Kurd yên Ewrupayê, nameyeke ji bo Serokatiya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî sandin û daxwaz kirin, ku nebin alîkar ji bo endametiya Dewleta Tirk ya Konseya Ewlekariyê. Nameya, ku bi pêsengiya KOMKARê va ji aliyê 18 dezgehên demokratîk ên Kurd li Ewrupayê hatiye îmza kirin, bi çar zmanan (Îngilizî, Almanî, Kurdî û Tirkî) hatiye amade kirin û ji xeynî serokatiya Konseya Ewlekariyê, ji wezîrên karê derve yên dewletên Ewrupî û ji endamên Parlamena Ewrupê ra jî hatiye sandin.
Tê zanîn, ku Dewleta Tirk dixwaze bibe endamê Konseya Ewlekariyê ya NY û ji bo ve yekê jî dixwaze bi dewletên Ewrupî û Ereb û Amerîkayê va pêwendiyên xwe xurtir dike.
Nameya dezgehên Kurdî weha ye:
"Ji bo Serokê Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî Rêzdar Michel Kafando,
Rêzdar Serok,
Li gor agahdariyan, Tirkiye ji bo endametiya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî xwe amade dike. Her ji bo vê yekê jî bi Amerîka, dewletên Ereb û bi dewletên endamên Yekitiya Ewrupayê ra di nav hewildanek xurtdaye.
Erkên Konseya Ewlekariyê, ku wek organa birêvebirina Neteweyên Yekgirtî karên xwe dimesîne, bi vî rengê hatiye terxankirin:
– Li gor armanc û pirensîbên NY parastina asitî û ewlekariyê kar dike. – Ji bo pirsên ku di qada navnetewî de dikarin nakokiyan pêk bînin, lêkolînan çê dike. – Ji bo çareserkirina nakokîyên navneteweyî, mercên çareseriyê pêsniyar dike. – Ji bo çavdêrîkirina li çekdarbûnê, planan amade dike. – Li ser erîs û xeterên li dijî asîtiyane lêkolînan amade dike û rê û tevdiran pêsniyar dike. – Li dijî erîskaran, tevdîrên leskerî distîne.
Em rêxistinên ku li jêr navên wan hene, ne bawer in ku Dewleta Tirk bikaribe van erkên giring bicîh bîne. Dewleta Tirk ji avabûna xwe heta îro hebûna 25 mîlyon hemwelatîyên xwe yên Kurd red û înkar kiriye, hebûna Kurdan qebûl nekiriye û ji bo tunekirina wan hemû metodên zorê bikar aniye. Li dijî Kurdan siyaseteke zulmkar û zordestiyek usa bikar aniye ku li cîhanê emsalê wî tune ye.
Ji siyaseta zulmkar, ji bilî Kurdan hêz û grûbên muxalefeta demokratîk ya Tirkiyê jî para xwe girtiye. Kedkarên Tirk, Elewî, Xiristiyan, Yêzîdî, jin, xelkê feqîr û hejar ji mafên xwe yên demokratîk bêpar in û hîn jî ji alîyê dewletê va bi siyaseteka zordar û sîdetkar va tên îdare kirin.
Ji destpêka avabûna Dewleta Tirkiyê heta îro, hemû daxwazên demokratîk yên Kurdan, bi xwîn û qetlîaman va bersîvên xwe girtine. Bi hezaran ronakbîr li zîndanan, di bin çerxa îskencê da rizya ne. Bi hezaran gund û cîh û warên Kurd hatine sewitandin û wêrankirin, zevî û daristan hatine sewitandin. Bi milyonan Kurd ji cîh warên xwe bi zorê hatine nefîkirin û ji sedî zêdetir serok û rêberên netewî yên Kurd hatine îdam kirin.
Gelê Kurd ji bo bidestxistina mafên xwe yên mirovî û netewî û ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa, li hember hemû van kiryaran her tim serî hildaye û berxwe daye.
Rêvebirên Dewleta Tirkiyê, pistî gelek ês û azaran, kustin û qelîaman hebûna gelê Kurd car caran tînin ser ziman. Lê tu mafên mirovî û netewî yên gelê Kurd nas ne kirine û nêzî bîst sal in ku li dijî gelê Kurd ser îlan kirine.
Dewleta Tirk zordariya xwe ne tenê di nav sînorên xwe da didomîne. Erîsî dewletên cîran yên der û dorên xwe jî dike. Him ji esmanî him jî ji resayî va bi çekên giran erîsên Kurdistana Basûr ku di nav sînorên Iraqê da dimîne dike û jiyana Kurdên nistenisînên wê heremê tehdît dike.
Dewleta Tirk a ku mîratxurê Împaratorîya Osmaniyan e, qetlîama 1,5 milyon Ermeniyan ku ji aliyê Împaratorîya Osmaniyan va hatibû kirin, heta nuha jî qebûl nake.
Dewleta Tirk, lêskerên xwe li Kibrisê, ku endamê YE ye, bi salan e bicîh kiriye. Ji bo vekisandina leskerên xwe guh nade tu bangawaziyên navnetewî û di dagîrkerîya xwe de israr dike.
Dewleta Tirkiyê li dijî cîranên xwe siyasetekî erîsker didomîne. Ji alîkî va dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê û ji aliyê din va jî ji bo bi cîh ne anîna Krîterên Kopenhagê berxwe dide.
Mînakên li jor jî eskere dikin, ku Dewleta Tirkiyê wê nikaribe erkên Konseya Ewlekariyê bicîh bine. Ji ber vê sedemê em bawer in, ku endametiya Dewleta Tirk ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî wê tercîheke bas nebe.
Em rêxistênin li jêr vê rewsê pêskesî we dikin.
Li gel rêzên me…
17.09.2008
* Yekîtiya Komeleyên Kurdistan-KOMKAR/Elmanya
* Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêd
* Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Awsuturya
* Komeleya Karkerên Kurdistanê Komkar/Swêd
* Buroya Jinên Kurd-KOMJIN/Elmanya
* Enstituya Kurd Li Bruksel/Belçîka
* Kultur Kreis Kurdistan-Karlsruhe
* Komela Karkerên Kurdistan-HEVKARÎ/Hamburg
* Komela Karkerên Kurdistan-KOMKAR/Danîmarka
* KOMKAR-Awusturya
* KOMKAR-Belçîka
* Yekîtiya Karkerên Kurdistan-KOMKAR/Holanda
* KOMKAR-Swîsre
* Yekîtiya Ciwanên Kurdistan-KOMCIWAN/Elmanya
* Navenda Sêwirînê ya Kurd-KOMKAR/Îngilistan
* Komelên Kurdî Ji Suriyê/Awusturya
* Komela Xwendekarên Demokrat a Kurdistana Îranê/Awusturya
* Enstituya Çand û Zmana Kirmanci (Zazaki) IKK-Berlin"