Ji nişka ve Aramê ku ji 12 saliya xwe û vir de sitran û muzîkeke Kurdî, teybetî, ji milyonan re got, ji nav me çû. Dilê me gelekî xemgîn e. 

Aramê Tîgran, muzîk û sitranên xwe bi awayekî tijî bawerî amade dikir. Ji vê muzîk û sitranê gelek hez dikir. Ekola Aramê Tîgran ava kir. Ji ber ku rêk û rêbaziyeke teybetî ava kiribû. 

Li Rojavayê Kurdistan, li Ermenîstan, li Ewropa ji nava civaka Kurdî dûr neket. Wî hezkirina xwe da me Kurdan û gelên din. Kurdan jî ew bi navê Seydayê Aram bi nav kir. Ew bi mamoste bi nav kir. Piçûk mezinên Kurdan, siyasetmedar û zanayên Kurdan Aramê Tîgran şahê muzîkê qebûl kir. Ew mezin e. Rûmet e.   

Enstituya Kurdî ya Brukselê bi Aram re malbatek bû. Dilê me bi wî re, yê wî bi me re lê dida. Koça wî ji me re gelekî giran hat. Ew ji nav me çû. Lê di dilê me de ewê her bijî!  

Em sersaxiyê ji malbata wî, gelê xwe, ji gelê Ermenî û gelên din ku Aram nas dikirin re, dixwazin. 

Derwêş M. FERHO

Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

F
E
E
D

B
A
C
K