Herweha bi kêfxweşî dixwazim bibêjim ku berendametiya min ne tenê li Swêdê; li derveyî Swêdê jî di nav kurdan û derdorên hevalbendên kurdan kêfxweşiyeke mezin aniye holê. Ev eleqe, piştgirî û daxwazên serkeftinê ku roj bi roj bêhtir dibin, hestên min ên têkoşînê û hêviya min bo serkeftinê geştir dike. Ez di vê baweriyê de me ku rojên li pêşiya me wê bibin rojên têkoşîneke berbiçav a kampanya hilbijartinê û gotûbêjên girîng ên civakî û polîtîk.

Ji bo vê yekê, ez bi rûmeteke mezin, bi serbilindî û hurmetekeke mezin beredametiya xwe ji we hêjayen re didim diyar kirin. Eger ez baweriya we bistînim û ji Swêd bibim endamê parlamena Ewropayê, ez dixwazim bi serbilindî bidim diyar kirin ku ez dê bixwazim bibim dengekî têkoşîna kurdan a ji bo azadî, mafê mirovan û aştiyê jî.
B_r_van_Ongorur_I_988338830.jpg
Heval û hogirên hêja,

Daxwaz û întereseya min a siyasî ku ji bo min bûye soz û peymanek girîng kokê wê dighêje salên 80yî. Gava min li Bakurê Kurdistanê, li gundê Kizilê ya Dêrika Çiyayê Mazî çavên xwe vekir, ez bûm şahidê zilm û zordariya Cunteya Leşkerî ya Tirk ku bi hovîtiyeke mezin êrîşî ser gelê Kurd dikir. Ronahiya welatê me bi ewrekî reş û tarî hatibû tefandin. Weke gelek welatperêz û têkoşerên kurd, malbat û mirovên min jî ketibûn ber wê êrîşa hov û dijwar. Ev zilm û zordariya hov bû hêvana întereseya min ya siyasî û herweha soz û peymana min ya ji bo malbata min, welatparêz û têkoşerên kurdan ku ev têkoşîna wan ya ji bo azadiyê, wekheviyê, piştgirî, demokrasiyê û mafê mirov bêrawestandin berdewam bike.

Sedemê ku ez beredametiya xwe ya ji bo Parlamentoya Ewropayê datînim ev e ku ji mêj ve ez gihaştime wê baweriyê ku valayiyeke berbiçav di warê perspektêf û baweriyên pêşketina ku îro li Ewropayê pêk tê de, heye. Ev di radeyeke herî bilind de tesîr û bandora xwe li ser jiyana rojane ya mirovan dike;

Gelek mirov hene ku xwe bêhêz, bêhêvî li dervî civatê dibînin.

Gelek mirov hene ku di parlementoya Ewropayê de xwe bêtemsîlkar û bêpar dibînin.

Bi taybetî di nav kesên ji dervî Ewropayê ne, di siyaseta Yekitiya Ewropayê de, ne tenê kêmanî û valhiya dengên ciwan, herweha kêmaniyeke mezin ya dengên perspektifa pîrekan jî heye.

Ev kêmanîyen di warê perspektîf û tecrûbeyan de hene, dibe sedemê ku demokrasiyeke hejar û girtina biryarên nerast di Parlementoya Ewropayê de.
Ez hêvîdarim ku weke keçek ciwan ya kurd, bi perspektîfeke çep van bûr û baweriyan bighînim hevdu û bibem dengên van mirovan.

Hevalno,
Li pêşiya me gelek asteng û çeperên siyasî hene:

Em dibênin ku kirîza aborî hê nû dest pê kiriye, wê tesîreke mezin li aboriya me bike û bibe sedemê ji kar avêtinan li Ewropayê û derdora wê.

Em dibînin ku di gelek waran de pêşketinên ciddî yên berevajî di nav yekitiya Ewropayê de rû didin. Yekitiya Ewropayê, her ku dihere li dijî mehaciriyê û penaberiya siyasî ku ji ber sedemên cihê li starekê digerin, beden û dîwarên bilindtir ava dikin.

Em dibînin ku bê Mahkemeya Ewropayê bi çi awayî biryaran digre ku sendîqayên karkeran çawa bêhêztir; mafên kar û sendîqatiyê hejartir dike.

Em dibînin ku çawa li ser newekhevîyê nayê rawestandin û laşfirotî zêdetir dibe.

Em dibînin ku patiyên faşîst û bîrûbaweriyên wan bi berfierhî belav dibin û metisiyek mezin di nav gelê Swêdê û Ewropayê de diafirîne.

Belkî jî şermezariya herî mezin ew e, dewleta Tirkiyê ku di vê dema ku bi germayî danûstendinê ji bo yekitiya Ewropayê didomîne de, bi behaneya têkoşêna li dijî terorîzmê êrîşî ser Başûrê Kurdistanê dike û hergav bi êrîşê leşkerî gelê me yê Başûr jî tehdît dike. Di vê warî de berpirsiyartiyeke mezin dikeve ser Yekitiya Ewropayê ku zorê bide Turkiyê da ku mafên siyasê û mirovî yên gelê Kurd û kêmneteweyên din yên nîjadî û olî siyasî qebûl bike û bi cih bîne. Herweha pêşiya hewldanên dewleta Turkiye yên hov û provakatîf bigre da ku Başûrê Kurdistanê û wê herêmê bêîstiqrar neke.

Bi vê yekê ez sozekê didim gelê Kurd ku rêza min ya çaran di lîsteya hilbijartinê de, wê bibe sembola her çar perçeyên Kurdistanê. Kês û destûrê bide min ku rêza min ya çaran, di Parlementoya Ewropayê de bibe dengên yekitiya kurdên her çar perçeyên Kurdistanê!

Berîvan Öngörur
Namzeta Partiya Çep ya ji bo Parlementoya Yekitiya Ewropayê

Ji bo hê zêdetir agahdrî li

http://www.berivan.eu/index.php?news=131 binêrin.

F
E
E
D

B
A
C
K