Dewleta tirk, artêşa xwe bi hemû teknîkên kujêr ên wekî tank, top, firoke, kopter û çekên giran ji roja 21ê Sibatê ve rêkiriye ser xaka Başûrê Kurdistanê. Ev pênc roj in, ev xak ji aliyê firoke û kopterên tirk ve tê bombebarandin, bi roket, obus û hawinan tê lêdan. Li ser vê xakê bêguman ne tenê mirov dijîn; dar, ber, şînatî, ajal, teyr û tilûr û kêzik û kurmikên xwezayê yên bêguneh, bêtawan ku nikarin xwe biparêzin jî dijîn. Em dikarin bêjin ku di vî şerî de gerîla û gundî çiqasî xisarê bibîni jî, dîsa dikarin çekekê hilgirin dest xwe û li hemberî vê êrîşkariyê li ber xwe bidin. Lêbelê dar û ber, teyr û tilûr, kêzik û kurmik ên xwezaya me bi me re parve dikin, wê li hemberî vê qirkirinê çawa bikaribin li ber xwe bidin?

Dema ku firokeyên artêşa tirk her bombeyeke 500 kîlo TNT tê de berdidin ser ruyê xaka Kurdistanê warekî ne kêmî sed metre di sed metreyî de (100X100m2 cih) tê tahrîpkirin. Di vî warê bombe lê ketiye de çi dara hebe, çi ajala hebe, çi kêzik û kurmika hebe tê qirkirin, hêlînên wan tên hilweşandin, hebûna wan tê bidawîkirin. Artêşa tirk, generalên wê û rayedarên dewlet û hikûmeta tirk wekî xwediyê mafê pêkanîna vê qirkirina mirovî û xwezayî ne, derdikevin ser ekranên televizyonan û pesnê bombe û topbarandinên xwe yên li ser xaka Kurdistanê didin. Hemû mirovahiya cîhanê jî, hemû kes û rêxistinên xwezaparêz, ajalparêz, keskahîparêz jî, wekî xaka Kurdistanê ne xakeke di cîhana me de ye, li hemberî vê qirkirina bêmaf qet dengê xwe dernaxînin, hayê xwe jê naynin û helwesta pêwîst şanî nadin. Ev ecêbeke nehatiye dîtin e! Li welatekî din ê qorziyeke cîhanê dema kîsoyek, mişkek, teyrek, masiyek xisarê dibîne, rêxistin û kesên qiyametê radikin, li Kurdistanê rojê bi hezaran ajal, teyr, kurmik tên qirkirin, daristan tên sotin, xak tê tahrîpkirin qet devê xwe jî venakin, qet şermezarkirinekê naynin ser ziman.

Gelo wekî ji aliyê hêzên serdest ve tevgera azadiya Kurdistanê `terorîst` hatiye beyankirin û li hemberî êrîşa ser mirovên kurd, bi vê sedemê mirovahiya xwe bêdeng dihêle; dar û ber, ajal, kêzik û kurmik, teyr û tilûr û xaka Kurdistanê jî `terorîst` dibîne ku lê xwedî dernakeve?

Divê hemû rêxistinên xwezaparêz, keskahîparêz, xakparêz, ajalparêz vê pirsê ji xwe bipirsin û bibersivînin: xaka Kurdistanê û dewlemendiyên xwezayî yên li ser ruyê vê û binê vê xakê dijîn `terorîst` in an parçeyek ji cîhana me, ji jiyana me ne? Ger hûn vana tev `terorîst` dibînin, sedem çi ye û kêzik û kurmikên Kurdistanê li hemberî we çi terorîzm kirine, derkevin ser ekranan û ji rayagiştî re vebêjin. Na ku ne `terorîst` in, wê demê li ber çavên we, ev tev, rojane tên qirkirin, çima hûn dengê xwe dernaxînin, çima hûn li dijî vê qirkirinê nabin xwedî helwest?

Dar û ber û ajal û kurmikên Kurdistanê banga lezgîn li mirovahiya cîhanê dikin ku pêşî li qirkirina wanî rojane were girtin; artêşa tirk bi lez şerê xwe yê li ser xaka Kurdistanê rawestîne, bombebarandinan bidawî bike, leşkerên xwe vegerîne baregehên xwe û li hemberî mafên bingehîn – di serî de yê jiyanê yê gelê kurd û xwezaya Kurdistanê rêzdar be û pirsgirêkên xwe ne bi rêbazên kuştin û mirinê bi rêbazên jiyandin û aştiyê çareser bike.

Bi vê armancê hêviya me ew e ku hemû kes û rêxistinên xwezaparêz bersiveke erênî bidin vê bangê û li dijî qirkirina artêşa tirk a li ser mirov û xwezaya Kurdistanê bibin xwedî helwesteke diyar û bi bandûr.

Hesen Huseyîn Denîz

Mamosteyê Zimanê Kurdî

F
E
E
D

B
A
C
K