Xetîb Dîcle di nav kurdan de kesayetiyeke hezkirî û xwiya ye. Di hilbijartinên 12 ê meha Hezîranê de wek berendamê Biloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ji bajarê Amedê bi hejmara herî zêde hate hilbijartin.
 
Komîteya Bilind ya Hilbijartinan, ya ku berendametiya Xetîb Dîcle 29 ê Nîsanê pesinandibû û destûra beşdariya di hilbijartinan de dabûyê, piştî ku hate hilbijartin, parlamentertiya wî erê nekir.

Rawestandina parlamentertiya Xetîb Dîcle û ev helwestê Komîteya Hilbijartinê, li her aliyê Tirkiyê ne bi tenê di nav Kurdan de, belê di nav beşek mezin ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar û mafnasên Tirk de jî bû sedema bertek û reaksiyonên fireh.

Biloka Ked, Azadî û Demokrasiyê, ya ku ji hilbijartinan bi 36 parlamenteran derketibû û wek serketiyê hilbijartinê tê nirxandin, çûna Meclîsa Enqerê boykot kir û roja 27 ê mehê, nekete merasima sondxwarinê.

Partiyeke din ku di merasima sondxwarinê de amade nebû, Partiya damezrênerê Komara Tirkiyê, partiya Mistefa Kemal, CHP bû.

Boykota dualî, du partiyane, bû destpêka kirîzeke mezin, kirîzeke ku dîroka Meclîsa Tirk nasnake.

Kirîz bi her roja derbas dibe re kûrtir dibe û hejmara milyonên gel û komîteyên li dijê rawestandina parlamentertiya Xetîb Dîcle û azadnekirina 8 parlamenterên din; pêncî Bilok, dudoyî CHP yî û yekî MHP yî, ku bûne niwênerên hilbijêran, dengên xwe bilind dikin û doza serastkirina vê biryara ne hiqûqî û dreyfûsiyane dikin.

Di esas û bingehê xwe de ev kirîz û qêran ku îro ji her car bêhtir bi dengê bilind tê gotin û nivîsandin û bi vê bûyerê re rût û tazî xwe da dest, kirîza sîstemê ye, kirîza hiqûqekî ye, ya ku bi rastî û realîteya civakî re nagunce, bi dûde dikule û dilukum e.
Berî bi çend rojan, roja 24 /06 /2011an bi navê „Kampanya Piştgiriya Xetîb Dîcle“ Komîteyek hate damezrandin.
 
Ji her aliyê cîhanê ji Brazîliya heta bi Hindîstanê, ji Norwecê heta bi Efrîkaya Başûr, ji Spanya heta bi Iraqê, ji Romanya heta bi Skoçyayê û Emerîka, rewşenbîr, nivîskar, berpirsiyar û kesayetiyên mîna Alîkara, Serokê PENa Navneteweyî, Lucina Kathman, Prof. Noam Chomsky, Prof. Dr. Michael Günter, nivîskar Margaret Owen û Prof. Dr. Norman Peach û bi dehan kesên din bi îmzeyên xwe piştgirî dan “Kampanyaya Piştgiriya ji bo Hatîp Dîcle”.
 
Daxwaza îmzeavêjan, saziyên mîna 13 baroyên li Kurdistanê û bi dehan rêxistinên sivîl û mafên mirovan bi giranî yek e:
 
Biryara Licneya Hilbijartinê ji awira hiqûqî ve bêbingeh e, nasnekirin û bêhurmetî ye ji mafê hilbijartinê û hilbijêran re.

Xetîb ji awira hiqûqî ve parlementer e, ew jî û pênc parlamenterên din yên Bilokê û hersê parlamenterên partiyên CHP û MHP jî ji bo ku bi awayê herî lezgîn bêne serbestberdan, pêwiste hikûmeta Erdogan giş astengên li ser riya meclîsê rake.
 
Ev, ji bo aştiya ku bi qasî nan û avê, gelên Tirk û Kurd hewcedarê wê ne, û ji bo nermkirina atmosfera zewirdayî jî wê bibe alîkar

Navenda PENa Kurd
03.07.2011
  The Kurdish Centre of
INTERNATIONAL  P E N
A World Association of Writers
NAVENDA PEN A KURD
Kurdisches PEN – Zentrum e.V.
Dr. Zaradachet Hajo, President – Franziuseck 16,  D – 28199 Bremen / Germany,
Mirhem Yigit, Vice President – Sörby Plan 9,  16371 Sponga / Stockhol
Berivan Dosky, Secretary – 72 Diamond Road, Ruislip, HA4 0PG / UK,
Pamir Salihi, Member –  Torpegate 34, 1658 Torp – Norway
Kakshar Oremar, Member – Gustav-Poensgen-Str. 37, D – 40215 Düssedorf / Germany,   
Mobile: 00 49 (0)   1773351016
Mobile: 00 46 (0)    8 7 9 55147
Mobile: 00 44 (0)   7854031393
Mobile: 00 47 (0)    9 7 0 12351
Mobile: 00 49 (0) 17620061534 
Navenda PENa Kurd, Dresdner Bank, Konto-Nr. 4 757 403 00, Blz.: 700 800 00
IBAN: DE56 7008 0000 0475 7403 00
S.W.I.F.T.: DRESDEFF700
http://www.pen-kurd.org

 

F
E
E
D

B
A
C
K